PIRSGIRÊKÊN DI BIKARANÎNA HOKER Û PÊÞGIRA DEMÎN DE
 

 

Hesen Huseyîn Denîz

 

 
 
Her ku bikaranîna zimanê kurdî ya bi awayê nivîskî li pêþ dikeve, þaþitî û kêmasiyên di bikaranîna peyvikî de jî xwe didin der û mirov pêwîstiyê pê dibîne, van xalan serast bike.
 
Zimanê kurdî bi salan e xwe tenê dikarîbû bi awayê peyvikî bide jiyandin. Zimanek dema neyê nivîsandin, bê guman di warê rêzimanî de ji her devî dikare bi awayeke cuda were derxistin û her guhek dikare bi awayekî cuda bibihîse. Di bikaranîna peyvekê de ziman her dem nikare bi awayê rast bîne ser ziman û guh jî nikare rast têbigihêje. Deng heta ji valahiya kezebê bi hilma tê der re digihêje zengelorê, zimanê biçûk û þikefta dev rêyeke rasterast qet dike. Lê di hundirê þikefta dev de ev deng dibe girêk girêkî û li gorî tenduristî û teþegirtina dev a li gorî bikaranîna ziman di navbera lêv û diranan re derdikeve. Yekî/e diranê wî/ê þikestî, yekî zimanê wî kulbûyî, yekî qirika wî xitimî û hwd. bê guman dengê wekhev wê cuda cuda derxînin. Guhê li hemberî wana jî, li gorî jêhatiniya bihîstina xwe û tenduristiya hundirê guh, wê vî dengî cuda bibihîse. Dîsa diyar e ku guh çawa bibihîse, wê ziman jî hewl bide wiha bîne ser ziman.
 
Bi vê sedemê di bikaranîna peyvikî ya ziman de, zêde rêzikên rêziman li ber çav nayên girtin û di peyvan de ketina tîpan zêde derdikeve holê. Ji ber vê yekê, kengî nivîsandin hatiye dîtin û mirovan wêneyên dengan bi çavan dîtine, rêzikên rêziman danîne û li gorî van rêzikan zimanê xwe fêr bûne, li pêþ xistine û jiyandina wê xistine bin ewlehiyê.
 
Gelên derfetên bikaranîna ziman bi awayeke nivîskî bi dest xistine û ev yek derbasî dibistan û zanîngehan kirine, di warê serastkirina rêzimanê zimanê xwe de jî gelek pirsgirêkên xwe çareser kirine. Mînak;
 
Ji bo zimanê Îngilîzî her îngilîz dizane ku paþgira ‘ing’ dema tê pey rehê lêkeran, lêkerên dema niha pêk tîne û ev pêþgir bi rehê lêker ve zeliqî (pê ve) tê nivîsandin.
Mînak: go+ing= going / do+ing= doing
Ingilîz van lêkeran weke ‘do ing’ ango weke ‘go ing’ nanivîsînin û bikar naynin.
Îngilîz li dibistanên xwe vê rêzikê fêr dibin û ji qada rojnamegerî bigir, heta ragihandinî, ji pirtûknivîsînê bigir heta her cureyê weþanê vê yekê weke qalib wiha bikar tînin. Kesek nahizire ango pêwîstî pê nabîne, ango xwe þaþ nake ku paþgira ‘ing’ ji rehê lêkerê cudatir binivîsîne. Her kes wek hev dinivîsîne; ji ber ku ev weke rêzikeke bingehîn a rêzimanê îngilîzî rûniþtiye. Tiþta ev rûniþtandin daye çêkirin jî, bikaranîna ziman a bi awayê nivîskî ye.
 
Pêvajoya ku zimanê gelên wiha bi salan û sedsalan e borandine, zimanê kurdî hê nû bi nû jiyan dike. Di van salên dawî de bi saya têkoþîna rizgarî ya gelê kurd ku him li welêt, him li derveyî welêt hiþyarbûnek û xwedîderketinek li nirxên xwe yên netewî çêkir, xwedîlêderketin û bikaranîna ziman jî li pêþ ket. Bi vê rastiyê re pêþketina navgînên weke kompûter, înternet, weþangerî û ragihandinê derfeteke mezin da dest kurdan ku bikaribin tarîtiya qedexebûna li ser ziman biçirînin û bidin ber zelaliya ronahiyê.
 
Di demên berê de kurdên zimanê xwe bi nivîskî bikar dianîn bi tiliyan dihatin hijmartin. Digotin; di filan demê de, Mîr Celadet, di bêvan demê de, Mûsa Enter… bi zimanê kurdî pirtûk nivîsandine! Lê niha ger em bixwazin hijmara kesên bi kurdî dinivîsînin raxînin ber çavan, pêwîstî bi lêkolîneke berfireh heye; ji ber ku hijmara nivîskaran tiliyên dest û lingan ji mêj ve derbas kiriye.
 
