|
LI HEMBERÎ DEMOKRASIYÊ ARTÊÞA TIRK KELEM E
HESEN HUSEYÎN DENÎZ
Li Tirkiyê pirsgirêka demokrasiyê her roja diçe
xwe zêdetir bihîstin dide. Ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo gelê tirk û
gelên din ên herêmê jî artêþa tirk xetariyeke mezin e. Ji bo hemû
gelên herêmê çavkaniyeke xov û tirsê ye. Ev taybetmendiya wê ya
xetar, ji faþîstbûna wê tê. Ji sedema vê faþîstbûnê jî, îroj di
nava çetebûneke xerab de ye. Di artêþa tirk de, bi pîvaneke mezin çetebûnek
li pêþ ketiye. Li Umraniye -bajarê Stenbolê leþkerên bi çek û
bombeyan hatine girtin ne yên destpêkê, ne jî yên dawiyê ne. Ger serokartêþê wan bombeyan bide dest zarokên xwe
û rêbike ser gel, wê leþker jî rêxistinên çetetiyê saz bikin û malên
xwe bikin cebirxane. Ji Sûsûrlûk heta Þemzînan û Umraniyê gelek rêxistinên
çetetiyê li Tirkiyê derketin holê û hat dîtin ku di nava tevan de kesên
ji artêþê teqawît bûne tê de cih girtine. Bi navê, “Têkoþîna li dijî PKKê” artêþ û
dewleta tirk rê li hemberî hemû rêxistin û dezgehên ne zagonî vekir.
Bi navê ‘têkoþîna li dijî PKKê’, leþkeran ji xwe re rêka
xwedewlemendkirinê saz kirin. Xwedewlemendkirin bi rêkên zagonî nabe, lê
bi rêkên çetetiyê dibe. Ji Îran û Iraqê pirek qaçaxvaniya çek û
narkotîkê ava kirine. Bi trempêlên leþkerî ji sînorê Iraq û Îranê
heta deriyê Ewropa dibin. Di hundirê Tirkiyê de jî alavên teqemeniyê
ji bo çavtirsandinê û li Kurdistanê jî li hemberî welatparêzan bi kar
tînin. Her çend rojan carekê þebekeyeke ji vana derdikeve
holê û diavêjin zîndanê. Lê ne hukûmet, ne hêzeke din newêre bi
tevahî bi ser artêþê de biçe. Ev çeteyên tên eþkerekirin dibe ku ji
hêþtirê guh be û xwedê dizane yên eþkere nebûne çiqase ne? Ji xwe li Tirkiyê Artêþê dest avêtiye aboriyê û
bûye xwediyê milyar dolaran. Bankaya bi navê OYAK, a ku li ser navê
hevkariya leþkeran bû, firotin þîrketeke Holandî. Ji vê firotinê zêdeyî
du milyar û nîv dolarî pere ket dest wana. Hîn li gelek þîrketên din
razandinên artêþa tirk hene. Li Baþûrê Kurdistanê jî ji van
razandinan gelek kar bi dest xistin. Artêþa tirk li Tirkiyê êdî ne tenê
hêzek leþkerî, hêzek aborî ye jî. Yê ku aborî û leþkerî di dest
de be, bi hêsanî wê bikaribe siyasetê jî rê ve bibe. Ji xwe di van
hilbijartinan de dest avêtin partiyan û bi gumaneke mezin Partiya Demokrat
a Memet Agar ji sedema nakokiyên di navbera wî û artêþê de bi destê
serokê ANAPê Erkan Mûmcû bi bin xistin. Her dû partî bi vî awahî bê
hêz kirin ku rêk li ber partiyên nûnertiya artêþê dikin vebe. Bi vî
awahî CHP ya bi tevahî bûye faþîst û MHP derxistin pêþ. Ji xwe bi bûyera
astengkirina hilbijartina serokomar hêza AKPê jî kêm kirin. Ji bo vê,
di van hilbijartinan de wê ev her du partiyên faþîst ên nijadperest wê
hijmara wezîrên bixin meclîsê zêdetir bikin. CHP ne ku ji bo partiyeke
çepgir e, berûvajî ji bo ku hatiye ser rêka faþîzmê û bûye nûnerê
artêþê wê ji derûdorên nijadperest dengan bigre. Li ser cenazeyên leþkerên
tên kuþtin siyasetê dike. Ti ferqiya wê û MHP ji hev nemaye, heta ji
MHPê zêdetir di bin bandûra artêþa Tirk de ye û bangewaziya
nijadperestiyê dike. Bi vê sedemê artêþa tirk him bi awayekî leþkerî,
him aborî û him siyasî li Tirkiyê hêzeke derveyî zagonî ya li pêþ
dikeve ye. Îroj ji her demê zêdetir artêþa tirk kiryarê xerabiyên li
Tirkiyê tên dîtin e. Ji narkotîkê bigir, heta qaçaxvaniya çek û
mirovan, ji sazkirina rêxistinên çetetî bigir heta sazkirina þebekeyên
kujêrî tev li her karê xerab dibe. Ji bo bikaribe vê rewþa bi dest xwe
xistiyê bidomîne jî, her roj zêdetir bangewaziya xetariya pirsgirêka
kurd dike. Wiha lê hatiye ku li Tirkiyê yekî demokrat jî êdî nikare ji
tirsa artêþê pirsgirêkeke demokratîk bîne ser ziman. Ger yek bi serê
ziman jî qala pirsgirêka kurd û çareseriyê bike, di cih de artêþ wî
bi xiyaneta li welêt tawanbar dike û berê her kesî dide ser wî. Artêþa tirk ji sedema vê rewþa xwe ti caran
naxwaze li Tirkiyê demokrasî li pêþ bikeve û pirsgirêka kurd çareser
bibe. Ji ber ku pirsgirêka kurd çareser bibe û li Tirkiyê demokrasî li
pêþ bikeve ranta îroj ji þer dixwin, wê êdî nikaribin bixwin. Îroj
þer ji bo artêþa tirk bûye sektoreke xwedewlemendkirinê. Ji bo vê heta
ji dest wana were wê li domandina þer û kûrkirina þer bigerin ku bêrîka
xwe zêdetir têrdolar bikin. Ji bo vê demokrat û welatparêzên Tirkiyê ango her
kesê dixwaze li Tirkiyê demokrasî, aþtî, mafên mirovî û aramî li pêþ
bikeve, berya her tiþtî divê li ser vê rewþa artêþê raweste. Divê
di derbarê artêþa tirk de lêpirsîneke berfireh û kûr were vekirin. Ji
roja 12ê Îlonê û vir ve û bi taybetî piþtî salên 1990î û vir ve,
hemû kiryarên artêþa tirk ên li Tirkiyê û Kurdistanê werin lêpirsîn
û hemû qirêjiya wê were darezandin. Ger ev hesap ji artêþa tirk neyê
pirsîn û artêþa tirk ji vê rewþa xwe ya çetetî neyê derxistin, wê
ev artêþ li serê gelê xwe, li serê gelê kurd û li serê tevahiya gelên
herêmê bibe belayek ku êdî bi heft qalib sabûn jî mirov nikaribe qirêja
wê paqij bike. Îroj kî bi artêþa tirk re hevkariyê bike, ew dijberê
gelan, dijberê demokrasî û azadiyê ye û kî li dijî artêþa tirk
raweste ew gavekê nêzî gel, nêzî demokrasî û azadiyê ye. HESEN HUSEYÎN DENÎZ
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org