|
LÊGERÎNEK DI BÎRANÎNÊN DÎROKÊ DE
Hesen Huseyîn Denîz
Dîroka
mirovahiyê bi ewqase jan, xwîn, rondik, kuþtin û mirin tijeye ku dema
mirov lêgerînekê lê dike ji mirovbûnê þerm dike. Lehengiyên li ser
navê beþekî mirovahiyê hatine kirin ji bo beþekî din ê mirovahiyê bûne
mirin û qirkirina herî dijwar. Çawa ku dagirkirina parzemîna Amerîka,
ji bo mirovên Ewropî bû pêngava dewlemendî û pêþketinê, lê di
encama vê de bi milyonan jin, zilam û zarokên bê guneh ên niþtecî û
xwediyên wê xakê, bi rêbazên xwînxwarî hatin qirkirin û dest danîn
ser mal û milkên wan û xaka wan li wana kirin goristan û zîndan; ji bo
gelê kurd jî di dîrokê de û di roja me de ev serpêhatî dimeþe û bi
navê þarezayî û dewletbûnê dixwazin hê jî bimeþînin. Em
kurd xwediyê vê xakê ne; dibe ku dîroka me zêde nehatibe nivîsandin û
ji ber vê bi hûrgulî em nizanibin. Lê qasî tê zanîn, tevahiya
mirovahiyê dizane Kurd berya Tirkan li ser vê xakê dijiyan û bi cih bibûn.
Lê tirk bi hêza kuþtinê ya di destê wan de, hatin û bi hunera þûr û
rijandina xwînê ev xak ji destê kurdan derxistin, kirin malê xwe. Bê
guman ne tenê xaka kurdan wiha kirin; xaka Ermeniyan, a Lazan, a Çerkezan,
a Gurciyan, a Aþûriyan, a Romiyan a Ereban û ya gelek gelên din… Hinek
ji van gelan wekî Ermeniyan fermana wan rakirin û bi darê zorê berê wan
dan çolistanan û di rêkê de tev qir kirin. Hinek ji wan wekî kurdan di
serê rim û þûran re derbas kirin, di þikeftan de bi dû fetisandin û yên
ji ber filitîn, koçî nava xwe kirin ku di nava xwe de bihilînin û tine
bikin; yên li cihê xwe mane jî, bi qirkirina spî li mana xwe poþman
kirin. Hin gelên din wekî Laz, çerkez, Gurcî û yên din bi rêbazên
hilandin û tinekirinê wiha li wana kirin ku tenê bi jibîrkirina nijada
xwe û bi gavavêtina nava tirkitiyê bikaribin bijîn. Komara
Tirkiyê li ser goristana van gelan hat damezirandin. Gelê Tirk ê îroj bi
lehengî li dîroka xwe dinêre, di rastiyê de divê zanibe ku ev dîrok bi
qirkirina gelan dagirtiye. Di binê her mala tê de dirûnên de hestiyên
gelekî bi destê bapîrên wan hatine qirkirin veþartîne. Di her berava
behrê ya xwe tê de hênik dikin de, dilopek ji xwîna wan gelên bi destê
bapîrên wan hatine qirkirin heye… Dîroka
dewletan li ser xwîn, þewat, talan û qirkirinê tê nivîsandin. Çi
dewleta bi navê nijadperestiyê hatibe damezirandin, çi dewleta bi navê
olperestiyê hatibe sazkirin û çi dewleta li ser navê gel an çînekê
hatibe lêkirin, tev ji vê xwînxwariyê sûd girtine û bê par nemane.
Her dewlet jî di dema damezirandina xwe de ji aliyên rêberên wê ve bi
mafdarbûnê hatiye pêþkêþkirin û baweriya bi hezaran gelî bi vê yekê
anîne û bi hev dane kuþtin. Aliyê hatiye kuþtin jî, aliyê kuþtiye jî
bi vê baweriya mafdarbûnê þûrê xwe kiþandine an sînga xwe dane ber
devê þûr. Di encamê de yê bi ser ketiye xwe leheng û mafdar beyan
kiriye û yê bi bin ketiye weke ‘barbar, wehþî, dijmin’ û di roja me
de jî weke ‘terorîst, paþdemayî, dijdem’ tên binavkirin. Komara
Tirkiyê dema îsyanên pêþiyên Kurdan ên piþtî damezirandina komarê
destpê kirin, bi xwîn temirandin; li pêþ mirovahiyê gelê kurd weke
gelekî ‘li dijî pêþketinê, paþdemayî’ dan nasîn û bi vê yekê
mafê qirkirinê ji xwe re veqetandin, mafê mirinê jî dan dest kurdan.
