|
PÊLA DAWÎ DIJWAR E, LÊ DAWÎ YE
HESEN HUSEYÎN DENÎZ
Komara
Tirkiyê, li hemberî têkoþîna rizgariya gelê kurd, bi pêvajoya
agirbesta KKKê beyan kiribû re, pêvajoyeke êrîþkarî dabû destpêkirin.
Tê zanîn di seranseriya zivistanê de êrîþ û operasyonên wê
ranewestiyan. Niha bi hatina biharê re vê pêvajoyê dixwaze bigihîne
encameke berbiçav. Bi vê armancê gelek hêz û alavên leþkerî
herikandin Kurdistanê û ser tixûbê di navbera Baþûr û Bakur de bi
tevahî girt. Pê re li seranseriya herêmên Bakur rêzeoperasyon dan destpêkirin.
Bi vê yekê armanca artêþa Tirkiyê mirov dikare wiha þîrove bike: -
Komara Tirkiyê ji bo KKK agirbestekê beyan bike gelek hêz xistibûn
tevgerê û di encama banglêkirina van hêzan û pejirandina rêbertiya wê
de, KKK ji 1ê Cotmeha 2006an ve agirbest bi yek alî beyan kiribû. Di vê
pêvajoya agirbestê de, komara Tirkiyê li þûna rêkên aþtiyê bide ber
xwe, berûvajî tevgeriya û artêþa xwe xist tevgerê. Agirbest ji xwe re
weke derfeteke hêzên gerîla tasfiye bike dît û bi ser de çû. -
Bi hatina biharê re welweleyeke çêkar rakir û hêzên xwe yên leþkerî
herikandin ser tixûb. Bi rakirina vê welweleyê him hêzên gerîla yên
li milê Baþûrê tixûb xistin nava hêviya operasyoneke bi gumanî ya li
ser Baþûr û ew rakirin teyaqûzê; him bala her kesî kiþand ser Baþûr.
Lê di rastiyê de, bi anîna hêzên xwe yên ser tixûb, xwest di navbera
hêzên gerîla yên li Bakur û li Baþûr bendeke fîzîkî ava bike û
çûnûhatinê asteng bike. -
Bi avakirina vê bendê, wê rê nede hêzên gerîla yên li Bakur ji
sedema operasyonan cihê xwe veguhêzin, derbasî Baþûr bibin û li cihê
wana hêzên vehisî derbasî Bakur bibin ku bikaribin pêngava biharê
bidin destpêkirin. Piþtî
avakirina vê benda fîzîkî ya li ser tixûb, artêþa Tirk li tevahiya
herêmên Kurdistanê operasyonên hevbeþ dan destpêkirin. Operasyon di
seranseriya zivistanê de jî hebûn. Lê wesifê van operasyonan ji yên
niha cudatir bûn. Operasyonên zivistanê zêdetir ji bo nehiþtina vehisîn
û xweperwerdekirina hêzên gerîla bûn û ger biketa destê wana darbelêxistin
û tinekirin jî pêk dianîn. Lê armanca yekem westandin bû. Ji bo vê
operasyon herêmî û bi rêzê dihatin kirin. Lê operasyonên bi
daxuyaniya serokartêþ Buyukanit hatin destpêkirin armanca wana cudatir e.
Ev operasyon bi awayeke hevsazî li tevahiya herêman bi hev re dan destpêkirin
û bi xwesteka tinekirinê tevdigerin. Ji bo vê; leþkerên derdixin
operasyonê ji bo gerîla bikiþîne nava pevçûnê tevdigere. Dema pevçûn
destpê bike, bi rêka teknîkê –helîkopter û erebeyan- bi hezaran leþker,
cerdewan û çek diherikînin cihê pevçûnê, dor li hêza gerîla dipêçin
û bi rêka firoke û helîkopterên þer lê didin ku yek kes jê nefilite.
