LI HEMBERÎ ZORDARIYA LI SER JINÊ, DIVÊ HERKES DI KESAYETE XWE DE RAWESTE

 

Hesen Huseyîn Denîz

 

Roj derbas nabe ku nûçeyeke dilê mirov disojîne di çapemeniyê de cih nagre û dernakeve ser ekranên televizyonan. Ji Efrîqa bigir heta Kurdistanê li ser erdnigariyeke gelekî fireh, her roj bi dehan jin jiyana xwe bi dawî dikin. Mînak;

ÞIRNEX / DÎHA - Di demên dawî de xwekuþtina jinan dîsa zêde bû. Herî dawî duh li gundê Melîseya bi ser navçeya Elkê ya Þirnexê, keçek 15 salî, ji ber sedemeke nediyar bi keleþa bavê xwe yê cerdevan, guleyek berî serê xwe da û xwe kuþt.

MEHABAD - Li Rojhelatê Kurdistanê di bajarê Mehabadê de jineke bi navê Tebîbe Rehîmî bi armanca ku zordariya li ser wê þermezar bike agir beda bedena xwe û xwe þewitand.

ÊLIH - Li gorî agahiyên hatine bidestxistin du roj berî niha li Êlihê di taxa Çamlicayê de jina ciwan ya bi navê Saliha D. (22) du roj berî niha di demeke ku kesek li malê nebûn de ji ber sedemên nediyar bi benekê xwe bi banî ve hilayîstibû.

ZAGROS - Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê her ku diçe xwekuþtinên jinan zêde dibin. Hate zanîn ku herî zêde li Rojhilatê Kurdistanê jin xwe dikujin yan jî tên kuþtin.

Mirov bi sedan mînakên wekî vana dikare ji çapemeniyê biþopîne. Birastî gelek sedemên vê yên cûr bi cûr hene û di çapemeniyê de ev jî tên ser ziman. Lê di rastiyê de kesek û ti çapemenî li ser sedemên wê yên bingehîn ên ji dîrokê tên narawestin.

Sedema xwekuþtina jinan a herî bingehîn newekheviya di navbera wê û zilam de ye. Zilam ji roja ku di dîrokê de aborî û rayedarî xistiye destê xwe, heta roja me sazûmaneke zilamtî ava kiriye û tevahiya cîhanê bi vê sazûmanê rêve dibe. Li gorî vê sazûmanê nîvê mirovahiyê li ser nîvê din xwediyê mafê desthilatdarbûn û zordarîkirinê ye.

Berya serdestiya zilam were avakirin jin di dema neolîtîkê de, tê zanîn ku di rêvebirina civakê de xwediyê hêz û peyvê bû. Dema zilam nêçîr dikir, jinê li ser erd tov çandin û aborî afirand. Bi afirandina aboriyê jin bû xwedî hêz û di malê de erk û weyna wê derket pêþ. Ji xwe berya wê jî ji sedema berhemdariya jinê weyn(rol) û grîngiyeke jinê di civakê de hebû. Jin ji sedema anîna zarokan û dayîna þîr bi berhem dihat dîtin û vê yekê grîngiya wê derdixist pêþ. Wekî berdewamiya vê yekê, di dema neolîtîkê de afirandina çandiniyê, jin bêhtir di nava civakê de kir xwedî hêz û grîngî. Di vê demê de xwedayên jin derketin pêþ û mirovan bi xwedayên jin sond xwarin û heta roja me jî bandûra wê tê û mînak em kurd qasî ku bi sedên salan e ji vê baweriyê hatine dûrxistin jî, hê jî dema devê me vedibe em gazî Star dikin û dibêjin ‘Ya Star’! Tê zanîn ku Star ango Ishtar xwedayeke jin a di dema berhemdariya jinê de bû û weke xwedawenda evînî û berhemdariyê dihat nasîn.

Dema jinê hilberîn afirand û zilam ji çol û çiyan, ji geryana bi pey pezekî yan berazekî de veqetand û anî li malê zikê wî bi þînatî û goþtê kedî têr kir, pê re zilam dît ku ji vê hilberînê hinek berhem zêde dimînin û êdî ajoya destdanîna ser vê hilberîna zêde pê re li pêþ ket. Ji bo bikaribe hilberîna zêde bidest bixe pêwîstî bi hêzbûnê hebû û ji bo vê jî pêwîstî bi sazûmaneke hêzbûnê dît.