Ev yek ji bo jiyandina zimanê kurdî hêviyeke mezin dide mirov û bêhtir dilbijariya nivîsandinê li pêþ dixe.
 
Zimanê kurdî wê di vê rêveçûna xwe ya nivîskî de weke perperîka ji kurmikekî xwe diguherîne û rengo rengo dest bi firînê dike; wiha wê guhertineke pirrengî û pêþketineke bibaskbûn jiyan bike. Êdî ti hêz, ti astengî û ti qedexekirin nikare li pêþiya vejîna zimanê kurdî bibe bend. Zimanê kurdî weke lehiyeke di coka xwe de hilnayê, wê tevahiya bendan biçirîne û rêka herikîna xwe bi xwe çêbike.
 
Lê di vir de pêwîst e nivîskarên kurd, an her kesê bi kurdî dinivîsîne jî alîkariyê bide pêla ziman ku herikîna wê bi gincirî û bi kotekî nebe. Nivîskar dema dinivîsîne çiqasî ji guherîn û veguherînê re vekirî be, çiqasî di bikaranîna ziman de hesas be, wê ewqasî alîkariya pêþketina ziman bike.
 
Di zimanê kurdî de hinek rêzikên ji niha ve di rêziman de bi cih bûne û bi giþtî awayekî bikaranîna hevbeþ hatiye pejirandin û tê pêkanîn heye ku pêwîstî pê nîne mirov van rêzikan ji nedîtî were ango pêk neyne. Ger wiha her yek çawa were ber devê wî/wê, rêzikan wiha bikar bîne, wê demê ev ziman di herikîna xwe de ji kelem û astengan nafilite û wê her biteqine.
 
Di vê xalê de nivîskar nikare bêje; “Ez wiha dizanim, wiha bikar tînim!”
 
Dibe ku wiha bihîstibe û fêrbûneke wiha çêkiribe; lê divê rêka hizirandina bihîstin û fêrbûna þaþ jî vekirî bihêle.  Her nebêje; ‘Ez rast im û derveyî min her kes þaþ e!’ Dibe ku ew þaþ be û derveyî wî/wê her kes rast be!  Tiþta li gorî wî/wê rast e, dibe ku di rastiyê de ne rast be. Wê demê divê mirov ji rexnekirin û li ser vî bingehî ji guhertin û veguhertinê re vekirî be. Dema mirov bi xwe hisiya ku peyvekê yan rêzikekê þaþ bikar tîne, mirov zêde xwe giran û kevneperest neke, di cih de bikaribe guhertinê bi xwe re çêbike.
 
Dibe ku mirov peyvekê þaþ fêr bûbe û þaþ bikar tîne, lê rojekê mirov dibîne wa ye camêrekî rast bikar aniye! Wê demê nivîskarê hemdem ew e ku bikaranîna xwe ya þaþ bikaribe bipejirîne û di cih de awayê rast di nivîsandina xwe de bikar bîne. Wê demê emê bibînin ku zimanê kurdî bi rastî wê bê gincirîn biherike û bicoþe.
 
Hinek jî tevî dizanin ku þaþ bikar tînin an di xwe de nabînin serast bikin, an sedemeke din heye, di þaþitiya xwe de bi heter tevdigerin. Mînak; di nava nivîsandinekê de mirov dikare li awayê wê rêzikê yê þaþ û yê rast bi çendê caran rastê were. Wê demê yan bi rastî bikaranîna wê rêzikê nizanin, an jî di xwe de nabînin serast bikin. Lê di her du rewþan de jî divê zanibin ku ew nivîsar ji bo xwendinê hatiye nivîsandin û kesên bixwînin zêdetirê xwe ne rêzimanêr in; ew çawa bibînin wê wiha jî fêr bibin û bikar bînin.
 
Nivîskar nikare nivîsara xwe bê serastkirin biweþîne; ev mafê wî/wê nîne. Ger pêwîst bike, dubare, sêbare, divê nivîsara xwe bixwîne û ji aliyê rêzimanî ve serast bike, piþt re deyne ser sifreya kesên bixwînin. Divê zanibe ku xwendevan wê ne tenê bi xwendina nivîsarê bimînin, wê jê fêr bibin û dema ji wana re pêwîst kir, wê qasî dîtine û têgihiþtine bikar bînin.
 
