|
Mirî yê li ser pê
HESEN HUSEYÎN DENÎZ
Mirovahî
di jiyana xwe ya ji roja dest bi çandinî û kedîkirinê kiriye û vir ve
ji xwe re çandek aqfirandiye û ev çand bi gelek awayên jiyanê û
berhemandinê heta roja me aniye. Her
civaka li ser niþtewarekî, li gorî taybetmendiyên xwezayî û erdnîgarî
yên wî niþtewarî çandek cuda ji xwqe re derxistine holê. Di navbera çandên
cînar de jî danûsitendinek beramberî çêbûye û bandor li ser hev
kirine an ji hev vegirtine. Di
hundirê çanda civakekê de, mirov dikare dîrok, exlaq, wêje, kevneþopî,
awayê jiyanê, awayê danûstandinê, peywedî ya bi xweza û civakê re û
ya herî grîng jî zimanê wê civakê bibîne. Ji xwe ziman xerca van
tevan e ku bi hev ve girêdana di navbera wan de saz dike. Ji bo wê her çandek
a herî baþ dikare bi zimanê xwe were bilêvkirin.
Wekî mînak, mirov çanda alman nikare bi zimanê erebî, çanda
erebî jî nikare bi zimanê almanî bîne ser zimên. Çima? Ji ber ku di
hundirê her zimanî de peyvên ligorîxwe yên ji çanda civaka ku ew ziman
pê radibe û rûdinê heye. Ji ber ku dema çand hatiye afirandin bi wan
peyvan hatiye hûnandin û stran; ji bo wê dema were vejandin jî divê bi
wî zimanî be. Ger
çandek nikaribe xwe bi zimanê civaka xwe vebêje, ew çand mehkûmê
hilandin û mirinê ye. Tu
çiqas berhemên giranbuha jî biafirînî, ger ne bi zimanê xwe be, tev
vala ne û qasî misqalekî jî nirxê xwe nîn e. Dewlet
û sazûmanên desthilatdar ji ber ku vê rastiyê baþ dizanin, dema
dixwazin civakekê bi dest bixin, yekser êrîþî çanda wê civakê dikin
û vê yekê jî bi bandûrî û destdirêjiyên li ser ziman çêdikin dimeþînin. Dema zimanê te
tine be, tu çi kes î? Kî dizane? Tu bi çi zimanî biaxivî, tu ew î.
Dixwazî bipejirîne, dixwazî nepejirîne; dixwazî li zora te biçe,
dixwazî neçe, dixwazî xwe qanî bike, dixwazî neke; tu bi çi zimanî
biaxivî, tu bi çi zimanî bikenî, tu bi çi zimanî bigrî, tu ew kes î.
Ew gotina navdar a ku dibêje `ez nikarim xwe bi kurdî bînim ser zimên,
ji ber wê bi tirkî diaxivim` xwexapandinek sîh salan e. Tu çi mirov î
ku ev sîh sal in, tu hîn fêrî bikaranîna zimanê dayika xwe nebûyî? Tu
di bin zilma dijmin de yî? Na! Bîst û çar saet jenderme li ser serê te
ne? Na. Derfeta te ya xwendin û nivîsandinê nîn e? Na! Mamostayê kurdî
peyde nabin? Na! Wê
demê derdê te çi ye? Tu
çima xwe dixapînî. Di sîh salan de te ji xwe re kiriba fêrbûnek, rojê
tu fêrî peyvekê bûbayî 30x365 dike dike 10950 peyv. Tu ji kîja zimanî deh hezar peyvan zanibî,
tê ne tenê di wî zimanî de karibî xwe bînî ser zimên, tê bibî
bilbilê wî zimanî. Lê
ger mirovek di sîh salan de xwe fêrî bikaranîna sîh peyvên rast ên
kurdî nekiribe jî, divê mirov ji zindîbûna wî þik û gumanê bibe. Ew
çiqasî xwe zindî bibîne jî, dibe ku bi awayê fîzîkî karibe bixwe û
vexwe. Darek jî, ajalek jî hetta giyayek jî dikare wî tiþtî bike. Lê
di warê çandê de ew mirov sedî sed mirî ye. Ji
xwe ji ber ku mirî ye, ne di xema wî de ye jî. Tu jê re dibêjî; `keko
ma tu ne kurd î, tu çima bi kurdî naaxivî?` dibêje, ma çi heye? Yaw çawa
çi heye? Wê demê tu çi tiþt î, ezê te ji tiþtekî din çawa binasim.
Ger tu kurd bî, ezê vê kurdbûna te ji tirkbûnê çawa binasim? Tu
bi tirkî diaxivî, bi tirkî dikenî, bi tirkî digrî, bi tirkî dilîzî,
bi tirkî xwe hildiavêjî, piþt re dibêjî ku tu kurd î! Ew çawa kurdbûn
e? Li gel te pîvanên kurdbûn û tirkbûnê çi ne wê demê? Emê pîvanên
gerdûnî bingeh bigrin an mirîbûna te? Bi
ser halan de mêrik xwe aciz jî dike. `dibêje, `çi ye, her serê gavê hûn
dibêjin bi kurdî biaxive? Û ji bo ji vê mirîbûna xwe re qilifekî jî
çêbike, li ser zêde dike; em demokrat in, wekî tirkan ne nijadperest in,
dikarin bi zimanê wan biaxivin!` Na,
tu ne demokrat î û qet peywendiya te bi demokrasiyê re nîn e. Tu ne
nijadperestî jî. Tu ne tiþtek î, tu tenê miriyek î. Miriyekî genî,
kurmoyî ku bi mirîbûna xwe jî nehisiyayî. Miriyê li ser lingan digere.
