NEWROZ HÊVIYA AZADIYÊ YE
 

Hesen Huseyîn Denîz

 

 

 
Di kevneþopiya dîrokî ya gelê Kurd de, sersal û bihar di 21ê Adarê de destpê dike.  Ev roj ji bo Kurdan destpêka jiyaneke nû ye. Roja rizgarbûna ji bin sazûmana koledariyê ye. Roja gihiþtina jiyaneke bi rûmet û azad e…
 
Kurd ji qasî xwe dinasin li ser xaka Mezopotamya dijîn. Mezopotamya ji xaka navbera çemên Dîcle û Firat re tê gotin. Ev xak bi berhemdayîna xwe tê nasîn. Dema mirovahî ji jiyana koçberiya nêçîrvanî û berhevkirina þînatiyê derbasî jiyana çandiniya þînatiyê û kedîkirina sewalan dibe, li derûdora çeman bi cih dibe ku di serikê van çeman de jî çemên Dîcle û Feratê tên.
Ji bo vê yekê xaka Mezopotamya weke Dergûþa Mirovahoyê tê nasîn û binavkirin. Mirovahiyê li ser vê xakê xwe nas kiriye; dest bi jiyana niþtecihî bûye û di dîroka xwe de cara yekem êdî bi pey xwarina zikê xwe nakeve. Ev yek jî derfeta dîtina dema vala dideyê û bi vê derfetê, rê li ber derfetên din ên ramandin, hizirandin û pêkanîna huner û hwd. vedike.
 
Mirovahî li ser xaka Mezopotamya dest bi zaroktiya jiyana xwe dike. Bi vê sedemê mirovên li ser vê xakê dijîn, giþtiya nirxên mirovahiyê di xwe de dicivînin. Li ser vê xakê bi sedan û bi hezaran gel jiyane. Bi sedan hatine û bi sedan hilatine. Yên li ser pêyan mane, nûnertiya nirxên vana tevan dikin…

Kurdistan welateke di bilindahiyên xaka Mezopotamya de cih digre ye. Mezopotamya Jorîn dibe xaka Kurdistanê. Ev xak ji çiyayên Zagrosê destpê dike û heta çoltera Kerkûk û Mûsilê didome ku bi vê cihgirtina xwe ya erdnîgarî aliyê Rojhilat ê Heyvoka Zêrîn pêk tîne. Þaristanî li ser xakên dikeve ber vê Heyvoka Zêrîn li pêþ ketiye. Bi awayekî din ku mirov bêje, beþeke mezin û grîng ê þaristaniyê li ser xaka Kurdistanê li pêþ ketiye.

 
Bi vê sedemê xaka Kurdistanê her dem bala gel û hêzan kiþandiye. Kîjan hêza xwestiye li ser gelan û xaka berhemdar bibe desthilatdar berê xwe daye Kurdistanê û xwestiye bi dest bixe. Ji ber vê yekê li ser vê xakê ti caran þer qut nebûye.
 
Qasî tê zanîn Kurd wek dapîr û bapîrên xwe gelê Med dihesibînin û dipejirînin. Ji sedema mercên bindestbûnê, kurdan derfet nedîtine ku bikaribin dîroka xwe hûr û kûr lêkolîn bikin. Lê ji qasî zanyar, lêkolînêr û dîroknasan têgihiþtine, rehên xwe digihînin gelê Med û dîroka gelê Med weke destpêka dîroka xwe dipejirînin.
 
Li gorî vê, dîroka xwe heta salên du hezarî yên Berya Zayînê diþopînin. Li gorî hinek dîroknivîsan Med ji aliyê çiyayên Qafqasan tên û bicihbûna wana a li Mezopotamya qasî hezar salan didome…
 
Di salên hezarî yên Berya Zayînê de, desthilatdariya dewleta koledar a Aþûrî li ser xaka Mezopotamya û Anatolya didome. Med hîn wekî êl û eþîran dijîn û dixwazin li ser xaka di navbera du çeman de bi cih bibin. Med ger ji cihekî din hatibin ser vê xakê yan li ser vê xakê ji berê ve hebin, rastiyeke wana heye ku bi azadiya xwe ve girêdayîne û naxwazin koletiyê bipejirînin.
 
Bi vê sedemê li hemberî koledariya Aþûrî qasî sê sed salan tekoþîneke dijwar didin. Hêza Medan a belave bi têkoþîna parçeyî têrê nake ku dewleta koledar hilweþîne. Bi vê sedemê, him di nava xwe de, him bi gelên cînar re yekîtî û hevalbendiyeke li dijî koledariyê saz dikin.
 
