|
Ji
Bo Gelên Kurdistanê
HESEN HUSEYÎN DENÎZ
Pêngava
15ê Tebaxê; ji roja pêk hat heta roja me, di her salvegerê de li ser
gelek peyv hatin gotin, gelek nirxandin hatin kirin û ji alîgirên wê
heta dijberên wê gelek derdoran xwestin têbigihêjin kûrahiya wate, pêwîstî
û grîngiya wê. Li
gorî hinekan ‘çalakiyek întixarî’ bû; li gorî hinekan rojek
‘tofana gel’ bû; li gorî hinekan ‘teqandina çekan xetariyeke herî
mezin’ bû; li gorî hinekan ‘qet pêwîstî bi rojek wiha tinebû’… Kesên
xwediyê van nêrînan ti caran xwe bi giyana 15ê Tebaxê re nekirin yek;
ti caran di nava têkoþîna 15ê Tebaxê afirandiye de cih negirtin; ti
caran piþtgiriya têkoþerên 15ê Tebaxê nekirin û ti caran serkeftina vê
pêngavê ji dil nexwestin… 15ê
Tebaxa 1984an, ev kes û derûdor bixwazin nexwazin di dîroka gelê kurd de
rûpeleke nû vekir; gelê kurd ji qirnekê derbasî qirneke din kir; gelê
kurd ji jiyanekê, bir ser jiyaneke din… Ji
bo pêwîstî û grîngiya pêngava 15ê Tebaxê were zanîn pêwîstî bi
çûyîna roj û salên berya vê pêngavê heye. Îroj asta têkoþeriya
gelê kurd gihiþtiyê ku mirov bi asta bêdengiya rojên berya pêngava 15ê
Tebaxê re bide ber hev, wê grîngî û pêwîstiya vê pêngavê ji ber
xwe derkeve ber çavan. Bê
guman pêngava 15ê Tebaxê çalakiyek berdewama têkoþîna PKKê ya ji salên
1974an û vir ve tê bû; lê belê ev têkoþîn di salên serdariya Cûntaya
12ê Îlonê de, bi xitimîn û tinebûnekê re rû bi rû hatibû. Cûntaya
Leþkerî ya 12ê Îlonê wekî bangêrekê di ser rêxistin û tevgerên çepgir
ên kurd û tirk re derbas bibû û bi gelemperî piþt li wana þikandibû.
Gelek rêvebir û endamên van rêxistin û tevgerên çepgir yan hatibûn
girtin û avêtibûn binê zîndanê, yan reviyabûn derveyî welêt û bi
kotekî canê xwe ji tofana cûntayê rizgar kiribûn. Pirahiya wan jî
derketibûn dewletên Ewropa û li wê derê dest bi xebatên rewþanbîrî,
siyasî û reformîstî kiribûn. Li gorî pirahiya van, ‘Êdî li
Kurdistan û Tirkiyê sazûmana faþîst a leþkerî desthilatdar bû û rêka
têkoþîna azadî, demokrasî, rizgarî û netewî ya gelan nemabû. Gelê
kurd êdî nikarîbû li ber xwe bidaya û divîbû bi kar û xebateke dîplomasî
û siyasî ya li Ewropa were meþandin, ev cûntaya faþîst bihata
nermkirin û bi vî awahî vegera ser sazûmaneke asayî pêk hatiba…’ Di
bîr û ramana van kes û derûdoran de, derfeta vegera ser xaka welêt û
dayîna têkoþîneke bi her awahî ya li hemberî vê cûntaya faþîst
tinebû. Herkesî vegera welêt wekî ‘întîxar, mirin, tinebûn, zîndan
û dînitî’ didît û bi vê sedemê ji pêþeroja welêt herî kêm ji
bo çend deh salên li pêþiya xwe, bê hêvîbûnek dijiyan. Rêberê
Partiya Karkerên Kurdistanê Abdullah Ocalan jî di sala 1979an de, piþtî
ji aliyê dewleta tirk ve, îlanbûna rêvebiriya tund a li bajarên
Kurdistanê, xetariya hatina cûntayeke leþkerî dîtibû û derbasî
Libnanê bibû. Li Libnanê bi komek heval û kadroyên rêxistina xwe re
him perwerdeya leþkerî û siyasî didîtin û him li ser pêþeroja welêt
û rêk û rêbazên berdewamkirina têkoþînê mejiyê xwe diwestandin. Di
wan rojan de, di nava tevgera PKKê de jî beþek kadroyên li qada Libnanê
perwerde didîtin, wegera welêt û berdewamkirina têkoþînê wekî ‘întîxarkirinê’
didîtin û bi vê sedemê çûna Ewropa û li wê derê bi meþandina xebatên
siyasî û dîplomasî domandina têkoþînê wekî rêka rizgariyê didan pêþ. Di
nêrîn û ramana rêberê tevgerê de, vegera welêt û domandina têkoþînê;
di nêrîn û ramana van kadroyên tên qalêkirin de derketina Ewropa hebû.
