|
MEÞA
AÞTIYA CIVAKÎ BI SER KETIYE
HESEN HUSEYÎN DENÎZ
Ji
aliyê mertalên zindî yên bi armanca pêþîgirtina li þerê li ser gelê
kurd tê meþandin, meþa bi ber çiyayên Kurdistanê ve tê kirin, ji niha
ve gihiþt armanca pê rabûye û serkeftina xwe vebirî kiriye. Gelê
kurd bi vê meþê careke din diyar û beyan dike ku aliyê mexdûr, aliyê
azadîxwaz, aliyê aþtîxwaz û aliyê mafdar aliyê gelê kurd e. Dewleta
tirk û hêzên wê yên ewlekariyê jî bi derxistina astengiyan, bi
qedexekirin, bi qutkirina rêkan careke din diyar kirin ku aliyê êrîþkar,
aliyê bêmaf, aliyê zordariyê li er gelê kurd dike aliyê dewleta tirk
e. Dewleta
tirk bi aliyekî yekalî di domandin û bilindkirina þer de bi heter
tevdigere. Di vê berf û seqemê de bi operasyona li Çewlikê li dar xist
dest xwe xist xwîna gerîlayên kurd ên di parastina rewa de. Wekî tê
zanîn hêzên gerîlan di çarçoweya agirbesta ji aliyê KCKê ve hatiye
beyankiri de, di nava parastina rewa de ne û ji be xwe ve êrîþan nabin
ser hêzên artêþa tirk. Tevî ku artêþa tirk vê yekê dizane û tevî
dijwariya þert û mercên zivistanî, bi hezaran leþker, bi dehan top, helîkopter
û çekên giran li ser komeke gerîlayên hijmara wan ji yekîneyekê ne zêdetir
kom kir û di þerê sê rojan de, ket xwîna gerîlan. Tevî
vê dijminatî û dijwariya dewlet li hemberî gelê kurd dimeþîne,
domandina gelê kurd a meþa mertalên zindî di vê wateyê de serkeftî ye
û ji niha ve helwestên êrîþkar û polîtîkayên mirin û kuþtinê yên
artêþ û dewleta tirk vala derdixîne. Gelê
kurd êdî naxwaze xwîna zarokên wê bi sedemên kevnare yn ji dema
dagirkerî û desthilatdariyê mane were rijandin. Ne xwîna zarokên
kurdan, ne jî xwîna zarokên tirkan, ne jî xwîna zarokên gelekî din êdî
bila nema were rijandin. Mirov, gel bi hev re dikarin di nava aþtiyê de jî
bijîn. Yanî ku bi 40 hezar leþker dewlet çû ser çel gerîlayî û deh
ji wana kuþt, qey wê gelê kurd biqele? Ev meþa gelê kurd bersiva vê
pirsê ye. Dibêje ku va ye em jî kurd in, em jî azadîxwaz in, em jê têkoþer
in û em jî xwediyê vê dozê ne. fermo werin em li hev rûnên û çareseriyekê
li pêþ bixin. Tam,
jî di van rojan de hevpeyvîna birêz rojnamevan Altan û Çongar xwediyê
wateyeke grîng e. birêz Altan þevekê li warekî bi çend gerîlan re dijî
û dema ji wir vediqete, dibêje ku dilê min li wê derê ma. Êdî ku li
cihekî agahiyeke di derbarê bombekirina warê gerîlan de were guhê min,
wê di cih de hiþê min biçe ser wê derê. Ev
mirovekî xwedî wîjdan e. þevekê bi gerîlan re jiyaye û di cih de nêrîna
wî bi hiþmendî hatiye guhertin, dixwaze di cih de aþtiya civakî pêk
were. Gelo ji bo pêkhatina aþtiya civakî divê îla mirov here Qendîlê
û bi gerîlan re þevekê bijî? Wê demê em bilêtên fermandarên gerîlan
ji kîsê xwe bibirin û berê wana bidin warên gerîlan. Di serî de Yaþar
Buyukanit û hemû generalên wî, fermandarên wî, piþt re ji Ebdurehman
Gul û Tayip Erdogan bigir hemû siyasetmedarên kurd bila wekî konvoyekê
ew jî ber bi Qendîlê ve bimeþin. Ango nêzîktir
ber bi çiyayê Cûdî, Gabar, Herekol an Bestan ve bimeþin. Bes ne bi
operasyon, ne bi dijminatê; bi dostanî, bi aþtî, b mirovtî bila bimeþin;
bila xwe bigihînin warên gerîlan lê dijîn, bila þevekê li konê gerîlan
bibin mêvan, bila bi wana re bixwin, vexwin û sihbet bikin, gengeþe
bikin. Bila bi hev re di bin konekî de razên. Dema sibehê rabûn û xatirê
xwe ji gerîlan xwestin wê ew jî wekî birêz Altan bêjin, qetek ji dilê
me li wê derê ma. Êdî piþtî vê hevdîtinê wê nêrînên wan ên di
derbarê domandina er de were guhertin û sedî sed wê ew bi xwe li rêkên
aþtiyê bigerin. Wê li warên gerîlan bibînin ku zanistiya rast,
mirovatiya rast, hevalbendiya rast, aþtixwaziya ji dil li warên gerîlan
ji erd û ezman dibare. Kî were warê gerîlan dikare ji van nirxên þaristniyê
ji xwe re sûd bigre, nêrîna xwe û ramana xwe bid guhertin û bikeve ser
rêka aþtiya civakî. Belê gelê kurd
ber bi qadên azad ve dimeþin; bi armanca sazkirina aþtiya civakî, bi
armanca dawîanîna li þerê bê maf ê li hemberî mafên herî bingehîn
ên gelê kurd. Divê fermandar,
rayedar û siyasetmedarên tirk jî konvoyeke xwe çêbikin û mil bidin gelê
kurd, wrin warên azad û gerîlan di cih de binasin. Ger di rastiyê de
welatparêz bin wê vê yekê ji bo parastina welatê xwe û mirovên xwe
bikin. Welatparêzî ne bi kûrkirina þer, bi dawçançna li þer û
avakirina aþtiya civakî xwe diyar dike. Gelê kurd bi vê meþê welatparêzbûna
xwe diyar kir, êdî dor hatiye diyarkirina gelê tirk. HESEN HUSEYÎN
DENÎZ
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org