|
Nameyek Ji Jina Kurd Re
Meha
Adarê li Kurdistanê meheke xwenûkirina xwezayê ye. Li ti welatî Adar
wekî li Kurdistanê xweþ û rengîn nîne. Di meha Adarê de her sê
demsalên salê mirov dikare jiyan
bike. Li navsera çiyan hîn zivistan e û berf li kabê ye; tu bêyî
dadana agir nikarî rawestî, lê dema dadikevî berpal û geliyan bihar e
û bêhna biharê hiþê mirov ji serê mirov dibe; ger tu xwe bi jêretir
ve berdî û dakevî beriyê, tê bibînî ku serê çûkan ji germahiyê diþewite… Adar
meheke evînê ye; di vê mehê de av dimeþe ser rehê daran û derbasî
qurmê daran dibe, digihêje biþkovkan û wana dipeqîne ku pelçîman
derxe der, bi tîrêjên tavê re bizewicîne; ji encama vê zewacê wê
berhem û fêkiyên rengîn biafire. Bi meþa ava ser rehên daran re, xwîna
ajal û mirovan jî dest bi kelandin û fûrandinê dike. Xwîn di laþ de
bi lez û bez dibe. Dil xurtir lê dide. Germahiya dil xwe dide ser hest û
ramanan. Di meha Adarê de dil nêzî hev dibin. Beden bi hev re dibin yek.
Can tev li canan dibe. Hest bi hev re dikevin dîlana evînê. Mirov evîndarê
xwezayê dibe. Ajal bi xwezayê re dibin yek… Di
Adarê de bêhnkirina xwezayê mirov serxwoþ dike. Bêhna nêrgiz û
sosinan, bêhna mêrg û çîmenan, bêhna gul û kulîlkan li her alî difûre;
tenê li Kurdistanê mirov dikare vê bêhnê pêk re bikiþîne kûrahiya
kezeba xwe. Ev bêhn dermanê tevahiya nesaxiyên laþê mirov û ajalan e.
Ev bêhn tevahiya zindiyan sax û dildar dike… Adar
bi vê bêhn, xeml û nûkirina xwe ya jinûvezayîna xwezayê meheke mê ye
ango meheke dayika mehan e. Tevahiya mehên din zayîna xwe ji vê mehê
digrin. Bi vê sedemê sersala kurdan ji Meha Adarê destpê dike. Adar, ji
tevahiya nûbûna xwezayê re dayiktiyê dike. Adar dayika þînatiyan,
dayika ajalan, dayika reng û coþan, dayika hest û evînan e. Ji bo vê
Adar jin e, dayik e, jîn e… Adar
bi van taybetmendiyên xwe qada þer û pevçûnê ye jî; her hêza dixwaze
li ser zindîbûna xwezayê bibe desthilatdar dixwaze Adarê bixe destê
xwe. Çawa ku bi bindestkirina jinê ya ji aliyê zilamtiya bêbext ve ev
hezarên salan e zayendeke mirovahiyê bû koleya zayendeke din û jiyan li
tevahiya mirovahiyê herimî, desthilatdarî û Ehrîmanên cîhanê jî bi
bindestkirina Adarê dixwazin xwezayê jî bikin koleya xwe ku li mirovahiyê
bikin zindan û dojeh û Adarê bikin ya xwe. Di rastiyê de Adar a xwezayê
û ya gelan e; lê desthilatdar jî dixwazin bikin a xwe. Ji bo vê Adar
dibe qada êrîþ, pevçûn û berxwedanan… 8ê
Adarê roja serhildana jinan e; jin di vê rojê de hestên xwe yên mê û
taybetmendiya mêbûna Adarê dikin yek û ji vê yekê dixwazin azadiya
mirovahiyê ji nava lepên Ehrîman bifilitînin û ji nû ve biafirînin. Mêbûn
taybetmendiyeke afirandêrî ya xwedayî ye ku di zayenda mê de, xwe tîne
ser ziman. Bi vê sedemê Adar li gorî xwezaya mêbûnê ango jinê ye. Jin
di vê mehê de bi ser xwe tê, xwe nû û zindî dike, li hemberî tevahiya
zor û zordariyan li ber xwe dide, serî radike û jiyanê diafirîne,
azadiyê ava dike… Li
ser vê afirandêriya Adarê desthilatdar êrîþên tinekirinê pêk tînin.
Bi ser xwezaya kurd de bombeyên kîmyewî dibarînin. Ji ber ku dijberiya
desthilatdaran ne tenê li hemberî mirovên kurd e, zêdetirê xwe li
hemberî xak û xwezaya Kurdistanê ye. Xak û xwezaya Kurdistanê dayika
mirovê kurd e. Ev xak û xweza di her demê de, di her astengî û zoriyan
de gel di himbêza xwe de parastiyê û bi pêsêrên xwe yên berhemdar
xwedî kiriye. Ji bo vê neyartiya desthilatdaran ji xak û xwezaya
Kurdistanê re dijwar e? Ma li Dêrsimê, li Zîlanê, li Koçgiriyê, li
Agiriyê, li Halepçeyê hindik xwezaya Kurdistanê sotin? Li botanê, Behdînanê,
li Bagokê, Amanosê leþkerên dagirker neftê yek bi yek dirijînin ber
qurmên dar û deviyên Kurdistanê û agir berdidinê; heta koka wê diþewitînin.