Çûyîna Ewropa dibe ku di warê çandî, hunerî, nivîskarî û dîplomatîk
de ji hinek xebatên kurdînî re bingehek çêbikraya û hinek derfet jî
vekiribana. Lê li aliyê din wê welatek û neteweke li hêviya azadiyê di
destê dijminê xwînxwar de bê xwedî, bê hêz û bê hêvî hatiba hiþtin.
Tevgerên þoreþger, çepgir ên bi navê azadî, serxwebûn û rizgariyê
derketibûn pêþberî gel, hêviya van nirxan dabûn gel û gel bi xwe re
rakiribûn ser pê. Lê dema cûntaya 12ê Îlonê hatibû û yên hatibûn
girtin, hatibûn girtin, yên derketibûn derve, derketibûn û gel bi
dijmin re rû bi rû bi tena xwe hatibû hiþtin. Çavê gel li rêka þoreþgerên
hêvî dabûn wana û ew bi dijmin re rû bi rû anîbûn bû ku werin û di
berxwedana wan a li hemberî dijmin de mil bidin milê wan. Lê
mixabin li holê kesek diyar nedikir. Leþker û polîsên tirk her roj
digirtin ser mal û gundan; mirov digirtin, bi îþkence û lêdan diavêtin
zîndanê. Komek leþker diçûn gundekî, gundî tev li derxaneyê kom
dikirin û gêreya ser sitiriyan bi wana dikirin. Di nava gund de, li pêþberî
malî û gundiyên wan li zilaman didan, dest diavêtin keç û jinan û rûmeta
mirovtî û kurditî dixistin bin pê. Kurdistan
dîsa bi lez vedigerandin salên beriya hebûna tevgerên þoreþgerî.
Welatê me ji aliyê artêþa tirk ve, ji nû ve dihat dagirkirin. Ji kîjan
malbatê bêhna þoreþgertî, kurditî, azadîxwazî û welatparêzî
hatibaya, digirtin ser û dibirin zîndanê. Li Kurdistanê lêdan, îþkence,
girtin, kuþtin û avêtina binê zîndanê bibû karekî rojane yê ji rêzê…
Li
ser peyama berxwedanvaniya li zîndana Amedê û girêdayîbûna bîranîna
þehîdên zîndanê, li qada Libnanê di Konferansa PKKê ya sala 1982an de
biryara vegera welêt û berdewamkirina têkoþînê tê sitendin û dest bi
amadekariyên vê tê kirin. Ev biryar û amadekarî dibin bingehê
sazkirina pêngava 15ê Tebaxê. Di
sala 1983an de komên propagandaya çekdarî yên ji 2,3,4… kesan pk tên
derbasî xaka welêt dibin. Ji van koman hinek jê hê li ser Ava Hêzil;
hinek, hê li Çiyayê Cûdî; hinek hê li hundirtir ji sedema îxbariyê
þehîd dikevin. Kesên di bin bandûr û zordariyên cûntaya faþîst de
çavtirsandî bûne, bê hêvî ketine, ji aliyê dijmin ve vîna wan hatiye
bidestxistin li pêþiya van komên þoreþger ên vegeriyane welêt bûn
kelemên mezin û gelek ji van koman bi xiyanetên mezin re rû bi rû man.
