LI HEMBERÎ DAGIRKIRINA KURDISTANÊ

BANGA SAZKIRINA ENIYA BERXWEDANA NETEWÎ

 

 

 HESEN HUSEYÎN DENÎZ

 

 

 

Meclîsa Tirkiyê bi hijmareke nêzî giþtî û bi desteka kurdên bêxêr ên di nava partiyên Tirkan de cih digrin, biryara dagirkirina Baþûrê Kurdistanê sitend! Ev biryar bi xwe re rewþeke nû diafirîne. Êdî ji îroj û pê de li Kurdistan û Tirkiyê tiþtek wê wekî berê nebe! Aliyê kurd û tirk wê ji nû ve eniya xwe zelal bikin.

Ne tenê kurd û tirk, ereb û faris jî wê eniya xwe diyar bikin. Bi ser de Ewropî, Rûs, çîn heta Amerîka wê her kes eniya xwe diyar bikin.

Hûn piþgir û alîgirê dagirkirina Kurdistanê ya bi destê Tirkiyê ne yan hûn alîgir û piþgirê azadiya gelê kurd û xaka Kurdistanê ne?

Ji îroj û pê de ji herkesî vê ev pirs were pirsîn û her kes divê li gorî bersiva bide vê pirsê eniya xwe zelal bike.

Kurdên di nava partiyên tirkan de (CHP, AKP, MHP) eniya xwe bi dengdayîna tezkereyê diyar kirin ku ew li eniya dagirkirina Kurdistanê li gel tirkan cih digrin. Dîsa Beþar Esad serokê Sûriyê jî eniya xwe diyar kir û ji tirkan re got ku tirk Kurdistanê dagir bikin, wê heta dawî destekê bide wana. Îran ji xwe destekê dide tirkan û bi hev re operasyonan li ser sînorê Baþûr lidar dixin. Hikûmeta Iraqê jî, ne tam zelal be jî, eniya xwe li aliyê tirk diyar kiriye. Bi vî awahî eniya dijminên destkeftî û azadiyên kurdan him dengê xwe bilind dikin, him yekîtiya xwe xurt dikin û him piþtgiriya hev dikin. Ji niha ve li ser dagirkirin û daqurtandina Kurdistanê li hev dikin. Ev eniya dagirkirin, îlhaqkirin û tinekirina Kurdistanê ye, bangeke þer a li dijî tevahiya hebûna kurd û Kurdistanê û destkeftiyên kurdan e.

Kurd li hemberî vê divê eniya xwe zelal bikin.

DTPyiyên di meclîsa tirkan de bi redkirina tezkereyê eniya xwe li aliyê parastina destkeftiyên kurdan diyar kirin. Birêz Ûfuk û yekî CHPyî jî destek dan vê helwestê. Ev destpêkek sazkirina eniya kurdan a berxwedana li dijî dagirkirinê ye. Ji xwe PKK ji berê ve nêrîna xwe diyar kiriye ku wê li dijî dagirkirinê li ber xwe bide. PDK jî nêrîna xwe di aliyê eniya berxwedanê de diyar dike. YNK hîn helwesteke zelal diyar nekiriye. Partî û rêxistinên din ên Bakur û Baþûr jî divê bi lez helwesta xwe diyar bikin û bê wê di kîjan eniyê de cih bigrin xwe zelal bikin.

Bi vê sedemê erkeke netewî dikeve ser milê Meclîsa Hukûmeta Herêma Kurdistanê ku li hemberî dagirkeriya tirk banga sazkirina Eniya Berxedana Netewî ya Parastina Destkeftiyên Kurd û Kurdistanê bike. Vê bangê divê awayekî fermî û eþkere li tevahiya Kurdistaniyan û li cîhanê bike.

Dîrok îroj li Rojhilata Navîn rûpeleke nû dinivîsîne. Di vê rûpelê de ji kurdan re ferman dide ku bibin yek û bi serkevin. Ger kurd wekî fermana dîrokê tevbigerin û yekîtiya netewî saz bikin û li ber xwe bidin wê xeyala hezar salan a Avakirina Kurdistana Mezin a Azad pêk were. Roj roja vê ye, dîrok hatiye pêngava bidestxistina vê qevzikê.

Na ku kurd li gorî vê fermana dîrokê tevnegerin û bihevkevin, wê dîrok lanetê li wana bibarîne ku careke din xwe hilavêjin jî di nava rûpelên dîrokê de navekî wan ê bi rûmet derbas nebe.

Niha dem ne dema nakokiyan, dudiliyan, tirs, xov û fikara berjewendiyên kesanî, malbatî, eþîrtî û rêxistinî ye. Dem dema fedekariya ji bo sazkirina yekîtiya netewî ye. Dem dema zindîkirina giyana Medan e. Çawa ku Med di dîrokê de bi sazkirina yekîtiya federasyon û konfederasyona eþîrên Medî bûn gel û bi ser ketin, wê îroj jî kurd bi sazkirina yekîtiya hemû partî, rêxistin, beþ, kesayet û gelên Kurdistanê bibin netew û bi ser kevin. Roj roja vê ye! Kî xizmeta vê bike, ew xwedî rûmeteke mezin e û cihê wî/wê buhiþt e! Kî li dijî vê raweste ew bê rûmet e û cihê wî/wê dojeh e. Derveyî vê rastiyê, ti rastî nikare hikmê xwe li Kurdistanê pêk bîne û bimeþîne.

Dagirkeriya Tirk dixwaze were Baþûrê Kurdistanê dagir bike û bi ser xaka xwe veke ku him destkeftiyên kurdan têk bibe, him dewlemendiyên Kurdistanê ji xwe re biherikîne û him gelheya kurdan ji xwe re bike cahþ û bi birayên wan bide pevçûn û ew jî li ser vê aloziyê xwe bike þiyandar û serdar.

Pir bi hêsanî îroj di meclîsa Tirkiyê de li þûna biryara dagirkirina Baþûr, dikarîbû biryara nasîna nasnameya kurd û azadiya kurdan hatiba erêkirin. Lê meclîsa tirk neyarê hebûna kurdan e. Zimanê kurdan, nasnameya kurdan, mafên kurdan napejirîne. Hebûna kurdan danaqurtîne. Ji bo vê dibêje, ‘Ev hebûna li Baþûr derveyî vîna min li pêþ ket, divê hîn mezin nebûye ez bifetisînim, binpê bikim ku ji kurdên parçeyên din re nebe mînak!’

Kurdê vê rastiyê nebîne ew mehkûmê windakirinê ye. Ji bo ku kurd winda nekin divê vê rastiyê bibînin û rojek berya rojekê di bin banga Meclîsa Hukûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo sazkirina Eniya Berxwedana Netewî ya Parastina Destkeftiyên Kurd û Kurdistanê hemû Kurdistanî çi aloziya wan, çi nakokiya wan dibe bila bibe bihêlin li aliyekî û werin gel hev, li hev rûnên û ala eniya yekîtî bilind bikin. Kurditiya bi rûmet ev e, dîrok vê dixwaze, gel vê dixwaze, serkeftin vê ferman dide.

 

HESEN HUSEYÎN DENÎZ

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org