|
Keçeke Kurd a 18 salî li Fransa bajarê Creil bi sê zimanan dikare biaxive
HESEN HUSEYÎN DENÎZ
Ayten
wiha bi fêrbûna piyanoyê re her roj di warê hunerî de li pêþ dikeve.
Piþt re bi biryara bavê xwe diçe Konserwatuarê. Çûna Ayten a konserwatûarê
bavê wê wilo vedibêje: ``Sala 2001ê bû. Mel i restorantekê rojbûna
xwiþka wê pîroz dikir. Li wê derê piyano jî hebû kurdek li ser bû.
Demekê Aytenê got ez jî dixwazim hinekî lê bidim. Min got, keça min rûnê,
tê xera bikî. Deng çû yê piyanîst û pirsî min jê re got dixwaze li
piyano bide. Got
bila were. Dema Ayten çû ser piyano sitrana Ehmed Kaya ``saçlarina ak duþmuþ``
lê da. Ez þaþ mam. Heta wê demê hayê min ji fêrbûna wê ya piyanoyê
tinebû. Dema min ev yek dît êdî min biryar da û ew bir li Konservetûarê
xwest qeyd bikim. Wê
sale cih tinebû sala din 2002an de me ew qeyd kir. Di demeke kin de
hunermendiya wê derket hole û roj bi roj li pêþ ket. Demekê þûnre êdî
gihiþt asta konseran bide.`` Ayten
nave xwe ji keçeke gerîla ya di þerê Bagokê de ê sala 1988an jiuana
xwe ji dest da digre. Bavê wê nave þehîd Ayten lê dike. Ayten
di hunera xwe de him xwediyê diploma û gelek xelat e. di plane wê de piþtî
qedandina dibistana li bajarê xwe derbasî Almanya Konserwatûara mezin
bibe û ji wê derê bi serkeftinî derbas bibe. Dibêje, ``Piþtî ku li
wir bixwînim êdî li tevahiya cîhanê ezê bikaribim hunera xwe pêþ de
bibim`` Ayten
keçeke kurd a dilnizm û sade ye. Hîn ciwan û têrjêhatinîye. Bi hunera
xwe û taybetmendiyên xwe rûmeta gelê kurd, keçên kur û welatê
Kurdistanê ye. Ya herî grîng jî li welatekî biyanî, li xerîbiyê
zimanê dayika xwe bikar tine. Weke kurdekê dijî, diaxive, dihizire û
hunera xwe pêþ de dibe… Ayten
jib o hner û jiyana xwe di dawî de wiha dibêje: ``Ev hunera ez dikim ji
bo kalikê xwe dikim. Ev hêza mûzîkê ji alîkarî û destekdayîna dê
û bavê xwe digrim. Gelekî kêfa min ji kalikê min re û yaw î jî ji
min re dijat. Niha çûye rehemtê lê her dem di bîra min de ye. Xwediyên
min tev birayên min, xwiþkên min her gav tên konserên min û destek û
arîþeniyê didin min. ev jî hêz dide ku ez zêdetir bi kar û xebata
çêkirina mûzîkê dakevim. Xeyaleke min heye ku rojekê biçim Kurdistanê
li wê derê orkestrayekê ji Kurdan, ji Ermenî û Rûsan çêkim ku bi nav
û deng be û cîhan tev zanibe dê kurd jî dikarin hunerê bikin, zindî
ne û hîn nemirine! Ji bo hemû þervanên azadiyê gerîlayên kurd silavên
germ ên ji dil û hêviyên serkevtinê dixwazim. Dilê
min her bi wana re ye. Heta bêhna xwe ya dawî em bi gerîlan re ne û çi
desteka ji destê me were emê ji bo serkeftina wan bikin.`` AZADIYA
WELAT/ HESEN HUSEYÎN DENÎZ.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org