PÊWÎSTIYA RIZGARKIRINA ZAROKÊN KURD

 

Hesen Huseyîn Denîz

 

Gotineke kurdî heye ku dibêje, ‘Her kes li ser miriyê xwe digrî!’. Em jî, her çiqasî pirsgirêka emê li vir vekin û bixwazin balê bikiþînin ser, girêdayî rewþa pirahiya zarokên cîhanê be jî, zêdetir, li ser zarokên kurd rawestin. Ji ber ku zarokên me ji çand, wêje, huner û kevneþopiyên xwe dûr dikevin. Heta niha me ev yek dikir sedema desthilatdarî û nebûna derfetan, lê di roja me de derdikeve holê ku li kêleka vê yekê, em xwe bi xwe jî vê rewþa neyênî didomînin.

Zarokên kurdan wiha lê hatine ku, dîl ketine destê televizyon, înternet,  atarî û telefonên mobîl. Di destpêkê de bêjim ku zarok û mirov çiqasî bikaribin teknîkê bikar bînin baþ e û ez ne li dijî vê me; lê belê ku ev teknîk þaþ were bikaranîn ew nabe.

Di vê xalê de berpirsyariya dayik, bav, bira û xwiþkan derdikeve pêþ. Zarok ji derdora xwe ya nêzîk çi bibîne wê dubare dike û çi fêr bibe, wiha derbasî jiyana xwe dike.

Bê guman malbatên zarokên xwe li gorî kevneþopiyên kurdinî û çand û wêjeya kurdî mezin dikin hene, mebesta me ne ew in; lê malbatên wiha di nava tevahiya kurdan de gelo ji sedî çend in?

Bi taybetî li bajar û metrepolan, li cihê derfeta bikaranîna teknîkê zêde ye, tê dîtin ku zarokên kurdan derveyî taybetmendiyên xwe mezin dibin. Zarokek dema sibehê çavên xwe li rojê vedike, bi bavê xwe yê li ber televizyonê rûniþtiye re rû bi rû tê. Bavê wî berya taþtê bixwe û here ser kar, dixwaze li nûçeyan guhdarî bike û bêguman an li CNN, an li ATV, an li TGRT an li qinaleke din a tirkan temaþe dike. Ji bo ku baþ bibihîse, dengê wê jî heta dawî vekiriye. Zarokê di nava nivînan de ji xewa sibehê veciniqiye, bixwaze, nexwaze ev deng weke bombebarîna topan tije hundirê guhên wî dibe û li ser hev li mejiyê wî dide. Peyv û hevokên tirkî di mejiyê wî de zinginiyê dikin û mejî dîl digrin. Ger zarok ji nava nivînan rabe û were li kêleka bavê xwe li ser sifreya xwarinê rûnê, vê carê çavên wî jî dikevin bin bombebarîna televizyona tirkî yan zimanekî din ê biyanî.

Dayika zarokan di wê bêhnê de çiqasî bi kurê xwe/keça xwe re bi kurdî biaxive, wê ji devê wî/wê bersivên tirkî di navê de derkeve, ji ber ku ziman fermana axaftinê ji mejî distîne û mejî di binê bombebarîna zimanê tirkî/ango biyanî de ye.

Piþtî taþtê wê zarok bi rê bikeve biçe dibistanê. Tê zanîn ku li dibistanê bi tevahî danûsitendina wî/wê dibe tirkî. Bi tirkî fêr dibe, bi tirkî dinivîsîne û dixwîne. Di navberê de bi tirkî dileyize, bi tirkî dikene û bi tirkî diqîre. Ev bi tena xwe ji bo zarokî/ê hilweþîna di mejî de gav bi gav ava dike. Mejî gav bi gav bi perwerde û zanista tirkî/biyanî tê dagirtin.

Zarok dema ji bo xwarina nîvro tê malê, dinêre ku wa ye dayika wî/wê, yan bira, yan xwiþka wî/wê li ber televizyonê rûniþtiye û li rêzefîlmeke tirkî/biyanî yê ku bombebarîna ser hestan dike temaþe dikin û di ber re rondik tije çavên wana bûne. Zarok dema dibîne dayik, an bira, an xwiþk wiha hestedar bûye, dibêje qey tiþtekî baþ e û ew jî derbasî ber Tv dibe, hestedariya wana bi wana re parve dike. Zarokê/a ku mejiyê wî/wê dîl hatibû girtin, niha jî hestên wî/wê dîl tên girtin.

