ÎRAN NANÊ ÞIVÊN DIXWE

 

 

 HESEN HUSEYÎN DENÎZ 

  

 

 

Hukûmeta Îranê wekî bizina ecelê wê were, ev demek e, ji xwe re dijminatiya kurdan kiriye karê rojane. Di dîrokê de, tevî ku her du gel bi hev re di nava aþtî de jiyane jî, hukûmeta qaþo îslamî ya Îranê, bi dardakirina þervanekî kurd ê bi nave Hesen Hikmet Demir him rêzikên îslamiyetê binpê kir û him piçek rehma maye ya di dilê kurdan de, li xwe kir nifir. Di rastiyê de ev demek e, sazûmana Îranê, neyartiya xwe ya ji kurdan re beyan kiribû û bi hemû derfetên xwe pêk dianî. Pêrar(2006) di roja 30ê Hezîranê de dema Zîlan Pepûle keça ciwan bi birîndarî dîl ket destê sazûmana Îranê û pastarên xwînxwar, ew heta gihiþt þehadetê, bi pey mekîneyên xwe ve bi erdê re kiþandin, hingî tixûbên dostaniyê hatibûn rakirin û li cihê wê bircên neyartiyê lêkiribûn.

Lê tê zanîn ku gelê kurd gelekî mazlûm û dilbirehm e. Tevî hemû xwînxwarî, zilm û zordariya li ser tê meþandin jî, di biryara xwe ya aþtî û biratî de israr dike. Ji bo Îranê jî gelê kurd, her dem rêka aþtî û biratiya gelan vekirî hiþt. Lê sazûmana Îranê li þûna di vê rêka kurdan danîne ber de bimeþe, destdayîna Tirkiyê û pê re lihevhatina li ser tinekirina kurdan, ji xwe re pejirand. Wekî tê zanîn di encama vê hevalbendiya dijminatî de, roja 16ê Kanûnê dema dewleta tirk bi 52 firokeyên þer sed ton bombe barand ser Qada Medya-Herêma Parastina Rewa, di wê bêhnê de, artêþa Îranê jî bi avêtina roketên Katyûþa û topên hawinan desteka xwe diyar kir. Ne tenê vê care, berya vê jî artêþa Tirk û ya Îranê bi hev re li ser Qada Medya operasyonên leþkerî lidar xistin. Ji vê jî zêdetir ev demek dirêj e dewleta Îran û ya Sûriyê di çarçoweya hevpeymana bi Tirkiyê re li dijî PKKê destxet kirine, Bakuriyên dîl dikevin dest wana radestî Tirkiyê dikin. Qaþo bi vê kiryarê hewl didin ku xwe li ber dilê Tirkiyê þêrîn bikin û bi vî awahî awirên tûj ên Amerîka yên li ser wana hinekî binermijînin.

Di rastiyê de di navbera Îran û Tirkiyê de nakokiyên pirr kûr û aloz hene. Ger pirsgirêka kurd ne li hole ba, niha bi dehê caran yek bibû kêr, yek bibû penêr û bi hev ketibûn.  Lê çi nakokî û alozî di navbera wan de hebe bila bibe, dema mijar dibe çareserkirina pirsgirêka kurd, berberiya hev didin aliyekî û li ser serê kurdan palûteya lidan, girtin û kuþtinê dikin. Ev jî diyar dike ku pirsgirêka kurd kelemê çavê tevan e. ji çareserkirina pirsgirêka kurd hemû jî ditirsin. Ew dizanin ku kurd bigihêjin mafên xwe û azadiya heq kirine, wê rewþa giþtiya Rojhilata Navîn were guhertin. Li ser xaka Mezopotamya wê bihara mirovahoyê were jiyandin. Her der bi kulîlkên aþtî, azadî, wekhevî û demokrasiyê were xemilandin. Wê demê wê ji sazûmankarên dîktator, ên monarþîk, ên despotîk, ên totalîter, ên olîgarþîk, ên dagirker tevan tola gelên bindest û Zîlan û Hesenan were hilanîn. Vê yekê dagirker û xwînxwarên Kurdistanê jî baþ dizanin. Ji bo vê diyaxa wana li hemberî birndarekî þervanên azadiyê jî nîne. Mirin û kuþtin polîtîka û kiryara wan a herî bingehîn e. Ew sazûmanên li ser Kurdistanê desthilat wekî Dehaq bi xwarin û vexwarina mejî û xwîna mirovên kurd xwe didin jiyandin. Lê divê zanibin ku çawa desthilatî ji Dehaqê xwînxwar re nema û di Newrozê de tava azadiya gelan da der, wê di bihara 2008an de jî doza kurdan, têkoþîna azadî û rizgariyê, vî gelê mazlûm hilkiþe qada wêr û serkeftina Kawayê dîrokî û yê hemdem. Wê tola þervanên azadiyê bi bilindkirina têkoþînê û hildana pêtên agirê Newrozê yê li her aliyê welêt û cîhanê were hilanîn.

Îran wekî bizina ecelê wê were, tê nanê gelê kurd dixwe. Divê tu zanibî ku tu zarokên kurdan bigrî, radestî tirkan bikî; bi birîndarî bidest te bikevin jî bi îþkence û dardakirin qir bikî; tu rêka aþtî, lihevhatin û lêborînê ji xwe re nahêlî. Wê hêrsa vî gelî rojekê bibe lehî û te li ber xwe bibe. Wê demê ne tu, ne jî hevkarên te Tirkiye û Amerîka nikarin te ji destê kurdan rizgar bikin. Hevkariya Tirkiye û Îranê ne dikare Tirkiyê rizgar bike, ne jî Îranê û ne jî dikare dawî li têkoþîna PKKê yan PJAKê bîne; lê ev hevkariya xiyanet û dijminatiyê wê her du dewletan ber bi têkçûnê ve gaveke din bidahfîne. Dijminatiya kurdan di ti pêngava dîrokê de bi kêrî ti gelî nehatiye, lê dostaniya bi kurdan re her dem li berjewendiya gelan hatiye. Ger hiþê Îranê yê dîrokî hebe, ji sedema kiryarên xwe yên bi qirêj û bêmaf ên li hemberî gelê kurd, wê lêborîna xwe bixwaze û li þûna hevalbendiya dagirkerî ya bi Tirkiye û Amerîka re, wê bi gelê kurd re dostaniyê li pêþ bixe. Ger wiha neke, ecelê xwe bi destê xwe nêz dike.

HESEN HUSEYÎN DENÎZ

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org