KONGREYA 4. A CIVATA DEMOKRATîK A GELÊ KURD Ê LI SWîSREYÊ

 

HESEN HUSEYîN DENîZ

 

 

Îroj kurdên li Swîsreyê ji bo lidarxistina Kongreya çaremîn li bajarê Wînterthurê hatin cem hev. Di xwerêxistinkirinê de, di çarçoweya projeya çareseriya demokratîk a konfederalîzma demokratîk a ji aliyê rêberê kurd birêz Ocalan ve hatiye pêþdîtin de, ji hemû bajar û bajarokên Swîsreyê, qasî sêsed delegeyên hatibûn bijartin, gihiþtin hev.

Kongre bi hilbijartina dîwana rêvebirinê û deqeyek rêzgirtina li ser bîranîna þehîdên têkoþînê saet di 12.00an de dest pê bû.

Piþtî rêzgirtinê rojev hat pêdandin û bi xwendina nota hevdîtina rêbertiya kurd a bi parêzerên xwe re destpê kir. Piþt re axaftina rewþa siyasî ji aliyê serokê Kongra Gel birêz Zubêr Aydar ve hat kirin.

Birêz Aydar, li ser grîngiya damezirandina kongre û armanca sazkirina civatên gel axift û diyar kir ku ew bi vê yekê dixwazin tecrubeyeke demokratîk a ji bo rojên azadbûna Kurdistanê bikaribin bimþînin bidest bixin. Di axaftina xwe de bal kiþand ser îþkence û zordariya li ser rêbertiya gelê kurd û got: `Divê dewleta Tirk zanibe ku destê dirêjî rêbertiyê bibin wê werin þikandin. Rabûna gel bi vê sedemê ye û wê bi awayekî encamgir were domandin. Hinek dibêjin ku çima di vê demê de û ne di demeke din de þer û têkoþîn tê bilindkirin.

Ev hîn biryarên Kongra Gel a sala 2006ê bûn. Divîbû wê demê çalakiyênwek a Bezelê, Oramar û serhildanên gel hatibana lipêþxistin. Lê wê demê ji gelek aliyan bangên aþtiyê hatin kirin. Me jî xwest em derfetekê ji aþtiyê re binasin û di 1ê îlona 2006an de me agirbest kir. Lê çawa me agir rawestand, ji aliyekî ve dewletê êrîþên xwe yên îmhakirinê dan destpêkirin û kesên banga aþtiyê dikirin jî xwe kerr kirin. Piþt re wek hûn dizanin hilbijartinên serokomariya Tirkiyê çêbûn û me dîsa xwest em derfetekê bidin hilbijareyê nû. Lê me dît ku tiþtek nehat guhertin û ji vîna gelê me re rêz nayê girtin. Berûvajî li zîndanê  zordariya li ser rêberê me zêdetir kirin. Xwestin bi jahrdayînê wî tine bikin. Bi jêkirina porê wî, herî dawî bi lêdanê xwestin bi rûmeta gelê me bileyizin. Ev gel wê li rûmeta xwe xwedî derkeve û wê serkeftin a gelê me be….`

Piþtî axaftina birêz Aydar, rapora salekê ya Civata Demokratîk a gelê kurd hat xwendin. Li ser rewþa siyasî û rapora civatê nirxandin hatin kirin û komîsyon hatin sazkirin ku plankirina sala nû derxînin holê.

Kongre di nava coþ û heyecaneke bilind de derbas bû. Gelek caran bi dirûþmeya `Bijî rêber Apo!` delegeyan girêdayîna xwe ya bi rêbertiyê ve qêriyan. Derengiya êvarî kongre bi girtina biryarên salek (sala 2009)ê û  bi hilbijartina 21 rêvebirên ku ji bo salekê civatê rê ve bibin bi dawî bû.

Di nava biryaran de, di rojên grîng ên wek Roja bîranîna Þehîdên Halepçe, Qamiþlo û hefteya lehengiyê de lidarxistina çalakî û xwepêþandanan, pîrozkirina cejna Newrozê, 4ê Nîsanê, bîranîna 30ê Hezîranê, pîrozkirina 15ê Tebaxê, roja damezirandina PKKê û gelek rojên din hebûn.

Dîsa hat biryarkirin ku salê carekê kongre were lidarxistin, her çar mehan carekê civîn bi amadebûna ji sisyan du parên endaman were sazkirin û li hemû komeleyan qursên zimanê kurdî werin destpêkirin.

*********

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org