Wekî vê, di roja me de jî, tevgera azadiya gelê kurd weke ‘terorîst’
bi nav dikin, vê yekê bi derfeta dewletbûnê bi tevahiya dewletan didin
pejirandin, piþtgiriya wan digrin û mafê kuþtina kurdan ji xwe re
vediqetînin, mafê mirinê jî didin para kurdan. Mirovahiya xwe ‘hem
dem, þareza û mirov’ bi nav dike jî bi vê kiryara qirêj re dibe yek
û jê re li çepkan dixe. Gelo ji ber çi ye? Ji ber ku dîroka wê jî ne
kêmî ya tirkan bi qirkirin, înkar û bêmafiyan dagirtiye. Heta mirovahî
bi vê dîroka xwe re rû bi rû neyê û xwe ji tevahiya gunehên xwe bi
heft avan neþo, wê înkarkirina gelan û qirkirina wan bi destê dewletan
û bi destê ‘mirovahiya þareza’ bidome. Pir
balkêþ e; li Tirkiyê, li Îran, li Sûriyê û berê li Iraqê ji
siyasetmedaran bigir heta rojnamegeran, ji bijîjk û profesoran bigir heta
memûr û dikandaran, ji þivanan bigir heta gavanan, ji polisan bigir heta
leþkeran her kes kuþtina kurdan, qedexekirina zimanê wan, astengkirina çanda
wan, tinekirina nijada kurd ji xwe re weke erkeke hebûna xwe û mafekî
bingehîn dibîne! Kesek ji wana nahizire û nabêje, ‘Ya berya ez werim
ser vê xakê ev mirov li vir dijiyan. Qasî yê min, mafê wan jî yê
jiyanê û bikaranîna zimanê xwe û çanda xwe heye. Ger ez mafê kuþtina
wan di xwe de bibînim, wê ew jî ji vî mafî sûd bigrin û li hemberî
min bikar bînin!’ Lê na; dibêjin, ‘Ezê te bikujim û divê tu dengê
xwe dernexînî, li xwe xweþ bînî!’ ‘Dema ez te bikujim, mafê min
heye û ez þareza me, lê dema tu li hemberî min çeka xweparastinê bikar
bînî, mafê te nîne û tu terorîst î!’ Ecêb e; dinya tev jî ji vê
yekê re serê xwe dihejîne û li çepkan dide. Carcaran em kurd ji xwe
dipirsin û dibêjin; ‘Yaw di vê dinyê de çima dewletek ji me re nabe
dost û piþtgiriya me nake?’ Wê
dewletên hene çawa ji kurdan re bibin dost û piþtgiriya wana bikin û çima
bikin? Ev dewlet tev li ser qirkirina gelan hatine avakirin. Tiþta Tirk îroj
li ser serê kurdan dikin, wana berya vê bi salan li Efrîka, li Amerîka,
li Awûstralya, li Hindistan, li Rojhilata Navîn û li gelek derûdorên cîhanê
pêk anîn, him jî bi awayekî hovtir… Bi
vê sedemê li ser bîranîna gelên ji aliyê dewletan ve bi navê pêþketin,
þarezayî, xwemafdardîtin, oldarbûn û h.wd. bi çi navî dibe bila bibe
hatine qirkirin û bi êþ û janên bê hesap re rû bi rû hatine hiþtin,
dixwazim nivîsareke di nava rûpelên înternetê de li ber çavê min
ketiye wergerînim kurdî û pêþkêþî xwendevanên kurd bikim. Nivîsandin
li ser gelê Çermesor ên li parzemîna Amerîka bi destê mirovên Ewropî
hatine qirkirin hatiye nivîsandin. Bê guman hemû êþ û serpêhatiya
wana nayne ser ziman; lê belê ji bo mirov helwesta dewletên desthilatdarên
cîhanê binase, nivîsareke balkêþ e. Nivîsara bi tirkî hatiye nivîsandin
ji aliyê kê ve hatiye destgirtin ne diyar e. Ji bo wê, ez bê þîrove,
pirahiya vê nivîsê werdigerînim kurdî û didim nêrîna xwendevanan… “
NIJADEK WIHA HAT QIRKIRIN (ÇERMESOR) Bi
pêlêkêrina ser parzemînê ya Îspanyolên dagirker, di çel salên
derbas bûn de, weke jin, zilam û zarok bi tevahî ji diwazdeh milyonan zêdetir
niþtecî, bi çalakî û zordariyên kirêt ên xiristiyanan bi qirkirinê
xistin nava mûameleya nijadqiriyê. Dagirkirina Amerîqa ji aliyekî ve wekî
berdewama seferên xaçdaran bûn. Tenê sînor hatibûn guhertin. Di sala
781ê de þerê ol û nijadê yê li hemberî Ereban Dêra Îspanya dabû
destpêkirin, ji vê û þûn re, wê li Meksîka çiyayên Andê û Li
Rojavayê Wehþî yê Amerîka berdewam bikraya. Çîroka tije jan a serpêhatiya
tinebûna çermesoran a di nava qirkirinên herî grîng ên sedsalê de tê
cihdayîn, weke þermeke Þarezayiya Rojava wê her dem di peyirka (sîcîl)
wan de nivîsandî bimîne. Ji
sedema weynê xwe yê di fîlmê bi navê The Goatfather(Bav) ê di sala
1972an de hatiye kiþandin, Rêvebiriya Oskarê biryar digre ku peykerokê zêr
a xelata lîstikvanê herî baþ bide Marlon Brando. Piþtî beyankirina
merasîma xelatan, roja ku dinya tev di nava bêsebriyê de li hêviya
belavkirina peykeran e tê. Her kes li hêviyê dimîne ku ji cihê çirûskên
ronahiyê þanî didin, Marlon Brando were xelata xwe bistîne. Lê pê re bûyereke
ne dihat hiþê ti kesî pêk tê. Niþteciyên Holywood ên li hêviya
hatina Brando, dema li hemberî xwe nûnereke gelê berya sed salan ji aliyê
bapîrên wan ve hatibûn qirkirin û tinekirin dibînin, mat dimînin.
