LI SER SERÊ KURDAN DIJMIN DIBIN DOST!

 

 

  HESEN HUSEYÎN DENÎZ

 

 

 

Tiþtekî pirr balkêþ e! Ka Amerîka ji bo Îranê ‘Þeytanê herî mezin’ bû û rejîma Îranê li hemberî bîrdoziya Amerîka û biryara 11ê Îlonê xetereya herî mezin bû? Ka wê W.Bush hêza xwe li Kendavê kom bikraya û sazûmana Îslamî ya Îranê têk bibraya?

Gelo ev di nava projeya Amerîka ya li ser Rojhilata Navîn de heye yan nîne?

Hebe jî nebe jî rastiyek heye. Hebûn û nebûna vê planê, ji aliyê PKKê ve tê xerakirin ango tê diyarkirin. Di vê sala dawî de bihêzbûna PKKê Amerîka û Îran –tevî hemû dijberiyên wan- nêzî hev kir. Ger Amerîka bi ser Îranê de biçe, wê PKK li herêmê xurtir bibe. Amerîka bi PKKyeke rêberê wê dîl hatiye girtin û komplo bi serî de hatiye nikare, wê çawa bi PKKyeke xurtir bikaribe?

Tê zanîn ku siyaset û rawestîna PKKê û ya hêzên Baþûrî ne wekî hev in. Amerîka baweriya xwe bi hêzên Baþûrî anî û ew li parçeyekî Kurdistanê kirin desthilat. Amerîka dema wiha dike, dizane ku qirika rayedarên Baþûrî di dest de ye, nikarin xwe tev bidin.

Lê ji bo PKKê ne wiha ye. Nizane bê PKK wê çi helwestê li hemberî wê þanî bide. Gelo alîkarî bide PKKê û jê re bibe destek ku ew jî li parçeyekî Kurdistanê desthilat bibe, wê çiqasî bi ya Amerîka bike? PKKyeke xurt û desthilat ku guhdarî li fermana Amerîka neke, bêguman ji bo hebûna Amerîka ya li herêmê wê xeter be. Ji bo wê, Amerîka PKKyeke kêmhêz dixwaze. Çima kêmhêz?

Ji bo bikaribe li ser hesaban bike. Li hember Tirkiye, Sûriye, Îran û hêzên din ên herêmê, li ser PKKê polîtîka bimeþîne.

Bêguman kesek nikare li ser PKKyeke bi hêz hesaban bike, lê li ser PKKyeke kêmhêz wê herkes bikaribe hesaban bike.

Bi vê sedemê niha di konsepta neyarên têkoþîna azadiya gelê kurd de, wekî gava yekemîn, lawazxistina PKKê ya di warê siyasî û leþkerî de derketiye pêþ. Di van hilbijartinan de PKKê li Bakur pêngaveke grîng a siyasî avêt û kabek vexwar. Di warê leþkerî de jî li hemberî Îran û Tirkiye gavên grîng diavêje. Tevî ku agirbest heye û Tirkiye û Îran pirahiya hêzên xwe herikandine Kurdistanê, dîsa jî PKK li ser lingan e û derbe li wana dixe. Ev ne hindik e! Li Bakur serê gerîlayekî 500 leþker, cerdewan û tîmên þer dikeve. Yanî gerîlayek kêmtirîn li hemberî 500 leþkerî têdikoþe. Bi awayekî din ku mirov bêje, 500 kes diçin kesekî û dîsa jî pê nikarin.

Ev bihêzbûna PKKê diyar dike. Ji bo vê, divê hinek darbe li PKKê bidin ku herî kêm dema 500 leþker çûn ser gerîlayekî bikaribin wî bikujin an bi dest bixin. Ji bo vê di planê Îran û Tirkiyê de lawazxistina PKK heye û vê planê rojane dimeþînin. Di destpêka salê de tenê Tirkiye ev plan dimeþand, piþt re Îran jî tev li vê plana xwe kir. Bi gera El Malîkî ya li Tirkiye, Îran û Sûriye Iraq û Sûriye jî tev li vê planê bûn û diyar e bi hatina Bush a Bexdayê ev plan bi Amerîka jî dan pejirandin.

Plan ev e: Li hundir di warê siyasî de pêngavên PKKê avêtine bi derxistina alozî û nakokiyan wê lawaz bixînin. Bi ser DTPyiyan de biçin, nehêlin siyasetê bikin, li wan bidin, wan bêzar bikin… li derve jî bi taybetî li ser Qendîlê di warê leþkerî de dor lê bipêçin û derbe lê bidin ku ji hêza xwe ya niha dakeve xwarê.

Dema PKK di warê siyasî û leþkerî de lawaz ket, wê demê wê ev hêz dîsa li hev rûnên û vê carê wê li ser tinekirina wê konsepteke nû deynin ber xwe. Lê niha di halêhazir de tinekirina PKKê li hesabê ti hêzê, yan dewletê nayê. Ji ber ku nakokiyên di navbera wan de, dest nade tinekirina PKKê. Ger PKKê tine bikin wê kê li hemberî hev bikar bînin?

Di hatina Bush de derdikeve holê ku li hemberî êrîþên ser qada Medya wê bêdeng bimînin. Heta roja PKK lawaz bikeve wê dengê xwe dernexînin. Ha! Lawazketina PKKê, wê were wateya bihêzbûna Tirkiye û Îranê. Wê demê ji bo ev her du dewlet zêdetir bi hêz nebin, Amerîka nû dikare dest biavêje Îran û Tirkiyê û bêje, ‘Ez qebûl nakim tu axa Baþûr topbaran dikî û gundên wana wêran dikî!’

Lê niha wê dengê xwe dernexînin. Bi vê sedemê divê kesek li hêviya Amerîka yan hêzeke din nemîne ku pirsgirêka kurd li her çar aliyê Kurdistanê çareser bike. Çareserî tenê wê bi vîna kurdan, bi yekbûn û hevgirtina kurdan pêk were. Hêzên kurd ên di plana lawazxistina PKKê de bi dewletên dagirker re zimnî yan ne zimnî li hev kirine, divê rojek berya rojekê zanibin ku lawazketina PKKê lawazketina tevahiya hêzên Kurdistanî ye. Ji bo vê divê helwesteke tund, bi cesaret û bi biryar li hemberî destdirêjiya Îran û Tirkiyê were þanîdan. Ka çima li kolanên Hewlêr, Dihok, Silêmanî, Kerkûk, Þeqlawa, Ranya, Diyana, Amediyê, Þeladizê û her derê gel nabe lehî û danakeve kolanan nerazîbûna xwe li hemberî van êrîþan diyar nake?

Bila yek rayedarekî hukûmeta herêmê bangek li gel bikraya, wê bi sedhezaran daketibana kolanan û wê Îran û Tirkiye ji vê lehiya gel bitirsiyana, xwe paþ de bidana. Lê niha?

Divê ti caran kurd ji bîr nekin meseleya sê çêlekên li mêrgê û gurê xapînok. Topên îroj dibarînin ser herêma Medya, wê sibe bibarînin ser Silêmanî, dihok û Hewlêr jî. Ger îroj tu li hemberî êrîþa ser herêma Medya dengê xwe dernexînî, sibe tu li hemberî êrîþa li ser Silêmanî, Dihok û Hewlêr biqêrînî jî kesek dengê te nabihîse. Em bang li gelê me yê Baþûr dikin ku dakevin kolanan û xaka xwe, li hemberî êrîþkariya Îran û Tirkiyê bi vîna xwe biparêzin!

HESEN HUSEYÎN DENÎZ

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org