NIJADQIRIYA LI SER KURDAN 

 

 

 HESEN HUSEYÎN DENÎZ

 

 

Di vê hefteyê de, li Iraqê qirkirina li ser gelê kurd, bi destê hin beþên ereban pêk hat, lîsk û xetereyeke mezin a li hemberî biratî, aþtî û pêkrebûna gelan e. Gelê kurd û ereb wekî gelên din ên herêmê bi sedsalan e bi hev re di nava aþtiyê de dijîn. Her çiqasî di vê jiyanê de, herdem ji aliyê sazûmanên serdar ve, zulm û zordarî, çavtengî û çavsorî li ser gelê kurd hatibe meþandin jî, di navbera gelê kurd û gelên din de dijminatiyeke yek bi yek nehatiye dîtin û gel tev bi hev re xwestine bê alozî bijîn.

Niha bi êrîþên nijadqirî yên li ser kurdên Þengalê di vê hefteyê de hatin meþandin, hêzên ev terorîzm li dijî gelê kurd pêkanîne, dixwazin tovên dijminatiyê di navbera gelan de biçînin. Çalakiya li hemberî gel kirine, bi her awahî nîþaneya vê ye. Ger armanca wana tenê dengderxistin an propaganda baya, wê ne çar trempêl, yek trempêl biteqandana. Çima li hemberî gelê sîvîl, ê bê çek û bê guneh çar erebeyan pêk re diteqînin? Ji bo hestên netewî, nijadî werin hilkirin û tovên kîn û nefretê di navbera gelan de werin çandin; Iraq bi ber þerekî navxweyî ve biçe ku kerr li korên wana rawestin.

Armanca terorîstan a sereke ev e.

Armanceke din a terorîstan, xalîkirina xaka Mûsilê, ji kurdan e. Li gorî mejiyê sazûmana Baas divîbû xaka Mûsilê bihata erebkirin. Bi vê sedemê bi hezaran malbatên kurd bi darê zorê jê anîn der û malbatên ereb lê bi cih kirin. Bi salan ev domandin û niha wiha lê hatiye ku Hukûmeta Herêmê nikare bêje, ‘Mûsil xaka kurdan e!’ Mûsil bi ereban hatiye tijekirin û zêdetir jî erebên Baasî, ji bo ku Mûsil nekeve destê kurdan wê çi ji dest wana were bikin. Gelê Mûslewî (yên ji berê ve li Mûsilê dijîn) ne ewqasî dij-kurd in, lê erebên bi destê sazûmana Baas di wir de hatine bicihkirin, naxwazin yek malbata kurd li ser xaka Mûsilê bimîne. Li gorî mejiyê wan ê nijadî, çawa be Sadam (sazûmana Baas) ew ji çol û cebelan anîn û li ber keviya Dîcleya bi xêr û bêr bi cih kirin! Divê li vî mîratê desthilatiya xwe xwedî derkevin! Ji bo vê jî divê qira kurdan bînin! Bi vê sedemê alavên teqemeniyê tije trempêlan dikin û ne yeko yeko, çar bi çar tînin di nava kurdan de diteqînin. Yanê çiqasî hijmareke zêde kurd bimrin ewqasî wê xaka Mûsilê ji wana re bimîne. Hesap ev e; ewqasî qirêjî, nijadperestî û xwînxwarî ye! Dixwazin kurdan ber bi hundirê Baþûr ve bidahfînin û xakê li xwe fireh bikin.

Berya vê jî li Þengalê li ser kurdan nijadqiriya komikî pêk anîbûn, lê ne bi vê ecêbê. Diyar e ji çalakiyên destpêkê wêr girtin. Nêrîn ku çiqasî ji kurdan dikujin, kesek ne qalê dike, ne bi ser de tê, ne jî tola wana hiltîne. Ew jî wiha dihizirin ku kurd bêxwedî ne û çiqasî bikujin wê ji wana re kar bimîne.

Ji aliyekî ve pratîka kurdên yezîdî yên Þengalê û hêzên ji parastina wana berpirsyar wiha ye ku rê dide terorîstan. Kêmasî bi du aliyan e. Yek ji aliyê niþtecihên Þengalê tê, yek jî ji aliyê rêvebiriyên kurd tê.