Bav ji ber ku xwe rewþenbîr an pêþketî dihesibîne û li ser israra zarokan ji bo zarokên wî kêmî yên xelkê nemînin, ji wana re kompûter kiriye û xeta înternetê kiþandiye malê. Lê ne bav, ne dê nizanin înternetê tam bikar bînin û bi tevahî dane destê zarokan. Zarok di navbera esir û êvarî de bi dilê xwe dikevin înternetê û þûna agahî, nûçe, fêr û zanyariyê kom bikin, çi were ber wana li ser tik dikin û ji tiþtên xêr û guneh bigir heta tiþtên hiþ û ramana zarokan serûbin bikin, tevan dibînin û di bin bombebarîna wana de gêj dibin.

Ji xwe ku zarok bi ser deh salan ketibe û telefona mobîl jî di bêrîkê de be ew jî ji aliyekî ve bi rêkirina peyaman, bi hatina peyaman û hwd. Bandora xwe him li ser ziman, him li ser dem û him li ser çanda zarokan dike.

Rojên ku dibistan di bêhndanê de be û hinek pere di bêrîka wana de hebe, vê carê baz didin salonên atarî û bi saetan lîstikên þer, lîstikên kuþtin û mirin tije tê de ne, dileyizin û geh xwe dikin rambo, geh xwe dikin nizam çi û li wir jî, di binê bombebarîneke exlaqî de bi tevahî ji rê derdikevin.

Ev nesaxiya em dixwazin balê bikiþînin ser, ne tenê ya zarokên kurdan e, lê min got ku her kes li ser miriyê xwe digrî, emê jî li ser zarokên xwe bigrîn.

Di van deh salên dawî de, di warê teknîk û zanistê de pêþketin ewqasî bi lez çêbûn ku van pêþketinan bandora xwe li ser tevahiya jiyana mirovan kir. Em li van deh salên dawî binêrin: di warê teknîk, ragihandin û zanistê de pêþketinên çêbûne bi xwe re jiyana mirovan û bi jiyana mirovan re çand, wêje, huner, exlaq, kevneþopî û nirxên wan jî dan guhertin. Mirovahî ewqasî birçiyê pêþketin û guhertinê bû ku pêþketina zanistî û teknîkî çi pêþkêþî wê kir bê ku lêpirsînê bike girt û daqurtand. Ne got, ev çi tiþt e, gelo zirara xwe ji min re heye, yan fêda xwe heye? Rahiþtyê û li xwe kir, rahiþtyê û xwar, rahiþtyê û bikar anî, rahiþtyê û jiyan kir.

Em li encama vê bêhesabiyê binêrin bê mirovahî di ku re derket?

Di civakan de ji homoseksueltî bigir heta lezbiyentî, ji zînayê bigir heta întixaran, ji tarîqatên derveyî rêzê bigir heta çetecitiyê, ji dizî, çelp û talankeriyê bigir, her cureyê serxoþiyê, ji sextekariya her tiþtî bigir heta xapandinên bi her awahî civakan jirêderketineke mezin bê hed û bê hesab jiyan kirin.

Bê guman ev ne bê sedem bû. Di binê bandora sazûmanên feodalî, olî, monarþîk û dîktatoryal de ewqasî bêhnçikyayî hatibûn hiþtin ku roja ji vê rizgar bûn  çavên wana li çi ket, xwestin ji xwe re bigrin û çi dîtin xwestin jiyan bikin.

Di vê navberê de civakên wekî me ne sazûmaneke wana, ne dewleteke wana, ne mafekî wana, ne dadmendiyeke wana hene jî di nava ling û piyan de çûn. Ji aliyekê ve ev hilweþîn kêm be jî jiyan kirin, ji aliyê din ve bi tevahî ji çand, wêje, huner, dîrok, kevneþopî û nirxên xwe hatin dûrxistin. Yanî me kurdan di vê sedsala derbasbûyî de bi du aliyan zirar dît. Him hilweþandina mirovtî ya di giþtî de hat jiyankirin bandora xwe li ser me kir, him dagirkeriyê bi qedexekirina nirxên me em seqet, kerr, lal, kor û bê hîs hiþtin.

