JI BÎR NABE JANA DANE SER DILAN!
 
HESEN HUSEYIN DENIZ

 

 
Dilê mirovê Kurd her sal di vê rojê de dijene, diêþe, disoje, diperite…Ev bîst û þeþ sal in di her sala vê rojê de rûçik tirþ dibin, awir tûj dibin, hest hêrs dibin…
 
Raman teze dibe, hiþ bîra xwe vedikole; dirêjî kûrahiya bîranînan dibe. Her malikeke laþ bi jana bîranînekê dilive; laþ nerehet dibe. Roj dirêj dibe, nabore…
 
Kî bûn, ji ku hatibûn, çawa ew hêz di xwe de didîtin ku vê janê bi mirovan bidin kiþandin? Jiyanek û qirnek li mirovên kurd herimandin. ‘Kurdbûn’ kirin tawaneke mezin. Xwestin ‘kurdbûn’ were înkarkirin!
 
Mirovên kurd ji mal girtin, ji nava rez û bexçeyan girtin, ji kolanan girtin… Destên wan bi kelepçeyan hiþk girê dan, bi paçên qilêrî yên reþ çavên wan tarî kirin, bi qûndaxên tifingan li polên wan dan û avêtin hundirê mekîneyên bê kulek…
 
Bê parêzer, bê parastin, bê mafpirsîn mirov avêtin nava pîsiya destavê. Heta kabê di nava pîsiyê de li ser lingan bi rojan dan rawestin. Xwarina wan rojê sê danan lêdana ji beþtên 5X10cm. bû. Goþtê laþê wana rojane reþ dibû, þîn dibû, sor dibû… Xwîn ji binê neynûkên wan dihat der. Diranên wan di devê wan de dihat komkirin. Neft bi ser pembo dadikirin, agir bera didanê û dixistin bin çengên wan. Li nava ava pîsiyê dirêj dikirin û bi potînên xwe yên bi qirêjiya dîroka xwe, derdiketin ser piþta wan. Xwestin piþt li mirovê kurd biþikînin!...
 
Digotin biqêrin û bêjin: ‘Çi bextewar im ku ez Tirk im!’
 
Bi lêdan, bi îþkence, bi kuþtin xwestin bi kurdan ‘tirkbûnê’ bidin pejirandin. Ji bo vê nayê zanîn bê çend kes kuþtin. Di zîndana Amedê de ger rojek were û dîwarên wê werin ser ziman, ne pênûs û ne kompûter xwe li ber nagrin ku tiþtên van xwînxwaran bi serê kurdan de aniye vebêjin û binivîsînin.
 
Mirov di binê nêrdewanan de darvedikirin û di bêhna fetisînê de benê wan sist dikirin, gêrî erdê dikirin. Rojê bi deh caran wiha dikirin. Rojê bi dehcaran wiha bi wana dardekirin didan jiyandin. Bi dardekirina bi carekê re kîna dilê wan a li hemberî kurdan rehet nedibû.
 
Dest û lingê mirovan girê didan, þilfî tazî dikirin û bi jopan destdirêjî li laþê wan dikirin. Bi vî awahî didan diyarkirin ku di nava giþtiya mirovahiyê de sazûmaneke ji ya wana bêþereftir hîn nehatiye ruyê dinyê.
 
Bi darê zorê çop û pîsî bi mirovan dan xwarin. Ava serþoka xwe rijandin ber wana ku vexwin. Bi rojan mirov bê av hiþtin ku dema ava serþokê jî bibînin êrîþî ser bikin. Li derve gurme gurma baranê bû, li hundir mirov ji têhnîbûnê bêhiþ diketin.
 
Ji nesaxên bi jana zirav ketine, bi navê ‘tehlîlkirinê’ belxem kom dikirin û ew belxem dirijandin nava xwarina girtiyan. Miþkên cirdon dikuþtin û dixistin hundirê qerewaneya xwarinê…
 
Mirov heta êvarî li ser lingan didan sekinandin, êvarî jî bi sayên har êrîþî hundir dikirin ku ne roj ne jî þev nikaribin xew bikin.
 
Bi vî awahî tola xwe ya dîrokî ji kurdan hiltanîn: Mirov bê xew, bê xwarin, bê av di bin lêdanê de, di nava pîsiyê de bi rojan, bi mehan, bi salan hiþtin ku mirov bipejirînin ‘ne kurd in, bes tirk in’!!!
 
Hûn dikarin çi navî li vê yekê bikin? Wahþet!, Desthilatdarî!, Zordarî!, Xwînxwarî!, Faþîstî!... Yan Tirkitî!?
 
