LÊVKANIYA ÞÊRÎN BIDE DER

 

Hesen Huseyîn Denîz

 

Di hênkahiya bayê ji zozanan vediqete de,

Di herikîna ava ji ji binê bilbizêqê tê der de,

Di tîrêjê roja di keziya hûnandî de diterise de

Min tu dît, bi hesreta salên bêjimar

 

Dilê min him evîndar, him birîndar

Dilê min bi hesreta dîtina te hêvîdar

Dilê min bi bêrîkirina te disoje her êvar

Gelo nêz e rojên azadî yên nediyar

 

Dema çav li çav bikevin ê min û te

Parvebikin jiyaneke bi rûmet bi hev re

Ne tu, ne ez; em hebin her li herder

Zanibe wê demê em bêmirin in û bextewar

 

Gelo te bawer dikir min bibînî

Yan min bawer dikir te bibînim

Diyar e xweza dixwaze hatina me ya gel hev

Xwîn dikele li hev, fermana yezdane qey ev

 

Ger fermana xwezaya bêserûber be ev

Em nikarin jê birevin heta qiyameta kerr

Rojekê emê serî deynin li gel hev li ser ber

Dixwazim wê demê lêvkeniya þêrîn bidî der

 

Hesen huseyîn denîz

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org