|
QIRKIRIN
ÇARESERIYÊ NAYNE
Hesen Huseyîn Denîz
Her
sal di roja Yekê Gulanê de mirovên li qada Taksîm a Stenbolê bi destê
hêzên tarî yên dewletê hatin qirkirin tên ber çavên min. Ev bû sîh
sal, lê wek îroj hîn di bîra min de zindî maye. Gel ji her aliyê
Stenbolê bi coþ û kêfxweþî ber bi qada mîtîngê ve diherikî. Tenê
ciwan nebûn; jin, zilam, pîremêr, zarok… ji her zayendê û ji her
temenî mirov hebûn. Wek þahiyeke biharê her kes rengûreng bi coþ, neþe
û rûken bû. Di destên wana de alên rengîn, pankartên nivîsarên hêvî
û daxwazên gelan li ser hatine neqiþandin hebûn. Qêrên wan ên azadî,
wekhevî, biratî, demokrasî dixwestin digihiþtin ber perê ezmanan. Dema
rêza em pê re dimeþiyan gihiþt nêzî qada mîtîngê me dît ku rê û
rêwanî nîne. Em bi saetan bimana jî nikarîbûn biketana qadê. Ji xwe
digotin qada mîtîngê ji niha ve hatiye dagirtin û hîn bi hezaran kes li
der ve li ser rêkan li pey hev rêzkirî mabûn. Me hewl da em ji rêzê
derkevin û bi serê xwe bikevin qadê. Lê diyar e yê çavekirî ne em tenê
bûn û mirov nikarîbû derziyekê jî di navbera mirovên dixwestin xwe
bigihînin qada mîtîngê re biborîne. Em xwendevanên xwendegeha bi þevborîn
bûn û nikarîbûn heta derengiyê rawestiyana. Ji bo vê me biryar da ku
em hevalekî xwe ji bo þopandina bûyerên rojê bihêlin û ji nava meþvanan
derkevin, hêdî bi hêdî berê xwe bidin dibistana xwe. Dema
em ji rêza meþê derketin û berûvajî qada mîtîngê meþiyan bi çend
gavan þûn re li komeke meþvan en li kêleka rê kom bibûn rast hatin. Me
mereq kir û xwe nêzî wana kir. Bi rastî hewa germ bû û rojeke bi þewat
hebû. Jineke derûdora sîh salî û keça xwe ya neh-deh salî satilên avê
xistibûn destê xwe û ava hênik li ser meþvanan belav dikirin. Satila avê
di wê bêhnê de vala dibû û keçik direviya malê, satil dadigirt û
dianî datanî ber dayika xwe ku tas bi tas bide destê meþvanan. Dayik û
keçikê ev karê xwe wiha bi coþ û dilxweþî dikirin ku ne mumkun bû
mirov ji destê wana avê venexwe. Lê wê rojê bextê me ne vekirî bû û
dora avê jî nehat me. Em wiha têhnî û stûxwar ji wê derê jî dûr
ketin. Bi rê de em li komek çepên tirkan ên bi komeke din ê çepê
tirkan re ketine nava pêþbaziya dirûþmeyan rast hatin û di dilê xwe de
me got; ‘Xwezî di vê roja pîroz de ev yek nekiribana!’ Di
wê bêhnê de ji milê em jê hatibûn dengê teqîna guleyan hat. Em di
cih de rawestiyan û me guh da ser. Deng her çû zêdetir bûn… Em hinekî
paþ de vegeriyan ku zanibin çi diqewime, lê di wê bêhnê re weke lehiya
serûjêr xwe berde, meþvanên diherikîn qada mîtîngê paþ de herikîn
û her kesê li ser rêkê dan ber pêla xwe. Em jî li ber wê pêlê herikîn
ta ku dengê guleyan ji me êdî nedihat bihîstin. Derengiya
êvarî di kuleka veþirtî ya li qorziyeke dibistanê re em bi dizî derbasî
hundirê wê bûn, lê hiþê me û dilê me li ser qada mîtîngê bû. Ne
televizyona me hebû ku em agahiyekê bigrin, ne jî radyoya me hebû em lê
guhdarî bikin. Hêviya me tenê ew hevaleê me yê zîrek û çavekirî bû
ku dema em vegeriyabûn ji bo agahiyan kom bike, me ew li wê derê hiþtibû
û berpirsyariya wî ya li dibistanê hilgirtibû ser xwe. Dema mamosteyan
pirsyarî bikrana meyê derewek li þûna wî kiriba û mabûna wî ya der
ve veþartiba. Heta
derengiya þevê em li hêviya wî man û xew neket çavên me. Ber destê
sibehê ku hîn di salona destavê de me çixare li ser çixareyê dikiþand,
xwe di tarîtiya kuleka veþirtî re herikand hundir. Hîn bêhnçikyayî û
nîvmirî bû. Wî xwe gihandibû kêleka qada mîtîngê û ji nêz ve bibû
þahidê bûyeran. Ji avahiyên bilind û ji paþ beran, ji kêleka panzêran
çawa agir reþandibûn ser kesên li qadê kom bibûn, bi panzêran çawa
di ser wana re çûbûn û çawa bi çavsorî li her kesî gule reþandibûn
tev ji mer re vegot û herî dawî agahiyeke ku em tev pê þikestin got: Ew
dayik û keça av belav dikirin jî li ber guleyên hatine reþandin ketibûn
û jiyana xwe ji dest dabûn. Em têgihiþtin ku ew dayik û keça wê bi
zanistî kuþtine. Çavên wana bar nebibû ku taseke av bi xêra xwe û bi
dilxweþî bidin þoreþger û meþvanên karker… Belê
sîh sal di ser re derbas bûn û hîn lidarxistina mîtîngeke Yekê Gulanê
ya li ser bîranîna þehîdên berya sîh salan ên li qada Taksîmê
qedexe ye. Kiryarên vê qirkirinê hê jî nahêlin mirov biçin bîranîna
þehîdên xwe teze bikin. Ji vê jî diyar e ku ew kesên kiryar hê jî
desthilatdar in, þiyandar in û di rêvebiriya komarê de erkdar in. Heta
ku ew ji vê desthilatdariyê nekevin diyar e wê hesabê zêdeyî sîh kesên
hatin qirkirin jî neyê pirsîn. Li
Tirkiyê di van sîh-çel salên dawî de gelek qirkirinên wiha tarî û bi
qirêj hatin meþandin. Qirkirina Mereþê, li pey vê hat çêkirin. Piþt
re bi hatina cûntaya 12ê Îlonê re qirkirin êdî bû karekî rojane. Ji
xwe di dîroka tirkan de qirkirin tiþtekî weke xwarin û vexwarinê ji
wana re hêsan e. Kesekî ji bo þiyandariya xwe bira û zarokên xwe
bikuje, wê bira û zarokên gelan ji ber xwe bikuje. Tê zanîn ku hebûna
Osmaniyan li ser xaka Anatolya di bingehê kuþtina gelan de pêk hatiye.