Lê bihareke din ji wê koka hatiye þewitandin bi dehan çavî dipijiqin ku
her yek dibe kelemeke çavê neyaran. Belê; ya ku mirov dike dildarê
xwezaya Kurdistanê ev berhemdariya wê ya berxwedanvaniya zindîbûn û vîndariya
jiyanê ya ji hêza mêbûnê digre ye ku di her meha Adarê de bi
serbilindahî dide der. Adar
meha zindîbûnê ye ku di vê mehê de mirov giyana xwe zindî dike. Her þehadetek
di lîterator û bîra hiþê gelê kurd de jinûvezayînek e. Di zimanê
kurdî de zayîn xwediyê wateyeke bi du aliyan e; him tê wateya jidayikbûnê,
him tê wateya dayikbûnê. Ji bo vê þehadet wekî zayîneke nû tê
bidestgirtin û mirovê/a þehîd him dibe dayika þehadetên nû, him bi þehadeta
xwe jiyaneke nû diafirîne û xwe jî ji nû ve zindî dike… Herî
dawî Newroz taca serê Adarê ye. Adar bi Newrozê digihêje lûtkeya mêbûna
xwe. Di Newrozê de êdî tevahiya xemla xwe li xwe pêçaye, dilê wê
ewqasî germ bûye ku ji coþa evînê di bedenê de hilnayê û dibe
teyreke heft rengî û derdikeve der li ser ezmanên Kurdistanê difire. Nîsana
li ber jidayikbûnê ye, bi kulîlkên sor xwîna di vê mehê de ji bo
azadiyê rijiyaye, derdixîne ser ruyê erdê û pê jiyaneke nû diafirîne… Newroz
serhildana gelê kurd a berhemsitendina ji mêbûna Adarê ye. Adar bi giþtiya
zayîna xwe Newrozê diafirîne ku Newroz ji bo kurdan qasî afirandina
jiyaneke nû û azad, dibe dayika rênîþanêra pêþerojê jî. Êdî ji wê
gavê û pê de kurd li gorî reng û giyana Newrozê dijîn û dicoþin.
Newroz dibe serkeftina Adarê ya ku serkeftina gelê kurd diafirîne. Ji
bo vê Adar jîn e, dayik e, jin e… Adar þer û pevçûna di navbera
Hurmuz û Ehrîman de ye… Adar xwîn û vîna þehîdan e… Adar derbûna
hest û ramana mêbûna xwezaya Kurdistanê ye… Adar serbilindahiya mirovê
kurd e… Adar serhildan e… Adar berxwedan e… Adar coþ û evîna azadiyê
ye… Adar Adar e, xweþ coþ û bihar e… Di
seranseriya Adarê de jinên kurd li kolanan banga azadiyê diqêrin. Bi
zanist û coþa têkoþîna azadiyê êdî jina kurd jî dizane di vê cîhanê
de çi dixwaze û pêwîst e çi bixwaze. Civaka kurd a di binê zordarî û
polîtîkayên hovane yên sazûmana desthilatdariyê de ji nirxên xwe yên
civakî-dîrokî dûr neketiye de, cihek û weyneke taybet ê jina kurd
heye. Jina kurd serbilind û bi rûmet e. Di civatan de xwediyê giraniyeke
bê gengeþe ye. Dema pevçûneke dijwar çêdibe, heta jin nekeve navberê
ti hêz nikare rawestîne… Ev
taybetmendiyên civaka kurd ên rûmeta jinê dizanin, bi êrîþkariya ji
der ve hatiye, xwe jibîr kiriye û xwestiye biþibe dijberê xwe ku yê
dijber jî ji desthilatdariya sazûmana zilamtî wirdetir ne tiþtek e. Jina
kurd di têkoþîna azadiyê de wê careke din vegere ser taybetmendiyên bi
rûmet ê civakî-dîrokî ya kurdan û wana bi pêwîstiyên roja me re
bikin yek. Jinên gelek civakan ne xwediyê vê sûdê ne, lêbelê ji bo
jinên civaka kurd ev sûd di xezîneya civakî ya dîroka gelê kurd de
heye û bi mîratê têkoþîna hemdem re yekkirina vê, wê jina kurd di giþtiya
cîhanê de bike jina herî zêde zana, jîr, bikêrhatî, dildarê azadî
û rûmetê û pêþengên jiyana jinên cîhanê. Bi
van hest û ramanan roja jinên kedkar ên cîhanê li tevahiya jinên
Kurdistanê û di kesayeta wan de li tevahiya jinên cîhanê pîroz dikim,
silav, rêz û hezkirinên xwe yên pak pêþkêþ dikim. HESEN
HUSEYÎN DENÎZ Li
gel silav û rêzên germ ên ji dil. HESEN
HUSEYÎN DENÎZ |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org