|
JANA KURDISTANÊ…!
HESEN HUSEYÎN DENÎZ
Jana
Kurdistanê her yek e; çi li Bakur, çi li Baþûr, çi li Rojhilat, çi li
Rojava. Serpêhatiyên kurdan jî yek in. Zilma li ser serê kurdan tê meþandin
jî yek e. Kurd û welatê kurdan çiqasî hatibe parçekirin jî, zordarên
welatê kurdan dagir kirine, wekî tif devê hev kiribin, yek êþ û janê
bi wana didin jiyandin. Niha serokartêþê tirk dibêje; ‘Ezê êþ û
janeke ku kurdan di dîroka xwe de nejîbin bi wana bidim jiyandin!’ Gelo êþeke wiha ji bo kurdan heye? Ma li ser ruyê vê cîhanê êþ û janeke ku kurda nekiþandibe maye?
Îroj
li þarî Silêmanî ez çûm serdana îþkencexaneya ji dema Sedam Huseyîn
ê dîktator maye. Îþkencexane îroj wekî muze tê bikaranîn. Ez li cihê
girtiyan, li odeyên îþkencekirinê tev geriyam. Wêneyên wan min kiþandin
û pêþkêþî we dikim. Kesên zîndan dîtibin baþ wê bizanibin. Rêbazên
îþkenceyê li Zîndana Diyarbekrê ya leþkerî çi bûn, li îþkencexaneya
Sedam a li Silêmaniyê jî ew in, li girtîgehên Sûriyê û li yên Îranê
jî wiha ne. Heta li zîndanên Îsraîl û li yên Gûantonamo jî, li EbûGireyb
jî wiha ne. Dagirkerî,
desthilatdarî li hemberî têkoþerên azadiyê rêbazên wekhev diþopînin.
Tif devê hev dikin, ji hev vedigrin, hev fêrî rêbazên îþkenceyê
dikin… Îþkence
tawaneke mirovahiyê ye. Lê sazûmanên li Rojhilata Navîn vî tawanî her
roj û di rojê de bi sedê caran pêk tînin. Dema
ez di deriyê îþkencexaneyê re ketim hundir û derbasî odeyan bûm,
yekser zîndana Diyarbekrê li ber çavê min zindî bû. Hestên min êþiyan,
navbera mijankên min þile bûn, xwezî di qirika min de ziwa bû, laþê
min ricifî, dilê min lê da, hêrsa min bilind bû… Odeyên lêpirsînê; yên li pey dîwarên stûr û bilind. Kî dikeve vir dengê wî/wê, ne diçe xweda, ne diçe ebdan. Ji xwe saxderketina wan mûcîze ye. Rêberê em gerandin digot: ‘Kî diket vê derê, derketina wî tinebû!’ Li odeyekê ji me re got: ‘Ev ode ya zarokekî bû, ji bo bikaribin dar dakin, temenê wî mezin dikin û wiha dardadikin.’
Sazûmanek
ku ji ‘zarokên temenê wan nagihêje pîvana dardakirinê’ bitirse! Bi
vê tirsê kî tê ber bi îþkence, lêdan, kuþtin û dardakirin dixwaze
xwe biparêze, temenê xwe dirêj bike. Lê dawiya sazûmana Sadam îroj tê
zanîn. Îþkencexaneya ku xwe tê de Rab didîtin îroj sîwaxa dîwarên wê
hilweþiyayî, cihê guleyên têkoþeran hîn zindî; wekî muze tê
bikaranîn. Wê roj bê zîndana Diyarbekrê jî û hemû zîndanên cîhanê,
ji aliyê têkoþerên azadiyê ve werin desteserkirin, zilmdarên tê de
werin sizakirin û warên îþkenceyê wergerînin muze û fêrgehan… Sitiya
Hîroxan li wê derê, li ser bîranîna kurdên di enfalê de þehîd bûne
ji 182 hezar perçeyên tîtikê labîrentek nexþandî çêkiriye ku pêwîst
e mirov bibîne. Destê Sitiya Hîroxan sax be. Li salonên dirêj ên di navbera odeyên girtî lê diman de, wêneyên qirkirina Halepçe daliqandine. Halepçeyek li derve, Halepçeyek di hundirê îþkencexaneya sazûmana Baas de. Yek ji yekê dijwartir, yek ji yekê bijantir, yek ji yekê zilmdartir…
Ode
li hev dizîvirin. Gihiþtim cihekî ku êdî dîlê min ranegirt. Bigrîm,
biqîrim, biteqim, bifûrim… Çi bikim? Mirovên bi çenqelan ve ji destê
xwe daliqandî, têlên ceryana manyeto hîn di guhê wan de û cîhazeke
manyeto ya hîn ji dema Sadam maye, li ser masyeke ji wê demê maye bi qamçiyeke
ji wê demê maye di hundir de ye. Wekî hûn careke din vegerin wan rojan.
Her tiþt zindî û li ber çav e. Ferqiya wê hûn ne îþkencedar, ne jî
îþkencexwar in. Lê hûn di wir de mûhasebedarê wîcdana gelekî ne!
Gelekî mazlûm, gelekî li rastî îþkenceyên dijwar hatiye, gelekî mafên
wî yên herî xwezayî hatine binpêkirin, gelekî li bidestxistina rûmeta
xwe digere, gelekî azadiya xwe dixwaze, gelekî ji bo bigihêje mafê
mirovbûnê têdikoþe… Ger gelê kurd wekî mirov hatiba hesibandin di vê îþkencexaneyê re û di van îþkenceyan re nedihat derbaskirin!
Li ser dîwarên malikan (hucreyan) nivîsên berxwedanvanan nivîsandine hîn zindî dimînin. Yekî du teyrê li hemberî hev xêz kirine û gulek daniye navbera wana. Diyar e xwe, evîna xwe û doza xwe resmandiye. Wêneyê xêz kiriye pirr bi xêzkên hostane hatiye xêzkirin. Her yekî hestên xwe nivîsandine. Yên bi bangkirin û qîrdayînan nikarîbûn dengê xwe ragihînin Xweda û mirovahiyê, bi xêzk û nivîsan hest û ramanên xwe ji dîrokê re hêlane… Bi
dilek qurmiçî lê serkeftî derdikevim derve; ji ber ku li vê îþkencexaneyê
ne kesên îþkencedar, yên îþkencexwar bi ser ketine. Li hewþa îþkencexaneyê
tank, top û çekên giran ên ji dema Sadam mane hatine raxistin. Tev
kevnare bûne, wekî sazûmana desthilatdar. Ger ew îþkencexaneya kurdek jê
nedifilitî îroj bûye muzexane, ev nîþaneya serkeftina kurdan û têkçûna
sazûmana desthilatdar a dîktatorî û zordarî ye. Hêvîdar im ku rayedar
û fermandarên tirk ên dibêjin, ‘Emê janeke ku kurdan di dîroka xwe
de nejiyabin bi wana bidin jiyandin’, wê ji aqûbeta vê îþkancexaneyê
û van îþkencedaran ders derxin û hîn rê nêzîk e, ji ser a xwe
dakevin xwarê. HESEN
HUSEYÎN DENÎZ
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org