|
ROJ
BI EWRAN NAYÊ DÎLGIRTIN
Hesen Huseyîn Denîz
Ji
dîroka mirovahiyê ve, mirovan her dem li ezmên nêrîne û wiha rê dane
jiyana xwe. Di civakên xwezayî de heyîneyên li ezmanî, her dem ji
mirovan re bûne rênîþanêrên hestên wana. Dema ewrên reþ û tarî dîtine,
hestên wan ên tirs û xovgirtinê serî dane der. Lê dema Roj, Hîv û Stêrk
dîtine, hêvî û wêr ji vana girtine û kêfxweþ bûne. Ji
bo civaka me kurdan jî ev rastiya ezmanî wiha hikmê xwe bi hezarê salan
meþandiyê. Di civaka kurdan de hêza Rojê di ser tevahiya heyîneyên
ezmanî re ye. Ji bo þevê jî hêza Stêrkan di ser a tevan re ye. Kurdistan
welateke çiyayî ye. Li gelek deverên wê zivistan qasî heþt mehan diajo
û di van du werzan de mirov bi hesreta dîtina tavê her, berê xwe didin
ezmên û li ber Rojê digerin ku serê xwe ji paþ ewran derxîne û li ruyê
wana bikene. Bi vê sedemê hatina Biharê li Kurdistanê him destpêkirina
saleke nû, him destpêkirina jiyaneke nû, him bidawîbûna zor û zahmetiyên
zivistanê ye. Mirov dema awirên xwe dirêjî ezmên dikin û hatina Biharê
hêvî dikin, bi dîtina ewrên reþ û tarî dilê wana diqurmiçe û
dixwazin rojek berya rojekê ji vê reþahiya ku Rojê dîl digre rizgar
bibin. Sibat
weke meha berya Biharê, di jiyana gelê kurd de, ji dîrokê ve meheke bi
zor û zahmetiyan derbas dibe ye. Di her Sibatê de kurd li hêviya hatina
Biharê ne; lê zor û zahmetiyên Sibatê, ji tevahiya mehên zivistanê
dijwartir in. Þape di Sibatê de bi ser wana de tê. Berfa pûk di Sibatê
de dibare. Qûtê wana di vê mehê de xelas dibe û ji ber ku çêre jî hîn
di binê berfê de ye, pêwîst dimînin çiloyê kirine tev bidin sewalên
xwe ku bikaribin bi selametî xwe bigihînin Biharê… Wekî
neyarên kurd ev zor û zahmetiya meha Sibatê ya di jiyana gelê kurd de
dizanîbûn, di vê mehê de dek û dolabeke dijwartir li serê gelê me
gerandin. Tevahiya
ewrên reþ û tarî li derdora Roja gelê kurd pêçan û Roj dîl girtin.
Bi dîlgirtina Rojê xwestin ku mirovên kurd di tariyê de bimînin. Ne
careke din þînahiya ezmên bibînin, ne careke din keskahiya deþt û
zozanan bibînin. Hûn
dizanin ku yê jiyanê dide xwezayê Roj bi xwe ye. Ger Roj careke din li
mirovahiyê nekene û tîrêjên xwe dirêjî bibûkên çavên wana neke,
awirên çavan nikarin heft rengên xwezayê bibînin û ji hev binasin. Çavên
tîrêjên Rojê hembêz nekin nikarin spîhatiya berfa zozanan, keskahiya
giyayê mêrg û çîmenan, sorahiya hinarkên ruyê zarokan, zerahiya keziyên
keçên ciwan, qehwehiya çavên xortan û þînatiya ezmanên Welatê
Kurdan bibînin. Dema vana nebînin ew çav û xwediyên wan çavan çawa
dikarin bijîn? Ji bo wê, dema Roj ji aliyê ewrên reþ û tarî ve dîl
hat girtin, tev bi hev re qêriyan û gotin ku, ‘Kesek nikare Roja me tarî
bike!’ Lê
neyar bi hêz û bi biryar bûn ku cîhana gelê kurd di nava reþahiyê de
bifetisînin. Ev biryar hîn ji roja destxetkirina peymana Lozanê ve dabûn
û di vê roja pazdehê Sibata hezarûnehsedûnotûnehan de jî dixwestin
careke din misoger bikin. Bes,
gelê kurd jî bi hêz û bi biryar bû ku Roja xwe ji nava lepên ewrên reþ
û tarî rizgar bike. Roj
ji aliyê ewran ve dîl hat girtin û mirovên kurd derketin kolanan û qêriyan.
