|
Li hêviya
hatina biharê bûm; berf nû dihiliya; kanî û robar nû der dibûn;
giya nû þînatiya xwe digirt ser xaka pîroz; refên kewan pêl bi pêl
xwe didan berpalan; bilbil û þalûlên rengîn li ser latan
diloriyan; moriyan dest bi pakkirina kunmalên xwe dikirin; pezê me cêwîk
anîbûn bi kar û berxan; dayika min firo dikeland ji min re; birayê
min pêxwas derketibû der ve da ku bi awirên xwe yên kesk tîrêjên
germîn himbêz bike; xwiþka min kulîlk berhev dikirin, ji sosin, nêrgiz
û beybûnan da ku tacekê diyarî min bike, ji bo Newroza nêz…
Di wê bêhnê
de, bi carekê re qurmiçî hinava dilê min; dirêjî ser sînga
dayika xwe bûm, di destê bavê xwe de…
Cemidî bû,
pêsêra dayika min û rondikek mabû li ser hinarka ruyê wê ku
derfet nedîtibû bibe lehî, wiha çavkaniya wê hatibû ziwakirin û
daliqandî mabû hesretek û hêviyek di kûrahiya bibûkên çavên wê
de…
Min xwest
ramûsînim wê rondika bi hêvî û hesret; lê di wê bêhnê de…
Bi sedan
dest dirêjî qirika min bûn û ez fetisandim; da ku awirên min di
terisîna rondikê de daliqandî bimînin…
Êdî…
Min careke
din nedît dîlana kew û bilbilan û min nebihîst deng û awaza
wan…
Nizanim,
gelo mezin bûn kar û berxên me yên cêwîk…
Þînatî
bejnekê bilind bû gelo, tev li nêrgiz û sorgulan…
Dayê!...
Gelo hîn
nekeliyaye firoyê biharê
Ezê bang
li birayê xwe bikim, bila lingê wî necemide li der ve…
Gelo ji ber
çi xwiþka min venegeriya?... |