Ji bo vê navê operasyonên xwe danîne; operasyona maliþtinê! Di
sala 1994an de piþtî agirbesta yekem a ji aliyê rêbetiya PKKê ve hatibû
beyankirin jî artêþa Tirk li Kurdistanê pêvajoyeke wiha operasyonal dabû
destpêkirin. Tê zanîn di sala 1992an de di navbera hêzên gerîla û hêzên
artêþa tirk de pevçûna herî giran û mezin pêk hatibû. Hêzên Baþûrê
Kurdistanê jî di vê pevçûnê de alîkarî dabûn artêþa Tirk û ji du
milan li hêzên PKKê dabûn. Hêzên gerîla zorî û zahmetiyên mezin kiþandibûn
û Ferhat (Osman Ocalan) tevî hêzên li gel xwe teslîmî hêzên Baþûrî
bibû. Bes ji bo berxwedana hêzên gerîla bi tevahî nehatibû þikestin,
di encama vî þerî de PKK xurttir derket. Li ser vê yekê rayedarên
Tirkiyê dîsa hêzên dostên xwe xistin tevgerê û ji PKKê beyankirina
agirbestê xwestin. PKKê agirbest beyan kir. Lê ev agirbest nemeþiya; ji
ber ku Komara Tirkiyê agirbest ne di rêka aþtiyê de, di rêka vehisîna
hêzên xwe û xwekomîserhevkirinê de bikar anî. Di seranseriya sala
1993yan a ku agir hatibû rawestandin de, alavên leþkerî yên nû yên
weke helîkopterên kobra, tankên bi laser û kamerayên bi termal kirîn
û li baregehên xwe yên leþkerî bi cih kirin. Di zivistana 1993-94an de
aliyê tirk, hêzên xwe perwerde kirin û bi destpêkirina biharê re, li
tevahiya Kurdistanê dest bi operasyonan kirin. Wê demê jî weke bihara
niha em tê de dijîn, pevçûnên mezin û bi xwîn di navbera gerîlan û
artêþa tirk de derketin. Hinek hêzên gerîla dan ber xwe û di milê Baþûr
re derxistin. Lê di encamê de, gerîla nehat tinekirin û hebûna xwe ya
li welêt û hêza xwe parast. Bes ku ev êrîþa 1994an ji aliyê artêþa
Tirkiyê ve nehatiba çêkirin; wê ji aliyê gerîlan ve pêngaveke
bilindkirina asta þer hatiba destpêkirin û dibe ku wê demê ev yek
bibaya destpêka têkçûna dawî ya artêþa tirk. Lê artêþa tirk berya
gerîlan ket tevgerê û rê li pêþiya gerîlan girt, nehiþt pêngavê pêk
bînin. Ji
her alî ve helwesta artêþa tirk a di roja me de diþibe helwesta sala
1994an. Rayedarên Tirk dizanin ku bersiveke erênî nedane agirbesta KKKê.
Bi ser de rêberê wê, xwestin bi jehrîkirinê bixin nava mirineke domdar.
Bi êrîþên li ser gel û partî û saziyên demokratîk xwestin lingê wê
yê siyasî û civakî qut bikin. Niha dor hat girtina encamên leþkerî.
