|
NAMEYEKE VEKIRÎ JI HÊZÊN XWEZAPARÊZ ÊN CÎHANÊ RE
Hesen Huseyin Deniz
Dewleta
tirk, artêþa xwe bi hemû teknîkên kujêr ên wekî tank, top, firoke,
kopter û çekên giran ji roja 21ê Sibatê ve rêkiriye ser xaka Baþûrê
Kurdistanê. Ev pênc roj in, ev xak ji aliyê firoke û kopterên tirk ve tê
bombebarandin, bi roket, obus û hawinan tê lêdan. Li ser vê xakê bêguman
ne tenê mirov dijîn; dar, ber, þînatî, ajal, teyr û tilûr û kêzik
û kurmikên xwezayê yên bêguneh, bêtawan ku nikarin xwe biparêzin jî
dijîn. Em dikarin bêjin ku di vî þerî de gerîla û gundî çiqasî
xisarê bibîni jî, dîsa dikarin çekekê hilgirin dest xwe û li hemberî
vê êrîþkariyê li ber xwe bidin. Lêbelê dar û ber, teyr û tilûr, kêzik
û kurmik ên xwezaya me bi me re parve dikin, wê li hemberî vê qirkirinê
çawa bikaribin li ber xwe bidin? Dema
ku firokeyên artêþa tirk her bombeyeke 500 kîlo TNT tê de berdidin ser
ruyê xaka Kurdistanê warekî ne kêmî sed metre di sed metreyî de
(100X100m2 cih) tê tahrîpkirin. Di vî warê bombe lê ketiye de çi dara
hebe, çi ajala hebe, çi kêzik û kurmika hebe tê qirkirin, hêlînên
wan tên hilweþandin, hebûna wan tê bidawîkirin. Artêþa tirk, generalên
wê û rayedarên dewlet û hikûmeta tirk wekî xwediyê mafê pêkanîna vê
qirkirina mirovî û xwezayî ne, derdikevin ser ekranên televizyonan û
pesnê bombe û topbarandinên xwe yên li ser xaka Kurdistanê didin. Hemû
mirovahiya cîhanê jî, hemû kes û rêxistinên xwezaparêz, ajalparêz,
keskahîparêz jî, wekî xaka Kurdistanê ne xakeke di cîhana me de ye, li
hemberî vê qirkirina bêmaf qet dengê xwe dernaxînin, hayê xwe jê
naynin û helwesta pêwîst þanî nadin. Ev ecêbeke nehatiye dîtin e! Li
welatekî din ê qorziyeke cîhanê dema kîsoyek, miþkek, teyrek, masiyek
xisarê dibîne, rêxistin û kesên qiyametê radikin, li Kurdistanê rojê
bi hezaran ajal, teyr, kurmik tên qirkirin, daristan tên sotin, xak tê
tahrîpkirin qet devê xwe jî venakin, qet þermezarkirinekê naynin ser
ziman. Gelo
wekî ji aliyê hêzên serdest ve tevgera azadiya Kurdistanê `terorîst`
hatiye beyankirin û li hemberî êrîþa ser mirovên kurd, bi vê sedemê
mirovahiya xwe bêdeng dihêle; dar û ber, ajal, kêzik û kurmik, teyr û
tilûr û xaka Kurdistanê jî `terorîst` dibîne ku lê xwedî dernakeve? Divê
hemû rêxistinên xwezaparêz, keskahîparêz, xakparêz, ajalparêz vê
pirsê ji xwe bipirsin û bibersivînin: xaka Kurdistanê û dewlemendiyên
xwezayî yên li ser ruyê vê û binê vê xakê dijîn `terorîst` in an
parçeyek ji cîhana me, ji jiyana me ne? Ger hûn vana tev `terorîst` dibînin,
sedem çi ye û kêzik û kurmikên Kurdistanê li hemberî we çi terorîzm
kirine, derkevin ser ekranan û ji rayagiþtî re vebêjin. Na ku ne `terorîst`
in, wê demê li ber çavên we, ev tev, rojane tên qirkirin, çima hûn
dengê xwe dernaxînin, çima hûn li dijî vê qirkirinê nabin xwedî
helwest? Dar
û ber û ajal û kurmikên Kurdistanê banga lezgîn li mirovahiya cîhanê
dikin ku pêþî li qirkirina wanî rojane were girtin; artêþa tirk bi lez
þerê xwe yê li ser xaka Kurdistanê rawestîne, bombebarandinan bidawî
bike, leþkerên xwe vegerîne baregehên xwe û li hemberî mafên bingehîn
– di serî de yê jiyanê yê gelê kurd û xwezaya Kurdistanê rêzdar be
û pirsgirêkên xwe ne bi rêbazên kuþtin û mirinê bi rêbazên
jiyandin û aþtiyê çareser bike. Bi
vê armancê hêviya me ew e ku hemû kes û rêxistinên xwezaparêz
bersiveke erênî bidin vê bangê û li dijî qirkirina artêþa tirk a li
ser mirov û xwezaya Kurdistanê bibin xwedî helwesteke diyar û bi bandûr.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org