Bi vê sedemê niha zarokên kurdan ji yên her kesî zêdetir ne yên xwe ne. zarokên kurdan di kolanan de lîstikên tirkî dileyizin, bi tirkî ji hev re xeberan didin,  dema dikevin erdê bi tirkî digrîn. Niha hûn dikarin bêjin ku; ‘ma qey dayik û bavên wana bi kurdî dikenin û digrîn ku zarok jî bi kurdî bikenin û bigrîn?’ Ev jî rastiyeke din e, lê gotineke din a kurdî heye ku dibêje; ‘yê çû, çû, qe ne yê maye bigre!’

Niha dayik û bavên kurdan sedsala xwe bi wî awahî borandin. Di her warî de pirr bi lez jiyan kirin, li her aliyê cîhanê belav bûn, di her karî de xebitîn, fêrî zimanê her miletî bûn, her cureyê miletan û her cureyê jiyanê tamandin. Yên li welatê xwe man jî bi dijmin re her roj di nava xirûcirê de, bi girtin û lêdanan, bi îþkence û sirgonan, bi talanî û malkambaxiyan re rû bi rû man. Roj hat di serhildanan de bi rojan qêriyan, roj hat li ser cenazeyê zarokên xwe bi roj û þevan li kolanan tî û birçî man, roj hat tiþtekî bi serê wan de nehatiye nema. Lê di encamê de wan  jî têra xwe ji derfetên sedsala borî  nasibê xwe sitend. Zarokên wan li kolanan man, zarokên wan bê perwerdeya zimanê dayikê man, zarokên wan di navbera du çandan de çûn û hatin.

Bi kinahî rewþa kurdan tevan kêm zêde dîmeneke hevpar radixîne ber çavan û ev dîmen ji bo rojên li pêþiya kurdan qet ne baþ e, ger wiha bidome!

Lê hêviya me ew e ku wê wiha nedome. Em derbasî sedsaleke nû bûne û wekî me got, di sedsala derbasbûyî de me têra xwe devjixweberdan jiyan kir. Êdî dem, dema vegera ser nirxên xwe ye.

Vê yekê ne tenê ji bo kurdan, ji bo giþtiya mirovahiyê jî mirov dikare bêje ku di sedsala derbasbûyî de mirovahiyê têra xwe tolazî, devjixweberdan û jirêderketin jiyan kir. Niha em bi mirovahiyeke ji vana tevan têrbûnek jiyan kiriye û êdî pê tatmîn nabe re rû bi rû ne. Ev mirovahî wê yan ji xwe re tolazî û jirêderketinên nû bibîne, yan jî wekî mêrikê tobedar wê ji kiryarên xwe yên di sedsala borî de tobe bike û li ser vî bingehî vegera ser rastiya xwe, ya ser nirxên hevpar û durust ên mirovahiyê jiyan bike.

Kurdan jî di sedsala dawî de û zêdetir jî di van deh, bîst salên dawî de qasî zor, zahmetî û dijwariyên jiyan kirin, di navbera xwe de jî ne kêmî giþtiya mirovahiyê devjixweberdan û jirêderketin jiyan kirin. Her gav ketin qirika hev, bi hev re di nava pevçûnê de ne tiþtek ji xwe têgihiþtin, ne ji mirovahî û cîhanê. Di vê berdîberdanê de her kurdek ji nirxên xwe reviya, yên bi kurdî dizanîbûn jî, axaftina bi zimanên biyanî ji xwe re wekî rûmetekê dîtin. Li þûna çanda xwe pêþ ve bibin, çanda desthilatdar pêþ ve birin. Stranên kurdî bi destê xwe dizîn, peyvên wana kirin zimanê biyanî û firotin neyar. Ger hûn ji min bipirsin ezê bêjim ku jirêderketina herî mezin, heta zînakirina bi çanda xwe ya herî mezin ev dizîn, guhertin û firotina helbest, stran û mûzîka kurdî bû. Mirovek dema çanda xwe, wêjeya xwe, nirxên xwe ji xezîneya gelê xwe didize û dike malê dijminê xwe, ew çawa dikare di nava mirovahiyê de serê xwe rake, ez hê jî wateyê nadimê. Lê mixabin bi sedan mînakên vana di nava kurdan de hene û him bi vê zînayê xwe serbilind dibînin. Ji te ev jirêderketina herî mezin e û pêwîst e di vê sedsala nû de kurd vê jirêderketinê mehkûm bikin û vegerin ser rastiya xwe. Li nirxên xwe xwedî derkevin. Li çanda xwe xwedî derkevin. Wêjeya xwe jiyankirin bidin. Dîroka xwe ji nû ve bijîn.