Ev jî ji du xalan pêk tê. Xala yekem; wê bixwazin darbe li gerîlayên
li Bakur bidin û heta ji dest wana tê tine bikin. Xala duwem; bi leþkerên
li ser tixûb kom kirine û bi van operasyonên maliþtinê wê bixwazin pêþî
li hêzên gerîla bigrin ku nikaribin pêngava nû ya bi rabûna biryara
agirbestê destpê bikin. Rayedarên Tirk baþ dizanin ku wê hêzên KKKê,
piþtî hilbijartinên Serokomarî dest bi pêngaveke nû a þer bikin. Ji
sedema rewþa serokatiyê, wê ev pêngav pir dijwar destpê bike. Ger artêþ
bikaribe pêþî li destpêkirina vê pêngavê bigre, vê yekê bi tena
xwe, wê ji xwe re weke serkeftinekê bibîne û li ser vî bingehî bixwaze
sala 2007an bike ya xwe. Ger
di van her du xalan de artêþa tirk bi ser bikeve, êdî wê zorê bide
Dewletên Yekbûyî Yên Amerîka û Hukûmeta Herêma Kurdistanê ku li ser
hêzên gerîla yên li Baþûr jî operasyoneke berfireh lidar bixe. Ji xwe
wê demê hinceteke xurt jî dikeve destê dewleta Tirk. Dikare bêje;
“Min hêzên gerîla yên li Bakur maliþtin, rê bidin, ez yên li Baþûr
jî bimalim û em tev ji vê ‘bela’yê rizgar bibin.” Wê demê bi
gumaneke mezin, wê him Amerîka, him hêzên herêmî bi bazara ‘Ger tu
xwe li hemberî referandûma li Kerkûkê kerr bikî, emê jî li hemberî
operasyona te ya li ser hêzên KKKê xwe ji nedîtî bînin!’ bikevin
nava hevalbendî û pêvajoyeke nû. Li Baþûr, li ser herêmên gerîla tê
de bi cih bûne yên çiyayî wê artêþa tirk bikaribe operasyoneke demkin
di erdê re û di hewayê re destpê bike û wê demê ji bo hêzên gerîla
çepera operasyonê neçirînin; wê Tirkiye tixûbê xwe, Îran tixûbê
xwe û hêzên Baþûrî milê xwe yê di navbera wan û gerîlan de bigrin
û artêþa tirk bixwaze hêzên gerîla yên di navbera vê sêkuça þeytanî
de tine bikin. Heta dibe ku hêzên Îranê jî qederekê tixûb biborin û
hewl bidin hêzên gerîla yên PJAKê di vê navberê de tine bikin û bi
Tirkiyê re vê ‘bela’ ya hevpar bimalin. Ger
dewleta Tirk di van operasyonan tevan de bi ser bikeve û hêzên gerîla
darbeyeke mezin him li Bakur û him li Baþûr bixwin; wê demê wê soza
daye Hukûmeta Herêmê jibîr bike û ne bi rêkên leþkerî be jî, bi rêkên
siyasî, aborî, dîplomatîk û binesazî bixwaze hukûmeta Herêmê dorpêç
bike, qels bixe û daxîne rewþa peykereke xwe. Ji ber ku di herêmê de
qelsketina KKKê, wê destê dewleta Tirkiyê xurt bike û dewleta xurtbûyî
wê bixwaze tevahiya destkeftiyên aliyê kurd ji wana vegire. Bê
guman ev þîrove tev me li ser gumana ku artêþa tirk di êrîþ û polîtîkayên
xwe de bi ser bikeve kir; lê ger aliyê tirk bi ser nekeve wê çi bibe? -
Ger dewlet û artêþa Tirk di vê pêngava êrîþkarî ya bi navê
‘operasyona maliþtinê’ dane destpêkirin de bi ser nekevin û hêzên
gerîla kozikên xwe û destkeftiyên xwe biparêzin û pê re piþtî
rakirina biryara agirbestê bikaribin pêngaveke rêzeçalakî bidin destpêkirin,
wê ev yek bibe destpêka têkçûna artêþa tirk û tevahiya polîtîkayên
dewletê yên êrîþkarî û þerxwaz. Niha bi van êrîþên xwe yên
operasyonî serokartêþê nû Yaþar Buyukanit jî dixwaze xwe li hemberî
têkoþîna gerîlan biceribîne. Ji ber ku Yaþar Buyukanit ne kesekî ji rêzê
ye. Ew jî weke Dogan Gureþ û ekîba wî (Memet Agar, Tansû Çîler,
Ersever, Yeþîl û hwd.) kesekî alîgirê domandina þerê qirêj e ku li
hemberî gelê kurd rêbazên derveyî exlaq û zagonên þer pêk anîne û
kesên di vê pêkanînê de kar kirine bi xelatan payedar kiriye. Ji bo vê
xwe di pevçûna li hemberî têkoþîna gelê kurd de, dozdar û erkdar dibîne.
