|
PÊWÎSTIYA HELWESTÊ
HESEN HUSEYÎN DENÎZ
Gelê kurd îroj bi mehan e, li welêt û li her aliyê cîhanê li kolanan e. Li hemberî zordariya neyar, li hemberî siyaseta înkar û îmhayê, li hemberî, tecrît û redkirina li ser kurdan û rêberê wan ji heft salî heta heftê salî di nava liv û tevgerê de ne. Ev pêwîstiyeke mirovî, netewî û civakî ye. Gelê kurd dadikeve kolanan, sînga xwe dide ber devê tifingên dijmin, lûleyên tanqan û ava panzêran, doza xwe diqêre. Gelê kurd agir berdide bedena xwe, agir berdide hebûnên neyar û ji ya xwe danakeve. Gelê kurd her roj bi girtin, lêdan, îþkence û kuþtinan re rû bi rû tê; bi sedtonan bombe dibarînin ser, dîsa jî ji banga azadî demokrasî û aþtiyê gav paþ de navêje. Dijminan ew koçî her aliyê cîhanê kirin, lê dîsa jî ji doza xwe û armanca xwe nevegeriya. Ev tev nîþaneyên zindîbûn û vejîna gelê kurd e. Tevî xayin, noker, xerab, sîxur, xwefiroþ û welatfiroþên di nav de, bi pîvaneke mezin helwesta xwe di aliyê azadî, rizgarî û têkoþînê de dide. Ev jî helwesteke herî bi rûmet a di dîroka vî gelî de ye. Lê bi vê tenê naçe serî. Ew kurdên me yên sînga xwe didin ber devê lûleyên tanqan, devê tifingên neyaran, êvarî dema tên mala xwe pirahî, di bin çengê wan de rojnameyeke sazûmana dagirker heye û li malê, li ser ekrana televizyona wana qinaleke tirkî tê temaþekirin. Dema tu jê bipirsî, hinceta wî/wê amade ye. Dibêje; ‘Heval, em li pêþketinên li aliyê dijmin temaþe dikin û dixwînin, bê ka di derbarê me de çi dibêje!’ Ê çavê min,; ma wê rojname û televizyona dijmin di derbarê te de çi bêje? Ji sibehê heta êvarî bi þerekî sanalî psîkolojîk çavê te, guhê te, mejiyê te bombebarîn dike. Dixwaze þerê nikare bi hêza xwe li hemberî te bidest bixe, bi rêka þerekî sanal bidest bixe. Ji bo vê operasyona nekiriye wekî pêk aniye diyar dike. Gerîlayên nehatine kuþtin wekî mirî raber dike. Têkoþîna te ya ber bi serkeftinê ve diçe, wekî hildiweþe tîne ser ziman. Û li aliyê din xwe bi hêz, yekgirtî, demokrat, mafparêz beyan dike. Tu neteweke hatiye çarperçekirin û hemû mafên te ji dest te hatine sitendin î; zimanê te jî li te hatiye qedexekirin, nasnama te jî nayê pejirandin; tevî vê ji têkoþîna te ya rewa re dibêjin ‘Terorîzm’ û ew bi artêþa xwe ya tev li polîs û cerdewanan milyonekê derbas dike û hemû teknîka kujêr di dest de, gundên te bombebarîn dike, daristanên te disojîne, jin, zarok kî tê ber mirovên te dikuje, ji xwe re dibêje, ‘Ez xwe diparêzim, ez mirovhez im’ Evqase çewtkirina mezin, evqase derewa mezin wê di radyo, TV û rojnameyên xwe de rojane biweþîne û tu jî radibî guh didî ser vana, çavê xwe ji vana venaqetînî û piþt re dibêjî, ‘Gelo dijmin rast dibêje? Gelo bi rastî heval hatine kuþtin? Gelo bi rastî têkoþîn lawaz dikeve? Gelo ma em nikarin dev ji çekan berdin ku ji me re nebêjin ‘terorîst’? û hwd. Dema te wiha got, dijminê ku di rastiyê de nikare têkoþîna te têk bibe, bi þerê sanal ê ragihandinê hiþê te tevlihev dike û te lawaz dixe. Dijmin di vî qirnî de, dixwaze serkeftina xwe, bi rêka sanalê bidest bixe. Dizane ku tevlihevkirina hiþê mirovekî ji têkbirina wî baþtir e. Mirovekî têk biçe, wê li mala xwe rûnê; lê mirovekî hiþê wî tevlihev bûbe, wê mal bi mal bigere û bêbaweriyê li ser herkesî belav bike. Niha dijmin dixwaze vê ecêbê bi serê kurdan de bibarîne. Divê kurd li hemberî vê çi bikin? Divê helwesta xwe þanî bidin. Îroj ne wekî berya sîh-çel salî ye. Bi saya têkoþîna azadiyê em bûne xwedî televizyon, rojname, kovar, radyo, malper û ajans. Wê demê tê her tiþtî ji çapemenî û ragihandina xwe bibihîsî û temaþe bikî, ne ji ya dijmin. Ji bo vê jî tê çapemenî û ragihandina dijmin li xwe qedexe bikî. Wekî muslimanekî li ber destê þêx tobe bike, tê jî li ber destê ROJ TV, Azadiya Welat, Gundem û Polîtîkayê tobe bikî. Tê bêjî ‘Tobe heram li min be ku ez derveyî we, televizyoneke tirkî temaþe bikim û rojnameyeke wana bixwînim.’ Ger tu wiha bikî wê sedî sed kurd bi ser bikevin û dagirkerê zordar bi bin bikeve. Werin em tev bi hev re hemû rojname û televizyonên sazûmana dagirker li xwe qedexe bikin. Em rojnameyên dewleta tirk nekirin, nexwînin, li televizyonên wana temaþe nekin. Zanibin ku her dûrketina ji dijmin, nêzîkbûna ber bi têkoþîna azadiyê û serkeftinê ve ye! HESEN HUSEYÎN DENÎZ
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org