Marlon Brando bi lêvegerandina xelata Oskar, vedibeje ku ji bo
protestokirina bêmafiyên di seranseriya dîroka çermesoran de li wana
hatine kirin û îroj didomin vê xelate li wan vedigerîne û ji bo
belavoka nivîsandiye bixwîne, jina çermesor a bi navê ‘Perîka Biçûk’
rêdike merasîma xelatê. Marlon Brando bi vê helwesta xwe, dibe kesê
yekem ê xelata mirovê spî lêvedigerîne, lê belê tevî bi bertekiyeke
mezin re rû bi rû dimîne jî, ji nû ve bi anîna rojevê ya bûyereke
berya sed salan, hewl dide ku ruyê rast ê hovitiya bi serê gelê çermesor
de hatiye þanî bide… DESTPÊKIRINA
SERPÊHATIYÊ Parzemîna
Amerîka heta 12ê Cotmeha 1492an welatekî li ser roj nediçû ava bû. Li
ser van xakên berhemdar ên bi çemên bi coþ hatibû dorpêçkirin,
welatekî li ser xaka wê, mirovên þaristaniyên mezin ên ser ruyê erdê
ava kirine, bê qirkirina xwezayê sûdgirtina jê fêr bûne, çek û þer
nas nakin û nizanin kuþtin çi ye dijiyan bû. Li gorî hesabên gumanî yên
lêkolînêrên Amerîka, di dîroka Christopher Columbus (Krîstof Kolomb)
lingê xwe avêtiye ser xaka giravên Antîl yên dihesiband ku giravên
Hindê ne, gelheya tevahiya Amerîka di navbera sîh û pêncî milyonî de
dihat guhertin. Krîstof Kolomb di rojaneya xwe ya di seranseriya gera xwe
de digirt de, bêçekbûna niþteciyên destpêkê dîtiye diyar dike û
wiha vedibêje: “Min þûrek þanî wana da, bi aliyê tûj ve girtin,
destê xwe birîn.” Dîsa cîhangirê Amerîka dibêje: “Ji vana
xizmetkarên baþ derdikeve. Tenê bi pêncî zilamî mirov dikare stuyê
vana tevan bitewîne û hemû tiþta em dixwazin bi wana bike.” Krîstof
Kolomb û serencparêzên ji kujêr, diz, çelpêr, û fenekan pêk dihatin,
bi navê belavkirina navê xwedê û pîrozkirina xakên nenas a li ser navê
keyitiya (kraltiya) Îspanya derketin ser parzemînê, çalakiya destpêkê
kirin, ji kalanên wan kiþandina þûrên xwe ya li hemberî çermesoran bû.
Rêwitiya Kolomb ji bo kifþkirina xakên nû derketibû, zêdetir diþibiya
seferên xaçdaran. Armanceke tenê ya Kolomb li parzemîna Amerîka hebû:
Gihiþtina dewlemendiyê; azwerî û xwesteka gavek berya gavekê, gihiþtina
madenên li Ewropa tine bûn. ZÊRÊN
BI XWÎNA NIÞTECIYAN HATIN ÞUÞTIN Em
bi hev re rojane ya gerê ya Krîstof Kolomb a hevdîtina wî ya destpêkê
bi çermesoran re ku heftê û pênc caran peyva ‘zêr’ te de derbas
dibe, bixwînin: ‘Jin
jî tevlê hemû wek çawa ji dayik dibin, wiha tazî bûn. Ciwan bûn. Yek
ji wan jî ne di ser sîhî re bûn. Laþên wan ên bi tenduristî û teþeyî
hebûn. Ruyên wan pir xweþik bûn. Porên wan þayik, spehî û weke dûvê
hespê gurr bûn. Çavên wan bi rengê tarî û girs bûn. Rehnên wan rast
û dirêj, zikên wan bê rûn û bedew bûn.’ Wekî tê dîtin Kolomb wekî
bazirganekî li sûka hêsîran bigere çavdêriyê dike. Tiþtên niþteciyên
parzemînê qasî derfetên xwe bi riza dilê xwe dan Îspanyoliyan, têra
wana nekirin. Pirahiya niþteciyan lawaz bûn. Tiþta zêdeyî ya pêdivî pê
dibihîstin û bi kotekî dihilberandin zêdetir di destê xwe de
nedigirtin. Qûtê mehane têra wana dikir tenê xwarina rojekê ya leþkerên
Îspanyolî bû. Destpêkê niþteciyan Îspanyolî wekî mirovên pir baþ
zen kiribûn. Lê bi derbasbûna rojan re di dîtina van a bê nûnerên
hovitiyeke çawane de zahmetî nekiþandin. Niþteciyan bi revandina çiyê
ya zarokên xwe, jinên xwe û malên xwe rêka veþartinê girtin. Xirîstiyanan
bi sîle, buks û daran li gel didan. Bûyer bi destavêtina jina begekî
gund a bidest xistine ji zîvanê derketin. Piþtî van bûyeran niþtecih jî
bi hilgirtina tîr û kevanan dest bi xwebiçekirinê dikin. Qirkirin û xwînrijandin
vedigre tevahiya beravên Amerîka Navîn. Xiristiyan diketin gundan, bê ku
bêjin zêç û zar, pîr, avis ango jina nûzayî, weke gurên bikevin nava
berxên xwe xistine axuran, zikê qurbanên xwe didirandin, qet qet dikirin.
