|
QIRKIRINÊN
ARTÊÞA TIRK DIDOMIN
Hesen Huseyîn Denîz
Li
çiyayê Kêla Memê yê girêdayî Qlaban qirkirina artêþa tirk a li ser
kurdan didome. Dema ji aliyê artêþa tirk ve ev herêm wekî ‘herêma
ewlehiyê’ hat beyankirin, derî li ber qirkirinan jî vekirin. Fermandarên
artêþa tirk dema leþkerekî wana tê kuþtin qiyametê radikin, banga
nijadperestî û êrîþên kujêrî dikin; ji siyasetmedaran bigir heta
rojnamevanên wan tev li dijî kurdan dibin yek û tevdigerin; lê kesek
napirse û nabêje; ‘ev çi qirkirine hûn li ser gelê kurd dimeþînin?’ Heþt
ciwanên li Kêla Memê di pevçûneke bi artêþa tirk re de jiyana xwe ji
dest dan, zarokên vî welatî ne. Berya her tiþtî mirov in û kurd in;
dildarê azadî, demokrasî û biratiya gelan in. Ji bo azadkirina gelê xwe
û welatê xwe di nava parastineke rewa de li wê herêmê tevdigeriyan. Wan
bi xwe êrîþ nebirine ser artêþa tirk. Ji sedema agirbesta yek alî ya
ji par payizî ve dimeþe, tenê di rewþa xweparastinê de diman. Diyar e
li herêma ji aliyê artêþa tirk ve ji nû ve hatiye dagirkirin, bi rêka
teknîk û îxbariyan cihê wana fêr bûne û bi pênc helîkopterên kobra
yên kujêr, bi deh hezaran leþker û cerdewan bi ser komek biçûk a gerîlan
de çûne. Mafê
artêþa tirk nîne ku li hemberî gerîlayên di nava agirbesteke yek alî
de, bi rewþa parastina rewa tevdigerin çalakî, pevçûn û þer bimeþînin.
Dîsa mafê artêþa tirk a pêkanîna qirkirina kurdan jî nîne. Lê
artêþa tirk bi hêza dewletbûnê û bi psîkolojiya dagirkeriyê van
mafan di xwe de dibîne. Kuþtin û qirkirina kurdan ji xwe re wekî mafekî
dibîne. Divê di serî de gelê kurd, raya giþtî ya
welêt û derveyî welêt êdî li hemberî vê bêmafiyê dijwartir
derkeve. Her ku gerîlayek hat qirkirin, divê ne bi sedan, bi sedhezaran
kurd dakevin kolanan û nerazîbûna xwe diyar bikin. Dîsa ji gel û netewên
din jî mirovên mafparêz, demokrat, azadîxwaz, rewþenbîr, mirovhez û
dadmendîxwaz divê helwesta xwe li hemberî van kiryarên dijmirovî yên
artêþa tirk diyar bikin. Dema
gerîlan êrîþî ser artêþa tirk bikin û di pevçûneke derkeve de
jiyana xwe ji dest bidin cuda ye; lê ku artêþa tirk êrîþê bibe ser
gerîlayên di parastina rewa de cuda ye. Yek destê xwe yê aþtiyê dirêjî
te dike, çeka xwe li hemberî te rawestandiye; tu ji vê yekê fêdeyê dibînî
û bi xafiltî û xayintî diçî wî qir dikî. Ev tawana(sûcê) herî
mezin ê mirovtiyê ye. Divê her mirov li hemberî vê xwedî helwest be. Dîsa
dagirkirina herêma ser sînorê di navbera Baþûr û Bakurê Kurdistanê
de, di nava bêdengiyekê de didome. Divê kurdên li her alî vê
dagirkirin û beyankirina ‘herêma ewlehiyê’ bixin rojeva xwe û nerazîbûnên
xwe li dijî vê bilind bikin. Îroj li wê herêmê gerîlayên di
parastina rewa de qir dikin, sibe wê gel qir bikin. Ger li hemberî
qirkirina gerîlan û dagirkirina herêmê kurd dengê xwe ji îroj ve
bilind nekin, wê sibe li vê herêmê li hemberî qirkirina gel qet
nikaribin bilind bikin. Wekî
din ewqas leþker û teknîka li ser sînor civandine, ne tenê ji bo li dijî
Bakur û gerîlan bikar bînin e; zêdetir ji bo bikaranîna li hemberî
destkeftiyên li Baþûr e. Gelê
me yê li Baþûr û zêdetir jî rêvebiriya Baþûr her çiqasî vê
rastiyê dizanin jî, dîsa tedbîrên pêwîst qasî tê xwestin nagrin. Hîn
di nava helwesteke wiha de ne ku qirkirinên artêþa tirk ên li Bakur rewa
dibînin. Heta ku bi awayekî wêrek li gel kurdên Bakur û her sê parçeyên
din hevkarî û hevalbendiya xwe çênekin wê bi hêz nebin û dijmin wê
her li ser wana hesaban bikin. Ji bo aramiya Kurdistanê tedbîra herî grîng
yekîtiya kurdan e. Divê kurd li hev xwedî derkevin. Dema kurdek li Bakur
hat qirkirin divê rayedar û rêvebirên Baþûr li dij derkevin û bi hestên
netewî tevbigerin. Ew gotina, ‘Dest min nede, lê tu li Bakur çi dikî
ezê çavê xwe lê bigrim’, polîtîkayeke çewt e. Dibe ku ji bo demeke
kin, bi kêrî wana were, lê di demdirêjî de ne li gorî berjewendiya wan
û ya gelê kurd e. Ev
ji bo her rêxistineke kurdî wiha ye; kurdek li ku derê ji aliyê dijminên
gelê kurd ve were qirkirin, divê kurd bi tevahî helwesta xwe diyar bikin
û piþtgiriya hev bikin. Wekî din bi berger kesek nikare dijminê xwe
rawestîne. Bi
vê sedemê divê hemû kurd li dijî dagirkirina ‘herêma ewlehî’,
qirkirina gerîlan, zordariyên li ser gel û parti û siyasetmedarên
kurdan rojane xwedî helwest bin. Dagirkeriya tirk ewqasî çavreþ û çavsor
bûye ku diyaxa wê li hemberî birina cenazeyekî kurdan jî nîne. Di
birina Cizîrê ya cenazeyê cangorî Orhan Doxan de êrîþî ser gelê me
kirin û dijminatiya xwe veriþîn. Dagirkeriyek ku ewqasî li dijî hest,
raman, hebûn û kevneþopiyên kurdan e, mafê wê yê mayîna li Kurdistanê
nîne. Zû dereng wê gelê kurd vê vînê þanî bide û dawî li
dagirkeriya tirk a li Kurdistanê bîne û rê li ber azadiya parçeyên din
ên Kurdistanê jî veke. Ji bo vê yekîtiya tevahiya kurdan, hevalbendiya
tevahiya partî û rayedarên kurd û piþtgiriya hev a parçeyan pêwîst
e. Ger ev pêk were, dijmin çiqasî bi hêz dibe bila bibe, serkeftin wê
bibe ya gelê me. Hesen
Huseyîn Denîz
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org