NEH SAL DERBAS BÛN!

 

 

 HESEN HUSEYÎN DENÎZ

 

 

Di ser bûyera 15ê Sibata 1999an ku wekî `Komploya Navnetewî` li ser serê gelê kurd û rêbertiya wê hat gerandin tê nasîn, neh sal derbas bûn û komplo, dikeve deh saliya xwe. Di van neh salan de hîn jî pirsgirêka kurd li hêviya çareseriyeke maqûl e. Tevî hemû pêþketin û guhertinên li cîhan û herêmê û tevî hemû helwestên aþtiyane yê aliyê kurd, dewleta tirk hîn jî di siyaseta kuþtin û mirinê de bi heter tevdigere. Di cîhanê de gelek dewletên desthilat ên wekî Îngilîstan pirsgirêkên xwe yên etnîkî yên wekî Îrlanda bi awayekî hemdem û têgihiþtî çareser kirin. Di sedsala 21. de, hêz û dewlet êdî bi têgihiþtineke hiþmendî nêzî þerê di navbera xwe de yên ji pirsgirêkên netewî, azadî û mafan tên dibin. Mirovahî êdî têgihiþtiye ku heta qiyametê hêzek nikare li ser hêzeke din desthilatiyê bimeþîne. Dîsa mirovahî têgihiþtiye ku di roja me de rêka çareserkirina pirsgirêkan, ji rêbazên þer cûdatir jî dikare rêbazan deyne pêþiya xwe û aliyan ber bi wan ve bimeþîne.  Di seranseriya qirnê 20. de pirsgirêkên netewî û civakî pirahî bi rêbazên þer dihatin çareserkirin. Lê di dawiya wê qirnê de, mirovahî têgihiþt ku bi kuþtin û mirinê tenê xisarê didin hev, didin xwezayê û didin nirxên mirovtî. Li ser vê têgihiþtinê dev ji þerê beramberî berdan û dest bi hevkarî û sazkirina yekîtiyan kirin. Yekîtiya Ewropa, hevgirtina Netewên Yekbûyî, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka tev piþtî þerên dijwar, di encama gihiþtina vê rastiyê de hatin damezirandin.

Di cîhanê de ti þerê netewî û civakî heta qiyametê nadome. Her þerek divê erênî yan neyênî vebirî xwe bigihîne encamekê. Ji aliyan yek jê yan divê bi serkeve, yan bi binkeve ku dawî li þer were. Lê dema serkeftin û binketin ji dest aliyan neyê, êdî domandina wî þerî xisarê dide her du aliyan jî. Di rewþeke wiha serbiser(pata) de, ger mejiyê aliyan hebe, divê li rêk û rêbazên lihevhatinê bigerin. Ger alî wiha bi hiþmendî tevnegerin, jite wê demê þerê wana dikare heta qiyametê xwe dubare bike û her xwîneke ne di cih de ji aliyan biherikîne.

Niha ev sîh sal in li Kurdistanê têkoþîneke rizgarî û azadiya Kurd û Kurdistanê tê meþandin. Ji sala 1984an û vir ve jî bi awayekî fermî þer heye. Di salên dawî de bi awayekî yek alî, dem bi dem ev þer hatibe rawestandin jî, lê ji ber ku aliyê din di êrîþên xwe de bi heter tevdigere, mirov dikare bêje bênavber ev þer ev 24 sal in rê ve diçe.