Qasî nivîskaran, erka rojname, sîte û televizyonan jî di vî warî de zêdetir heye. Bi taybetî televizyon ji ber ku raste rast li ber çavan e, kêmasiyeke herî biçûk di cih de balê dikiþîne ser xwe. Kesê rêzimanêr van kêmasiyan dibîne û dikare xwe jê biparêze, lê kesê ne rêzimanêr be û baweriya xwe pê anîbe ku televizyon tiþta dide rast e, wê çi bike? Li ser ekranê çavê wî çi bibîne û ji devê axaftinêr çi bibihîse wê di jiyana xwe ya rojane de û di nivîsandina xwe de jî wê yekê bikar bîne. Kêmasiyeke li ser ekrana televizyonê hatiye kirin wê bikeve nava dev û pênûsa bi hezaran kesan. Dibe ku xebatkarên televizyonê ew kêmasî ji ber lezbûnê, yan ji sedemeke din kiribin, lê divê zanibin wê bandûriyên wê yên derdorî jî wiha berfireh çêbibin.
 
Wê demê çi li ser ekranê, çi li ser rûpelê di nivîsandina zimanê kurdî de pêwîst e mirov bi berpirsyariya nivîskarî tevbigere; rojane nivîsandina xwe di ber çav re derbas bike, rojane kêmasiyên xwe bibîne û ji holê rake û rojane ji guherîn û veguherînê re xwe amade bike, her dem bi hiþmendiya dayîna zimanekî hêsan, serast û xurt ji xwendevanan re, tevbigere.
 
Di vê çarçoweyê de û bi zanîna van rastiyan dixwazim balê bikiþînim ser rêzikeke rêzimanê kurdî ku di van rojên dawî de li hinek cihan bi awayeke þaþ tê bikaranîn. Bi taybetî di hinek pirtûkên li Ewropa çap bûne de, li televizyonê, di hinek sîte û rojnameyan de, dem bi dem mirov lê rast tê û nizane bê ji ber çi kêmasiyên wiha grîng derdikevin holê.
 
Di zimanê kurdî, zaravayê kurmancî de peyva “di” bi du wateyan û bi du awayên cuda tê bikaranîn. Yek ji vana “di” ya pêþgira dema niha ye; “di” ya din weke hoker tê bikaranîn. Niha kêm zêde her nivîskarê kurd dizane ku “di” ya weke pêþgira demîn tê bikaranîn berya rehê lêkerê tê û pê ve zeliqî tê nivîsandin. Di hinek lêkerên pêkhatî de jî dikeve navbera her du peyvên pêkhatî lê dîsa berya peyva bingehîn ango erka rehê lêkerê dileyize tê. Lê “di” ya weke hoker tê bikaranîn her dem bi tena xwe tê nivîsandin û bi ti peyveke din ve nazeliqe. Tevî ku ev rêzik di zimanê kurdî de rûniþtiye û zêdetirê nivîskaran dizanin dîsa jî di van demên dawî de bikaranîna wan a þaþ tê dîtin: “di” ya weke hoker tê bikaranîn bi peyva li pey ve tê zeliqandin û “di” ya weke pêþgira dema niha tê bikaranîn jî ji koka lêkerê dûr tê nivîsandin. Hinek jî peyva neyênî “na” ji rehê lêkerê dûr dinivîsînin. Di dema niha de peyva neyênî “na” ji rehê lêkerê dûr nayê nivîsandin pê ve zeliqî tê nivîsandin. (Di rastiyê de ev rêzik ji bo tevahiya deman derbas dibe. Di tevahiya deman de peyvên pêþgira demîn û ya neyênî bi rehê lêkerê ve zeliqî tên nivîsandin lê peyvên hokerîn cuda tên nivîsandin.)
 
Dema ev rêzik rast neyê bikaranîn çi dibe?
 
Di ziman de rêzikên rêziman ji holê radibin ku ev jî dibe sedema pêþneketin û bicihnebûna rêziman û rêzikên wê. Mirov nikare bêje; “Zimanê kurdî li pêþ neketiye, rêzikên rêziman nerûniþtine; ji ber vê kî çawa dizane, dilê kê çawa dixwaze wiha binivîsîne û bikar bîne, heta Xwedê rêyekê þanî dide!”
 
Wiha nabe! Wiha hizirandin kirina xerabiya herî mezin a li zimanê kurdî ye. Rêzikeke mirov zanibe rast e û rûniþtiye, bi çi sedemê dibe bila bibe mirov nikare þaþ an kêm bikar bîne. Ji bo carek, du caran mirov nivîsarên xwe nexwîne û serast neke, mirov nikare þaþitiyekê bixe rewþa rêzikekê. Du nivîskar, sê nivîskar, çar nivîskar vê þaþitiyê dubare, sêbare, çarbare bikin, te dît ew þaþitî bû malê gelek kesan û êdî piþt re mirov bi salan hewl bide jî nikare awayê wê yê rast bixe þûna awayê þaþ. Ji bo di dema pêþ de em bi pirsgirêkên wiha re rû bi rû nemînin, pêwîst e her kes di nivîsara xwe de bi berpirsyariya nivîskarî tevbigere. Nivîskar berpirsyarê nivîsara rast û durust e. Nikare ji vê berpirsyariyê bireve.
 
