NIZAM JI BER ÇI?...

 

Hesen Huseyin Deniz

Min dixwest îlhamekê bigrim

Ji lêvên te yên sor, çavên te yên kesk, porê te yê zer

Rondika her du çavê min

Lê te

Bi awirên xwe yên tûj,

Bi peyvên xwe yên seqakirî

Dîsa ez hiþtim di nava tenêtiya min de

Dîsa sar e nava nivînên min

Dîsa vala ye himbêza min

Dîsa firiya çû ew ferîþteya îlhamê bide min

 

Ji pênûsa min xwîn digrî ser rûpelê îroj

Ne dikarim bi ramanên xwe

Ne dikarim bi  peyvên tên ser zimanê xwe

Tiþtek êdî ne wekî berê ye

Her tiþt berba bûye û çûye

 

Kanî te yê ava bikra jiyaneke nû

Ji bo min û ji bo xwe ?

Kanî emê azadbana,

Bijiyana wekhev bi parvekirina hest û ramanan?

Kanî ew xewn û xeyal

Kanî ew soz peyman?

 

Na, mixabin na!

Her ku ber bi te ve hatim

Gav bi gav

Te xwe paþ de kiþand

Lê dema tu nexwazî dizanim ku ev nabe

Roja yekê min ev ji te re got; ‘tu nexwazî nabe!’

Tu dizanî, ez dizanim û ew dizane

Hemu dizanin ku tu nexwazî qet nabe!

 

Belê,

Di cîhaneke bêbext de

Li bêbexteke weke te rast hatim

Nizam ji ber çi?

Agirê evîna te bû pêt

Dorpêç kir dora min

Ji dil dest pê kir heta raman û mejî

Tiþtek nema nehat sotin

Nizam çi bêjim ji te re:

Tu weke aleke rengîn, ber ba dibû li ser serê min

Belkî tu al bi xwe bû, ji min re

Lê nizam îroj çima tu ne di destê min deyî

Tu ber ba dibî li ku derê?

 

De hil be, biçe bi rêka xwe de

Oxira te ya xêrê be

Lingê de bikeve nava zêr û zêristanan!

Ji bîr neke:

Te li pey xwe hêtûnek hiþt ku

Yek li ser yekê zêde dibe û dikele, difûre dilê min

 

Belê Cannnnnn

Dilê min hêtûneke bê binî

Dilê min hêtûneke wekî hinava rojê

Germahiya wê

Disojîne hinava min

Axxx,  axx, Cannn!...

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org