Lê ji axaftinên poþmanî yên Kenan Ewren û Memet Agar diyar e ku aqûbeta
wana wê li serê Yaþar Buyukanit jî be. Ji rayedar û fermandarên Tirkiyê
ti kesî qasî Kenan Ewren û Memet Agar li hemberî PKKê þerê dijwar
nekirine; li gorî ku ew bi ser neketin û îroj poþmaniya xwe tînin ser
ziman, biserketina Yaþar Buyukanit ne mumkun e. Ji ber ku gerîlan ji salên
1994an hîn bi tecrubetir, bi hêztir û perwerdetir in. Wekî din îroj
jiyana rêbertiya KKKê di rojevê de ye; ev bi tena xwe hêzeke mezin e ku
gerîlan li ber xwe bidin û asta þer pêþdetir bibin. -
Di operasyonên artêþa Tirk li tevahiya Bakurê Kurdistanê dane destpêkirin
de, wê bikaribin li hinek cihan hinek darbe li gerîlan bidin, heta wê
bikaribin hinek yekîneyên gerîla tine jî bikin; ji ber ku mercên xwezayî
yên erdnîgariya Kurdistanê di vê mehê de li çiyan rê nade gerîlan ku
bi hêsanî tevbigerin. Hîn li berpal û navsera gelek çiyan qasî bejnekê
berf heye. Li cihên berf dihile jî çem û robar bilind dibin û rêkên
gerîlan qut dikin. Bi taybetî ji bo herêmên weke Dêrsim, Serhed, qismek
ji Çewlîkê, qismek ji Botan û Zagrosê rewþ wiha ye. Lê li beþeke
mezin a erdnîgariya Kurdistanê rewþa biharê bi aliyê gerîlan ve
diqulipe û artêþa Tirk wê nikaribe li van deran encam bigre. Ev jî herêma
Mêrdînê, beþek mezin ê herêma Botanê (Cûdî, Bestan, Gabar, Mava, Çirav…),
beþek mezin ê herêma Amed û Çewlîkê, ye ku ev der tev niha berfa xwe
hilandine û dar û deviyên wana biþkivîne. Li van deran ji îroj û pê
de, encamgirtina operasyonên artêþa tirk pir zahmet e. Ji vê jî diyar e
ku artêþa tirk di operasyona xwe ya bi navê maliþtinê de, bi tevahî
nikare hêzên gerîlan ji bakur bimale û wê beþek zêde yê gerîlan sax
bimînin. -
Ev beþê gerîlan yê ji operasyonên artêþa tirk bifilitin bi rabûna
biryara agirbestê re wê bikevin parastina çalak û dest bi operasyon û
çalakiyên xwe bikin. Heta wê rojê, leþkerên ji par payizî ve di nava
liv û tevgerê de ne û bi pifdana serkeftinê hatine motîwîzekirin wê
ji teqat bikevin û demoralîze bibin. Ji ber ku negihiþtine armanca xwe,
demoralîzasyon û westandin wê ji ber xwe li ser dilê wana peyda bibe. Ev
encameke xwezayî ya xwezaya þer e. Dema hêzek bi armanceke diyar tê motîwîzekirin
û di dawiyê de ger negihêje vê armanca xwe, demotîwîze dibe û ji asta
hêza xwe dikeve. Lê hêza gerîla berûvajî vê, him ji sedema
valaderxistina operasyonên artêþa tirk, him ji sedema destpêkirina pêngaveke
nû, him ji sedema derbasbûna zahmetî û astengiyên werza biharê û him
ji sedema rewþa rêbertiyê wê di warê moral û motîwasyonê de asta xwe
ya herî bilind jiyan bikin. -
Bi vê yekê re, dewleta tirk a di operasyonên maliþtinê de bi ser
neketiye wê nikaribe ji dewleta Amerîka û Hukûmeta Baþûr daxwaza
