RAYEDAR LI HÊVIYA ÇI NE?

Hesen Huseyîn Denîz

 

 

 
Li gorî agahiyên ji aliyê kurd ve hatine eþkerekirin, birêz Ocalan herî kêm ji Payîza par (2006) ve bi awayeke rojane tê jahrîkirin. Ger wekî tê gotin sedema jahrîkirinê boyaxa hundirû be, ev yek nîv sal zêdetir e didome.
 
Bijîjkên pisporê jahrîbûnê dibêjin ku pêzeya (made) stronsiyûm û kromê demekê di laþê mirov de dimînin, dibin sedemên hinek nesaxiyan û piþt re ji laþ derdikevin an winda dibin. Ger ev rast be, gelo dema vê çiqas e?
 
Di vir de pirsên pir balkêþ û pêwîst tên bîra mirov:
 
Gelo stronsiyûm û krom dema tev li boyaxa odeyekê bibin, heta çi demê dikarin vegirtina xwe (diffusion) ya li derdorê bidomînin? Þeþ meh? Salek? Du sal?...
 
Ev pirs û bersiva bi gumanî ya vê pirsê, bixwaze, nexwaze hin pirsên din tînin bîra mirov:
 
Gelo rayedarên Tirkiyê ji ber çi nahêlin heyeteke bijîjkên serbixwe biçin Girava Îmraliyê û li ser laþ û odeya birêz Ocalan lêkolînê bikin? Gelo hîn dema vegirtina pêzeyên kîmyewî bi dawî nebûye? Gelo rayedarên Tirkiyê li hêviyê ne ku ev pêze ji laþ derkevin û bandora vegirtinê (diffusion) winda bikin þûn re wê destûrê bidin heyeta bijîjkan ku biçin Giravê?
 
Ger rojekê rayedarên Tirkiyê destûrê bidin heyeteke serbixwe a bijîjkan biçin Girava Îmralî û li ser laþê birêz Ocalan lêkolîn bikin û hinek nesaxiyên sedema wana ne diyar bibînin û pê re hundirê odeyê û boyaxa tê qalêkirin vekolînin û bêjin ku ev pêzeyên kîmyewî nayên dîtin, divê kesek þaþ nemîne û nebêje birêz Ocalan ji sedemên din nesax bûye. Ger rayedarên Tirkiyê naxwazin di bin zen û gumaneke wiha de bimînin, pêwîst e hîn di destpêkê de rê bidin lêkolîna bijîjkên serbixwe. Na ku di navberê re þeþ meh an salek derbas bibe, piþt re bêjin, ‘werin lêkolîn bikin’, ti wateya vê yekê namîne û ev dibe lîskeke din a rêvebir û fermandarên þerê taybetî.
 
Ger bijîjk dibêjin ev pêze (made) di laþê mirov de demekê dimînin, rê ji nesaxiyan re vedikin û piþt re winda dibin, wê demê hîn karê xwe yê xerakirinê bi dawî nekirine û ji laþ winda nebûne divê lêkolîn were kirin. Na ku karê xwe qedandin û ji laþ derketin þûn re çi lêkolîn were kirin vala ye. Heta ji laþ dernekevin jî, piþtî ku karê xwe ya çêkirina nesaxiyan bi ser xistin þûn re hatiye lêkolînkirin an nehatiye lêkolînkirin ti wateya xwe namîne. Ya grîng ew e ku xetariya li ser jiyan û tenduristiya birêz Ocalan were pêdandin û ewlekariyên saxkirinê werin girtin.
 
Niha hinek kes dikarin bêjin ku ‘ya hûn di derbarê rayedarên Tirkiyê de çiqasî dilxerab difikirin? Ger mêrikan piþtîþeþ heyvên din çûna heyeteke bijîjkan ji bo Girava Îmralî pejirandin þûkir bikin û dengê xwe dernexînin. Heta ku wê demê pêzeyên kîmyewî yên tên qalêkirin dernekevin holê, lêborîna xwe ji dewletê bixwazin!’
 