Bi çend mînakan pirsgirêka her du awayên peyva “di” em dikarin bibînin:
 
Ji bo “di” ya pêþgira dema niha (BIKARANÎNA AWAYÊ RAST)
Dimeþe, direve, dikeve, dikene, dihile, didize…
Nameþe, nareve, nakeve, nakene, nahile, nadize
Vedirþe, vedike, radike, rûdine, vedixwe, vedizile…
 
Ji bo “di” ya pêþgira dema niha (BIKARANÎNA AWAYÊ ÞAÞ)
Di meþe, di reve, di keve, di kene, di hile, di dize…
Na meþe, na reve, na keve, na kene, na hile, na dize
Ve dirþe, ve dike, ra dike, rû dine, ve dixwe, ve dizile…
 
Ji bo “di” ya weke Hoker tê bikaranîn
 
Di ber deriyê me re derbas bû
 
Di vê hevokê de hoker peyvên ‘di….re’ ye ku hokera cihîn e, cih þanî dide. Peyvên di û re serbixwe tên nivîsandin û bi peyvên din ve nazeliqin. Têrker ango peyva cih diyar dike dikeve navbera van her du peyvên hokerîn.
 
Di bin sêlê de çi heye?
Ew di xwendinê de zîrek e.
 
Weke tê zanîn Hoker di hevokê de peyvên çawaniya pêkhatina lêkerê tînin ser ziman in.  Bûyer an çalakiya di lêkerê de kengî, çawa, li ku, bi çi awahî pêk tê mirov dikare ji hokerê bipirse û binase.
 
Hemû peyvên hokerîn bi tena xwe tên nivîsandin û ti caran bi peyvên din ve nazeliqin. Mînak:
Ew bi ber me ve tê.
Ew li ber derî rûniþtiye.
Mar di kunê de asê maye.
Ew saet di çaran de li malê bû.
 
Weke tê dîtin ev rêzika hêsan û rûniþtî dema rast were bikaranîn, wê rast were xwendin û rast were bilêvkirin; lê ger þaþ were nivîsandin, wê þaþ were xwendin û þaþ were bilêvkirin. Mînak:
 
Dema mirov bêje; ‘dimeþe’, dengek bi awayekî derdikeve û dema mirov bêje,‘di meþe’ dengek bi awayekî din derdikeve. Di lêkera yekemîn de kirpandina kîteyê li ser rehê lêkerê ye û li ser giþtiya lêkerê hatiye belavkirin, di bilêvkirina lêkerê de herikînek û ahengek heye. Lê di lêkera duwem de ku pêþgir cuda hatiye nivîsandin, kirpandin li ser pêþgirê tê kirin û lêkerê kêmwate dike, di bilêvkirinê de jî pêla deng tîne ser pêþgirê û herikîna lêkerê hê di serî de dixitimîne ango qet dike.
 
Bi vê sedemê awayê yekem rast, awayê duwem þaþ e. Lêker di hevokê de hêmanê herî bingehîn e ku ew þaþ hat bikaranîn, rengê xwe dide tevahiya hevokê.
 
Dema mirov pêþgira demîn ji rehê lêkerê vediqetîne, bilêvkirina lêkerê ne weke lêker, weke navdêr ji dev derdikeve ku ev jî lêkerê kêmwate dike. Tê zanîn, dema daçek û hoker bi navan re tên bikaranîn, pê ve nazeliqin ku nav derkeve pêþ an derkeve holê. Lê pêþgir dema bi lêkerê re tê bikaranîn, pê ve dizeliqe ku guhertina pêwîst a li gorî demê bikaribe di lêkerê de pêk bîne. Dema pêþgir ji rehê lêkerê were veqetandin wateya demîn nikare tam bide lêkerê û lêker weke tayê xav dimîne. Ger lêker hêmanê herî bingehîn ê hevokê ye, wê demê divê lêker ne bi tayê xav, bi tayê herî qewîn were hûnandin ku hevok xurt were sazkirin.
 
Li ser vî bingehî pêwîstî pê heye ku nivîskarên vê kêmasiyê çi di nivîsarên xwe de, çi li ser ekranên televizyonan pêk tînin, ji holê rakin û hinek zahmet be jî nivîsarên xwe serast (redakte) bikin piþt re deynin ser sifreya li ber xwendevan. Rast e ku xwendevanê kurd birçiyê xwendina kurdî ye, lê ev nayê wê wateyê çi bi çi awahî were ber daqurtîne! Berûvajî mirov xwarineke (nivîsareke) çiqase bijare deyne ber, wê ewqasî dilê wî bibije vî zimanî û ewqasî jî lê bigere û lê xwedî derkeve.
 
Hesen Huseyîn Denîz
 
 
 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org