Ev yek destpêkê di Zîgûratan de (di malên xwedayan de) li pêþ ket. Tê zanîn ku di her demê de mirovan dema xwe li hemberî hêza xwezayê lawaz dîtine pêwîstî bi alîkarîxwestina ji hêzeke derveyî xwe bihîstine. Pêdiviya Yezdan ango Xweda jî bi vê sedemê hatiye bihîstin. Ger mirov ji roja ji dayik bû, li ser tevahiya bûyîneyên xwezayî xwediyê bandûrekê ba ya, ti caran pêwîstî bi hêzeke derveyî xwe nedibihîst. Lê dema ku lehî rabû û ew û konê wan li ber xwe bir, an agirek hat ew þewitandin, an erdhejekê ew hilweþandin; wê demê li sedemên hêzên van bûyeran pêk tînin geriyan û di vir de xwe gihandin hêzeke derveyî xwe. Wiha hizirîn ku ji vê hêza li derveyî xwe re bergerê bikin û goriyan diyarî bidin, wê ew hêz li wana were rehmê û jiyana wan xweþtir bike.

Ji bo vê zilamtiyê dema xwest hilberîna zêde bixe destê xwe û bi vê yekê sazûmaneke zilamtî ya li ser mirovahiyê û li ser jina berhemdar ava bike, ji vê lawaztiya mirovan sûd girt û di zîguratan de ango di malên xweda de, bingehê sazûmana xwe avêt.

Destpêkê mirov çi jin çi zilam di van zîguratan de kom kirin û weke komunekê, bi navê karkirina ji xweda re ew xebitandin. Hilberîna bi dest xistin tevahî herikandin kawarên xweda ango nûnerê wî yê li erdê, berpirsyarê zîgûratê ku weke keþe ango rahip û hwd dihat binavkirin.

Bi vî rengî hilberîn ji destê jinê ket destê zîgûratê û ji sedema ku keþeyê zîgûratê yê nûnerê xweda zilam bû, ket destê zilam û jin bi vî awahî ji hilberîna xwe hat dûrxistin. Êdî ti mafê peyvê li ser hilberîna wê nedima û ew tenê xizmetkareke li ber deriyê mala xwedê bû.

Pê re her ku zilam hilberîn û bi hilberînê re rayedarî xist destê xwe, ji bo parastina vê hilberîn û rayedariyê ji xwe re artêþ û ji bo meþandina artêþ û tevahiya kar û barên xwe jî dewlet saz kir. Ji bo vê artêþ jî, dewlet jî parçeyek ango navgînek ji sazûmana desthilatdariya zilamtiyê ne. Ji roja artêþ û dewlet derketine holê, jin hatine bindestkirin û bêmafkirin. Ji bo vê ger azadbûneke jinê hebe wê bi hilweþandina artêþ û dewleta nûnertî ango navgîniya sazûmana desthilatdariya zilamtiyê dikin pêk were. Heta ku ev her du navgîn di destê zilamtiyê de bin, jin çiqasî xwe xwedî maf jî bibîne, tenê wê bikaribe di vê sazûmanê de ew jî bibe navgîneke têrkirina ajoyên zilamtiyê.

Bi vê sedemê di salvegera rawestina li dijî zordariya li ser jinê tê kirin de pêwîstî bi zanîna vê kurtedîrokê heye ku jin ji sedemên cûrbicûr êdî agir bernedin bedena xwe, gule bernedin laþê xwe û xwe dardanekin.

Jin di xwezayê de, di nava heyîneyan de, xwediyê estetîka herî pêþketî ye. Jin xwediyê hilberîn û berhemdayînê ye. Jin afiranderê jiyanê û nûbûnê ye. Lê ev jin a ewqasî bi jêhatinî, di destê sazûmana zilamtiyê de pêwîst dimîne ku her roj tenê xwe bide ser agir û weke qurmeke darê xwe bisojîne! Bêguman di vir de ne tenê jin, pêwîst e her kesê xwe mirov dibîne, dilê xwe biperitîne û ji xwe bipirse bê di kesayeta xwe de li ser jinê çiqasî desthilatdar û zordar e.

