|
LI
HEMBERÎ HOVITIYÊ BÊDENG NEMÎNIN
HESEN HUSEYÎN DENÎZ
þer li hemberî kurdan dikin, di nava pîvanên gerdûnî de bikin. We li
ser kîjan xakê dîtiye ku mirovê di þer de dîl were girtin, an kuþtî
were bidestxistin, tu dikarî îþkence li ser bedena wî/wê bikî, qet qetî
bikî, serî jê hilqetînî û laþ li wê erdê bihêlî? Êdî
bes e ji we re, ji hovitiya we tirkan re! Rewþenbîrên
tirk, demokratên tirk, nivîskar û hunermendên tirk, siyasetmedar û
karmendên tirk, hemû mirovên tirk ên hîn qasî serê derziyê rûmet û
þeref bi wan re hebe, divê hûn rabin û helwesta xwe þanî bidin. Ger
hûn helwesta xwe li hemberî vê hovitiyê þanî nedin hûn bê rûmet û
bêþeref in, hûn jî alîgirê vê hovitiyê ne! Li
van wêneyan binêrin û wiha bihesibînin ku ev laþ yên kurên we, yên
keçên we ne û wiha, helwesta xwe derxînin der. Evên
wiha hovane hatine qirkirin û parçekirin kurd bin jî -hey hewar- berya
her tiþtî mirov in! Mafê we nîn e, di bin navê dewletbûnê de hûn
hovitiyê li ser mirovekî/ê bimeþînin. Ey mirovahî, rabe û li rûmeta
xwe xwedî derkeve. Tu dewleta tirk li ser lingan digrî, tu artêþa tirk
xwedî dikî; ey Ewropa, ey Amerîka! Dewleta tirk, artêþa tirk vê wehþetê
bi navê we dike, bi çekên ji we digre pêk tîne, bi wêra hûn didinê
dimeþîne. Ger hûn jê re nebêjin `Êdî Bes e!`, ger hûn pêþî lê
negrin, hûn jî hevpar û þirîkê vê hovitiyê ne. Ey
cîhan, ey dinya, ey mirovahî li van wêneyan binêrin û ji hebûna xwe þerm
bikin. Sûcê
van mirovan çi bû ku wiha hovane hatin qirkirin? Tenê
xwestina azadî, demokrasî û jiyaneke bi rûmet bû. Lê ji aliyê artêþeke
hov û bê rûmet û dijmirovî ve hatin kuþtin û qetqetîkirin. Ey
gelê kurd, dewleta tirk û alîgirên wê; di serî de Amerîka, Ewropa û
tevahiya cîhanê, bi vê pêkanînê dixwazin peyamekê bidin te û bêjin
ger tu bi dest me bikevî, emê wiha bi serê te de bînin. Vê yekê bibîne,
bizane û li gorî vê li ber xwe bide! Xwe nexe nava dest vê hovitiyê. Ji
bo vê xwe birêxistin bike, têbikoþe, li ber xwe bide û serî hilde! Ji
hemû kiryarên dijmin re bêje, `Êdî bes e!` Newroza îsal bi vê zanistê
bike NEWROZa serhildan û tolhildanê! HESEN
HUSEYîN DENîZ
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org