Heta di navbera xwe de diketin miçilgeya bê kî dikare bi derbeke kêrê
re mirovekî/ê di nêvî re bike du qet ango bi avêtina rimekê tenê serê
wê/î jê veke ango roviyên wî/ê birijîne erdê. Pitik (zarokên nû
jidayik bûne) ên þîrê dayika xwe dimêtên yek bi yek kom dikirin, bi
lingên wan digirtin û serê wana li keviran didan, hinek ji wan jî ji
bilindahiyan diavêtin nava çem û di hovitiyê de sînor nedinasîn. Niþteciyên
digirtin bi daran ve girê didan, bi komikî didan ser agir û ji bo
qirkirinên wan bigihêjin gundên din jî destê yên sax diman jêdikirin
û dixwestin gundiyên din jî ji hovitiyê agahdar bibin. Begên gundan ên
digirtin jî datanîn ser darên weke tevnê danîne ser hev û binê wê
didan ber agir û wiha zindî ew disotin. Ev taximê bê kar, bê hêz ên
çelpêr ên ji Îspanya hatibûn, bi taybetî wekî li Îspanya ji nava
mirovên xerab hatibûn hilbijartin û anîbûn wê derê bûn. Bi derbasbûna
rojan niþtecî bi reva aliyên daristanî yên parzemînê li rêkên xweveþartinê
geriyabin jî, Îspanyolî ji bo dîtina van sa û tajî bi xwedî kirin.
Lawirên dirêr ên bi rojan birçî dihiþtin, ji bo parçekirina niþteciyan
bikar anîn. Ev lawir dema çav li niþteciyekî diketin, di wê bêhnê de
ew ji hev qet qetî dikirin. Êdî di nava Îspanyoliyan de parçekirina niþteciyan
ji aliyê sayên xwe ve bibû weke werzîþekê. Bartolome De Las Casas ê
ew roj bi çavên xwe dîtine binêrin bê di vê derbarê de çi dibêje:
‘Îspanyolî ji bo van sayan bi xwedî bikin, gelek niþteciyên bi zencîran
girê dane ku weke keriyê berazan dimeþiyan dikuþtin û dikanên qesabiyê
yên lê goþtê mirovan dihatin firotin ên ji gel re vekirî bi kar dianîn.
Ji hev re digotin; ‘Çarîkek ji laþê vî zilamê rezîl bide ku heta ez
yekî din bikujim zikê sayên xwe têr bikim’. Wekî di derbarê çariyeke
berazekî yan miyekê de bikin, wiha bazar dikirin. Hinek bi sayên xwe ve
diçûn nêçîrê. Dema vedigeriyan ji wana dipirsîn bê nêçîr çawa
derbas bûye. Wê demê wiha bersiv didan: ‘Pir baþ derbas bû. Bi sayên
xwe ve min pazdeh-bîst niþteciyê rezîl kuþtin’. Dema þer bi dawî
dibûn û hemû mêrên niþtecî dihatin kuþtin, wekî gelemperî çêdibe,
li paþ, naþiyên ciwan, jin û keçên biçûk diman. Xiristiyanan ew di
nava xwe de par vedikirin. Koleyên mêr ên niþtecî di madenên herî grîng
ên parzemîna Amerîka de, di ocaxên madenan de hatin xebitandin. Jin jî
ji bo erdan cot bikin di erd û çewlikan de bi cih kirin. Þîrê di pêsêrên
jinên nûzayî de ji bêxwedîbûnê ziwa bûn. Jinên þîrê wana ziwa bûn,
zarokên wan jî di demeke kin de ji birçîmayînê mirin. Ji ruyê Îspanyoliyên
jin û mêr ji hev veqetandin, gelheya çermesoran kêm bû. Ji westandin û
birçîbûnê jin û zilaman yek bi yek dest bi mirinê kirin. Niþteciyên
reviyabûn çiyan ketibûn rewþeke, ji tirsan re nizanîbûn çi bikin.
