|
NIJADQIRIYA LI SER KURDAN DIDOME
HESEN HUSEYÎN DENÎZ Li
Îranê pênc ciwanên kurd hatin dardekirin û pênc ciwan jî hatin jehrîkirin.
Ev komkujî û nijadqiriyeke li ser kurdan e. Dewletên dagirker û
desthilatdar bi hev re peymana qirkirina kurdan dane. Pênc pênc, deh deh,
sê sê, çar çar ciwanên me, zarokên me, dayikên me, xwiþk û birayên
me li ber çavên me qir dikin. Di zindanan de dirizînin. Li paþ derabeyan
dar de dikin. Ev zilm wê heta kengî bidome? Ev bêmafiya li ser kurdan tê
meþandin, wê heta kengî bê bersiv bimîne? Îran
komareke îslamî ye. Îslamiyet di roja me de di xizmeta faþîzm û
nijadperestiyê de ye. Li
ser ruyê cîhanê îslamiyeta Hz. Muhamed nemaye. Roja Hz Muhamed çû ser
dilovaniya xwe ji aliyê Kurê Mûawiye Yezîd ve bi þerê bidestxistina
xalifetiyê û bi kuþtina
neviyên wî yên li Kerbelayê îslamiyet hat berûvajîkirin û ew roj û
ew roj e, tiþta bi navê îslamiyetê tê kirin faþîzm û nijadqirî ye. Îslamiyeta
bi armanca dagirkirin û rakirina terþ û talanan hatiye Kurdistanê jî,
ji xwîn, êþ, azar, paþdemayîn û paþdebirinê bêtir tiþtek ji kurdan
re neaniye. Îroj komara bi navê îslamiyetê li Îranê tê meþandin jî
ji komareke munafiqtiyê pêþdetir ne tiþtekî din e. Ehmedî Nejad serkêþiya
vê munafiqtiyê dike. Tiþta li Îranê dimeþe ne îslamiyet, hovitî ye.
Îslamiyeta li Îranê bila bi qurbana kafirên li cîhanê be. Ger Hz.
Muhamed îroj ji gora xwe serî rakiriba wê tif kiriba ser rîh û simbêlên
Ehmedî Nejad û wê sed lanet li sazûmana îslamî ya li Îranê
barandiba. Sazûmanên
dagirkerên Kurdistanê bi rejîmeke faþîzane Kurdistanê roj bi roj tine
dikin, gelê kurd qir dikin. Faþîst dest didin faþîstan û hevgirtina
xwe xurt dikin. Nihal i serê kurdan faþîzma îslamî bûye qeda: ji
aliyekî ve Tayip Erdogan, ji aliyekî ve Ehmedî Nejad, ji aliyekî ve Beþar
Esad. Her yek ji yekî din xwînmijtir, nijadperestir, faþîstir û hovtir
e. Mirov nizane di rêzkirinê de kê bide pêþiya kê. Yekî gotiye piþk
û yê din ji pozê wî hilpekiya ye. Ewqasî di faþîzm û nijadqiriyê de
tifî devê hev kirine. Di
serî de gelê kurd û hemû gelên mirovhez, mafparêz ên cîhanê, divê
li dijî vê hovitiyê dengê xwe bilind bikin, qêr bidin, kirasê xwe biçirînin
û helwesta xwe bi çalakiyên cûrbicûr deynin holê. Ji bîr nekin ku îroj
em li hemberî van dardekirinan bê deng bimînin, wê sibê dor bê me. Bila
kesek nebêje, ew çûn , lê em man. Nijadqirî wê gav bi gav were ser ruhê
hemû kurdan. Û dema li Rojhilata Navîn kurd têk biçin, ne gelê Fars,
ne yê Tirk, ne yê Ereb wê ji vê yekê serkeftî û bi destkeftî
dernekevin; wê ew jî di çirava vê nijadqiriyê de têk biçin; wê hemû
nirxên mirovî winda bikin. Di
vê cîhanê de kî yê bi rûmet hebe, divê li hemberî van dardekirinan
dengê xwe derxîne. Bêdengmayîn pejirandina polîtîkaya dardekirinê ye.
Ev jî erêkirina qirkirina kurdan û di kesayeta kurdan de bêrûmetîkirina
mirovahiyê ye. Mirovahî
divê li rûmeta xwe xwedî derkeve. Welatên Ewropî ger bi rastî xwediyê
pîvanên mirovî ne; ger bi rastî li dijî dardekirinê ne, fermo, bila li
hemberî vê nijadqiriya li ser kurdan xwedî helwest bin. Fermo bila
helwesta hikûmeta Îranê þermezar bikin, bila ambargoyan deynin ser, bila
têkiliyên xwe jê qut bikin. Ger
Ewropa û hemû cîhan di mijara parastina mafê mirovan, mafê jiyanê yê
kesan de bi rastî dilsoz in, bila helwesta xwe li hemberî van dardekirinan
eþkere bikin. Ger eþkere nekin, wê demê ew jî dibin þirîkê van
dardekirinan, dibin þirîkê nijadqiriya li ser kurdan. Gelê
kurd jî êdî divê baþ zanibe ku dijminên wê, qirkirina wê dane pêþiya
xwe û vê yekê bi navê îslamiyetê, bi xapandineke olî ya mezin, dikin.
Gelê me divê zanibe ku îslamiyet li ser ruyê cîhanê nemaye. Tiþta bi
navê îslamiyetê tê meþandin faþîzm e, desthilatdarî ye, nijadqirî
ye, berjewendiya sermayedariyê ye, munafiqtiya herî mezin e. Di kîjan
Qur`anê de dardekirina ciwanên kurd hatiye nivîsandin? Ciwanên kurd ji
rejîma Îranê çi xwestine, derveyî mafên mirovî û netewî? Hûn
radibin ciwanên kurd bi jehrîkirinê qir dikin, bi dardekirinê qir dikin.
Destdiavêjin zarokên keç, bi sedan zarok di zîndanan de dirizînin. Bi
hezaran siyasetmedar diavêjin paþ derabeyan. We li aliyê Îranê û li
aliyê Tirkiyê bi tevahî 700 hezar leþker û pastar aniye ser serê ciwanên
kurd. Hûn ji vî gelî çi dixwazin? Ev faþîzma we, ev dijminatiya we, ev
nijadqiriya we, ev bêmafiya we, bi têkoþîna gelê kurd wê bibe xwîn û
jehr û di dev û pozê wer e biavêje. Divê were beyankirin ku terorîst,
faþîst û munafiqên qirnê 21. ên
li Rojhilata Navîn Ehmedî
Nejad, Tayip Erdogan û Beþar Esad in.
Ev gel wê roj bê, vî hesabî ji wana bipirse. Bila nebêjin kuþtinên
em dikin wê ji me re kar bimîne! HESEN
HUSEYîN DENîZ
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org