Kî Kî Ye, Çi  Çi ye?

 

 HESEN HUSEYIN DENIZ

 

 

Li Tirkiye û Kurdistanê hilbijartin hene. Aliyê dewletê û aliyê kurdan di vê hilbijartinê de hatine beramberê hev. Aliyê tirk bi hemû derfetên xwe û û bi hemû partî, sazî, dezgeh û rêxistiniyên xwe bûye eniyek û li hemberî kurdan kêla xwe çikandiye. Dixwaze di vê hilbijartinê de bi ser bikeve ku bikaribe di polîtîkayên xwe yên heta îro tên de xwe mafdar bibîne û destûra domandinê bistîne.

Bi vê sedemê artêþ, partiyên din, saziyên dewletê û di serî de jî serokomar wê ji bo serkeftina AKPê tev bigerin.

Niha ku Abdulah Gul serokomarê Tirkiyê diçe Iraqê û bi rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hevdîtinan dike, divê mirov zanibe Abdulah Gul kî ye, ji ku hatiye û çi dike, dixwaze çi bike.

Abdullah Gul îroj bûbe serokomarê Tirkiyê jî tê zanîn ku xwediyê paþerojek TMTB ê ye(Yekîtiya Xwendekarên Nijadperest ên Tirk). Kesên di vê yekîtiyê de hatine pijandin bêguman dewletparêz û nijadperwer in. di bin navê olê de nijadperestiya Tirkitiya mezin dikin. Wekî din Abdulah Gul bi desteka AKPê li þûna Erdogan bûye serokomar û di rastiyê de ew li ser kursiyê serokomariyê memûrekî AKPê ye.

Bi vê sedemê, çûna Abdulah Gul a Iraqê û herêma Kurdistanê bi tevahî di çarçoweya daxwaza hikûmeta AKPê de ye. Dixwazin di hilbijartinan de ji bandûra Hikûmeta Herêmê ya li ser Kurdistana Bakur sûd bigrin. Roja piþtî hevdîtinan mirovekî kurd li ser ekrana TV digot; `Ez pir serbilind bûm dema min Nêçîrvan û nizam kî li cem Abdulah Gul dît!` Lê mixabin, ez dibêjim ew ne serbilindahiyek berûvajî rûreþiyek e. Çi birêz Talabanî be, çi Nêçîrvan be yan kesekî din be, gelo bi Abdulah Gul re li ser azadbûna gelê kur û rizgarbûna xaka Kurdistanê peyivîn û hevpeyman danîn, an ji bo qirkirina hîn zêdetir kurd?

Birêz Talabanî dibêje ku ` divê PKK ji Qendîlê derkeve! Em destûrê nadin êrîþên çekdarî yên li ser Tirkiyê werin kirin!`

Bi rastî mirov ji psîkolojiya rayedarên kurd tiþtekî tênagihêje. Ger xwediyê van gotinan li welatekî din ba ya, wê gel ew bi xiyanetê tawanbar kiriban û fermana wan rakiribana. Lê li Kurdistanê xiyanet bûye tiþtekî ji rêzê. Her kes dikare destê xwe bi hêsanî bide destê neyar, dikare pê re li ser masê rûnê û parçeyek ji welêt pêþkêþ bike, dikare pesn û zirtên dijmin bide, dikare biçe ji dijmin re bibe leþker, bibe cerdewan, bibe noker û her tiþtê qirêj û gemar û genî.

We li kîjan welatî dîtiye ku gelê bindest zarokên xwe bi tilîlî û çepikan rêdikin ku ji dijminê xwe re leþkertiyê bikin dê werin ser gelê xwe û bikujin?

We li kîjan welatî dîtiye ku ji bo çend qirûþ pere bi hezaran mirovan rahiþtine çeka neyarê xwe û hatine ser hemwelatiyên xwe?

We li kîjan welatî dîtiye ku mirov ji bo xwe li ber dilê neyarê xwe þêrînkirin bidin, hemwelatiyê xwe firotine û bi dijmin re hatiye kuþtina wan?

Dibe ku di dîrokê de we li hinek welatan dîtibin, lê li ti welatî qasî li Kurdistanê heye xiyanet, dijbertiya gelê xwe nehatiye rewakirin û pejirandin dayîn.

Þelafiya ji dewleta Tirkiyê re, ti carî rayedarên kurd serbilind nake. Ji ber ku dewleta Tirki li ser xaka xistiye bin destê xwe naxwaze bi navê kurdi û Kuridstanê yek pela darê bilive.

Heta ev rewþa heyî neyê zelalkirin û kî kî ye, çi çi ye ji hev neyê cudakirin, mirov nikare þopa sa û gur ji hev veqetîne.

Li kurdistanê tenê vîna gel dikare van þopan ji hev veqetîne sa bi rêka sa de, gur bi rêka gurî de rêbike. Bila ti kes hesabên þaþ li ser ti kesî neke, piþt re wê bi destê xwe mala xwe xera bike. Ti hêz nikare ji çiyayên Kurdistanê kurdan bimale. Haydê we operasyonek li ser Qendîlê bi desteka Amerîkayê kir û we hezar, du hezar, sê hezar mîlîtanên PKKyî kuþtin. Piþt re? Hîn doh bû milyonek mirov li kolanên Amedê gihiþtin hev! Dema tu hezar, du hezar gerîlayî li serê þiyê bikujî wê ev milyonek mirov dilperitî nebe û dernekeve serê çiyê û çekên gerîlan ranekin? Ger hûn wiha diizirin, hûn tenê xwe dixapînin. Li Kurdistanê êdî îroj ti tiþt ne wekî doh e. Her roj, her bêhn, her kes, her der, her tiþt tê guhertin. Divê zîhniyet jî ya xwe biguherîne, yan jî wê were derbaskirin. Êdî ti kes û hêz nikare zihniyeta dewleta tirk û kesên jê hêviyê dikin himbêz bike. Dem dema himbêzkirina gel xwe bi xwe ye.  Di sindoqên hilbijartinê de wê gelê kurd bi vê rastiyê tevbigere û derseke dîrokî bide neyaran.

HESEN HUSEYIN DENIZ

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org