LÎSKEK LI SER OLEKÊ

 

HESEN HUSEYÎN DENÎZ

 

 

 

Di rojên derbasbûyî de, li Baþûrê Kurdistanê, li herêma gelê kurd ê êzdî li dijîn, bûyereke dilþewat pêk hat. Keçek êzdî ji aliyê komek mirovên çavsor ve hat qetilkirin. Piþt re ji aliyê komek çekbidestên îslamî erebeyek li ser rêka Mûsilê hat rawestandin, girseyek êzdî jê daxistin û qir kirin. Demek berya van bûyeran dîsa li vê herêmê gelê me yê êzdî bi komkujiyê re rû bi rû mabû.

Dema mirov van bûyeran digihîne hev û li rewþa Iraqê ya her roj ber bi þerê navxweyî yê olî ve diçe dinêre, ji bo gelê êzdî xetareke mezin a jiyanê dibîne. Di tevahiya Iraqê de gelê herî zêde bê xwedî û bê hêz hatiye hiþtin, êzdî ne. Gotineke bapîrên kurdan heye, dibêjin: “Filankeso him ji dêrê bûye, him ji mizgeftê!” Êzdiyên me yên li Baþûr dijîn jî wiha bi serê wana hatiye; him ji hukûmeta Iraqê bûne, him jî ji hukûmeta Herêma Kurdistanê.

Hukûmeta Iraqê ji xwe nikare li xwe xwedî derkeve û ne di hundirê sînorê wan de ye. Hukûmeta herêmê jî ji ber ku êzdî ne bi çavekî biyanî, ‘gayrî-muslîm’ li wana dinêre û bi vê sedemê qasî tê xwestin, li wana xwedî dernakeve, ewlekariya wana hilnagre ser xwe. Wê demê jî hêzên çekbidest, ên derveyî xwe herkesî ‘dijminê dînê muhamed’ dibînin dadikevin ser kolanan û kî tê ber wana qir dikin. Bê guman yên herî bê hêz û lawaz ji ber ku êzdî ne, di rojên pêþiya me de diyar e wê zêdetir jî werin qirkirin.

Keça bi navê Dua ya 17 salî ku dil ketibû kurikekî musliman û reviyabû gel mala wî, ji aliyê malbata kurik ve, bi gotina; ‘Em keçên êzdî ji xwe re bûk naynin!’ radestî hêzên ewlekarî yên Herêma Kurdistanê dikin. Pêþmerge jî tevî bergera keçikê ku dibêje; ‘Min nedin dest malbatê, ger hûn bidin, wê min bikujin!’ radibin bi çepilê wê digrin û didin malbata wê. Piþt re komek ji merivên wê tên wê ji malê derdixin û didin ber keviran heta ku jiyana xwe ji dest dide. Ev awayekî recimandinê ye û tê zanîn ku di ola êzdîtiyê de recimandin nîne. Recimandin çalakiyek li dijî êzdîtiyê ye. Wê demê kesên di vê bûyera recimandinê de cih girtine, her çiqasî zilamên êzdî bin jî, di hundirê xwe de ji êzdîtiyê dûr ketine û bi gumaneke mezin bi muslimanan re hevkariyeke wana heye. Ji xwe bûyera kuþtina keça êzdî tev ji aliyê recimkaran ve girtine vîdeo-kamerayê û niha dibêjin ku kirine CD û li her derê didin temaþekirin. Gelo bi vê kiryarê hovitiya recimandina xwe didin temaþekirin, ango ji îslamiyan re peyamê rêdikin, dibêjin; ‘Binêrin, em jî li ser kesên ji rêzikên me derketine, pîvan û rêzikên þerîata îslamî pêk tînin!’ Di êzdîtiyê de bi avêtina keviran lêdan û kuþtina mirovekê tê çi wateyê her êzdî dinase.

Tê zanîn ku ola êzdîtî berya ola îslamî li ser van xakan hebû û wekî oleke berdewamiya ola Zerdûþt dîroka wê digihêje kevnahiyên dîrokî yên berya zayînê bi hezarê salan. Ola êzdîtî oleke dinyewî, ola îslamî oleke ezmanî(semawî) ye. Li gorî pîvanên ola êzdîtî her tiþt li vê cîhana em tê de dijîn diqewime û bi dawî dibe; ji bo vê divê mirov di vê cîhanê de bixebite, ked bide û hilberîne. Lê îslamiyet berûvajî, vê cîhanê weke qonaxeke demborî dibîne û cîhana xeyalî ya din esas digre. Li gorî îslamiyetê mirov ji bo di ezmûnê re derbas bibin hatine ruyê vê dinyê û karê wan ê li vê dinyê tenê îbadetkirin e.

Bi vê sedemê her du ol dijber û alternatîfên hev in. Ji xwe ji ber vê ye ku dema îslamiyet xwe vegirt derûdorê û ji nîvgirava Ereban, çekbidestên îslamî herikîn Kurdistanê þûr dan ser stuyê kurdan û gotin; “An hûnê eþhedê bînin, an wê serê we bifire!” Kurd bi vî awahî kirin musliman. Kurdên teslîm nebûn qir kirin. Kêmek kurdên ji ber devê þûrê îslamî filitîn jî bi sedê salan di þikeftan de û di warên binerd de bi dizî jiyana xwe û perêzîna xwe domandin. Niha komek ji wan kurdan li derûdora çiyayê Þengalê dijîn, dixwazin di qirnê 21ê de tiþta berya hezar û sêsed salan kiribûn bi encam bikin, him jî bi destê kesên ji wana.

Bi vê sedemê, divê mirov wekî bûyereke adlî ya ji rêzê li qetilkirina bûyera keça êzdî nenêre. Ger mirov binê vê bûyerê vekolê ji xiyaneta li hember ola xwe, gelê xwe, çanda xwe û dîroka xwe bigir, heta plan û komployên qirkirina gelekî û olekê mirov dikare tê de bibîne. Ji ber vê yekê di serî de gelê me yê êzdî û pê re tevahiya kurdên welatparêz û mirovhez divê vê bûyerê þermezar bikin û piþtgiriya xwe ji gelê êzdî û jiyandina ola êzdîtiyê re xurt bikin. Rayedarên hukûmeta herêmê jî divê polîtîkayên xwe yên ji feodalî û îslamiyetê tên, biterikînin û polîtîkayên hemdem ên demokratîk esas bigrin ku di vê çarçoweyê de li ola êzdîtî xwedî derkevin û kurdên êzdî biparêzin. Wana ne wekî ol û mirovên dijberî xwe, wekî dewlemendiyeke çandî û olî ya xaka Kurdistanê bibînin û hemû mafên kurdên li Baþûr jê sûd digrin, rê bidin ku êzdî jî jê sûd bigrin û bi biratî bi hemwelatiyên xwe re di nava aþtiyê de bijîn.

 

HESEN HUSEYÎN DENÎZ

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org