Belê hin kesên rayedarên Tirkiyê û sazûmana rejîma Tirkiyê nas nakin dikarin wiha bihizirin û bi rastî wê çapemenî û ragihandina Tirkiyê jî wekî van kesan bihizire û hewl bide ku wana rast derxîne.
 
Lê rastî ne wiha ye! Herin ji kesên ku dem bi dem ji aliyê polîsên tirkan ve hatine girtin û di îþkenceyê re derbas bûne bipirsin wê rastiyê ji we re bêjin.
 
Herin ji mirovên di dema cûntaya 12ê Îlonê de dîl hatin girtin û li zindana Diyarbekrê îþkence dîtin bipirsin wê ji we re rastiyê vebêjin.
 
Kesek dema ji aliyê polîsan ve tê girtin, ji bo ku tawana (sûc) li ser, pê bidin pejirandin, lê didin û îþkenceyê pê dikin. Îþkencekar her çiqasî fêr bûbin îþkenceyeke bê þophiþtin bikin jî, car caran bi hêrsa xwe ya xwînxwarî nikarin û þopên îþkenceyê li ser laþê girtî dihêlin. Wê demê ji bo ku ev þop li dozgeriyê yan li dadgehê neyên dîtin, kesê girtî di dema wê de dernaxînin ber dozger. Sedemekê dibînin û sê çar rojan dereng derdixin ku heta wê demê þopên îþkenceyê ji ber çavan winda bibin. Ev rêbazeke polîsên tirkan e ku bi hezarên caran pêk anîne.
 
Yeke din, dema em li zindana Diyarbekrê girtî bûn, rojane lêdan li me dikirin û laþê me tev þîn û reþ dikirin. Ji ber ku kesekî em û rewþa me nedidît, ne xema wana bû. Lê car caran, dema ji der ve hin heyet dihatin û dixwestin li zindanê bigerin, wê rojê îþkence li me nedikirin û ferman didan ku kesek tiþtekî biaxive wê cenazeyê wî derkeve der ve. Qet ji bîr nakim rojekê girtiyên di qawîþa me de tev di rêza lêdanê re derbas kirin. Lêdan jî bi vî awahî bû. Di kuleka derî re destên me derdixistin der ve û bi dar(qalas) ên 5X10 li serê neynûkên me didan, heta ku neynûk diçiriyan û xwîn jê dihat xwarê, li erdê dibû gol…
 
Di wê rojê de bi awayeke rasthatinî heyeteke ji der ve hatibû xwestibû li zindanê bigere. Piþtî lêdanê gardiyan bênçikyayî hat qawîþê, bang li berpirsyarê qawîþê kir û gef li me tevan xwar ku yek kes di derbarê lêdanê de mukir were, wê cenazeyê tevahiya qawîþê derxînin der ve û got, “ger kesek ji heyetê li destê we binêre û bêje çima xwîn bûye, hûnê bêjin em ji ser ranzeyê ketine xwarê!”
 
Dixwazin bawer bikin, dixwazin bawer nekin sazûmana rejîma Tirkiyê û zihniyeta rêvebirên Tirkiyê zihniyetek û sazûmaneke wiha xwînxwar, derewkar û bêbext e. Heta bi serê mirov neyê, mirov bawer nake ku dewletek bikaribe ewqasî durû, derewîn, xapînok û fenek be! Lê kesên wê dinasin, dizanin ku xilaf di van gotinên me de nînin û heta kêm in ne zêde ne!
 
Ji bo vê dixwazim ji rayedarên Tirkiyê bipirsim ku ev tiþtên me diyar kirine ger ne wiha bin bila rayedarek derkeve bi duristî vegotineke têr ji raya giþtî re bike. Ne vegotineke ku çi were ber devê wî vebêje, na, vegotineke ku dema mirov guhdariyê lê bikin, baweriya wana lê rûnê!
 