Her çiqasî di domandina þer de her du alî jî xwe mafdar dibînin, lê dinya alem dizane ku ji aliyan yek jê nûnertiya bêmafiyê, yek jî nûnertiya mafdariyê dike. Di rojeke wiha de û di demeke  bi vî awahî de, pêwîst nake mirov careke din vegere ser  rewþa borî û qala dagirkirin, bindestkirin û parçekirina Kurdistanê bike. Îroj di cîhanê de hemû hêz û dewletên têkildarê mijara kurd tev dizanin ku Kurdistan bindest e û ji aliyê dewletên Tirk, Ereb, Faris û hêzên navnetewî, sermayeya global û emperyalîzmê ve hatiye parvekirin. Ev tev li pêþiya rizgariya Kurdistanê û azadiya gelê kurd asteng in. Bindestbûna Kurdistanê bi daxwaza sermayeya global, dewletên emperyal, hêzên sermayedar bi destê dewletên herêmî yên wekî Tirkiye, Sûriye, Îran û qismen Iraqê tê meþandin. Divê mirov li rewþa îroj li Iraqê û li Baþûrê Kurdistanê hatiye afirandin nenêre û di rastiya kurdan de xwe nexapîne; ji ber ku ewlekariya wê rewþê qet nîne û ev rastî di êrîþkariya dewleta tirk a li ser Baþûr de eþkere hat dîtin. Herçiqasî azadiya li Baþûr hatibû peydekirin bi alîkariya Amerîka çêbibû jî, dîsa wê Amerîkayê rê da Tirkiyê ku firokeyên xwe bifirîne raserî gundên Baþûrê Kurdistanê û mirinê bibarîne ser gerîla û gundiyên kurd. Bê guman hebûna hêzên PKKê yên li wê derê, nikare bibe mahne û hincet; ji ber ku PKK ji sala 1982an û vir ve li wê derê xwediyê hebûnek û bicihbûnekê ye. Ji bo vê bila ti hêz di nirxandina rastiyên aliyê kurd de xwe nexapîne. Rastî çi ye, ne çi ye, divê her kes bi hiþmendî û bi berçavgirtina dîrokê binirxîne. Bi rêdayîna êrîþkariya Tirkiyê ya li ser Baþûr re, aliyê Ereb ê Iraqê jî di warê Kerkûk û parvekirina neftê de înîsîyatîf ji dest kurdan derxist. Hadê em bêjin, êrîþa aliyê tirk ji ruyê PKKê bû, baþ e, ma di wê demê de, êrîþa aliyê ereb ji ruyê kê bû? Wê demê mesele ne hebûn an tinebûna PKKê ye; bila kesek xwe nede ser hesabekî þaþ. Mesele hebûna destkeftiyên kurdan e. Çavê van hêzên desthilat bar nabe ku kurd bibin xwdiyê destkeftiyekê û Amerîka jî yek ji van hêzan e. Bi van bûyerên dawî Amerîka jî xwest peyamekê bide aliyê kurd û bêje; `lingê xwe li gorî lihêfa min daye we dirêj bikin. Binêrin ku hûn jê zêdetir dirêj bikin, ezê çavê we derxim.`

Ger hêzek dixwaze li Kurdistanê siyasetê bimeþîne, divê vê rastiyê bide ber çav. Yê nede ber çav, nikare ji bo demeke dirêj xwe li ser lingan bigre.

Li Rojhilatê Kurdistanê jî çareseriya pirsgirêka kurd di helwesta Amerîka de tê xitimandin. Amerîka di peyvê de wekî dijberê sazûmana Îranê xwe dide nasîn, lê di pratîkê de bi hemû kiryarên xwe xurtkirina sazûmana Îranê pêþ de dibe. Destdirêjiya Amerîka ya li ser Afganîstan, li ser Iraq û li ser PKKê; ji bo sazûmana Îranê derfeteke xurtbûnê afirand. Bi taybetî komploya 15ê Sibatê bi kêrî sazûmana Îranê hat ku çareserkirina pirsgirêka kurd bigre hemberî xwe. Dema rêbertiya gelê kurd hîn dîl neketibû destê delweta tirk û li ser erka xwe bû, Îran di tevahiya hevdîtinên xwe yên bi PKKê re de, sedema neçareserkirina pirsgirêka kurd wekî helwesta dewleta tirk þanî dida û eþkere diyar dikir ku ger dewleta tirk were safîkirin, ew ji mêj ve amade ye mafên kurdan binase. Lê bi dîlgirtina rêbertiya gelê kurd re, ev nêrîn û helwesta aliyê Îranê jî hat guhertin. Aliyê Îranê niha ne kêmî aliyê Tirk, heta cih bi cih ji aliyê tirk xwînxwartir tevdigere. Bêguman vê wêr û hêzê ji alîkariya Amerîka ya diyar û nediyar digre.

Ji xwe alîkariya Amerîka ji dewleta tirk re diyar e û ew bi xwe jî bi dengekî bilind eþkere dike. Amerîka vê bêrûbûnê ji ku tîne? Bêguman ji parçebûn û lawazbûna kurdan! Li cîhanê zêde nehatiye dîtin ku dewletek derkeve holê û neyartiya gelekî beyan bike û ew gel bêdeng û bêhelwest bimîne. Dîsa li cîhanê kêm hatiye dîtin ku dewletek bi hemû hêza xwe û bi awayekî eþkere nav di xwe de bide û bi vî awahî pêlî mafên herî bingehîn ê gelekî bike û ew gel dengê xwe qasî tê xwestin dernexîne. Lê mixabin rastiya gelê kurd wiha ye. Heta hinek kurd ji bo ku PKK dixwaze vê rastiyê biguherîne têdikoþe, wê rexne û tawanbar dikin.

Li tevahiya cîhanê bigerin rastiyek ji rastiya kurdan ecêbtir hûn nabînin. Kurdek bi hêsanî dikare ji rastiya xwe dûr bikeve, berûvajî biqulipe û vê jî ji xwe re wekî serbilindahiyekê binase! Ecêb e! Li welatekî din ê cîhanê be, wê li ser vê yekê hev bixwin, lê di nava kurdan de asayî tê dîtin. Mirov xiyanetê li gelê xwe, li mafên gel, li xwe dikin û qet zêde ne xema wan e.