Gelo hûn dizanin þewata bedenekê çiqasî bi êþ û bi jan e? Dema agir digihêje laþê mirov janeke çiqasî dijwar dide ser kezeba mirov, gelo hûn dizanin? Yên ku nizanin, ji kerema xwe re bila rahêjin hesteyekî pêbixin û tenê çirkekê(saniyeyekê) tiliya xwe di ser riviniya wê re bigrin; wê demê wê bi jana ew jinên ciwan ên bedena xwe didin ber agir bizanibin û belkî wê demê rehm bikeve dilê wana û ji zilamtiya xwe þerm bikin û di kesayeta xwe de lêpirsîna vê zulma bi hezarên salan li ser jinê tê domandin destpêkirin bidin.

Di malekê de, di civakekê de, ger mirovên wê malê, wê civakê agir berdidin bedena xwe û xwe disojînin û mirovên din li hemberî vê yekê di kesayeta xwe de sedemên vê sotinê lêpirsîn nakin, pêwîst e mirov ji mirovtiya wana gumanê bike ku di rastiyê de jî ti caran divê mirov zilamtî û sazûmana zilamtiyê wekî mirov an mirovahî nepejirîne û nebîne.

Zilamtî sazûmaneke dijmirovahî ye! Ev sedî sed wiha ye. Ji roja ku wekheviya di navbera jin û zilam de hatiye xerakirin û desthilatdarî ketiye destê zilamtiyê, ji xwe re li rewþa cîhana me û li halê xwezaya me binêrin:

Di bin rêvebiriya sazûmana zilamtiyê de, qasî ku dizanim ji 5 an deh hezar salên Berya Zayînê û vir ve li ser ruyê cîhana me bi fermana sazûmana zilamtiyê gelo hûn dizanin ku çend milyon mirov bi destê mirovan hatine kuþtin? Dîsa bi destê mirovan çend welat bi çendê caran hatine talankirin, wêrankirin û sotin? Xweza çendîn caran hatiye sotin û tahrîpkirin? Çiqas xwîn hatiye rijandin? Li ser ajalan û li ser þînatiya xwezaya em tê de dijîn çiqase zulm û tinekirin hatiye meþandin? Va ye ji were pratîka rêvebiriya bi destê sazûmana zilamtiyê!

Mirov dikare van pirsan zêdetir bike; lê ev tenê jî têrê dikin ku mirov veciniqîne û ji mirovbûnê bide þermê. Ev tawan û guneh tenê bi navê parastina sazûmana zilamtiyê bi destê mirovan hatine kirin û di kirina vê de jin jî pê re hatiye pelixandin û bêvînkirin. Jin ti caran tev li biryarên kuþtina mirovan û xerakirina welatan nebûye! Ev biryar zilamtiyê bi devê xwe daye û bi vê sedemê di roja me de ku mirovahî gihiþtiye asta lêpirsîna xêr û gunehên xwe, divê vî hesabî ji zilamtiya xwe bipirse. –Jina tev livê biryarê bûbe jîne bi navê jinê, bi navê sazûmana zilamtiyê tev lê bûye-.

Ji bo vê çi bi destê jinê, çi bi destê zilam divê di kesayeta mirovahiyê de lêpirsîneke dîrokê were destpêkirin. Ger ev lêpirsîn neyê kirin bi mafdayînên li ser rûpelan, bi meþ û çalakiyên protestoyî, bi avakirina hinek rêxistinên feminîstî yan mafparêzî dibe ku hinekî bêhn li jinê were firehkirin,; lê ti caran mirovahî ji qirêj û gemara xwe û ji destê xwe yê bi xwîn rizgar nabe û wîcdanê wê/wî rehet nabe. Ger mirovahî dixwaze wîcdanê xwe rehet bike, divê lêpirsîna pratîka sazûmana zilamtiyê ya qasî deh hezar salan e desthilatdar e bide destpêkirin û êdî vê zulma bi yek alî ji ser jinê rake ku jin êdî careke din tenê xwe nedin ber agir û jiyana xwe nesojînin!

Jina li hember zulm û zordariya zilamê xwe, yan bira û bavê xwe agir berdide bedena xwe, zanibin ku ew di rastiyê de agir berdide sazûmana zilamtiyê; lê ji ber ku jin di bin zordariya sazûmanên zilamtiyê de bê hêz, bê teqat û bê rêxistinî hatiye hiþtin, vîna wê nagihêje sazûmana zilamtiyê bisojîne û bi vê sedemê jiyana xwe disojîne.