Bi vê sedemê li mala xwe ji kerema xwe re televizyonên kurdî bi zarokên xwe bidin temaþekirin. Ger li xweþiya we neçe û hûn gelekî hatibin hilandin jî, tenê ji bo rizgarkirina zarokên we ji destê çanda dijmin be jî, li mala xwe televizyonên kurdî bikin temaþokên bingehîn. Berê ev derfet tinebû, lê niha heye. Herî kêm deh televizyonên kurdî hene. Þûna mûzîkên bi zimanê biyanî bikevin guhê zarokên we, bila mûzîkên kurdî bikevinê. Þûna li fîlmên Yeþîlçam û Hollywood temaþe bikin bila li çanda gelê xwe temaþe bikin. Li çûna li sihbet û nûçeyên bi zimanê biyanî guhdarî bikin, bila bi zimanê xwe guhdarî bikin. Hûnê bibînin ku wê di warê hest, raman û giyanî de him zarokên we û him hûn bi xwe zêdetir bi tenduristî jiyan bikin.

Hûn jê fêm nekin jî dest biavêjin înternetê û di favorites a internet explorer de navê sîteyên kurdî, navê rojname û televizyonên kurdî, navê radyo û malperên kurdî qeyd bikin û dem bi dem biþopînin ku zarokên we di van deran de bigerin. Him bi vî awahî nekevin rêkên derveyî exlaqê hevpar û him çand, wêje û dîroka xwe binasin.

Ew bombebarîna ziman a ku li dibistanên tirkî jiyan dikin jî li malê bi vî awahî hûnê bikaribin bêbandor bikin û ger hêza we hebe hûn dikarin rojê saetekê giþtiya endamên malbatê, xwe di warê zimanê kurdî de perwerde bikin. Ma qey eyb an þerm e ku dê, bav û zarok li hev rûnên û xwe fêrî axaftin û nivîsandineke durust û zelal a zimanê dayika xwe bikin? Na, ne þerm e û ne eyb e, berûvajî wê ku mirov bi zarokên xwe re bi zimanê neyarê xwe biaxive û bi vê jî kêfxweþ bibe ango xwe bi vê yekê wekî pêþketî û modern bibihîse ew xerab e. Ya xerab ew e ku derfeta mirov hebe û mirov zimanê xwe, nirxên xwe yên çandî, civakî, wêjeyî û hunerî bikar neyne û her wekî benîþtê darê ku bi mirov bizeliqe û xwe jê bernede, xwe bi zimanê dijmin bi sînor bike.

Îroj bi sedan malper û sîteyên kurdî hene û herî kêm di her malbatê de înternet heye. Zarokên xwe fêrî van sîte û malperên kurdî bikin û bila ji van deran re binivîsînin, bila bixwînin û vegera ser nirxên xwe jiyan bikin. Sîte û malperên kurdî jî tev bi yek dengî vê bangê li tevahiya dayik û bavên kurdan bikin ku zarokên xwe ne ber bi tirkî, erebî, farisî an zimanên din ên biyanî ve bidehfînin, berûvajî vê ber bi kurdî ve biajon û ew bi xwe jî pêþengtiyê ji vê re bikin.

Radyo û televizyonên kurdî bernameyên hîn xweþtir ên bala mirovên kurd bikiþînin saz bikin û biweþînin. Temaþekirina xwe  dilbijare bikin. Radyo, rojname û kovarên kurdî jî her wiha xwe zêdetir bigihînin kurdan û bangî zarokên kurd bikin. Di Tirkiyê de pêwîstî bi du-sê rojnameyên din ên rojane yên kurdî hene. Bila rojnameyeke kurdî ya magazîn, ya spor, ya çandî û hwd. Hebe. Kurd bila bi pir alî bi ber ziman û nirxên kurdî ve werin kiþandin. Di vî warî de kesên derfetên wan ên madî hene û dilê wana li ser kurdinî diþewite divê gav biavêjin ango destekê bidin kesên dixwazin di vê mijarê de pêþketinan çêbikin.