operasyoneke li ser hêzên KKKê yên li Baþûr bike. Yek, wê newêre
operasyoneke wiha li dar bixe; dudu ger biwêre jî, wê Amerîka û hêzên
herêmî bêjin, ‘Heyra ma te hemû hêza xwe xist tevgerê, nikarîbû
hundirê xwe bimalî, tê çawa werî mala me bimalî? Ya baþ li ser dûvê
xwe rûnê û bes qala vê derê bike!” Bi vê sedemê wê encameke berçav
ji xwesteka xwe ya kirina operasyoneke li ser Baþûr nikaribe bi dest bixe. -
Tixûbê di navbera Baþûr û Bakur de, xwediyê erdnîgariyeke herî çiyayî
û astengiyan e. (Artêþa Îskenderê
Makedonî bi mehan di van çiyan de asê maye û heta artêþa xwe li gorî
rewþa erdnigariya Kurdistanê ji nû ve perwerde nekiriye nikarîbû çiyayên
Kurdistanê biqulipe.) Bi tedbîrên fîzîkî girtina vî tixûbî ya
seranserî ne mumkun e. Ger li ser tixûb, leþker mil bi mil bigrin û rêz
bibin jî, dîsa rêkên mirov bikaribe vî tixûbî biçirîne û derbas
bike hene. Ji bo wê, dema meha Gulanê biqede derfetên çûnûhatina gerîlan
jî wê pê re derkevin holê û Gerîla bikaribe hêza xwe taqwiye bike û
veguhezîne. Heta wê demê, ger artêþa tirk hêzên xwe yên li ser tixûb
civandine, paþ de nekiþandibin, wê ji gerîlan re bibin parî ku darbe li
ser darbeyan lê bidin. Bi
kinahî aliyê kurd û tirk ji her alî ve dikevin pêngaveke nû. Her du alî
wê careke dawî deqên xwe li hev bidin. Careke dawî ye, ji ber ku êdî
ti rêkên din li ber aliyan nemaye. Aliyê KKKê ev çardeh sal in ne kêmî
pênc caran e agirbesteke bi yek alî dide destpêkirin û her gav banga aþtiyê
dike. Di her carê de jî aliyê tirk van agirbestan weke qelsbûna PKKê û
ji xwe re derfeta êrîþkirin û tinekirinê bi kar tîne. Herî dawî rêbertiya
KKKê jî diyar kir ku êdî wê ev neyên vê xapandina aliyê tirk. Ev yek
veguherîneke wesifîn e. Heta niha aliyê tirk her dema di þer de tengav
dibû, dostên xwe dixistin dewrê û PKK razî beyankirina agirbestê
dikir. Mînak; di sala 1992an de bi bilindbûna çalakiyên gerîlan artêþa
tirk gelek baregeh û kozikên xwe yên leþkerî berdan û reviyan. Lê piþtî
agirbesta 1993yan careke din vegeriyan van baregeh û kozikên xwe. Aliyê
Tirk agirbesta 1995an li dijî PKKê bikar anî û qemyonek tije teqemenî
li ber deriyê dibistana rêbertiya PKKê lê perwerde dida endamên xwe, ya
li Þamê teqand. Dîsa agirbesta sala 1998an ji bo dîlgirtina rêbertiya
PKKê bikar anî… Agirbesta par jî, ji bo tinekirina gerîlan, jehrîkirina
rêbertiya wê û birîna lingê siyasî û civakî yê KKKê bikar anî. Piþtî
evqase kiryar rêberê gelê kurd mafdar e ku dibêje, “Êdî mecala min nîne
careke din agirbestê ji gerîlan bixwazim!” -
Dewleta tirk a di vê polîtîkaya xwe ya tinekirin û înkarkirinê de vê
carê jî têk biçe, wê him di hundirê welêt de, him li derveyî welêt
bikeve nava pêvajoyeke nû ya tengavbûnê. Destpêkê Amerîka, Hêzên
Herêma Baþûr, beþek ji dewletên Ewropa û demokratên nava wê, jê
