JI BO TE

 

Hesen Huseyîn Denîz

Hey hêvî û hesreta dilê minî têr kul û keser

Ne di berbangên rojê de, ne di tarîka þevên dirêj de

Ne li erd, ne li ezmanan; ne li çol û ne li cebelan

Ne li daristan û çiyan; ne li gelî û newalan

Ne li zozan û deþtan; ne li baxçê gul û kulîlkan

Bêhna te naçe ji ber pozê min

Xeyala te winda nabe ji ber çavê min

Dengê te qut nabe ji ber guhê min

Germahiya te dernakeve ji hinava dilê min…

 

Tu çi agir û pêt bû ku xwe herikand xwîna min

Tu hêtûn û sot bû, daket ser dilê min

Tîrêjek rojê bû di çavê min re gihiþt mejiyê min

Te ne hiþ hiþt li serê min, ne jî raman û mejî

 

Li te digerin awirên min, di her livandina pelçîmeke darê de

Li nava darisatanên bê serûber

Bi hêviya bihîstina peyvek ji nava sorgulên hingivîn

Ber bi te ve vebûne tev hîsên min

Bi hesreta himbêzkirina germahiya sîng û berên bi bêhna nêrgizan difûre

Diperpite dilê min ê bi hezar tîrêjên evîna te tar û mar bûye

 

Dê kengî wê bi dawî bibe ev hesret

Dê kengî ezê bihûnim gulî û keziyên te bi dilê destê xwe

Kengî bigrin dîlana nûvejînê ya azadî û evîna canan

Bê tirs û xov, kengî sicûde bibim ser deþt û girên te

Serê xwe deynim ser bedena te ku di awirên min de daliqandî bimînin stêrkên dost

 

Tu çiqas dûr bî, ewqas di dilê min de nêz î

Bi hesreta te bûye hêtûn dilê min

Bi evîna te agir û pêt dipijiqîne der, hinava min

Ez dildarê te me

Tu evîn

Tu welat

Tu azadî

Tu hebûn û tinebûna bîrûbaweriya min î!

 

Hesen Huseyîn Denîz

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org