Li Baþûrê Kurdistanê ev çend sal in Hukûmeta Herêma Kurdistanê li ser darê ye û gel rê ve dibe. Beþek gel ji vê serdariyê razî be yan ne razî be, divê jê re rêzdar be û xwe tev li vê serdariyê bike ku ji nîmetên wê sûd bigre. Kêmasî û nakokiyên di demên derbasbûyî de çi dibin bila bibin, di vê pêngava dîrokê de, hukûmetek li ser navê kurdan hatiye damezirandin û divê mirov ne ji bo lawazxistina wê, ji bo jiyandina wê têbikoþe. Ger mirov xwe jê bixeyidîne, nas neke, xwe nêz neke, ev nabe helwesteke hemwelatîbûnê.

Ji aliyê din ve rayedarên hukûmetê jî divê bi hiþmendî û berpirsyarî tevbigerin. Ew ne rayedar û hukûmeta beþekî yan eþîreteke ji gel in; berûvajî, divê xwe wekî hukûmet û rayedarên tevahiya gelên li Baþûr dijîn bibînin û bi vê berpirsyariyê nêzî gel û pirsgirêkan bibin. Ger di navbera wan û beþek ji gel de hinek sarbûna ji demên borî tên hebe jî, divê vê yekê dernexin pêþ û qasî guh didin xwe, guhdariyê li vî beþî jî bikin. Ji ber ku neynûka serê tiliya laþê mirov jî be, dema li kevir bikeve êþ û jan li cihê xwe namîne, heta dil û mejî hildikþe.

Bi vê sedemê, bi salan e her kes dizane ku li aliyê Þengalê valatiya ewlekariya gel heye. Rêberê KCKê Abdulah Ocalan ji Girava Îmralî, di navbera çar dîwaran de ev valatî dît û got ku divê ewlekariya gelê Þengalê were sitendin. Lê partiyên vê herêmê rê ve dibin guh nedan vê hiþyariyê. Ne PKKê, ne PDKê, ne YNKê, ne hêzeke din û ne jî Þengalî bi xwe ji bo ewlekarî û parastina kurdên yezîdî gavek tenê jî neavêtin. Niha ku pênc sed mirovên kurd ên sivîl û bêguneh hatin qirkirin þûn re, hêzên ewlekariya herêmê dibêjin, wê ewê parastina gelê Þengalê bigrin ser xwe. Di rastiyê de vê qirkirinê ji dûr ve bang dikir û digot, ‘Ez hatim, hatim!’ Lê herkesî çav lê girt. Tevî hiþyariyan, kesekî tedbîrên pêwîst ên ewlekariyê negirtin. Di vê mijarê de divê hêz û partiyên gel rê ve dibin rexnedayîneke xurt bidin. Ger birêz Ocalan ji nava çar dîwaran hiþyarî nekiribaya û bal nekiþandiba ser vê xala lawaz, mirov dikarîbû li hêzên ji ewlekariya gelê kurd berpirsyar biboriya. Lê niha rêka lêborînê nemaye; tenê rexnedayîneke ku di pratîkê de ewlekariya gel bi cih bîne, dikare wana bi ruyekî spî derxîne pêþberî gel.

Ji bo ewlekariya gelê yezîdî yê li Þengalê û ewlekariya kurdên din ên nêzî herêmên ereban dijîn û xetariya êrîþên terorîstan li ser wana hene, divê tedbîrên ewlekariyê werin girtin. Hêz û partiyên Kurdistanî divê di vî warî de hevkariyê bikin. Ger pêwîst bike, divê gel bi çek bikin û her kes ewlekariya xwe bi destê xwe bigre. Lê ti caran divê mirov beþekî gel di nava destê terorîstan de, li hêviya bextê wana nehêle; ji ber ku bextê terorîzmê nîne. Hele ew hêzên ku desthilatdarî li ser kurdan meþandine û kurdan wekî mirov nahesibînin, qet bextê wana nîne.

Bi vê sedemê divê rêvebir û berpirsyarên gelê kurd careke din destûrê nedin qirkirineke bi vî awahî pêk were. Tevî van tecrube û hiþyariyan ger dîsa jî qirkirina nijada kurd bidome, wê demê wê gel û dîrok ne tenê terorîstan, bi wana re rêvebirên xwe jî berpirsyar bigre û dema roja wê hat wê hesab bipirse.

Îroj ji her demê zêdetir pêwîstî bi yekgirtina netewî, bilindkirina giyana netewî û þanîdana helwestên netewî heye. Divê neyê jibîrkirin; dema neynûka ser tiliya laþê mirov jî were jêkirin, dîsa êþ û jan heta dil, kezeb û mejiyê mirov hildikþe. Ji bo rehetiya dil, kezeb û mejî be jî divê, laþ (gowde) heta neynûka ser tiliya xwe dahî ji qede û beleyan biparêze.

 

HESEN HUSEYÎN DENÎZ

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org