PROWAYA DAGIRKIRINA BAÞÛR

 

HESEN HUSEYÎN DENÎZ

 

 

Ji aliyê serokartêþê tirk ve sê bajarên Kurdistanê (Sêrt, Colemêrg, Þirnex) wekî ‘Herêma Ewlehiyê’ hat beyankirin. Ev li Kurdistanê nîþaneya rewþeke nû ya awarte ye. Rewþên awarte tenê dikarin bi xebatên awarte werin bidestxistin. Di nava xebatên asayî de bersivdayîna vê pêvajoyê zahmet e; ji bo vê pêwîstî bi polîtîka û pêkanînên bikaribe bersivê bide vê rewþa nû heye.

Par di Yekê Cotmehê de beyankirina agirbestê ji aliyê dewleta tirk ve nehat bersivandin û bi operasyonên domdar xwestin bandûra gumanî ya bike biþkînin. Hatina Buyukanit a ser artêþa tirk, tê wateya serdariya gladyo/kontrgerîla û kontrgel. Buyukanit bi zîhniyeta xwe ya faþîst ne tenê li dijî gerîla, li dijî gel e jî; yanî bi çi awahî dibe bila bibe diyaxa wî li hemberî destkeftiyeke gelê kurd nîne.

Bi vê sedemê bi hatina biharê re û bi derbasbûna Hêzên Parastina Gel ji parastina pasîf a parastina aktîf re, artêþa tirk jî pêvajoyeke nû ya bidestxistina salê da destpêkirin.

Di sala 1994an de çawa ku ekîba ‘Agar, Çîler, Gureþ’ ji bo bidestxistina Kurdistanê hezar operasyonên taybet li dar xistin, ekîba Buyukanit jî ji xwe re ‘operasyonên domdar’ hilbijartiye. Yanî li cihê ku hezar operasyonî bersiv neda, dixwazin bi operasyonên her roj encamekê bi dest bixin. Ji îro û pê de wê operasyon li Kurdistanê domdar bin, ku ji xwe ji par beyankirina agirbestê ve ev taktîk û polîtîka ji aliyê artêþa tirk ve tê meþandin, bi beyankirina herêma ewlehiyê ve niha tê fermîkirin û eþkerekirin.

Herikandina ser tixûbê Baþûr a sed hezaran leþker û alavên teknîkî yên kujêr, tê wateya jinûve dagirkirina vê herêmê. Li gorî xwe di van salên dawî de ev herêma ji dest wan derketiye, bi vî awahî wê careke din bidest xwe bixin. Ger bikaribin bi vê dagirkirina leþkerî vê herêmê bidest xwe bixin, wê herêmên nû li ser vê zêde bikin û li giþtiya Kurdistanê yên hêzên gerîla çalak in berfireh bikin.

Dagirkirina jinûve ya sê bajarên Kurdistanê prowayeke senaryoya dagirkirina Baþûr e. Baþûr jî ji sê bajaran pêk tê. Ger li vir biserkevin, sazûman, leþker û teknîka li vir, wê derbasî Baþûr bikin û li wir bi cih bikin. Ger artêþa tirk bikeve Baþûr tenê wê bi armanca tevlêkirina xaka xwe bikeveyê, yanî wê dagir û îlhaq bike. Derveyî vê armancê, ji bo operasyoneke demborî, bi sînor an bi armanceke din nakeve Baþûr. Li ser xeta sînor dibe ku ketin û derketinên biçûk ên lokal û rojane pêk bîne. Lê dagirkirina van sê bajarên Bakur û komkirina ewqase leþker û alavên teknîkî ne ji bo vê ye. Li van sê bajaran wê prowaya dagirkirin û rêvebirina Baþûr bikin. Ger di vê prowayê de biserkevin, li gorî derfetan û pêþketinên di eniya têkoþîna kurd de, wê bixwazin Baþûr jî dagir û îlhaq bikin. Ji bo Bakur jî ger di dagirkirina van sê bajaran de biser bikevin, wê vê bikin bingehê serkeftina li tevahiya Kurdistanê û bidawîkirina doza kurd.

Ji bo vê ev herêm li çapemeniyê qedexe kirin. Li ser gel wê polîtîkaya ajankirin, nokerkirin û cerdewaniyê heta dawî bimeþînin. Kesên teslîmî wan bibin wê bikar bînin, kesên teslîm nebin wê bi rêkên cûr bi cûr biavêjin zîndanê, bidin koçberkirin an bikujin.

Wekî beyankirine jî, wê xwe bi þeþ mehan têr nebînin. Ger di þeþ mehan de encama dixwazin bidest nexin wê þeþ mehên din dirêj bikin. Ger ji niha ve bi awayekî domdar nekiribin herêma ewle, ev ji sedema bertekiyên ji raya giþtî werin nekirine. Wekî dirêjkirina destûra bikaranîna Balefirgeha Încîrlîk wê vê jî her þeþ mehan dirêj bikin û bi vî awahî domdar bikin.

Ev rewþa awarte ya li Kurdistanê û bi taybetî li van sê bajarên me yên ji destpêkê ve bûne bingehê têkoþîna gelê kurd, divê bi polîtîka û tedbîrên awarte were bersivandin. Di nava xebatên me yên giþtî de bersivandina vê dibe ku lawaz û netêr bimîne û ev yek di encamê de xisarê bide têkoþîna me.