bixwazin ku dev ji van polîtîkayên xwe yên tinekirin û înkarkirinê
berde û stratejiyeke nû ya bi rêkên aþtiyane û siyasî çareserkirina
pirsgirêka kurd bipejirîne. Ev yek, wê ne tenê daxwaza ven derûdoran
be, weke pêwîstiyeke têkçûna polîtîkayên aliyê tirk ên heta roja
me jî derkeve holê. Êdî serokartêþ Yaþar Buyukanit weke doh wê
nikaribe derkeve pêþberî raya giþtî û banga þer bike. Ger bike jî wê
kesek rûmetê nede zirtên wî. -
Bi valaderketina operasyonên aliyê tirk û destpêkirina çalakiyên gerîlan
re, astengî û dijwariyên li ser partî, sazî û rêxistinên aliyê kurd
tên meþandin jî wê bê wate bimînin û sist bibin. Niha weke
seferberiyekê her dozger ji aliyê xwe ve dixwaze baskên DTPê bibirin. Lê
her tiþt bi hev ve girêdayî ye. Ger gerîla têk biçe, wê baskên DTP
careke din nikaribin perîkên xwe dirêj bikin; lê na ku gerîla bi ser
keve û artêþa tirk têk biçe, wê demê wê baskên DTP ji nû ve û bi
awayeke gurr þîn werin. Gelê ji serkeftina gerîla wêr û moral girtiye
wê tev li derûdora DTPê kom bibe û di hilbijartinên payizî yên nûkirina
Meclîsê de, bi dengên xwe DTPê di ser bendê re biborîne. Ne tenê ew jî,
di rewþeke wiha de, wê çepgir, demokrat, azadîxwaz û dilxwazên tirk ên
ne li dijî têkoþîna azadiya gelê kurd tev hevalbendî û piþtgiriya
xwe ya bi gelê kurd û DTPê re xurttir bikin. Di rewþeke wiha de di
navbera aliyê kurd û tirk ên partiyên sivîl û saziyên civaka sîvîl
de îtîfaq û koalîsyonên li ser bingehê bidestxistina hilbijartinan
werin sazkirin û ev yek wê rê li ber þandina nûnerên xwe ji Meclîsa
Tirkiyê re veke. -
Aliyê kurd çi bi rêka endamên serbixwe be, çi bi rêka îtîfaq û koalîsyonên
þoreþgerî be wê vîna xwe derbasî meclîsa Tirkiyê bike û ev yek wê
bibe îmameya rêzelibên tizbiya serkeftinên KKKê û gerîlan. Her
serkeftineke gerîla weke libeke tizbiyê ya were darvekirin wê bikeve kêleka
hev û di hilbijartinan de, wê berhemên xwe bide. Dema nûnerên aliyê
kurd bi hijmareke têr bikevin Meclîsa Tirkiyê, wê bikaribin li wê derê
komeke(grûp) kurdî saz bikin û êdî aliyê tirk nema dikare weke salên
destpêka 1990î van nûneran ji meclîsê biqewitîne. Pêwîst e bi wana
re jiyan bike û ev jî wê rê li ber destavêtina çareseriya pirsgirêka
kurd a bi rêkên siyasî û aþtiyane veke. Bi
vê sedemê pêvajoya îroj li Kurdistanê tê meþandin ji her alî ve pêvajoyeke
jiyanî ye û her du alî jî ji bo bidestxistina vê pêvajoyê û
serkeftina aliyê xwe wê bi hemû derfetên xwe tevbigerin. Divê ti kes li
vê pêvajoyê, weke pêvajoyeke ji rêzê nenêre. Ev ne weke pêvajoya
par, pêrar an saleke din e. Di deh salan carekê de pêvajoyeke wiha jiyanî
yan tê berya mirov, yan nayê. Hêza dewletê jî têrê nake ku her sal pêvajoyên
wiha jiyanî bide destpêkirin û pêwîstî jî pê nîne. Pêvajoyên
