|
REWÞA KOORDÎNASYONA DAGIRKERIYÊ
Hesen Huseyîn Denîz
Di
van rojên dawî de di navbera Tirkiye û Îranê de, peymanek gaza xwezayî
ya ku di ser xaka Tirkiyê re derbasî Ewropa bibe hat destxet kirin. Herçiqasî
Amerîka li dijî vê peymanê nerazîbûnek þanî da jî, diyar e wê ev
proje bimeþe. Ji ber ku Amerîka ji aliyekî ve bi Îranê re li sazkirina
têkiliyan digere. Tengezariyên di Iraqê de dijî, dixwaze bi saya van têkiliyan
biborîne. Îran ji bo bikaribe ambargo û bandoriyên Netewên Yekbûyî û
yên Amerîka li ser xwe sivik bike, xwe ji têkiliyên bi Amerîka re vekirî
dihêle. Berê ji Amerîka re digot: ‘Þeytanê Mezin’ û bi ti awahî
nedixwest têkiliyan deyne. Lê dema berjewendiya Komara Îranê tê holê,
diyar e ‘mislimanên herî xurt’, dikarin bi ‘þeytanê herî mezin’
re jî li hev rûnên. Wê demê eþkere dibe ku ol (îslamiyet) di rêka
berjewendiya komarê de dikare were bikaranîn û rêzik û prensîbên wê
dikarin werin guhertin û tawîz ji vana dikare were dayîn. Bi vê sedemê
careke din eþkere dibe ku dewlet bi çi rûçikî dibe bila bibe, dixwazî
rengê wê sermayedarî be, dixwazî îslamî be, dixwazî dîktaorî be û
dixwazî lîberal be, çi dibe bila bibe; serweriya dewletê û berjewendiya
wê di ser her tiþtî re, heta wekî li Îranê tê dîtin di ser bîr û
baweriyê re jî tê. Komara
Îslamî ya Îranê ji roja damezirandina xwe û vir ve prensîbên olî ji
bo berjewendiya xwe û desthilatdariya xwe bikar tîne. Bi taybetî vê yekê
li ser gelê kurd bi dijwarî dimeþîne. Di vê sala dawî de bi dehê
caran bi komara faþîst a Tirkiyê re operasyonên hevbeþ li hemberî têkoþerên
azadiyê li dar xist û xwîna gelek ciwanên kurd rijand. Wekî
din li hemberî gelê kurd ê li Rojhilatê Kurdistanê dijî, her awayê îþkence,
lêdan û binpêkirina mafên mirovî pêk tîne. Di warê naskirina mafên
çandî, ziman û perwerdehî yê gelê kurd de ji dema desthilatdariya Þax
paþdetir pêkanîn û astengiyan dimeþîne. Qaþo di dîrokê de tê gotin
ku Pers û Med pismamên hev tên hesibandin. Bi rastî jî çanda Pers
gelek sûd ji çanda Med girtiye. Zimanê Persan jî bi saya zimanê Medan bûye
xwedî dewlemendiyeke diyar. Îroj mirov bi hêsanî dikare bandûra çand,
ziman û kevneþopiyên Medî li ser ya Persan bibîne. Dîsa bi salan gelê
Pers û Med ji hilweþîna dewleta Medya û vir ve pev re di nava aþtî de
û bi awayekî rêzgirtina ji mafên hev re û di nava peywendiyeke hêzdayîna
hev jiyane. Lê di roja me de diyar e ev hêzgirtin, mafnasîn û peywendî
têk diçin û li cihê wê polîtîkayên înkar, kuþtin û tinekirinê tên
þopandin ku em dizanin esas avakarê van polîtîkayan Komara Tirkiyê ye. Tirkiye
di mijara pirsgirêka kurd de wekî koordînasyona dagirkeriyê tevdigere.
Ev yek di têkiliyên Tirkiye û Îranê de zêde eþkere dibe. Tirkiye û
Îran tevî di Rojhilata Navîn de berjewendiyên wan li dijî hev in jî,
ji sedema pirsgirêka kurd bi hev re hevkariyeke dij-kurd dimeþînin û li
ser vê yekê peywendiyên aborî, leþkerî û dîplomatîk pêþ de dibin. Bi
vê sedemê destxetkirina peymana herikandina gaza xwezayî ya di ser xaka
Tirkiyê re jî di çarçoweya hevkariya dij-kurd de pêk hatiye. Bi sozdayîna
Îran ku li dijî têkoþerên azadiyê destekê bide komara Tirkiyê,
dewlet û hukûmeta Tirkiyê jî herikandina gaza xwezayî ya Îranê
hildigrin ser xwe. Dema gaza xwezayî ji Îranê biherike Ewropa, aboriya Îranê
wê bêhneke fireh bigre û ambargoya Amerîka daniye ser, wê bê wate bimîne.
Amerîka ji bo vê li dijî vê peymanê derdikeve; lê ji bo pirsgirêka
Iraqê ew jî berdestê Îranê ye û zêde tiþtek ji dest were nîne. Yan
divê bi Iraqê re Îranê jî bide ber xwe û dagir bike. Yan jî divê çavê
xwe ji hinek polîtîka û pêkanînên Îranê re bigre. Diyar e ku di vê
demê de wê rêka duwemîn biþopîne; ji ber ku Bûsh li welatê xwe jî
di warê domandin û firehkirina þer de tê tengavkirin. Ev tengavî dikin
ku Bûsh li hemberî tundiyên Îranê bi sernermî tevbigere û rêka þerekî
duwemîn veneke. Bi
kinahî di rojên pêþiya me de emê li peywendiyên tevlihev û di nava
hev de bibin govan (þahid). Lê di van têkiliyan de zêdetir wê
hevkariyeke Tirk û Îranî derkeve pêþ. Ger di hilbijartinên Tirkiyê de
Tayip Erdoxan bi serkeve û bi tena xwe partiya wî bibe þiyandar wê ev têkilî
û hevkarî xurtir bibin û li dijî kurdan pêkanînên qirêjtir bimeþînin.