Kesên wiha di malên xwe de, þoreþger di ser xwarinê de qetil kirin û
serê wan dan dest dijmin, hinekan dijmin birin ser warên wan û ew dan kuþtin,
hinekan deriyê xwe li ber wana venekirin; hinekan operasyon li pey wana
rakirin… Lê
tevî van zor, zahmetî û xiyanetan gelê kurd ê bendewarê þoreþgeran,
deriyê xwe li ber wana vekirin û bi hemû derfetên xwe tev li vê pêla
berdewamkirina têkoþînê bûn. Kes, mirov û malbatên giyana welatparêzî
di xwîna wana de tevdigeriyan, bi þoreþgeran re hiþ, raman, mejî û dilê
xwe kirin yek û hêviya azadî û rizgariyê careke din li ser vê xakê û
di nava vî gelî de þîn hat. Roja
15ê Tebaxê wekî encameke vê xebatê pêk hat. Gavek derengmayî bû. Hê
di Newrozê de dikarîbû bihata destpêkirin, lê tirsa ku dagirkeriya tirk
ji zordestî û xwînxwariya xwe xistibû nava dilê kesan û bêbawerîbûna
serkeftinê ya di hinek kesan de, rê nedida ku ev têkoþîn zûtir û
xurtir were destpêkirin. Dawî
bi hewildanên rêbertiya PKKê ên bê navber, bi hêza þehadetên zîndanê,
bi xebatên komên propagandaya çekdarî yên li hemberî hemû zor, zahmetî
û xiyanetan gav paþ de neavêtin û bi xwestek û tevlêbûna fedekarî ya
gelê kurd ê welatparêz, rêka vê pêngavê hat amadekirin û di roja 15ê
Tebaxê de, di pêþengtiya Mahsûm Korkmaz (Egîd) de, bi biryardayîneke
xurt û bi wêreke mezin pêk hat. Li
hemberî tirs, xov, bêbawerî û paþdekiþandina nêrîn û kesayetên di
hundirê rêxistinê de; bawerkirin, biryarîbûn û wêrekiya Egîd û
komek hevalên xwe þanî didin, di dîroka gelê kurd de nûnertiya aliyê
dîrokê yê berxwedanvanî, lehengî û têkoþerî dike. Aliyê dîroka
gelê kurd ê berxwedanvanî, di kesayeta Mahsûm Korkmaz de careke din diwêre
ku li hemberî dagirkerî, zilmdarî û xwînxwariyê serî hilde. Ev mezinbûna
pêngava 15ê Tebaxê dihûne. Pêngava
15ê Tebaxê tê wateya nemirîbûna vîna gelê kurd û þanîdana vîna têkoþînê.
