|
MIROVEKÎ
BÊ HÊZ Û BÊ VÎN
Hesen Huseyîn Denîz
Serokwezîrê
Iraqê Nûrî El Malikî roja sêþemê-7ê Tebaxê serdana Tirkiyê kir û
li wê derê qaþo li ser derxistina PKKê ya ji xaka Kurdistanê soz da
serokwezîrê Tirkiyê Tayip Erdogan. El
Malikî bi vê tenê nema û li pêþberî çapemeniyê, bi devê hukûmeta
Tirkiyê axift, got; ew jî PKKê rêxistinek ‘terorîst’ dibînin û wê
rê nedin, li ser xaka Iraqê bimîne. (Tê zanîn ku PKK ne li ser xaka
Iraqê, li ser xaka Kurdistanê ye. El Malikî bi vê gotinê hê Kurdistanê
wekî malê xwe dibîne. Lê belê divê zanibe ku Qendîl xaka Kurdistanê
ye û PKK jî wekî rêxistineke Kurdistanî li ser xaka welatê xwe ye.) El
Malikî vê daxuyaniya xwe, di demeke herî lawaz a þiyandariya xwe de
dide. Ji xwe çûyîna wî ya Tirkiyê wekî yekî di nava behrê de
milevaniyê nizanibe û destê xwe biavêje marekî ku bikaribe pê xwe ji
fetisînê rizgar bike tê dîtin. El
Malikî qaþo bi dostaniya Tirkiyê dixwaze hukûmeta xwe xurt bike. Bi vê
sedemê jî li ser xwîna kurdan bazarê dike. Ji aliyekî ve ji kurdên li
Baþûrê Kurdistanê dijîn re dibêje ‘birayên me’, ji aliyê din ve
kurdên derveyî van ‘terorîst’ beyan dike û ji bo berjewendiya xwe ya
þiyandariya Iraqê li ser xwîna wan bazarê dike. Çapemeniya Tirkiyê dibêje
ku ‘piþtî bazarên dirêj û xurt, El Malikî û Tayip li ser PKKê li
hev kirin’. Ev xaleke grîng e! Ger
tu bi rastî PKKê terorîst dibînî, çi pêwîstiya te bi bazara li ser
serê PKKê heye? Rasterast, bê bazar bêje ‘PKK terorîst e’ û artêþa
xwe rêbike ser çiyayên Kurdistanê. Heta ji destê te tê, rêbike Bakurê
Kurdistanê bila mil bi mil bi artêþa tirk re li hemberî gerîlayên
azadiyê þer bikin. Na ku ji bo berjewendiya xwe ya þiyandariya te ji
dagirkeriyê girtiye, tu tevgereke azadiyê ya ji bo rizgariya gelekî herî
mazlûm têdikoþe, wekî ‘terorîst’ bi nav dikî û li ser xwîna wan
bazaran dikî, zanibe ku ev tenê bêhêzbûn û bêvînbûna þiyandariya
te diyar dike. Ger tu xwedî hêz û vîn ba, te xwe bi benê tirkan
bernedida binê bîrê. Zanibe ku êdî derketina te ya ji binê wê bîrê
zahmet e û ne tirk ne jî hêzeke din nikare bi destê te bigre û te ji vê
tengezariyê rizgar bike. Heyf
mixabin ku kîjan hêza herêmê dema tengezariyê dijî, li ser xwîna
kurdan bazara xwefilitandina ji vê tengezariyê dike. Îran ji bo pirsgirêkên
xwe yên bi Amerîka û Ewropa re çareser bike, bi artêþa tirk re dimeþe
ser gerîlayên azadiyê. Sûriyê ji bo çend satil av zêde jê re biherikîne,
bi dehan têkoþerên azadiyê dan dest Tirkiyê. Ewropa her dema bixwazin
îhaleyeke Tirkiyê bi dest bixin, endam û kadroyên PKKê digrin û di
derbarê wan de dozê vedikin. Bi kinahî helwesta El Malikî di vê serdana
Tirkiyê de þanî daye jî, ji van helwestên berjewendîdar ne cudatir e. Ti
hêz di mijara kurdan de, li gorî maf, dadmendî û pîvanên exlaqî yên
gerdûnî tevnagere; her yek berjewendiya xwe û ya þiyandariya xwe dide pêþ.