Na ku hukûmetek ji partiyên din ên wekî Partiya Gel a Komarê (CHP) û
Partiya Tevgera Nijadperest (MHP) pêk were, dibe ku ev têkilî wana bi ber
aloziyeke kûr ve jî bibe. Di rojên pêþiya me de wê ev her du alî
zelaltir bibin. Lê çi dibe bila bibe wê hevkariya Tirkiye û Îranê ya
li dijî gelê kurd bidome û gelê me divê li hemberî vê xwedî helwest
be, bi hiþyarî û baldarî biþopîne. Divê gelê me zanibe ku Tirkiyê
di mijara Kurdistanê de weynê Koordînasyona Dagirkeriyê girtiye ser milê
xwe û bê agahî û destûra xwe rênade Îran, Sûriye û Iraqê ku
pirsgirêka kurd bi awayekî maqûl were çareserkirin. Ji
xwe ji niha ve bi sedhezaran leþkerên xwe komî ser tixûbê Baþûr
kiriye ku di gumaneke vekiþîna Amerîka de, pê re bikeve Baþûr, dagir
bike û rê nede dewleteke Kurdistanî were sazkirin. Ger Amerîka di aliyê
behrê re hêzên xwe vekiþîne wê tirk di cih de hêzên xwe biherikînin
Baþûr û heta Kerkûkê bimeþin. Lê niha di vê mijarê de tirsnakeke
din derdikeve holê ku wekî kelemekê di dilê rayedarên Tirk de tê çikandin
û þik û gumaneke mezin dixe dilê wana. Amerîka
ji bo ji Iraqê leþkerên xwe vekiþîne, ji rêka behrê zêdetir, rêka
Baþûrê Kurdistanê ku di wir re derbasî Bakur û Tirkiyê bibe ji xwe re
ewletir dibîne. Bêguman ji Iraqê vekiþîna bi deh hezaran leþkerên
Amerîkî wiha di rojekê de pêk nayê û dibe ku bi mehan û salan bidome.
Di vê vekiþînê de li ser rêkê, çi li Baþûr û Bakurê Kurdistanê,
çi li Tirkiyê; lê zêdetir jî li Bakurê Kurdistanê wê Amerîka
bixwaze hinek hêzên xwe bi cih bike ku vekiþîn bi hêsanî pêk were. Ev
hêzên Amerîka li Bakur bi cih bike, bê guman heta karê wana xelas dibe
wê pêwîst bimînin bi gelê li herêmê re bikevin nava peywendiyên pêwîst.
Tirk ji niha ve ketine nava vê tirs û xovê û ditirsin ku Amerîka hêzên
xwe yên li Bakurê Kurdistanê bi cih bike, careke din raneke û bi rêka
wan û bi rêka hêzên xwe yên li Baþûr bihêle desthilatdariya
Kurdistanê ji dest wana derxîne û bi xwe ve girê bide. Di rewþeke wiha
de Tirkiye ji bo desthilatdariya xwe biparêze yan divê Amerîka bigre
hemberî xwe û þer jî tê de her rêbazê bide ber çavê xwe, yan jî
divê daqurtîne. Di her du xalan de jî yê xisarê bibîne wê komara
Tirkiyê ya lawaz ketiye be. Wê komara Tirkiyê piþtî hilbijartinan lawaz
bikeve ji ber ku çi partiya were ser þiyandariyê wê wekî doh ne bi hêz
be. AKP bi tena xwe bibe þiyandar jî wê ji pirsgirêkan nefilite. Di
pirsgirêka hilbijartina serokomar de wê dîsa tengezarî derkevin û dibe
ku di demeke nêz de hukûmet cardin Tirkiyê ber bi hilbijartinên pêþdem
de bibe. Na ku partiyên faþîst ên wekî CHP, MHP û DP bibin þiyandar
ji xwe kaosa li Tirkiyê wê komarê ber bi þerekî navxweyî yê di
navbera gelan de bibe û di her du rewþan de jî wê Tirkiyeke tevlihev û
þiyandariyeke lawaz di rojên pêþ de di rojeva Tirkiyê de be. Bi
vê sedemê hevakariya dij-kurd a di hundirê Tirkiyê de û ya di navbera
dewletên dagirkerên Kurdistanê de her ku xurt bibe, wê ev dewlet zêde
aloziyan bjîn û wê ev jî wana ber bi dawiya wan a bi destê kurdan bê
ve bibe. Gelê kurd ê di van hilbijartinan de vîna xwe derdixe holê û
derbasî meclîsa Tirkiyê dike, wê ji her demê zêdetir bi hêz û
yekgirtî bibe û ev yek wê derfetên çareserkirina pirsgirêka kurd zêdetir
li ber gelê me veke. Di
encam de, di navbera dewletên dagirker de çiqasî peywendiyên aborî, leþkerî,
dîplomatîk ên dij-kurd werin destxetkirin, wê têkoþîna gelê kurd a
bi biryar û dildarê azadî û demokrasiyê tevan vala derxîne û hukmê
xwe bimeþîne! Hesen
Huseyîn Denîz |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org