Miriyê ku nizane çawa hatiye kuþtin. Miriyê ku hayê wî ji mirina wî
tineye û xwe ji her kesî zêdetir zindî dihesibîne. Mirovê
li gorî nirxên çanda xwe nejî û di serê vê de jî zimanê xwe bikar
neyne, tevî derfetên hene hê jî di bikaranîna zimanê dijminê xwe de
israr bike, ew kes kî dibe bila bibe, bi jahra asîmîlasyona dijmin hatiye
jahrîkirin û þibiyayê dijminê xwe, êdî ti buhist di navbera wî û
dijmin de nemaye. Dijmin ew bi awayê çandî kuþtiye, ruh û mejiyê wî
vala kiriye û li þûna wê ruh û mejiyê xwe tê de bi cih kiriye.
Wê demê ew kes ew dijmin e. Dibe ku bi awayê fîzîkî di nava
kurdan de be, lêvên wî bi kurdan re bidin û bistînin; lê di rastiyê
de ew nûnerê herî bidestxistî yê çanda dijmin e û her cihê ku biçeyê
jî vê çanda dijmin bi xwe re vedigre wê derê. Cihê ew lê be, divê
her kes bi tirkî biaxive, bi tirkî bide û bistîne. Cihê ew lê be, divê
li gorî çanda tirk peywendî werin danîn. Ji bo wê pêwîst nake dewleta
tirk li wan deran xwe bi cih bike, ji xwe ew mirovê bi dest xistiye ji
dewletê heft taq baþtir karê xwe yê asîmîlekirinê dike.em niha di
nava kurdên me de bi nesaxiyeke wiha re rû bi rûne. Kurdên mirî
vegirtina çanda dijmin dikin û him jî pir xerab dikin. Ji ber ku cihê
dijmin nikare bikevyê, ew bi hêsanî dikarin bikevinê. Rayeya ku dijmin
nikaribe bi dest bixe, ew bi hêsanî bi dest dixin û li hemberî zimanê
kurdî, çanda kurdî bikar tînin. Wekî mînak, em dibînin ku bi navê
kurdayetî, dostanî, piþtgirî û hwd. Di saziyeke kurdan de bi cih dibe,
berpirsyarî an erkdarî hildigre ser xwe û civînên xwe bi tirkî dike,
nivîsandinan bi tirkî dike, jiyanê bi tirkî dimeþîne, di demeke kin de
þûna ew kurdî fêr bibe, tu dibînî derdora xwe tev hînî tirkî
kiriye, êdî ew saziya kurdan di hundirê çend mehan de ji saziyeke tirkan
zêdetir tziman û çanda tirkî li pêþ dixe. Ji bo wê dijmin pêwîstiyê
pê nabîne ku zilamekî xwe bixe wê derê, ji xwe zilamê wê ji ber xwe
ve tê de ye û him jî ji wê baþtir karê xwe dimeþîne. Divê
tedbîreke civaka kurd li hemberî van miriyên li ser pê hebe. Mirov rê
nede wana ku tirkitiya xwqe bidomînin. Yan wê werin ser kurditiyê, yan bi
ku ve diçin bila biçin. Êdî gerek kesek li sewr navê kurdan bi tirkî
siyasetê neke, dawetan neke, meþan li dar nexe. Ger tu kurd î, tu bi navê
kurdan dimeþî, tê bi kurdî hestên xwe bînî ser zimên. Ger tu kurd î
tu civînekê ji civaka kurd re lidar dixî, tê civîna xwe bi kurdî bimeþînî,
eger hinek fêm nakin, ew pirsgirêka wan e. Ger dixwazin nêrîn û hestên
kurdan têbigihêjin, fermo bila biçin kurdî fêr bibin. Na ku xwe fêrî
kurdî nakin, bila bi tirkî jî li ser hedt û nêrînên me hest û nêrînen
xwe þîrove bekin. Kurd
di vê mijarê de gerek bi israr bin. Di warê bikaranîna tirkî de zimanê
ruyê wan ji ê gamêþan qewîntir bûye. Dema bi tirkî diaxive xwe rehet
dibîne, ji ber ku ew kurdekî mirî ye, zindîbûna wê di tirkî de çêdibe.
Ji bo wê jî ew ne kurdek e ew rasterast tirkek e. Tirkekî
trûva ya di di hundirê kela kurdan de û her derfetê dibîne êrîþî
ser niþteciyên kelehê dike. Wiha lê kirine ku tu ji yekî re nikarî bêjî,
`bi kurdî biaxive, ji kerema xwe re` dema tu wiha dibêjî, çêlemara
kemalîzmê yekser serê xwe radike û dibêje, `ma ne olmus, turkce de bir
dildir`. Erê mêro tirkî tirkî ye û kurdî kurdî ye. Êdî wele bes e
ji vê xemsariya we re. Ger tu ji çanda kurdî têyî, tê bi zimanê vê
çandê bidî û bistînî. Na ku tu ji çanda tirkî têyî, wê demê
nasnameya xwe eþkere bike ku biyanî te li ser gelheya kurdan nehesibînin. We
li ber çavên biyaniyan wiha lê kiriye ku, dema mirov ji biyaniyekî re
dibêje, `ez kurd im`, yekse dibêje, `ha min fêm kir hûn tirk in. Tu dibêjî
na, em kurd in, em cuda ne?` wê demê mêrik þaþ dimîne û dibêje; ma
çima hûn tev bi tirkî diaxivin, wê demê? Dê ka were ji miriyan
bipirse: miriyo tu çima bi zimanê dayika xwe naaxivî lê zimanê dijmin
xistiye devê te ku pê hebûna te û çanda te ji holê rake, tu wekî benîþtekî
ji devê xwe dernaxînî?
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org