Rêberê gelê kurd bi komploke navdewletî dîl hat girtin; bes divê lingê vê yê ji nava kurdan jî mirov ti carî jibîr neke. Ger kurmê darê ne ji darê ba ya, dar ewqasî zû nediket nava dest û lingê desthilatdaran. Dîlgirtina rêbertiyê encama planekî tasfiyekirina têkoþîna gelê kurd bû. Plan çi bû? Tevgera serhildêr a kurd ji holê rakin, li cihê wê tevgereke di rêka sermayedariyê de bînin ser darê! Apo nedihat ser rêka sermayedariyê! Apo vîna xwe radestî Amerîka û Ewropa nedikir! Apo dev ji sosyalîzmê, azadî û rizgariya kurd bernedida! Wê demê Apo ji bo berjewendiya sermayedariyê ya li Rojhilata Navîn xetere û astengî diafirand! Divîbû ev xetere ji holê hatiba rakirin! Lêbelê dîsa divîbû li cihê wê hin kesên din derxistibana pêþ ku karîbana bandûrê li ser ava çemê têkoþîna kurd bikrana! Van kesan jî divîbû vîna xwe radestî destê wana kiribana!..

Her tiþt di vê çarçoweyê de hat plankirin. Bi destê kurdên li gorî xwe girtin, destê wan dan dest hev û ew rakirin ser lingan. Kurdên ne li gorî xwe jî, di cîhanê de jê re buhistek cih nehêlan û radestî destê neyar kirin. Li gorî xwe mesele safî kirin. Lê hesabê wan ê malê li sûkê li hev derneket.

Apo bi dîlketinê re rewþa hatiye guhertin nirxand û dest bi guhertina stratejiyê kir. Diyalektîk dibêje ku dema rewþ, merc û cih û dem were guhertin, divê nêzîkatî, helwest, raman û her tiþt li gorî vê were guhertin. Bi dîlgirtina rêbertiyê re ev rêzika diyalektîkê derdiket pêþ û divîbû Apo li gorî wê tevbigeriyaya. Ger wiha nekiribaya dibe ku tiþta maye jî ji dest hatiba revandin. Lê bi guhertina stratejiyê, tevgera azadiya Kurdistanê ji ber dev û diranê sermayedariya tinekirina kurdan kiriye armanc hat filitandin. Têkoþîna di xetereyê de careke din ket ser rêka asayî. Bi vî rengî plan û komplyên li ser rêbertiyê û dek û dolabên li ser gelê kurd hatibûn gerandin bi pîvaneke mezin vala hatin derxistin.

Niha têkþîna rizgariya kurd û tevgera vê têkoþînê dimeþîne, ji her demê zêdetir bi biryar, xurtî û vîneke domdar di rêka xwe ya asayî û xwezayî de dimeþe. Di van sîh salên me li pey xwe hêlan de, derket holê ku gelê kurd ji goristana tê de hatibû binerdkirin serî rakiriye, zindîbûna xwe raber kiriye, vîna xwe ya jiyanê þanî daye û ji vê jî zêdetir biryara xwe ya sazkirina Kurdistaneke azad, wekhev û demokratîk vebirî kiriye. Gel êdî hatiye qonaxeke wiha ku xwe bi xwe dikare li mafên xwe û erkên xwe xwdî derkeve. Ev ji bo gelekî wekî gelê kurd biyaniyê nirxên xwe bû, ji serkeftinê binirxtir e; li ser vê, dikare bi dehan serkeftinan bi dest bixe.

Di þerê germ ê di navbera kurd û tirkan de, di deh salên destpêkê de (1984-1994) derket holê ku dewlet û artêþa tirk nikare piþta aliyê kurd bîne erdê. Rast e, ku hêza gerîla têrê nekir li hemberî artêþa tirk serkeftineke dawî bi dest bixe. Lê tevî di NATO de duwemînbûna artêþa tirk jî, wê jî nikarîbû zora gerîlayên kurd bibraya. Îroj rewþ hê zêdetir wiha ye. Tevî hemû teknîka kujêr a di destê artêþa tirk de, hîn jî gerîla dikare bigre ser qereqoleke wê û heta jê bikuje û dîl bigre. Ev ji bo artêþa tirk þermeke mezin e! Di rastiyê de binketinek û têkçûnek e. Lê dîsa jî mirov encama þerê di navbera aliyê kurd û tirk de wiha binirxîne ku her du alî serbiser mane. Yek nikare piþta yekê bîne xwarê!

