|
|
QAMIÞLO
Û HALEPÇE
HESEN
HUSEYÎN DENÎZ
 |
Qedera
kurdan bi destê dagirker û serdestan hatiye xêzkirin. Dagirker û
serdestan jî ji kurdan re qirkirin rewa dîtine. Heta kurd qedera xwe
bi destê xwe xêz nekin, nikarin xwe ji van qirkirinan rizgar bikin.
Yek kurdan bi lêdan û îþkence dikuje, yek bi jehrê qir dike, yek
geliyan tije xwîna wan diherikîne, yek bi darda dike. Kurd li ber
xwe didin. Serî hil didin. Têdikoþin. Lê dîsa jî têrê nake vê
qedera xerab, dijwar û bêbext biçirînin. Sedem çi ye?
Netewek
dema hatibe parçekirin û li ser her parçeyekî wê bi awayekî cuda
pîkolî were kirin, zahmet e ku ew netew zû bi zû bikaribe bi ser
hiþê xwe were. Parçebûna netewê bi tena xwe têrê dike ku zordar
bikaribin li ser zordariya xwe bidomînin. Bandûran zordariyê bi hêza
yekîtiyê dikare were þikandin. Lê zordar ti carî wê nexwazin ew
netew bigihêje yekîtiya pêwîst.
Sazûmana
Baas li Rojavayê Baþûr nijadperestiya xwe bi ser kurdan de barand.
Li hemberî serhildana kurdan bi kuþtin, girtin û îþkence
tevgeriya. Di lîska gogê ya di navbera kurd û ereban de di roja 12ê
Adara 2004an de, þûna dostanî û hevkariyê li pêþ bixin, êrîþî
ser kurdan kirin. Bi dehan kurd (29 kurd) qir kirin. Li ser vê yekê
kurd tev rabûn ser piyan. Roja 14, 15 û 16ê Adarê li pey hev, li
Kubanê, li Efrîn û li Helebê kurd meþiyan. Sazûmana
Baas Kurdistan ji nû ve dagir kir. Her der tije leþker kirin. Bes pêla
serhildana kurdan nikarîbûn rawestandana û pêwîst man paþ de
vekiþin. Lê bi paþdevekiþînê re erebên nijadperest xistin dewrê
û talankerî li ser mal û milkê kurdan meþandin...
Ev
bûyer heta roja qirkirina li Halepçe ya Baþûrê Kurdistanê û du
rojan piþtî wê domiyan. Dijmin dixwest bi ser kurdên Rojavayê Baþûr
de jî Halepçeyekê bibarîne. Lê serhildêriya kurdan, alîkarîdayîna
parçeyên din, vegirtina bûyerê li çapemeniya cîhanê, rê li vê
yekê birî.
Gelê
kurd ji vê serhildanê têgihiþt ku dema bi yekîtiya gelêrî û
netewî tevbigere dijmin wê nikaribin li ser halepçeyên nû bimeþînin.
Lê dema bi tena xwe parçeyî bimîne, her wê halepçe qedera wê
be. |
Di
roja 16ê Adara 1988an de, bi 8 firokeyên MîG-23 ên bombeyên jehrê
barkirî, bajarê Halpçe ji aliyê sazûmana Baas a di bin serdariya kujêr
Sadam ve bi destê `Alî Kîmyewî` ku niha li ber benê dardekirinê ye,
hat bombebarîn. Di vê bombebarînê de tê texmînkirin ku pirahiya wan
jin û zarok zêdeyî pênc hezar mirovên kurd hatin qirkirin û zêdeyî
deh hezar kurd jî hatin birîndarkirin. Bi salan li Halepçe zarok ji
dayika xwe seqet tên dinyê...
Berpirsyarê
van qirkirinan kî ne? Kî dixwaze Kurdistan her bindest bimîne? Kî
dixwaze netewa kurd nebe yek? Kî van bombeyên jehrê dide dest dagirkerên
Kurdistanê ku kurdan qir bikin? Kî li hemberî van bêmafiyên li ser
kurdan pêk tên bê deng dimîne?
Ev
tev tên zanîn. Dagirkerên Kurdistanê ne tenê Iraq, Îran Sûriye û
Tirkiyê ne! Yên Kurdistan qet qetî kirin û dan dest van hene. Ew
berpirsyarê Qamiþlo, Amûdê, Halepçe, Dêrsim û Geliyê Zîlan in.
Heta ew hesabê xwe nedin, wê kurd her bi destê dagirkerên herêmî
werin qirkirin.
Kurd
bi vê zanistê û careke din bi bîranîna giyana þehîdên Qamiþlo û
Halepçe divê dest bidin hev, yekîtiya netewî saz bikin ku xurt bibin û
ti hêz nikaribe wana qir bike! Tenê yekîtiya netewî û hêzgirtina ji vê,
dikare qedera kurdan ji ser rêka qirkirinê vegerîne ser rêka azadbûn û
rizgarbûnê û ji bîranîna þehîdan re bibe bersivek di cih de!
HESEN
HUSEYîN DENîZ
|
|
|