PARVEKIRINA TENÊTIYÊ

 

Hesen Huseyîn Denîz

Binêre Can;

Dem çawa tê û diçe

Bitov dibin yek li pey yek tayên spî

Diyar dibin qermîçokên li kêleka çavan

Yek li ser yek zêde dibin

Salên bêyî te

Tu

Ji nediyariyekê hat

Di bihara xwe ya duwem de

Herikî

Ser rûpela qedera min

A bi pêþerojeke nediyar

Weke dilopeke xunavê

Bi tena xwe û pak

Weke rondikeke dagirtî

Ji evîn û hestan

Ez

Ji xwe bi hesret bûm

Wekî çoleke li hêviya baranê

Çav li rê bûm di her bihar û payîzan de

Wekî qonaxeke li ser rê û rêbaran

Di lêgera gulekê de bûm

Ku weke wê nebe di nava baxçê gulan de

Di wê bêhnê de

Tu herikî hinava dilê min

Bi keskahiya çavên xwe

Te vekir derabeyên giyana min

Bi lêvkeniya lêvesorên xwe

Te berba kir tenêtiya min

Bi berbabûna zêrîniya keziyên xwe

Min

Hêvî kir…

Pêþerojekê parve bikim bi te re

Bikenin, bigrîn, bijîn, bimrin bi hev re

Wekhev û hevpar

Azad û pêk re

Te

Wêr nekir

Gelo çi ma?

Cannn…

Evîn;

Ew hêtûna ji hinava dil dertê

Ew coþa bê gem û hefsar

Ew pêla peyamnêra ba û bageran

Ew lêvkeniya

Destpêk û dawiya tenêti

Û ew awirên te

Yên ji tîrêjên rojê ku di rondikê de diterisîn…

Cannn…

Ger zimanê te þewitî be jî ji dijwariya evînê

Lê bawer ke

Ne xaka pîroz

Ne sînga dayikê

Ne jî pêsêrên yarê

Nikare bilêv bike hezkirina min ji te re

Evîn;

Parvekirina tenêtiya min

Bi tenêtiya xwe

Ya weke taveke biharê hat û çû…

Binêre Cannn..

Guh bide ser xeyala min

Serî datînim ser xaka pîroz

A bi germahiya sînga dayikê

Û bi nermahiya pêsêrên te

Lihêfeke ji sitêrkan dinixumînim ser

Awirên min û te

Tenêtiya xwe dikujim bi

Kuþtina tenêtiya te

Bi peyvên diherikin ji nava

Lêvên hingivîn

Pêþeroja min xêz dikî

Ya bibe jiyana te

Cannn…

Bi hêviya roja hevdîtinê

Gelo li ku derê

Di kîjan demê de

Û li ser kîjan xakê?

Lê wekî te gotibû:

Hêvî herdem heye!...

 

Hesen Huseyîn Denîz

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org