Gelek niþteciyên ketin nava bêhêvîbûnê tev li zêç û zaroyên xwe
dest bi xwedardakirinê kirin. Ji bo ji hovitiya Îspanyoliyan birevin dest
bi xwekuþtinê kirin.’ NIFÞEK
HAT QIRKIRIN Îroj
li Perûyê neh milyonê ji gelheya pazdeh milyon û nîvê, li Ekwadorê þeþ
milyon û nîvê wê, li Bolîvya sê milyon û nîvê ji çar milyon û nîvê
ji gelheya Înka ne. Li Guetamala jî çar milyon ê ji þeþ milyonî çermesorên
Maya ne. Li Meksîka ya xwediyê gelheyeke þêst milyonî ye deh milyon
Maya û Astek, li Þîlî ya xwediyê deh milyon gelheyê ye jî, þeþ sed
hezar Înka dijîn. Tevî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û
Kanada koka wan hatiye qedandin jî, li tevahiya parzemîna Amerîkayê kêm
zêde çel milyon çermesor hene. Bi taybetî rêbazên perwerdeya taybet ên
Dewletên Yekbûyî yên Amerîka ji bo pêkanîna veguhertina bingehîn a
civakên çermesor hene. DYA ji bo çermesoran destpêkê dibistanên wana
bikaribin bikin xiristiyan vedikin. Ji destpêka salên 1500î ve, destpêkê
li Vîrjinya, ji bo Amerîkîkirina niþteciyan, gelek dibistan tên
vekirin. Mirovê spî yê têdigihêje ku bi zordariya perwerdeya Rojavayî
nikare niþteciyan veguherîne, wekî her dem serî li hêzê û li fen û fûtan
dide. DAWIYA
COLUMBUS Krîstof
Kolomb ê di salên 1493, 1498 û 1502an de li ser Amerîka sefer saz kirin,
her carê dema bi kêmek Çermesor, tûtî û kêmek zêr re vedigeriya ew,
weke ‘Amîralê Mêþan’ bi nav dikirin… di 20ê Gulana 1506an de,
jiyana xwe ji dest dide. Piþtî mirina wî tabûta wî derdikeve rêwingtiyê.
Hestiyên Kolomb ên li Valladolîd tên binaxkirin, ji wir di salên
navbera 1509-1514an de dibin goristana Kartauser a bajarê Kuevas ê li nêzî
Sevîlla. Bi hatina sala 1527an de, hestiyên kolomb careke din derdikevin rêwingtiya
çar caran di saxiya xwe de derketibûyê. Hestiyên cîhangirê Amerîka
Atlantîkê derbas dikin û tînin binoliya Katedrala Santa Domîngo. Bi
sedema parastina ji artêþa Fransa, tabûta ji wê derê jî tê derxistin,
di sala 1795an de bar dikin Hawana ya paytexta Kubayê. Di sala 1899an de jî
careke din Atlantîk tê derbaskirin û hestiyên Krîstof Kolomb li bin pê
yên peykerekî li Sevîla li ser bîranîna wî hatiye danîn, binerd
dikin. Papa Piusê heyranê Kolombo ye, ji bo ji aliyê dêrê ve weke buhiþtî
were beyankirin, di sala 1866an de serlêdanê dike. Ji dadgeha dêrê tenê
dengek erênî derdikeve û pêþniyara Papa tê lêvegerîn. NÊÇÎRVANÊN
MIROVAN ÊN ROJAVAYÊ WEHÞÎ Ji
cihê Kolomb nîvçe hêla de, Îspanyolî, Frensî Îngilîz, Elman
diherikin parzemîna nû. Hemû bi çavsorî bi xeyalên dewlemendbûnê diþewitin
û tên. Tiþta bala van mirovên ewqase rêk didin ber çavê xwe dikiþîne
çi ye? Bê guman zêr ê di hemû rûpelên rojaneya Kolomb de navê wî
derbas dibe ye. Belê, Amerîka Navîn, a Baþûr û pê re dor tê Bakurê
Amerîka û Rojavayê Wehþî. Nêçîrên mirovan ên li van deran li ser
hev tên destpêkirin jî, avê li yên Kolombo navexwin. Reîsên çermesor
ên li Amerîka yek bi yek bi rêkên xapandinê dîl tên girtin û tên kuþtin.
Di straneke ji ser zimanê Kowboyan kêm nabe de wiha tê gotin: “Keyê
qirdan Geronîmo tu li ku yî; dilê min ji birçiyan re li zengil dide; ger
te bixwim tu çi dibêjî?” Kowboyên rêzikên Rojavayê Wehþî li ser
çermesoran pêk tînin, bi ser de li ser wana stranan dinivîsînin. Niha
jî kurteserpêhatiyên çend serokên çermesoran. GERONÎMO Geronîmoyê
li ber çavkaniya robarê bi navê Geronomî Gîla jidayik dibe, tevî hêviyeke
wî ya serokbûnê tineye jî bûyer wî ber bi rêberbûnê ve didehfînin.