Sedema nepejirandina heyeteke serbixwe ku biçe Girava Îmraliyê, ger ne derbaskirina demê be, çi ye divê vê bersivê bidin? Bijîjk dibêjin ku demeke din êdî ev pêzeyên stronsiyûm û krom wê ji laþ winda bibin; wê demê berya ev pêze winda bibin divê heyet dest bi lêkolîna li ser laþê birêz Ocalan bike. Ger pêze winda bû þûn re bike bê fêde ye. Ji xwe dema pêze winda bûn, tên wateya pêkanîna nesaxiyan û êdî dermankirin jî fêdeyê nade. Ger tê xwestin birêz Ocalan nesax nekeve û jiyana xwe ji dest nede, divê rojek berya rojekê lêkolîn li ser laþê wî were kirin. Na ku dixwazin birêz Ocalan nesax bikeve û jiyana xwe ji dest bide, ji xwe zû bi zû rê nadin çûna heyeta bijîjkan a serbixwe û wê demê divê hesabê xwe û yê gelê kurd jî baþ bikin.
 
Gelê kurd birêz Ocalan ne tenê wekî rêberekî xwe, wekî hemû hêvî û daxwazên xwe yên jiyaneke azad û bi rûmet dibîne. Gelê kurd di kesayeta birêz Ocalan de tiþta di dilê wê de heye lê nikare vebêje, dibîne. Gelê kurd bi xwedîderketina li birêz Ocalan di rastiyê de xwedîderketina li xwe tîne ser ziman.
 
Ger rayedarên Tirkiyê hîn ev yek tênegihiþtibin wey li halê wana! Dema birêz Ocalan nesaxiyê vegire tê wateya hemû kurd nesaxiyê vedigrin, dema ew jiyana xwe bide, tê wateya hemû kurd jiyana xwe ji dest didin. Ger hûn vê rastiyê nebînin wê ev rastî we bisojîne. Dema tu yekî bikujî wê li ber xwe bide. Mî bi mîhitiya xwe dema tu diavêjî erdê, ling û piyên wê girê didî û kêrê datînî ser stuyê wê xwe dilivîne û li ber xwe dide. Gelekî çel milyon mirov, te kêr daniye ser stuyê wê û tu dibêjî ‘xwe nelivîne!’ bi ser de jî tu dibêjî, ‘Mirina ji destê min li xwe xweþ bîne!’
 
Bi rastî yan te hiþê xwe xwariyî yan jî tu ji rehetiya desthilatdariyê ji ser xwe çûyî! Tu dema berdidî dû pisîkekê ji te ditirse û ji ber te direve, lê dema te ew di koþeya odeyekê de xist tengasiyê û dibîne ku çareya filitandinê nemaye êdî tê bi ser kevî, ji bo têk neçe, hemû hêza xwe kom dike û xwe gij dike nava çavê te. Tu çiqasî jê bi hêztir bê jî dev û ruyê te xwîn dike û xwe difilitîne, te bêzar dike. Ma qey tu vê yekê jî nizanî? Tu roj bi roj li ber çavê gel rêberê wana jahrî dikî, qedera wana ber bi tinebûnekê ve dibî, piþt re jî ji wana dixwazî ku ji te re sicûde bikin. Biborîne. Ger ewlekariya tenduristî û jiyana rêberê wana negrî û xwedê neke tiþtek neyênî bi serê wî were, bawerke xwedê jî nikare te ji tofana kurdan rizgar bike! Nebêje, ‘Ezê ji demê re bihêlim û wê birize biçe!’ Hin tiþt dema ji demê re dimînin ji rizandinê zêdetir distewin û xurtir dibin!’ ev jî aliyekî din ê rastiyê ye. Pêwîst e mirov rastiyan ne tenê bi berçavka xwe, bi berçavka yê li hemberî xwe jî bibîne.
 
Hesen Huseyîn Denîz
 
 
 
 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org