jiyanî di rewþên xetariya jiyanî hene de tên destpêkirin. Bi vê sedemê
demkin û xwedî îdîayên mezin in. Ji xwe hêza ti alî têrê nake pêvajoyên
wiha jiyanî domdar bike û pêwîstî jî pê nîne. Pêvajoyên wiha motîwasyoneke
mezin, amadekariyên bi her alî û êrîþkariyeke topyekûn dixwaze. Lêbelê
beramberiya vê jî ji civakê fedekariyên aborî, demokratîk, azadî û
hwd. tên xwestin. Civaka bi hestên nijadî, xetariya li ser welêt û
bidestxistina serkeftinê hatiye motîwekirin ji bo demeke kin dikare
fedekariya tê xwestin bike, lê ji bo demeke dirêj ji sedema valaderketina
hêviyan wê êdî dev ji fedekariyê berde û hesap ji kesên jê fedekarî
xwestine bike. Di rewþeke wiha de jî, çeka di dest wan de dibe ku li
xwediyê xwe vegere. Ji bo vê, hêzên pêngava êrîþê didin destpêkirin
armancekê datînin pêþya xwe û heta ji wana tê dema wê kin digrin ku
motîwasyona pêk anîne hîn xera nebûye encameke berçav bigrin. Ev yek
ji bo dewlet û artêþa Tirkiyê jî wiha ye. Yaþar Buyukanit bi axaftina
xwe ya ji raya giþtî re ev motîwasyon da destpêkirin. Bi mîtînga bi
navê ‘Xwedîderketina Li Komarê’ jî ev yek kirin malê gel. Niha gel
bi hijmareke mezin li hêviyê ye ku di vê biharê de aliyê tirk li hemberî
gerîlan bi ser keve û encamên berçav bidest bixe. Lê dema hilbijartinên
serokkomariyê bi dawî bû, agirbest hat rakirin û bibînin gerîla tine
nebûye, cardin dest bi çalakiyan dike û cenazeyên zarokên wan bi ser
wana de tên rêkirin, wê demê wê gel ji sêhra motîwasyonê derkeve û
destê xwe bixe qirika hêz û kesên ew bê hiþ kirine û ji wana hesap
bipirse. Tê
dîtin ku di vê pêvajoya jiyanî de divê her du alî jî ji eniya xwe ve
kêmasiyan nekin û refên xwe dagirtî û xurt bigrin. Sistbûna aliyekî wê
xurtbûna aliyê din, têkçûna aliyekî wê serkeftina aliyê din bi xwe
re bîne. Êdî ew demên hevseng ango bi tewþ (qasî hev) tên
derbaskirin. Dîsa ew demên pata jî wê ji holê rabin. Ji îroj û pê de
aliyek wê ji aliyê din xurttir û çalaktir bibe. Ger ev aliyê xurttir û
çalaktir, aliyê tirk be; wê têkoþîna gelê kurd bikeve astengiyeke bi
zor û zahmet û ewrên reþ û tarî tije ser ezmanê Kurdistanê bibin. Lê
na ku ev aliyê xurttir û çalaktir aliyê kurd be, êdî wê rêk li ber
çareserkirina pirsgirêka kurd vebe û gelê kurd bikeve pêvajoyeke
bidestxistina nirxên xwe yên netewî û mafên xwe yên mirovtî û roja
Kurdistanê ji nû ve hil û geþ bibe û wê demê wê êrîþkarî û çavsoriya
dewleta Tirk a li ser Baþûrê Kurdistanê jî vemire. Dîsa çi Îran, çi
Sûriye jî wê pêwîst bimînin polîtîkayên xwe yên heta niha bi polîtîkayên
Tirkiyê re hevsaz dimeþînin, di ber çav re biborînin û veguherînin. Wê
demê jî wê sala 2007an bibe sala gelê kurd û azadiya gelên Kurdistanê!
HESEN HUSEYÎN DENÎZ
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org