Geronîmoyê bi gelê gund re ji bo kirînê dadikeve bajêr, dema vedigere
bi qirkirineke ku jina wî, sê zarokên wî û dayika wî jî di navê de
ne re rû bi rû tê. Hukûmeta Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û
hukûmeta Meksîka di navbera xwe de hevpeymanekê saz dikin. Li gorî vê
hevpeymanê, Meksîkî û DYAyî yên bi pey Apaçiyan dikevên bê ji hev
bipirsin wê bikaribin sînor derbas bikin û serokê bi nav û deng ê Apaçiyan
Geronîmo bigrin. Apaçî dema him bi Meksîka, him bi DYA re þer dikin, wê
pêwîst bimana bi dijminekî din re jî þer bikrana ku ew jî rojnamevanên
ew dixistin þûna wehþî û barbaran bûn. Di nûçeyên di rojnameyan de
derdiketin de, qala gundên dihatin þewitandin, çermesorên dihatin koçberkirin,
kuþtin û îþkencekirin nedihat kirin, berûvajî lehengiyên leþkerên
çermesor qir dikirin vedigotin. Dema peymana aþtiyê ya di navbera General
Crook ê ji aliyê çermesoran ve navê Gur lê hatibû kirin û Geronîmo
de sala xwe dadigre li herêmê ne dijwarî, ne jî talan tê dîtin. Lê qêrên
þer ên rojnamevanan digihê pîvanên derveyî aqilan. Li ser bangewaziyan
hukûmet generalê bi çermesoran re peyman çêkiriye ji erkdariyê digre
û li cihê wî Nelson Miles ê alîgirê þer bicih dike û þer destpê
dike. Geronîmoyê dilê wî qirkirin û revan hilnagire, teslîm dibe. Tevî
dardakirina wî tê hêvîkirin, wî azad dihêlin. Geronîmoyê tawana wî
tenê parastina can û malê xwe ye, di sala 1909ê de jiyana xwe ji dest
dide. MANGAS Rêberê
Apaçiyan Mangas ê li hemberî çermespiyan þerê azadiyê dide, tevî
temenê xweyê zêdeyî heftê salî, qasî þervanên ciwan jê bihesûdin,
bi hostayî li hespê siwar dibe. Mangas ango ‘Zenda Sor’ di sala 1863an
de ji bo rawestandina xwînê, bi hevdîtina aþtiyê ya bi zilamê spî re
qayil dibe. Mangasê derdikeve ser rêka wargeha leþkeran, ji ber ku þervanên
wî napejirînin bi tena xwe biçe, pazdeh zilamên wî didin kêleka wî.
Dema Apaçî digihêjin wargehê, zilamên spî ji bo Mangas bistînin, tên
gel wana. Lê þervan dibêjin heta paçê spî yê nîþaneya aþtiyê dike
bi darê wargehê venekin, wê rêberê xwe rênekin. Al tê kiþandin, lê
bi paþdevegerîna pazdeh þervanan re, leþkerên li pey deviyan xwe veþartine
Mangas rehîn digrin. Hevdîtina rêberê Apaçiyan ê tînin Kela McLean bi
General West re, madenkar Danîel Conner wiha vedibêje: “General meþiya
cihê Mangas lê girtî bû. Li hemberî rêberê pîr ê di navbera leþkeran
de weke peykerekî radiwestiya, General weke cûceyekî mabû.” Danîel
Connerê wê þevê nobedar bû, bûyerên bibû þahidên wana jî zêdetir
bûn. Connerê dibîne ku leþker hinek tiþtan bi serê Mangas de tînin,
dema di qorziyeke tarî de bûyeran diþopîne ji mirovbûna xwe dide ber þermê.
Leþker singoyên xwe yên li ser agir sor kirine, digihînin ling û rehnê
rêberê pîr. Dema Mangas dibêje ku ne zarokekî lîstikê bileyizeye jî,
leþker tevahiya guleyên di tifingên xwe de direþînin ser laþê wî.
Fermana General West ê gotiye, ‘Ez sibê wî mirî dixwazim’ hatiye
bicihanîn. Leþker guleyên di tebanceyên xwe de jî vala dikin ser laþê
mirî yê rêberê Apaçiyan yê tawana wî tenê tevlêbûna civîna aþtiyê
bû. Dema leþkerek çermê serê Mangas dikevilîne, yekî din ji bo bifroþe
pisporê … serê wî jêdike û di ava dikele de diheþînin. Laþê bê
serî yê Zenda Sor ê ji destpêka þer ve dixwest aþtiyê himbêz bike,
diavêjin çalekê û piþtî kuþtina bi hezaran çermesoran, raporê li
hemberî meqamên fermî saz dikin, dibêjin: “Dema hewl dida bireve hat lêdan”
weke çermesorên din ku digotin di revê de hatin lêdan… HESPÊ
ÞÊT Ê RÊBERÊ ÇEYENAN Rêberekî
din ê þervanan ê bûye efsane jî, bi gotina xwe ya dibêje, “Xaka gel
nayê firotin”, Hespê Þêt ê berxwedanvanê Siouks ê li dijî firotina
Girên Reþ a zilamên spî derdikeve ye. Hespê Þêt ê navê wî yê esasî
‘Tashunka Witko’ ye di 23ê Îlona 1875an de ji rêberên çermesoran ên
ji bo xakên xwe bifroþin li kela Robînson kom bûne re, bi gotina, “Rêberê
yekem ê Girên Reþ bifroþe ezê li vê derê bikujim”, agahiyê rêdike.