Dîsa tê wateya sernedanînê, têkneçûnê, binneketinê. Tê wateya
heterkariya(israr) daxwaza jiyaneke azad, xakek rizgar, mirovek serbixwe. Tê
wateya serneketina cûntaya faþîst û polîtîka û pêkanînên wê. Tê
wateya têkçûna polîtîka û pêkanînên asîmîlasyona sazûmana Kemalîst
a înkarkirin û tinekirinê li ser kurdan dimeþîne. Tê wateya valaneçûna
xwîna li hemberî van kiryarên dijmin hatiye rijandin. Tê wateya bidawînebûna
rêka Bedirxanan, Þêx Seîdan, Yezdan Þêran, Seyîd Rizayan,
Berzenciyan, Leyla Qasiman… Ger
pêngava 15ê Tebaxê nehatiba avêtin û di kesayeta vê pêngavê de li
hemberî dagirkeriya tirk ala berxwedanê nehatiba hildan, têkoþîna
rizgarî û azadiya gelê kurd careke din nehatiba destpêkirin, ev wate tev
wê bi ber ba biketana û dibe ku careke din li Kurdistanê, bi dehê salan,
bi navê kurd û Kurdistanê, ba jî neliviyaba. Ev xetere hebû! Grîngî
û mezinbûna pêngava 15ê Tebaxê ne tenê ji teqandina çend çekan, an
destpêkirina þerê çekdarî tê; grîngî û mezinbûna wê di
beyankirina vîna gelê kurd a di warê berxwedan, têkoþîn û biryarîbûna
bidestxistina mafên xwe yên netewî û mirovî tê. Bi vê pêngavê gelê
kurd ji dost û dijminên xwe re wiha dibêje û diqêre: ‘Ez nemirime û
namirim; ti hêz nikare min ji daxwaza min a azadî, rizgarî, demokrasî û
jiyanake wekhev dûr bigre. Ezê rêka þehîdên têkoþîna azadiya Kurd
û Kurdistanê ya ku li Geliyê Zîlan, lê Agirî, li Koçgirî, li Dêrsim,
li Mahabad, li her çar aliyê Kurdistanê xwîna xwe di oxira vî welatî
de rijandine, bi wêr û bîr û bawerî bimeþînim. Ne hovitiya
dagirkeriya tirk, ne bêdengiya cîhana bêbext nikare min ji vê doza min a
mafdar vegerîne. Ez bi vê bîr û baweriyê vîna xwe bi vê pêngavê
beyan dikim ku cîhan tev dengê min bibihîse; ez mafê xwe yê jiyaneke
azad, li ser xakek azad dixwazim ku heta serkeftinê ezê ji ser ya xwe
danekevim!’ Îroj
li ser vê giyanê, li ser vê beyankirina vîna jiyana azad gelê kurd bi
milyonan di têkoþînê de cihê xwe digre, mil bi mil yekîtiya xwe ya
netewî saz dike, li nirxên xwe yên dîrokî û hemdem xwedî derdikeve û
tevî dayîna berdêlên giran doza xwe bi biryarîbûneke mezin a mafdarbûnê
û bi bîr û baweriyeke xurt a gihiþtina serkeftinê, didomîne!’ 15ê
Tebaxê ji aliyê din ve roja damezirandina Partiya Demokratê Kurdistanê
(PDK) ye. Bi awayekî rasthatinî be jî, pêngava li Bakur hatiye avêtin
û damezirandina PDKê ya li Baþûr pêk hatiye, wate û grîngiya vê rojê
zêdetir û bilindtir dike. PDK îroj di rêvebiriya hukûmeta herêma Baþûrê
Kurdistanê de xwediyê weyneke grîng e û ji bo çareserkirina giþtî ya
pirsgirêka kurd xwedî derfet û erkên netewî ye. Tenê xwe bi azadkirina
parçeyekî bi sînor bihêle, wê hebûna vî parçeyî jî roj bê bikeve
xeterê; lê azadkirina tevahiya parçeyan wê hêzeke mezin a netewî
biafirîne û polîtîkayên dagirkerên Kurdistanê pûç bike. Bi
sedema vê roja xwediyê du wateyên grîng, li pêþiya partî û rêxistinên
serkêþiya gelên Kurdistanê dikin, sazkirina yekîtiya netewî heye. Em hêvîdar in ku ev roj bibe navgîna sazkirina Yekîtiya
Netewî ya giþtiya hêz û parçeyên Kurdistanê. Bi
vê bîr û baweriyê, roj û pêngava 15ê Tebaxê li tevahiya gelên
Kurdistanê û mirovahiyê pîroz be! HESEN
HUSEYÎN DENÎZ |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org