Yanî bi vê sotinê dixwaze bêje ku, ‘Ey sazûmana zilamtiyê ya jiyan li min herimandiye û cîhan kiriye zîndan; vîna min têrê nake ku ez we hilweþînim, lê vîna min têrê dike ku ez êdî ji ajoyên we re xwe nekim navgîn û alav! Êdî hûnê nikaribin li ser laþê min bazarê bikin! Êdî hûnê nikaribin tenê min bifroþin hevûdû! Êdî hûnê nikaribin vîna min binpê bikin!’

Belê ger guheke zilaman hebe û di wî guhî re dengên jinan derbas dibe, jin bi xwesotin û dardekirinê van gotinan diqêrin. Û ger di sedsala 21. de dilekî zilaman hebe, divê ev dil wekî agirê jin berdidin bedena xwe bisoje û were îmanê ku ji zilamtiya xwe þerm bike û dev ji domandina vê sazûmana peritî berde.

Birastî êdî divê dawî li vê sazûmana zilamtî were. Jin û zilam wekî du mirovên mirov bi hev re di nava aþtî, wekhevî, azadî, demokrasî, rêzdarî û hevaltî de bikaribin jiyanekê parve bikin û bijîn. Ger zilam bêje, ‘hêza min nagihêje ez vê sazûmana zilamtiya bi destê zilam hatiye avakirin hilweþînim’, wê demê bila ji kesayeta xwe destpê bike. Hêza te nagihêje sazûmanê, ma qasî jineke agir berdide bedena xwe jî vîna te nîne ku tu di kesayeta xwe de zilamtiyê bikujî û bibî mirov(însan).

Zilamtî ne mirovtî ye; zilambûn tiþtek e û zilamtî tiþtekî din e. Divê zilam vê yekê jî tevlihev nekin û xwe di warê zilambûnê de nerme nekin û bi vê yekê nekevin vê carê rêyeke þaþtirîn. Hinek zilam jî wiha xwe bi nermekirinê dibêjin qey xwe nêzî jinê dikin û wê bikaribin bi vê yekê rewþa jinê baþtir bikin. Na! Ev jî çewtiyeke din e. Ya ku rewþa jinê û rewþa mirovahiyê xera kiriye ne zilambûn, an ne jinbûn; zilamtî ye û sazûmana li ser desthilatdariya zilamtiyê hatiye avakirin e. Ji bo vê çi zilam, çi jin; herkesê di hundirê vê sazûmanê de erk digre û weyn (rol) dileyize dikare bibe navgîneke sazûmana zilamtiyê. Gelek mînak hene ku jin bûne serokwezîr û serokkomar û ji zilamekî dijwartir nûnertiya sazûmana zilamtiyê kirine û bi pratîka xwe ji zilaman zêdetir nav û deng dane. Ev li ser navê jinan þermek e, lê gelek jin bi vê yekê nizanin û dilê xwe dibijînin cihê wan jinên navgîna sazûmana zilamtiyê.

Bi sedema rojeke wiha grîng divê careke din mirov bi bîr bîne ku hemû jin û zilamên ji ber dijwarî û bêmafiya sazûmana zilamtiyê li ser serê mirovahiyê bi hezarên salan e didomîne, jiyana xwe ji dest dane û pêwîstê xwekuþtinê bûne jan û hestên wana jiyan bike û her kes di kesayeta xwe de sedemên wê lêpirsîn bike û ger dilekî wî/wê hebe bisojîne û qiyametê li ser serê xwe rake ku careke din nebe navgîneke sazûmana zilamtiyê.

Ji bo vê xwegihandina bîrûbaweriya pakkirina ji sazûmana zilamtî û xweþûþtina ji hemû qirêj û gemariyên ji zîhniyeta zilamtiyê tê pêwîst e. Ger zilamtî were kuþtin, wê di cîhana me de tovên mirovtiyê werin çandin û bi zîldayîna van tovan re wê jin jî, zilam jî ji nû ve vejîn bibe û wê bikaribin bi hev re wekhev û azad bijîn û xwezaya me jî biparêzin û hiþîn û zindî bikin.

 

Hesen Huseyîn Denîz

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org