Jîrekî kurd ê bi navê Kyakser tevahiya êl û eþîrên Kurdan tîne gel hev û destpêkê Konfederasyona êl û eþîran saz dike. Piþt re gelên cînar ên wek Ermenî, Pers û hwd. jî tev li vê Konfederaliyê dike û bi hêzeke wiha yekbûyî dewleta koledar a Aþûr di roja 21ê Adara 612an de dirûxîne.
 
Roja rûxandina dewleta koledar li tevahiya Rojhilata Navîn weke Rojeke Azadiya Gelan tê pejirandin û ji vê rojê re di wateya Roja Nû de ‘Newroz’ tê gotin.
Newroz ji bo tevahiya van gelan dibe rojeke rizgarbûna ji bin zordarî û nîrê koledariyê. Newroz ji bo tevahiya van gelan dibe rojeke azadbûnê û destpêkirina jiyaneke nû.
 
Ji bo vê ev gel tev Newrozê weke cejneke netewî ya herî grîng dibînin û bi giyana azadbûnê pîroz dikin.
 
Di bin her þert û mercên herî zor, aloz û asteng de ku dagirkerî û desthilatdariyê gelên vê herêmê pêwîst hiþtine dev ji her tiþtê xwe berdin de, dîsa jî gelên xaka Mezopotamya bi dizî be jî, ev cejna azadiya gelan pîroz kirine û agirê Newrozê ti caran ji navsera çiyan kêm nebûye.
 
Newroz bi dadana agir tê pîrozkirin. Di çanda wêjeyî ya kurdî de pêkhatina roja Newrozê wiha tê efsanekirin ku Kawa yê Hesinkar ê zarokên wî ji bo mejiyên wana derxin û bidin Dehaqê zulimdar ê keyê Aþûrî mîkut li serê Dehaq dixe û wî dikuje. Ji bo ku gel bi mirina Dehaq bihise jî li cihekî bilind agir dadide û bi vê yekê rizgarbûna ji zilma Dehaqê xwînxwar beyan dike… Ji bo vê gelên Newrozê pîroz dikin tev di þeva 21ê de li her cihekî bilind agir dadidin.
Di rastiyê de agir di jiyana gelê Kurd ango gelê Med de gelekî xwediyê cihekî grîng e. Kurdistan wareke çiyayî ye ku li gelek deverên wê zivistan qasî þeþ mehan didome û bi bejna mirovan berf dibare. Ji bo vê agir parçeyek herî grîng ê jiyana gelê vê herêmê ye. Agir ji bo vî gelî jiyan e, hêvî ye, xweda ye!...
Med bi rûxandina dewleta Aþûr a koledar li cihê wê dewleta Medya ava dikin, bes ew weke dewleta Aþûr sazûmaneke koledar saz nakin û ne xaka xwe fireh dikin, ne jî gelan ji xwe re dikin kole. Berûvajî azadî û serbestiya tevahiya gelan dipejirînin û rêz ji mafên wana re digrin. Di demeke ku mirovahî bi sazûmana koledariyê xwe tîne ser ziman û mezin dike de ev nêyetbaþiya Medan dibe sedem ku gelê Pers xwe bi çek û rîxistin bike û bimeþe ser. Di wê bêhnê de xiyaneta fermandarekî Med ê bi navê Harpagos dibe sedema têkçûna Medan û bi gotina dîroknivîs Heredotos, li ser vê xiyanetê Keyê Medan Astiyag ji Harpagos re wiha dibêje: ‘Ger te dixwest tola xwe ji min hilînî, bila te ez kuþtibama û keyitiya min bixista destê xwe ku serdariya Medan kiribayî. Lê te bi gelekî biyanî re hevkarî kir û gelê xwe xist bin destê wana ku careke din ev gel êdî nikaribe bi azadiya xwe þa bibe…’
Bi rastî jî ji dîroka 550 yê Berya Zayînê ku Astiyag ev peyva di cih de bilêv kiriye, heta roja me Med ango Kurd her bindest mane û xiyaneta bi Harpagos destpê kiriye di her demê de bûye sedema têkçûna serhildanên gelê kurd ên ji bo azadî û rizgariya xwe.
 
Ev du hezar û pênc sed û pêncî û heft sal in ku Kurdan hîn sukra xwe ji têkbirina vê xiyanetê rizgar nekirine û hîn ji bo azadî û rizgariya xwe têdikoþin.
 