Ji bo vê jî kaba herî erzan bikaribin bifroþin, kurdên di bin
desthilatdariya wan de ne. Li gorî wan, çawa be kurd bê rêxistin in, bê
xwedî ne, bê dewlet in, bê hêz in; li dinyê ti dewlet piþtgiriya wana
nake; ji xwe hatine çarparçekirin û peywendiya parçeyan ji hev hatiye
birîn; kî çi demê pêwîstiya wî çêbû, dikare kurdên parçeyekî
bifroþe û xwe ji tengezariyê rizgar bike. Ji bo vê divê kurd ne bijîn,
ne jî bimrin; her wekî kabek lîstikê di destê wan de amade bin! Polîtîkaya
ji aliyê hêzên navnetewî û herî dawî ji aliyê El Malikî ve li ser
serê kurdan tê meþandin ev e. El Malikî ne ku dijminê kurdan e, bi hukûmeta
Tirkiyê re vê bazarê dike; berjewendiya wî ya þiyandarî vê yekê dide
pêþiya wî; ew jî ne li gorî pîvanên mirovtî, li gorî pîvanên
berjewendî tevgeriyaye. Ewqasî heþkere û vekirî ye! Kurd
li hemberî vê helwestê dikarin çi bikin? Kurd
pêwîst e ji vê helwestê ji xwe re hiþ û aqil bigrin. Dijminên kurdan
û hêzên li ser kurdan bazarê dikin, vê wêrê ji parçebûna kurdan
distînin. Dema El Malikî li ser xwîna Kurdên ji Bakur bazar kir, ger Hoþyar
Zebarî kulma xwe li masê bidaya û bi wêrekî gotiba, ‘Ez napejirînim
ku hûn li ser xwîna mirovên min bazarê bikin!’ El Malikî jî nediwêriya
ev bazar bikraya. Lê dema kurdên di wê heyetê de devgirtî man, bê
guman wê El Malikî li ser xwîna kurdên ji Bakur jî û sibê li ser xwîna
kurdên ji Baþûr jî bazarê bike û ji dest were wê kurdên her çar parçeyî
jî ji bo berjewendiya xwe bifroþe. Ji
ber ku El Malikî bi xwe îroj li ser kursiyê þiyandariya serokwezîrtiyê
bi saya kurdan dimîne. Ger kurd destekê nedinê, ew 24 saetan jî nikare
kursiya xwe biparêze. Berya vê jî min nivîsîbû ku di vê serdanê de wê
hesabê þaþ ji Bexdayê vegere. Ev bazara li Tirkiyê hatiye kirin wê li
Bexdayê were gengeþekirin û li gorî nêrîn û desteka kurdan, wê demê,
bê hêza hukûmeta El Malikî çi ye, ne çi ye wê derkeve holê. Peyv û
soza El Malikî bi tena xwe tiþtekî bilêv nake. Ew sed sozan jî bide
Tirkiyê, dema rêvebirên PDK û YNKê pê re nebin yek tev vala ne û divê
were zanîn ku PKK ne bi destûra rêvebirên Iraqê, bi hêza xwe û ya gelê
kurd li ser xaka Kurdistanê dimîne. Nûrî El Malikî jî vê rastiyê
dizane û bi vê sedemê tevî sozdayînê ji bo destxetkirina peymanekê du
meh qewl ji tirkan xwestiye. Qaþo di van du mehan de wê amadekarî û hevdîtinên
derfetên pêkhatina peymanê bi cih bînin. Ger heta du mehan El Malikî
bikaribe þiyandariya xwe biparêze û kursî ji bin wî neþemite… Lê
mesele ne ev e; ya grîng encamên ji vê serdanê derdikevin in. Dubare dibêjim
ku çi Bakur, çi Baþûr, çi Rojava, çi Rojhilat rojek berya rojekê hêzên
kurd, serok û rêberên van hêzan divê dest bidin hev û yekîtiya netewî
saz bikin. Gelên her çar parçeyî vê yekîtiyê dixwazin û bi rijandina
xwîna xwe, ji xwe ev yekîtî di navbera xwe de saz kirine; yên ji vê yekîtiyê
xwe dûr digrin partî û rêxistinên bi navê pêþengtiya gel, li ser navê
gel biryaran digrin û dimeþînin bi xwe ne. Ev
hêz tev divê êdî di vê pêngava dîrokî de, dev ji helwestên xwe yên
heta îroj didomînin berdin û di bingehê azadî û rizgariya Kurdistana
mezin de, yekîtiya netewî saz bikin. Ger vê yekê nekin, kesê îroj li
ser xwîna min bazarê dike, zanibe ku sibê derfetê bibîne wê li ser xwîna
te jî bazarê bike…
HESEN HUSEYÎN DENÎZ
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org