Tê zanîn ku Tirkitî li Rojhilata Navîn û Anatolya çêbûneke çêkirî ye, ne xwezayî ye; li ser tinekirin û înkarkirina gelên herêmê hatiye çêkirin. Ji bo vê li hemberî gelan bi kîn û dijminatî dagirtiye. Ev kîn û dijminatiya xwe bi sazûmana 12ê Îlonê ku heta roja me jî bi awayeke sergirtî tê meþandin, di asta herî bilind de bi ser gelan de û bi taybetî bi ser gelê kurd de barand.
 
Hîn birîn û êþên ji wan rojan mane li ser laþê me diyar in…Hîn laþê me bi êþên wan rojan dijene, disoje, diêþe…
 
Sûcê me tenê ‘kurdbûn’ bû û îroj jî sûcê me tenê ‘kurdbûn’ e. Lê em wê rojê jî ji kurdbûna xwe nehatin xwarê, îroj jî emê ji kurdbûna xwe neyên xwarê. Mirovê xwe înkar bike, bi kêrî kesekî din jî nayê.
 
Divê mirov vê dîrokê jibîr neke. Her kurdekî qasî serê derziyê hesteke netewî pê re heye, hesteke mirovtî pê re heye, pêwîst e vê dîroka xwînxwar a tirkan ku ji kurdan re kirin êþ û jan, ti caran jibîr nekin. Ji bo ku careke din li ser serê kurdan ev roj neyên jiyandin, çawa ku girtiyan qiyamet rakirin, agir berdan bedena xwe, bi kêr û jilêtan laþê xwe peritandin, bedenên xwe heta þahadetê razandin birçîbûnê, di têkoþînên dijwar de li ber xwe dan, her mirovê kurd jî erkdar û berpirsyar e ku vê kevneþopiya têkoþîn û berxwedanê bidomîne.
 
Ji sedema vê dîrokê pêwîst e rayedarên tirk ji gelê kurd lêborîna xwe bixwazin.
 
Ji sedema vê dîrokê pêwîst e rayedarên tirk çekên xwe li hemberî kurdan deynin.
 
Ji sedema vê dîrokê pêwîst e rayedarên tirk dev û deriyê zindanan heta dawî vekin.
 
Ji sedema vê dîrokê pêwîst e rayedarên tirk banga agirbest û aþtiya civakî li kurdan bikin.
 
Ji sedema vê dîrokê pêwîst e kurd heta dawî li hemberî rayedarên tirk û sazûmana wan a tinekar û înkarker têbikoþin, li ber xwe bidin û ji kurditiya xwe misqalekî jî neyên xwarê. Ev mafê me kurdan ê herî bingehîn e. Ew çiqasî hewl bidin, bi darê zorê bi me bidin gotin ku ‘Çi bextewar e kesê dibeje ez tirk im’, pêwîst e em biqêrin ku ‘Em bi kurdbûna xwe serbilind in!’
 
Belê, di dîrokeke ji bîst û þeþ salan û vir ve didome de, sazûmana desthilatdar gelek birîn di dilê me de vekirin û gelek tahrîbat di laþê me de dan çêkirin. Xwestin me ji nasnameya me, ji çanda me, ji zimanê me, ji wêjeya me, ji mirovbûna me dûr bixin. Lê me li ber xwe da. Bi dehan þehîd û bi sedan birîndar me da. Lê me dev ji zimanê xwe, çanda xwe, wêjeya xwe û mirovbûna xwe berneda.
 
Di zindana Amedê de, di bin wan derfet û mercên tinekar de, dîlên kurd bi pênûsa xwe kovarên kurdî weþandin. Li ser bîranîna çapemeniya kurdî, kovara bi navê “Hawar” hat derxistin. Pê re ji bo pêþdebirina berhemdariya dîlên azadiyê kovara “Çirûska Jiyan” hat weþandin.
 
Ev kovar di zindana Amedê de bi pênûsa destî dihatin nivîsandin û nushayên wê jî dîsa bi pênûsa destî dihatin zêdekirin. Nivîs ji qawîþan bi dizî dihatin berhevkirin. Nushayên kovarê jî dîsa bi dizî dihatin belavkirin. Lê ti hêzê nikarîbû li pêþiya çand, wêje û rojnamegeriya kurdî bibe asteng ku ew cûntaya 12ê Îlonê be jî. Îroj wêje, çand û rojnamegeriya kurdî bûye lehiyek û li her çar aliyê Kurdistan û cîhanê diherike. Di wan rojên bi êþ û jan de, di navbera ranzeyan de, bi awayeke veþirtî li ser kaba xwe, bi pênûseke hibrî me kovara ‘Çirûska Jiyan’ zêde dikir…Îroj bi kompûteran di çapxaneyan de bi dehan kovarên kurdî diweþin. Gelo sazûmana 12ê Îlonê ji xwe re difikire û dipirse bê ‘Kî bi ser ket û kî bi bin ket!?’
 
Ti caran jibîr nabe jana dane ser dilan û laþan…
 
***
 
HESEN HUSEYIN DENIZ
 
 
 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org