Yê vê agahiya planên rêberên çermesoran ên dixwazin xakên xwe bifroþin
serûbin dike tîne, mirovê Hespê Þêt pê bawer dike, Zilamê Hûtê Biçûk
e. Li ser xerabûna peymanê, niþteciyên Siouks ên di civînê de xwepêþandanên
kêfxweþiyê lidar dixin. Çermespiyên nikarin xakên çermesoran bi
pereyan bistînin, wekî her dem dest bi qirkirineke nû dikin. Destpêkê
xelatê ji bo serê Gayê Rûniþtî û Hespê Þêt ê karê kirînê
asteng kirine datînin. Mal û erdên gel tên talankirin. Di 17ê Hezîrana
1876an de Hespê Þêt, li hemberî leþkeran serkeftineke mezin bi dest
dixe. Çermespî dixwazin niþteciyên ji þer serkeftî derketine ji hev
veqetînin. Hespê Þêt ji bo kesên çûne Waþîngtonê bi Bavê Mezin ê
weke Serokê DYA bi nav dikir re hevdîtinê çêbikin re digot, ‘bi
awayekî qelewbûyî û sistbûyî vegeriyane’ û hemû vexwandinên çermespiyan
li wan vedigerand. Lê gelek rêberên guh nedan banga Hespê Þêt, bi
zilamê spî re hev dibînin û xakên xwe difiroþin. Hespê Þêt li ber
firotina rûmetên xwe yên zilamên wî yên li hemberî tayebtîkirinê li
ber xwe didan dikeve û zilamên pê re dilsoz kom dike û dest bi rêxistinkirina
berxwedaneke nû dike. Lê leþker Hespê Þêt li gel dostekî wî yê
kevin, ‘Yê Serê Wî Digihê Ewran’ digrin. Dema tînin kela Robînson,
ji aliyê çermesorekî zilamê spî ew kiriye tê pêþwazîkirin. Ev kes
ji ‘Zilamê Hûtê Biçûk’ ê di dema civîna li ser firotina Girên Reþ
de nûnertiya Hespê Þêt kiriye zêdetir ne kesek bû. Hespê Þêt ê
dixwaze bireve, Zilamê Hûtê Biçûk xwe diavêje ser û nahêle. Leþkerekî
li bayê bezê tê, singoya xwe di zikê Hespê Þêt ê Zilamê Hûtê Biçûk
ew girtiye re radike. Derdixe, careke din, careke din tê radike, heta singo
diþikê. Bi sedan derbeyên singoyên ji sînga xwe dixwe bê can li erdê
dirêj dibe. Hespê Þêt ê di roja 5ê Îlona 1876an de tê kuþtin di sîh
û pênc saliya xwe de, di nava çermesoran de dibe efsaneyek. QIRKIRINA
LIONÊ Roja
28ê Mijdara 1864an, Serheng (Mîralayî) Chivîngton ê bi nêzî hezar leþkerî
ji kelê derdikeve, bi vebirî ferman sitendibû ku çi dibe bila bibe divîbû
çermesoran helak bikin. Leþkerên berê xwe dan êlên Çeyen (Cheyenne)
û Arafiyan(Araphe), niþteciyê destpêkê tê wana pêþwazî bike bi
guleyên xwe li erdê dirêj dikin. Pêþketinan ji cotkarê bi mirinê gef
lê tê xwarin ku cihê çermesoran þanî bide, Robert Bent guhdarî bikin:
“Dema em baþ nêzî wargehê bûn, min berbabûna ala Amerîkî dît. Min
gotina rêberê çermesoran Dista Reþ a ji gelê li derdora wî kom dibe re
dibêje, ‘li derûdora ala çermesoran rawestin’ bihîst. Bi rastî jî
jin, zilam, zarok li derûdora alê kom bibûn. Di navbera çermesoran û me
de çel pêncî metre hebûn. Di wê demê de pê re min hilbûna aleke spî
jî dît. Ev her du al jî wiha li holê, li ber çav bûn ku nedîtina wana
ne mumkun bû. Leþkeran bi carekê re guleyên di tifingên xwe de vala
kirin ser çermesorên bê çek. Hinek mêr ji bo çekên xwe hilgirin ketin
konên xwe. Guman dikim hemû qasî þeþ sed kesî bûn. Lê di nava vana
de qasî sîh û pênc kesan þervan û qasî wan jî pîremêr hebûn.
Zilamên din çûbûn dûrî wargehê, nêçîrê bikin.” Serheng
Chivington di rapora xwe ya fermî ya piþtî qirkirinê daye de, mirina neh
leþkeran û tinekirina çar sed, pênc sed niþteciyan dinivîsîne. Em
rastiyê dîsa ji þahidê bûyerê Robert Bent fêr dibin: “Çavê min li
jineke ji ber birîna lingê xwe li erdê dirêj bûye ket. Yek ji leþkeran
þûrê xwe kiþand û hat gel jinê. Jin ji bo xwe biparêze milê xwe
rakir, lê leþker bi þûrê xwe lê da û milê wê birî. Vê carê milê
xwe yê din rakir, leþker bi þûrê xwe ew jî jêkir. Piþt re bê kuþtin
di wî halî de hiþt û çû. Li gund kesên çermespî yên bi jineke çermesor
re þû kirine û li gel wan diman ku ji wan re digotin ‘Sqûaw’ jî hebûn.
