|
Hesen Huseyin Deniz, hasan2004deniz@hotmail.com
JI BO ZAROKÊN KURD, QÛRSA ZIMANÊ KURDÎ DESTPÊ KIR
Li
Swissre Xeleka Duwem A Qûrsên Zimanê Kurdî, Li Kantona Zûgê Zarokên
kurd ên temenê wan di navbera 9-15 salan de îroj bi coþ û kêfxweþî
dest bi fêrbûna zimanê kurdî kirin. Li kantona Zûgê ya Swissre cara
yekem e ku zarokên kurdan wê fêrî zimanê zikmakî bibin. Îroj (31 Gulan 2008) Mamosteyê zimanê kurdî Hesen Huseyîn Denîz xeleka duwem a qûrsên zimanê kurdî diyarî zarokên kurd kir. Niþteciyên kurd ên li Zûgê rûdinên, dayik û bavê xwendekaran û pazdeh xwendekarên ji 9 heta 15 salî, li avahiya Îtaliyan saet di 11.00 an de hatin gel hev.
Destpêkê
li ser giyana þehîdên têkoþîna azadî û rizgariyê bi axaftina endamê
Meclîsa Zûgê Birêz Elî, deqeyek rêzgirtin pêk hat. Piþt re mamoste
H. Huseyîn Denîz li ser grîngiya zimanê kurdî, xwedîderketina li dîrok,
çand, têkoþîn, nirx û zimanê zikmakî, bi taybetî li diyasporayê
parastina van, cudahiyên di navbera integrasyon û asîmîlasyonê de, pêwîstiya
vegera mirovê kurd a ser rehên xwe yên dirêjî kûrahiya dîroka mirovahî
û þaristaniyê dibe nirxandinek kir û got: ``Li cîhanê mirovê yekem li ser xaka di navbera Dîcle û Firatê de axiftiye. Çandiniya yekem li ser vê xakê pêk hatiye. Kedîkirina yekem dîsa li vir çêbûye. Nivîsandin cara yekem li Mezopotamya jêrîn hatiye bikaranîn. Çanda þaristaniyê li ser xaka Mezopotamya lipêþ ketiye. Bi vê sedemê divê kurd li van nirxên xwe xwedî derkevin, tama rûmetîbûna wê bijîn, bi kurdbûna xwe serbilind bin. Þaristaniya îroj kurd dixwazin xwe bigihîninê, degûþbûna xwe li ser vê xakê jiyaye. Ev xak pîroz e. Zimanê li ser vê xakê hatiye bikaranîn bi nirx e, dewlemend e, dîrokî ye. Xwedîderketina li zimanê kurdî, xwedîderketina li mirovahiyê, li þaristaniyê û li nirxên zayîna mirovahî û þaristaniyê ye.``
Mamoste
Hesen di dawiya axaftina xwe de bang li dayikan kir ku di mal de bi zarokên
xwe re bi kurdî biaxivin, li zimanê xwe xwedî derkevin û ji bikaranîna
zimanê xwe serbilind bin. Piþtî
axaftina Mamoste Denîz, li ser navê Komîteya Qûrsa zimanê kurdî birêz
Yawûz, li ser navê malbatên xwendekaran birêz Nasir û birêz Eyþan -
li ser navê xwendekaran jî Biþar
Axaftinek kirin û ev pêngav li gelê kurd pîroz kirin. Piþtî
axaftinan sînewizyona ji nexþe û dîmenên Kurdistanê û zarokên kurd
hatibû amadekirin, temaþe kirin. Piþtî wê jî þêraniya malbatên
xwendekaran çêkiribûn bi coþ û kêfxweþî hat xwarin.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org