Di rewþake ku komplo bi ser neketiye, hêz nikarin zora hev bibin, di her du aliyan de westandin, jirêderketin(çetetî, rantxurî, hilweþîn…) tên dîtin de, ya rast ew e ku alî li hev rûnên û pirsgirêka xwe bi gengeþekirinê çareser bikin. Êdî di rewþeke wiha de ti wateya dirêjkirina vî þerî namîne, sed salên din jî were domandin, xala bigihêjeyê, xala îro hatiyeyêye.

Lê em dibînin ku tam jî di qonaxeke wiha de partiyek wekî AKPê bi navê ola îslamî derdikeve û olê dixe bin xizmeta dagirkeriya tirk û dijminatiya kurdan. Heyf e ku kurdên li gorî dilê sermayedariyê jî pê re dibin yek û bangî gel dikin ku destekê bidin vê partiya xwînxwar. Tê zanîn di salên piþtî 1990î de jî bi navê olê, li ser navê Allah li Kurdistanê bi sedan rêber, rewþenbîr, rojnamevan û demokrat qir kirin. Hîn jî dewletê hesabê wan nedaye. Her dema tevgera azadiyê pêþketinê dijî, kelemeke wiha bi navê olê derdixin pêþyê û wê ji serkeftinê paþ de dixin. Di salên piþtî 1990î de PKK bi têkoþîna gerîlan û rabûna gel re pirr nêzî bidestxistina serkeftinê bibû; lê hêza bi navê xwedê ji aliyê sermayedarî û desthilatdariyê hat pêþkêþkirin, di vê rêkê de bû kelemek mezin û li gorî xwe encam jî girt.

Îroj jî di temambûna neh saliya komploya navdewletî de, dijminên gelê kurd careke din bi konsepteke giþtî û bi bikaranîna hestên olî dixwazin li pêþiya gelê kurd bibin kelem. Bi destê AKPê, bi destê Fethûlahiyan, bi destê kurdên bêkêr dixwazin germahiya gel sar bikin, rabûna gel daxînin û pêleke tasfiyekirinê di ser baregehên gerîlan re biherikînin. Ji aliyekî ve bi zordariyên li ser DTPê tên meþandin, ji aliyekî ve astengkirina çapemenî û ragihandina  aliyê kurd, ji aliyekî ve êrîþên dibin ser gel, ji alyekî ve operasyon û bombebarandinên li ser gerîlan, ji aliyekî ve roj bi roj kuþtina rêbertiya gel tev dema dikevin ser hev, bi hêsanî mirov têdigihêje ku gelê kurd di qonaxeke gelekî grîng û kambax re dibore. Ger gelê kurd bikaribe vê qonaxê serkeftî biborîne, wê ev serkeftin wê bibe ber bi serkeftina domdar a bidestxistina azadî, wekhevî û demokrasiyê ve. Lê na ku di vê qonaxê de bipeke, dibe ku bi dehê salan têkoþîn bi paþ de bikeve!

Wê demê, di ketina sala dehan a komploya navdewletî de, dersa ji van neh salan were derxistin a herî grîng xwezelalkirina kurdan û yekgirtina li ser vî bingehî ye. Dema kurd di biryara têkoþîna azadiyê de xwe zelal bikin û li ser vî bingehî yekîtiya kurdên her çar parçeyî saz bikin, ti hêz nikare piþta wana bîne erdê. Lê na ku bi navê kurdayetiyê hinek hêz çav ji dijmin re biqurmiçînin û ji dijmin zêdetir êrîþî ser tevgera azadiyê bikin û pê re rêkên neçareserkar wekî rêkên çareserkar derxînin pêþ û bi vî awahî werin ser dek û dolabên dijmin û heta bibin hevkarê objektîf yên dijmin, karê aliyê kurd zahmet dibe!

Di ketina deh saliya komployê de eþkere ye ku komplo bi ser neketiye, lê nayê wê wateyê ku derfetên serkeftina wê bi tevahî ji holê hatine rakirin. Aliyê kurd bi berxwedaneke mezin xwe ji têkçûnê filitand û ket ser rêka serkeftinê. Niha pêwîst e di vê rêkê de êdî li encamgiriyê bigere. Bi vê sedemê sala 2008an saleke azmûnê ye. Di vê salê de aliyê kurd divê li hemberî aliyê tirk topyekun têbikoþe; ji ber ku aliyê tirk bi piþtgiriya cîhanê bi awayekî topyekun bi ser kurdan de tê. Ger kurd vê salê bikin a xwe, wê bikaribin bigihêjin armancên xwe yên azadî, demokrasî û rizgariyê. Bi vê armancê careke din diyar û zelal dibe ku berxwedan wê gelê kurd bibe serkeftinê, yekîtî wê bibe serdariyê!

 

HESEN HUSEYîN DENîZ

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org