Bi vê armancê; yekser divê komîte an maseyeke ‘Herêma Ewlehiyê’ were damezirandin û ev mase an komîte xwedîderfet be ku bikaribe hemû polîtîka, kiryar, liv û tevgerên artêþa tirk ê di vê herêmê de rojane biþopîne, encaman jê derxîne û van encaman him ragihîne raya giþtî, him çapemeniyê, him rêvebiriya têkoþîna kurd. Dîsa bi hewildana vê mase yan komîteyê divê di navbera gelê li herêmê dijî û gerîla de pireke ragihandinê ya xurt û her gav aktîf were sazkirin. Gel rojane di derbarê polîtîka û kiryarên dijmin de were agahdarkirin û perspektîfên xweparastinê werin dayîn. Ji ber ku dijmin li herêmê weþanên Roj Tv asteng dike û wê zêdetir asteng bike, divê ev mase yan komîte li ser weþanên radyoya Dengê Mezopotamya raweste û bernameyên nû yên gelê herêmê hiþyar û zana dike, agahadar dike û vîna berxwedanê zindî digre biweþîne. Ger derfet rê didin li herêmê radyoke FM a gerîla bi lez were sazkirin û bi vê yekê, valatiya ROJ TV û ragihandina þoreþgrî were dagirtin. Li gorî derfetan bikaribe rêxistinên civakî yên sîvîl biherikîne vê herêmê, dîsa tevgera mertalên zindî ji nû ve tevger bike û bimeþîne vê herêmê. Rewþenbîr û siyasetmedarên tirk ên banga aþtiyê dikirin bangî vê herêmê bike û bi her awahî qedexeya ragihandinê a li ser vê herêmê biþkîne. Ji bo vê rêk û rêbazan bibîne û derbasî pratîkê bike.

Ger bi xebateke wiha li ser vê herêmê neyê rawestin, dijmin bi biryar e ku vê herêmê ji giþtiya têkoþînê wekî gepekê veqetîne, bi hêza xwe ya leþkerî bicû û bi hêza dewletbûnê jî daqurtîne. Ger bikaribe têkiliya gel ji gerîla û ji der ve qut bike, dibe ku bikaribe biserkeve; lê na ku rojane gerîla bikaribe bi gel re di nava peywendî û ragihandineke hiþyarkirin û zanakirinê de be, dîsa gerîla bikaribe peywendiya vir bi der ve re zindî bigre û bala der ve bikiþîne ser vê derê, wê polîtîka û kiryarên dijmin ên li ser vê herêmê vala derkevin û wê di demdirêjî de têk biçe. Têkçûna artêþa tirk a li vê herêmê wê bibe bingehê têkçûna li tevahiya Kurdistanê û berûvajî vê; serkeftina artêþa tirk a li vê herêmê wê bixwaze bike bingehê serkeftina li tevahiya Kurdistanê.

Divê mirov bi vê zanabûnê nêzî dagirkirina sê bajarên Bakur û xeta sînor bibe. Li kêleka vê bê guman hesabên dijmin ên din ên cûr bi cûr jî hene; wekî pêþî li hêzên gerîla bigre, ji xwe re raya giþtî bi dest bixe, di hilbijartinan de xeta xwe bi ser bixe, li ser raya giþtiya der ve bandûra xwe çêbike, balê bikiþîne wir û kiryarên xwe yên di hundir de veþêre, li ser Baþûr wekî þûrê demokles rawestîne ku nehêle pêþdetir biçe û hwd.

Lê li kêleka vana tevan esas armanca artêþa tirk ev e ku vê herêmê wekî herêmeke pîlot digre dest. Wê bixwaze ne bi carekê re bide ber xwe, gep bi gep bixe devê xwe. Ji par payizî ve bi operasyonan tevahiya Kurdistan da ber xwe, lê bi ser neket. Niha wê -sê bajar sê bajar- bide ber xwe. Ji bo vê jî ji sê bajarên herî stratejîk û jiyanî destpê kir. Taybetmendiyên van sê bajaran tên nasîn.

Ji aliyê hêzên Baþûr ve polîtîkaya niha dimeþînin divê mirov þaþitiya wê bi wana bide nasîn. Ew polîtîkaya dibêje, ‘Em nahêlin tu bikevî Baþûr’ her çiqasî bi guhê me xweþ were jî, lê peyva bi pey wê re ya ku dibêje, ‘Tu çi dikî li Bakur bike’ þaþ e û xetar e. Yanî gotina, ‘Dest min nede, tu çi bi serê Bakur de dikî, azad î!’ ne polîtîkayeke netewî ye û ne polîtîkayeke dostanî û mirovî ye. Divê mirov bala raya giþtî û hêzên Baþûr bikiþîne ser vê gotina þaþ û hewl bide ku dev ji vê gotinê berdin. Piþtî dagirkirina ser sînorê Baþûr êdî ji bo Kurdistanê Baþûr û Bakur nemaye. Hedefa dijmin bi kevirekî kuþtina du çûkan e. Bi dagirkirina vê herêmê, ger bi ser bikeve, him Bakur têk diçe, him Baþûr wê têk biçe. Yên ku vê rastiyê bibînin û li gorî vê tedbîran bistînin û vê polîtîkaya dijmin bikaribin vala derxînin wê biserkevin, yên nebînin û tedbîran nestînin û nikaribin dijmin vala derxînin wê bi vê helwesta xwe ya nedîtî destekê bidin dijmin.

HESEN HUSEYÎN DENÎZ

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org