|
Newroz Pîroz be!
HESEN HUSEYÎN DENÎZ Bihara rengîn bi hemû xeml û rewþa xwe ya teze Newroz afirand. Li her aliyê Kurdistanê û li tevahiya cih û warên kurd lê dijîn cejna netewî bi coþ tê pîrozkirin. Newroz
ji bo kurdan gelbûn, azadbûn,
rizgarbûn, hebûn û serxwebûn e. Newroz bidawîbûna zor û dijwariyên
zivistanê, hatina jiyaneke nû ye. Bidawîbûna koledariya Asûr, li þûnê
avakirina sazûmaneke bê koletî, di dema xwe de pêngaveke pir wêrek
diyar dike. Newroz
ne tenê ji bo kurdan, di wê demê de ji bo hemû gelên ji koledariya Asûr
bi bandor bûne, ronahiyeke azadî û
rizgariyê ye. Bi vê sedemê tevgera Med ji tevgereke gelêrî zêdetir di
wateya navnetewî de - navgelêrî ye. Newroz di dema xwe de, ji
berjewendiya gelê Med zêdetir - ew jî tê de - berjewendiya hemû gelên
azadixwaz derdixe pêþ û rizgariya wana bi ya xwe re tîne. Ger
Newroz wekî cejnekê ev 2643 sal in bê navber ji aliyê gelên herêmê
ve, di bin her þert û mercî de tê pîrozkirin, grîngiya wê ji navgelêrîbûna
wê û hêza wê ya azadkirinê tê. Ger gelên herêmê rizgarî û azadiya
xwe ewqasî tê de nedîtibana, heta roja me wilo bi dil û can û pê ve
girêdayî pîroz nedikirin. Newroz
bi dadana êgir tê pîrozkirin. Agir di jiyana gelên Arî de xwediyê grîngiyeke
jiyanî ye. Li welatekî têr-çiya û xwediyê zivistanên dijwar agir
germahî, ronahî, sebir û nîþaneya tolhildanê û ya serkeftinê ye. Ji
bo kurdên çiyayî piþtî westandinekê yan jî di hebûna
sermayekê de dadana agirekî û rûniþtina li ber; qasî
bidestxistina kelehekê dilrehetî û aramiyekê
dide nava mirovan. Agir
parçeyek herî bingehîn a jiyana kurdan e. Çawa ku mirovahiyê bi dîtina
êgir di jiyana xwe de hilpekînek bidest xistiye, ev yek ji bo kurdan jî
wiha ye. Jiyaneke bê agir, ji bo kurdan
ne rewa bû. Jiyaneke bê agir dihat wateya sarbûn, birçîbûn û
mabûna di tarîtiyê de. Bi vê sedemê di cejneke xwe ya gelêrî de
dadana êgir bi hêsanî grîngiya xwe dikare têgihiþtin bide. Derketina
ji werza zivistanê û pêþwazîkirina biharê, qasî
rizgarbûna ji dijwariya koledariya Asûr watedar û xwediyê grîngiyekê
ye. Bihar bi xwe re zayîna pezî, zayîna xwezayê û þînbûnê, kulîlkdanê
tîne. Çêbûna van bûyeran tevan jî di jiyana
mirovan de xwediyê cihekî heyecandêr û coþêr e. Dema kar û
berx cêwîk dizên, dema giya bejnekê bilind dibe, dema kulîlkên rengîn
bi bêhna xwe mirov ji ser hiþ dibe, dema refên kewan xwe ji ser latan
berdidin tev heyecan û coþê tije hundirê dilan dikin. Germbûna
xakê, av û hewayê vê germahiya xwe bi lêvkenî û biriqîna bibûkên
çavan dide ser rûçikê mirovan û mirov bi vê hîsê êdî dizanin ku
dawî li zor û zahmetiyan tê û pêþiya wan firehî ye. Di
salên di bin desthilatiya dagirkeriya li ser Kurdistanê de, di þertên
herî dijwar ên piþtî qirkirinên dewleta tirk ên li Agirî, Zîlan û Dêrsimê
jî kurdan wekî çirûskeke hêviyekê be jî agir ji navsera çiyayên
Kurdistanê kêm nekirin. Di her Newrozê de li navsera çiyayekî ji aliyê
destekî nediyar ve vebirî agirek dihat dadan: geh li Serhedê, geh li
Xerzanê, geh li Botanê… Li
tenê çiyayekî Kurdistanê be jî dadana êgir dihat wateya hê
windanekirina hêviya rizgarî û azadiyê.Yanî li Kurdistanê bi þopandinêriya
kevneþopiya Newrozê, hêvî her dem
zindî dihat girtin. Wek îroj, doh jî hêvî her dem heye!.. Bi
derketin û lipêþketina tevgera azadiyê ya Kurdistanê, ew xov û tirsa
qirkirinên bi destê dijmin li ser gelê kurd hatibûn meþandin wekî tava
tîrêjên xwe dirêjî ser berfê bike, roj bi roj hiliya û li þûna wê
baqên kulîlkan serî dan der. Ew çirûska hêviyê ya di veþarteka dilê
gel de peqiya û bû hêtûnek. Êdî mirovan wêr di xwe de dîtin ku hêviya
xwe ne tenê li sere çiyayekî bi dadana agirekî tenê diyar bikin, li
navsera hemû bilindahiyên Kurdistanê bi dadana bi hezaran agiran dan der.
Ev wekî biþkivîna biharê bû; ji kulîlk û fêkiyan re dibû destpêk. Bi
serhildanên gelêrî re agirê Newrozê êdî ji navsera çiyan xwe berda
qadan, kolanan û bajaran. Ev êdî li Kurdistanê dibû pêngaveke nû û
dihat wateya beyankirina her
roj, li her derê Newrozê! Êdî hêvî û coþa Newrozê bi gel re dimeþiya.
Her qada gel lê, agirê Newrozê jî li wê derê dihat hildan. Ew xov û
tirsa mezin dihat þikandin. Ew kelehên
tirsê dihatin hilweþandin. Ev bi tena xwe ji bo gelê kurd di
buhaya þoreþekê de ye. Þoreþa ramanî, hestedarî, wêrekî û bîrûbaweriyê
wiha pêk dihat û di kesayetan de saz dibû ango dihat avakirin. Êdî
di bibûka çavên vê kesayetê de mirov dikarîbû zêdetir û zelaltir
rivîniya agirê Newrozê û biriqîna hêviya azadiyê bidîta… Di
roja me de Newroz bi vê kesayetê tê pîrozkirin; ji ber vê him dikariya
vîna dijmin biþikanda û him dikariya mafdarbûna xwe bi cîhanê bida
pejirandin. Ger di civata Netewên
Yekbûyî de Newroz weke cejneke fermî tê pejirandin, ev ne dilrehmiya vê
civatê, encama gihiþtina kesayeta di têkoþînê de hatiye afirandin e. Gelê
kurd îroj bi vê kesayetê Newrozan pîroz dike û ber bi serxistina hêvî
û armancên xwe ve dimeþe. Têkçûna kesayeteke wiha wêrek û bi biryar
ne li qalê ye, lê serkeftina wê zû yan dereng vebirî ye. Newroza
we pîroz be! HESEN
HUSEYîN DENîZ
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org