Di roja me de ji bo azadî û û rizgariya gelê Kurd pêwîstî bi giyaneke Medewarî ya ku Kyakser saz kiriye heye. Gelê kurd bi wê giyanê pêwîst e careke din tevahiya êl û eþîrên xwe bike yek û Konfederasyoneke mezin a li ser bingehê azadî û rizgariya vî gelî û vê xakê saz bike.
 
Îroj zordarî û desthilatdariya dewleta Tirkiyê ya li ser gelê Kurd û li ser gelên cînar ne kêmî koledariya dewleta Aþûr e û rûxandina sazûmana vê dewleta xwînxwar wê rê li ber azadiya tevahiya gelên Rojhilata Navîn veke. Îroj çareseriya tevahiya pirsgirêkên herêmê di çareserkirina pirsgirêka Kurd de xitimiye ku çareserkirina pirsgirêka kurd jî di sazûmana desthilatdar a Tirkiyê de hatiye xitimandin. Ger ev xitimandina sazûmana Tirkiyê were derbaskirin wê pirsgirêka kurd bigihêje çareseriyeke maqûl û ev yek wê rê li ber çareseriya tevahiya pirsgirêkên Rojhilata Navîn veke.
 
Di vir de pêwîst e mirov bê tirs û xov bêje ku ev xakên dergûþa mirovahiyê ji hesreta çolê ya ji avê re zêdetir bi hesreta azadî û demokrasiyê ne. Mifteya tenê ya çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn, têgihiþtina demokratîk û gihiþtina bîrûbaweriya demokrasiyê ye. Têgiha demokratîk jî tenê bi pejirandina nasname û mafên hev ên gelan dikare li pêþ bikeve. Rojhilata Navîn bexçeyeke gel, ol û çandan e. Bi sedan gel, ol û çand li ser vê xakê mil bi mil dijîn. Pêwîstî pê heye ku ev tev ne bi hev kevin, berûvajî vê, hev bipejirînin û li hemberî mafên hev rêzdar bin.
 
Ev yek jî bi avakirina yekîtiyeke hemû çand, ol û gelan himbêz bike dikare pêk were. Konfederalîzma Kyakserê Med saz kiriye, divê îroj di navbera tevahiya hêz û rêxistinên her çar parçeyên Kurdistanê de, di navbera hemû çand, gel û olên li Kurdistanê dijîn de were sazkirin û li ser vê yekê piþtgirî û hevalbendiya gelên cînar jî were girtin. Wê ev yekîtî gelê kurd û yên herêmê bibe konfederalîzmeke demokratîk a ku hemû çand, nasname, hêz, derûdor, ol, etnîsîte û gel dikarin xwe tê de bibînin, bînin ser ziman û azadiya xwe bi dest bixin û bi awayekî demokratîk û aþtiyane bijîn.
 
Pêwîst e Newroza 2007an bi vê giyanê were pêþwazîkirin û pîrozkirin. Derveyî vê her berdewamkirina koledarî û zilmdariya dewletên despotîk, monarþîk, olîgarþîk û rêxistinên siyên vana ye, her berdewamkirina koletî û mirin û kuþtinê ye.
 
Li ser vê xaka dergûþa mirovahiyê divê hemû zarokên þîrhelal ên di vê dergûþê de jiyane, li nirxên mirovahiyê û li xaka ji wana re dayiktî kiriye xwedî derkevin û êdî dawî li kuþtin û mirina li ser vê xakê bînin, li þûna vê hevalbendî, yekîtî û piþtgiriya gelan saz bikin. Bi sazkirina konfederalîzmeke berfireh a di navbera hemû gelan de, xwe bikin hêzeke mezin û bi giyana Kawayê Hesinkar û hemdem tevahiya sazûmanên paþverû û kevnare birûxînin, li cihê wana kelehên azadî, aþtî û demokrasiyê ava bikin û li ser bircên wana agirên Newrozê geþ bikin ku tevahiya cîhanê bibîne va ye li ser vê xakê mirovahî hîn têk neçûye û hêviya wê ya gihiþtina azadî û demokrasiyê zindî ye!...
 
Bi hêviya gihiþtina jiyaneke azad û demokratîk a tevahiya gelan himbêz dike, Newroza 2007 an li we û li mirovahiyê pîroz dikim.
Hesen Huseyîn Denîz
 
 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org