Bi vî awahî nêrîna min ew e ku ev sedsala em ketinê, wê ji bo tevahiya mirovahiyê û taybetî ji bo kurdan bibe sedsaleke vegera ser nirxên xwe û xwedîderketina li nirxên xwe yên bi hevbeþ. Wê kurd di vê sedsalê de dev ji pevçûnên di navbera xwe de berdin û yekîtiya xwe ya netewî xurtir bikin. Wê kurd zêdetir li zimanê xwe, li çanda xwe, li wêjeya xwe, li dîroka xwe, li kevneþopiyên xwe xwedî derkevin. Wê kurd dijayetiya hev nekin û zêdetir rûmetê bidin hebûna hevûdu. Kurdên wiha wê zêdetir li ser perwerdehiya zarokên xwe rawestin û wê wana serberadayî bernedin kolanan.

Kurdên wiha bikin jî wê bi serkevin û bi vê sedemê sedsala bîstûyekemîn wê bibe sedsala nûvejîna kurdan.

Di vê sedsalê de wê zimanê kurdî kulîlkan vede û gulên geþ biberhimîne. Wêjeya kurdî wê biþkivîneke hemdem jiyan bike ku di nava klasîkên cîhanê de cihê xwe bigre. Hunera kurd di qada cîhanê de cihê li yaqî xwe bibîne û dewlemendiya xwe li tevahiya cîhanê belav bike. Çanda kurd a ku mirovahî di dergûþa xwe de mezin kiriye wê careke din vê mirovahiyê bikiþîne ser rastiyên wê û rêka pêþketina bi rûmet li pêþiyê veke.

Bê guman ev ne kehanet an xwestek, an hêvî ne; ev tev encama dersên ji sedsala borî hatine girtin in ku di vê sedsala nû de, ger kurd bi hiþmendiya vê yekê tevbigerin wê bikaribin di vê cîhanê de cih û jiyaneke bi rûmet ji xwe re jî biafirînin.

Me kurdan di sedsalên derbasbûyî de ji tevahiya miletan re jiyan û rûmet afirand. Hîn em qîr dikin û dibêjin ku Tirk bi saya me bûn xwedî dewlet, faris bi saya me bûn hêz, ereb bi saya me dewlemend bûn û heta dewletên ewropî avahiyên xwe û rehetiya xwe bi saya keda me û dewlemendiyên me yên talan kirin  ava kirin. Amerîqa bi xwe jî îroj bi saya me kurdan dixwaze aloziyên xwe yên aborî biborîne.

Ev rastiya me kurdan e ku me ji her kesî re jiyan ava kiriye, lê tenê li xwe jiyan herimandiye.

Pênûsên kurdan ji wêjeya tirkî re, ji wêjeya erebî re, ji wêjeya farisî re, ji wêjeyên din ên biyanî re ma hindik xizmet kirin û li pêþ xistin?  Bila di vê sedsalê de jî pênûsên kurdan ji bo kurdî kar bikin hûnê bibînin ku di wêjeya kurdî de hilpekîneke wiha wê çêbibe ku ti wêje xwe li hember pêlên wê nikare bigre.

Dîsa gelek netewên cînar heta niha jî li ber mûzîka kurdî ya ji kurdan hatiye dizîn xwe dihejînin û kêfa xwe tînin, pê xwe xwedî huner û muzîk dibînin. Ger kurd li mûzîk û hunera xwe xwedî derkevin, wê ev yek ji tofana Nebî Nuh zêdetir rê li pêþiya çanda kurdan û mirovahiyê veke.

Bi vê guherîn û veguherîna ser nirxên xwe yên bingehîn û hevbeþ emê bikaribin nivþên xwe yên nû ji binê bombebarîna çand, wêje, exlaq û jirêderketinên biyanî rizgar bikin. Werin em tev bi hev re li nirxên xwe yên kurdinî xwedî derkevin ku zarokên me ji biyanîbûna xwe rizgar bibin û bibin kurd.

Li gel silav û rêzên germ

Hesen Huseyîn Denîz

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org