Lê dawiya wan jî cuda nabe. Qasî sîh çel sqûawan ji bo parastinê xwe
xistibûn kortalekê. Paçek spî yê li serê darekî pêçayî dabûn destê
keçeke þeþ salî û rêkirin holê; rebena keçê hîn çend gav avêtibûn
ku bi guleyek di eniya wê re dikeve laþê wê, ket erdê. Piþt re hemû
sqûawên di wê kortê de û yên li der ve tev tên kuþtin. Sqûaw
berxwedaneke biçûk jî þanî nadin. Hemû miriyên min dîtin, çermê
serê wana kevilandibûn. Jineke sqûaw a zikê wê di nêvî re qelaþtibûn,
bi zaroka xwe ya hîn ne zaye re li erdê radiket.” Gotinên Robert Bent,
zabit (teymen) James Conner jî rast dike: “Roja din dema li qada þer
geriyam, li miriyekî tenê yê zilam, jin an zarokên çermê serê wana
nehatibû kevilandin rast nehatim. Laþê gelekan li rastî îþkenceyên
herî dijwar hatibûn. Libatên zayendî yên zilam, jin û zarokan hatibûn
jêkirin. Di qirkirina Dista Reþ jê filitî de, jin û zarok 133 çermesor
hatin kuþtin. Piþt re di qirkirina Wounded Knee de jî 300 çermesor bi
qewlê wê peymana aþtiyê çêbibe, hatin bêçekirin û qirkirin… YÊN
DI WARGEHÊN KOMKIRINÊ DE TÊN TINEKIRIN Rojavaya
Þareza ya dixwaze bi dîroka xwe ya borî pesne xwe vede, wê avabûna dîroka
xwe ya bi xwîn û rondikên çavan her dem bibîne. Çermesorên yek bi yek
xaka wana ji dest hatin girtin, di wargehên komkirinê de ji bo þerezakirinê
dest bi derbaskirina di perwerdeyê re dikin. Ji bo xwarina çermesorên di
wargehan de hatine komkirin peyde bikin, bi gelek kesan re peyvname tên
çêkirin. Li ser xwarinên tînin mohra ‘nikare were bikaranîn’ hebe jî,
li ser çermesoran belav dikin. Di rêzkirina mirina ji sedema jehrîketina
ji xwarinê de, zarok rêza yekemînbûnê ti caran ji dest bernadin. Di þevên
sar ên zivistanê de ji bo xwe germ bikin, li ser wana betaniyeyan belav
dikin. Piþt re li wargehan nesaxiyên vegirtinê yên weke jana zirav,
sorik, duþaxe peyde dibin. Zilamê spî ji sedema berê çima li ser rêkên
kuþtina bê þer nehiziriye xemgînî dibe. Têdigihêje ku bi guleyekê
tenê dikarîbû çermesorek bihata kuþtin, lê bi betaniyên bi mîkrob
qirkirina bi hezaran hêsantir e. Çermesor pêwîst bûn dev ji cilên xwe
yên netewî berdin û ‘cilên þarezayiyê’ li xwe bikin. Wekî din divîbû
her zilamê çermesor porê xwe kin bibire. Ji bo çermesorekî bi porê xwe
fêz digirt, ev heta dawî pêkanîneke rûmetþikandinê bû. Lê ji bo ku
kesekî wana bixe þûna mirovan tinebû, ji bo çermespiyan wateya vê yekê
tinebû. Zilamê spî bi çermesoran re qasî çar sed hevpeymanan çêdike.
Di rûpelên van hevpeymanên bi tevahî ji aliyê çermespiyan ve hatin
xerakirin de wiha dinivîsîne: “Heta robar herak be, roj li jorê
biriqandî be û giya þîn be ev xak yên we ne û destûra we tinebe ne
dikarin ji destê we werin girtin, ne jî werin firotin.” Û
NIHA Pevçûnên
azadiyê yên çermesoran di salên pey de jî didomin. Di sala 1975an de,
di lîsteya FBI ya ‘kesên divên werin tinekirin’ de, rêberê tevgera
çermesoran ê roja me Leonard Peltîer bi rik û dokumanên sexte digrin
bin çav. Ji bo Peîterê bi çalakiyeke xefikî ya FBI ku li ser rêberên
kêmenetewan pêk tîne, bi sizaya heta dawiya temenê xwe tê sizakirin,
tevî hemû çermesor dest bi çalakiyan dikin jî, ji ber ku lobiyeke wan a
bi bandor nîne, dengê wana her gav qels dimîne. Rêvebiriya DYA jî ji bo
çermesoran bîne rewþeke bêzar (pasîf), kirina tiþta ji dest tê didomîne.
Hukûmeta li welêt, destûra vekirina qumarxanê û lîstinê dide çermesoran,
ji bo di navbera wan de vexwarin û zinê (zîna) li pêþ bikeve jî bi
sitendina tedbîrên pêþîn, bi awayekî bi domandina polîtîkayên xwe yên
hilandinê, li gorî xwe nijadeke xetar dibîne, bêzar dike… *** Pêþkêþ
û werger Hesen
Huseyîn Denîz
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org