Her ku gel qir kirine xwe li ser vê xakê jî bi cih kirine. Weke
berdewamiya wana damezirandin komara Tirkiyê û bicihbûna tirkan jî li
ser bingehê qirkirin, tinekirin û înkarkirina van gelan pêk hatiye.
Dewleteke ku bi sedhezaran Ermenî, Aþûrî, Kurd û nijadên din qir
kiribe qet jê re ne zahmet e çend sed guleyan bireþîne ser karker û
kedkarên li qada Taksîmê banga azadî û wekheviyê dikin. Bi
vê sedemê, bersivandina bîranîna þehîdên 77an ên qada Taksîmê tenê
bi rêka tinekirina vî mejiyê qirkirinkar dikare pêk were. Dema dawî li
desthilatdariya vî mejiyî were anîn, wê demê wê ew jî di gora xwe de
di nava aramiyê de rakevin. Lê niha di her roja Yekê Gulanê de ji bin
kevirên goran qêrên dayik û keça tas bi tas avê belav dikin bilind
dibin û ji mirovahiyê hesabê xwîna hatiye rijandin dipirsin… Mirovahî
kengî ev pirs bersivand wê demê dikare xwe mirov, azad, þareza, hem dem
û pak bibihîse; yan na heta ku ev pirs wiha bê bersiv were hiþtin;
mirovahî jî hevparê qirkirina qada Taksîmê û hemû kiryar û qirkirinên
Komara Tirkiyê li ser çîn, ol, kêmenetew û gelan meþandine ye. Bi pêþdebirina
þaristanî û demokrasiya di navbera xwe û nava xwe de nikarin ji vê
tawanê xwe bifilitînin. Îroj di xweberdewamkirina sazûmana xwînxwar a
dewleta Tirkiyê de tevahiya dewletên Ewropî, Dewletên Yekbûyî yên
Amerîka û ji Rûsya bigir heta Çînê û dewletên Ereban, tev weynebaz
in û xwediyê berpirsyariyê ne. Her ku ew destekê didin vê szûmana xwînxwar,
dibin hevparê kiryarên wê û divê were zanîn ku vê sazûmanê ji gelên
Anatolya û Mezopotamya re derveyî jan, îþkenxe, talan, qirkirin, xwîn,
rondik û koçberiyê bêtir tiþtek neaniye. Bi
vê zanînê Yekê Gulanê wê li tevahiya mirovahiya xwe dûrî qirêj û
gemara dewletvaniya destbixwîn dike were pîrozkirin û ev hêzên destbixwîn
wê di têkoþîna gelên mazlûm ên kedkar û karker de, di nava xwîna
dirijînin de bixeniqin û dawî li desthilatdariya wana were. Çawa
ku di her zivistanê de dinya li mirovan tarî dibe, sar û seqem dor li
wana dipêçe û hemû tengezariyan diafirîne; hebûna van sazûmanên xwînxwar
jî weke hebûna zivistanan e. Lê di pey her zivistanê re bihar û bi
biharê re Gulan jî serî dide der. Bi hatina Gulanê re li ruyê cîhanê
gul dibiþkivin, xweza rengûreng dikene û digermije, xwe nû dike. Wiha
weke hatina Gulanê wê roja gelan a bihara azadiya gelan jî were. Ti þiyandarî
mutlaq û bê dawî nîne. Çiqasî xwînxwar dibin bila bibin, qasî Roma,
qasî Dêrên Ewropa yên Qirnê Navîn, qasî Osmanî û Makedoniyan xwînxwar
nikarin bibin. Çawa ku þiyandarî ji wana re nema, wê ji zaroyên wan ên
îroj li serê gelan bûne bele re jî nemîne û wê bihara gelan, Gulana
azadiya gelan zû ne dereng serî bide der û þehîdên Yekê Gulanê di
gorên xwe de bigihêjin aramiya bê dawî… Hesen
Huseyîn Denîz |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org