|
REZALET
HESEN HUSEYÎN DENÎZ Li
welatekî qaþo demokratîk û paytextiya welatên Ewropa dike de, êrîþkirina
bi awayekî dijware û hovane ya li ser saziyên gelê kurd ên rêxistinî
û ragihandinî, ji rezaleta bi navê demêkrasiyê zêdetir ne tiþtek e.
Gelo ev ferman ji Îsarîlê hat dayîn, an ji Amerîkayê hat dayîn? Ango
dewleta Tirkiyê çi ya xwe firot dewleta Belçîka ku wilo hemû zagon û pîvanên
xwe yên demokratîk binpê kir. Ev
rewþeke ne asayî ye. Ti hinceta vê êrîþê jî tine ye. Ger tawanek,
pirsyariyek hebû, pir bi hêsanî dikarîbûn bihatana ji berpirsyarên sazî
û rêxistinan bipirsîna. Lê bi dijwarî êrîþkirina ser saziyan, lêdan,
av pîjiqandin, xistina kîs a ser serê siyasetmedarên kurd, derveyî
rezaletê ne tiþtekî din e. Wê sibe duzbe derkeve holê ku ev ferman ji
ku hatiye û di berdêla wê de çi hatiye firotin an dayîn! Berya
çend rojan saloxdariya Israilê daxuyaniyek da ku di desteserkirina rêberê
gelê kurd a li Kenyayê û radestkirina ji Tirkiyê re weyneke sereke
leyistine. Ev daxuyanî ango mukirhatin ne ji ber xwe ve bû. Çima deh
salan rawestiyan û di sala yazdemîn de mukir hatin? Ji vê tenê be jî
diyar e ku îsal dek û dolabeke nû dixwazin li ser serê gelê kurd bigerînin.
Ji xwe ji serê salê ve li Tirkiyê di warê siyasî de bi lêdan, girtin
û îþkenceyên ji zarok heta mezinan li gorî xwe encamek girtin û
derbeyek li tevgera kurdî ya legal dan. Niha dixwazin lingê vê yê der ve
temam bikin. Li derve jî dengê gel bibirin, çavê gel kor bikin. Piþt
re çi tê? Li
gorî dagirkerên Kurdistanê `pêkanîna temirandina serhildana 29. tê`. Belê
ev ne gotineke jiber xwe ye. Hêza emperyal ku di serî de Îsraîl, Amerîka
û pê re Yekîtiya Ewropa tê de cih digre, dixwaze di van salan de pirsgirêka
kurd ji rojeva xwe derxîne. Lê ne bi awayekî çareserkirina demokratîk
û dadmendî, bi awayekî berdewamkirina rêbazên klasîkî. Yanî dîsa
girtin, lêdan û kuþtinê dixin rojevê… Bi
vê desteserkirinê xwestin gelê kurd biçûk bixin û hêvî û rûmeta wê
bin pê bikin; lê di rastiyê de xwe rezîl û ruswa kirin. Ji bo
berjewendiya xwe ya aborî, pîvanên xwe yên demokratîk binpê kirin. Wê
ev yek birîneke mezin di sazûmana wana de veke. Wê sizaya vê birînê jî
di rojên pêþ de bikiþînin… Welatên
Ewropî van êrîþkariya xwe bi vîn û biryara xwe nakin.
Ew ne xwediyê siyaseteke azad in. Doh li Fransa, piþt re li Îspanya,
li Îtalya, berê li Almanya îroj jî li Belçîka êrîþbariya tê
lidarxistin tev bi zextdana Îsraîl û Amerîka û serkêþê wan Îngiltere
pêk tê. Siyaset ji cihekî tê xêzkirin û ferman tên dayîn. Ji Fransa
re dibêjin , ``Niha di vê demê de dora te ye, fermo tu siyasetmedarên
kurd bigre, biavêje zîndanê`. Dewleta Fransa di cih de vî karê xwe pêk
tîne. Piþt re jê re dibêjin, `Te weynê xwe lîst, niha dora Belçîkayê
ye!` Fransa dîlên di dest te berdide û pê re Belçîka êrîþî ser sazî
û rêxistiniyên kurd dike. Ji ber ku jê re jî gotine `Êdî dor a te ye.
Niha
tu bi ser kurdan de biçe.` Heta îroj Belçîka rezaleteke wilo dernexistibû.
Qaþo xwe ji kurdan re dost didît. Li parlamentoya Belçîka gelek dostên
kurdan jî hene. Lê diyar e hikûmetê ew jî paþçav kirine. Lê ger di
rastiyê de dostên gelê kurd bin –ku divê wiha bin- wê li hemberî vê
êrîþkariya hikûmeta xwe bê deng nemînin. Demokratbûn û nedemokratbûna
wan, dostbûn û nedostbûna wan wê di van du sê rojan de xwe eþkere
bike. Ger ji hikûmeta xwe bikaribin hesabê vê yekê bipirsin, wê demê wê
dilsoziya wana eþkere bibe. Gelê
kurd jî wê helwesta xwe li her aliyê cîhanê diyar bike. Bi her awayê
çalakiyên demokratîk wê nerazîbûna xwe bide der. Roj Tv çav, mejî û
guhê gel e. Gel xwe kor, lal û kerr nahêle. Gelê kurd bê deng jî namîne.
Ev sazî, ev rêxistinî tev bi xwîna þehîdan û keda gel hatine
damezirandin. Ger pêwîst bike ji bo parastina vana wê gelê kurd berdêlên
nû bide, lê gavê paþ de navêje… Bi
kinahî hikûmeta Belçîkî bi vê êrîþkariya li ser sazî û rêxistiniyên
kurd, bi bin xwe de rît… Bêhna vê rîtinê wê di demeke kin de
derkeve… Lê ji aliyê Ewropayê ve tiþta trajîk ev e ku kesekî
bikaribe vê bêhnê pak bike li holê nexuyaye. Ya xisarê dibîne jî
demokrasiya gelan û nirxên demokratîk e… HESEN
hUSEYîN dENîZ
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org