|
LI ZURICHÊ DIBISTANA KURDÎ HAT VEKIRIN
Hesen Huseyîn Denîz
Li
welatê Swîsre bajarê Zurichê ji bo zarokên kurdan, mamosta Hesen Huseyîn
Denîz dibistana kurdî vekir. Malbatên xwendekaran û kurdên li Zurichê
dijîn îroj li Komeleya Çand û Integresyonê ya kurdan kom bûn û
vekirina dibistana kurdî bi þahiyekê pîroz kirin. Mamosta
Hesen Huseyîn Denîz, piþtî rêzgirtina li ser giyana þehîdên di têkoþîna
azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, li ser grîngiya zimanê kurdî, rewþa
gelê kurd, astengî û qedexekirinên dagirkeriyê rawestiya û wiha got: ``Li
ser înada dagirkeriyê ya ku destê zarokên kurd diþkîne, guleyan li ser
wan direþîne, panzêran diajo ser zarok û dayikan û herî dawî dibêje
`yan hûnê wekî min bin yan ji vî welatî biçin`, divê em kurd li ku
derê cîhanê dibin bila bibin helwesta xwe þanî bidin. Hewlesta li
hember dagirkeriyê were þanîdan jî, tenê bi xwedîderketina li nirxên
xwe dibe. Tê, li rêbertiya xwe, li þehîdên xwe, li têkoþîna xwe li
nasnameya xwe xwedî derkevî ku dijmin bi te nijkaribe. Ev tev jî girêdayî
ziman in. Ji bo tu bikaribî li nirxên netewî xwedî derkevî, divê destpêkê
tu li zimanê xwe xwedî derkevî. Ziman bingeha hebûna te ye. Ziman
nasname ye, rûmet e, nirxê herî giranbuha yê mirovbûnê ye. Kîjan
ziman li þûna zimanê kurdî wiha du hezar salan di bin astengî û
qedexeyan de maba, niha ji mêj ve ji holê rabibû. Lê kurdî li ber xwe
da û xwe di sitraran de, di helbestan de, di lorîkên dayikan de heta roja
me anî. Îroj êdî divê em vê berxwedana zimanê xwe bigihînin rûmeta
heq dike. Bi vê sedemê divê em zimanê kurdî bikin zimanê perwerdê,
zimanê siyasetê, zimanê aboriyê û her warê jiyanê. Divê neyê jibîrkirin
ku mirovahiyê li ser xaka Kurdistanê çavên xwe li þaristaniyê vekir û
bicihbûna yekem, çandiniya yekem, kedîkirina yekem bi vî zimanî destpê
kir. Bi vê mebestê zimanê me xwediyê rûmeteke dîrokî ye û dema em li
zimanê xwe xwedî derdikevin, di rastiyê de em li dîroka þaristaniyê û
rûmeta mirovahiyê xwedî derdikevin. Ji ber vê grîngiyê divê her kes
mala xwe bike dibistaneke kurdî. Û îroj em jî li vê derê bi vekirina vê
dibistanê dixwazin ji gelê xwe yê di serhildanan de dibezin ser panzêran,
gerîlayên dimeþin serkeftinê û rêbertiya di mercên herî zor de li
ber xwe dide re û ji þehîdên xwe re, di qada xwe de bibin bersivek, piþtgiriyek
û hêzek. Ev pêngav li gelê me pîroz be. Bi pêngavên wiha ku gelê me
yekîtiya netewî pê xurt dike, wê vebirî serkeftin bibe ya gelê kurd!` Piþtî
axaftinê zarokên qeyda wan hat çêkirin bi enstrûmanên dizanin bi mêvanan
mûzîka kurdî dan guhdarîkirin. Piþtî Mûzîkê mamosta Hesen pirtûkên
amade kiribûn û lênûs, pênûs û alavên din ên fêrbûnê li ser
zarokan belav kir û malbatan ji þtanda hatiye vekirin xwarin û vexwarin
þûn re zarok derbasî dibistanê bûn û dersa yekem a bi zimanê dayikê
dîtin. Mamosta
Heseh Huseyîn Denîz diyar kir ku dewreya perwerdeyê wê þeþ mehan
bidome û dewre li ser dewrê wê werin domandin. Di rewþa heyî de li
kantona Zugê û li Zurichê sê dewreyên qursa zimanê kurdî ji bo
zarokan û yek ji bo mezinan didome. Di dawiya vê mehê de wê du dewreyên
din ên ziman ji bo mezinan werin destpêkirin û niha bi tevahî 30 zarok
û 20 kesên mezin tev li dersan dibin. Dawiya vê mehê wê hijmara mezinan
jî bigihêje derdora 40î. Ev seferbertiya zimanê kurdî wê gav bi gav li
tevahiya Swîsreyê were vegirtin û armanc ew e ku her komeleyek, her malek
bibe dibistana kurdî. AZADIYA
WELAT/SCHWEIZ
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org