Hinekan çirayên xwe pêxistin, hinekan dar û daristan dan ber agir ku
taritiya reþahiyê belav bibe. Hinekan jî ev agir bes nedîtin û bedenên
xwe dan agir ku taritî bimre û ronahî serdest bibe. Roj
a gelê kurd dîl jî hatibe girtin, li ber xwe da. Bi ewran re ket nava þerekî
dijwar û hewl da ku tîrêjên xwe ji nava qeyd û derabeyên ewran bifilitîne
û dirêjî bibûkên çavên mirovahiyê bike. Dawî
agirê bedena mirovên kurd û tîrêjên di navbera qeyd û derabeyan re
xwe filitandine, li ser ezmanên Kurdistanê hev hembêz kirin û ji nû ve
ronahî ket ser rûçikê mirovên kurd. Ji nû ve ken hat ser lêvên
zarokan. Ji nû ve keziyên qîzan bi tîrêjên rojê re ketin govendeke
nerme… Kurd
îroj ji her demê zêdetir bi hêvî ne ku bi tevahî Roja xwe ji nava lepên
ewrên Reþ û tarî yên bi þewata agirê bedena mirovên kurd çiriyane,
rizgar bikin û welatê xwe bi tevahî bikin welatê Agir û Rojê; ji ber
ku Kurd bawer dikin ew ji hezarê salan û vir ve zarokên çavkaniya van
her du ronahiyên pîroz in. Kurd bê agir û bê Roj nikarin bijîn. Dema
agirê wana were dizîn û ew ji aliyê serme û seqemê ve dîl werin
girtin, Roj di hawara wana de tê û bi ronahiya tîrêjên xwe wana zindî,
zana û dilgerm dike. Dema Roja wana ji aliyê ewrên reþ û tarî ve dîl
tê girtin, bedena xwe dikin pêtên agir û bi ronahî û germahiya þewata
laþê xwe dibin bersiva Roja pîroz. Bi
vê sedemê cîhan tev dizane ku Kurd bê Roj nikarin bijîn û dema hinek
dixwazin Roja wana tarî bikin ew bi agirê bedena xwe Roja xwe diparêzin. Kurd
dizanin ku dawiya her Sibatê Adar e û Adar destpêkirina Biharê, her wiha
mizgîniya hatina Newrozê ye. Ji bo vê bapîr û dapîrên kurdan gotine
ku, ‘Dawiya her zahmetiyan xêr û xweþî ye!’ Kurd bi vê zanînê li
hemberî zor û zahmetiyên Sibatê li ber xwe didin û têdikoþin ku
bikaribin Adarê pêþwazî bikin. Dizanin ku xwe teslîmî reþahiya ewran
bikin û tarîtiyê li ser xwe bipejirînin, ew careke din nagihêjin pîrozkirina
Newrozê. Newroz cejneke wiha ye ku bi têkbirina hemû zor û zahmetiyên
Sibatê watedar dibe û tenê di bin pêlên tîrêjên rojeke azad de
dikare were pîrozkirin. Bi vê sedemê di her Sibatê de kurd li kolanan in
û li hemberî zor û zahmetiyên neyaran afirandine û li hemberî zordestî
û koledariya desthilatdaran têdikoþin ku bikaribin bi keda xwe hatina
Adarê biafirînin. Ew ji xwe bawer in ku wê di her Newrozê de Roja wana
azad bibe û bi wana re li kolanên Amedê dîlana serkeftinê bigre… Ji
bo vê dijwariya Sibatê nikare kurdan bê hêvî û bê bawerî bike,
nikare wana ji biryara wana paþ de bide; berûvajî vê çiqasî dijwar be,
ewqasî kurd xwe pêwîstî berxwedaneke xurttir û dayîna têkoþîneke
dijwartir dibînin. Kurd dil ketine germahî û ronahiya Rojê; heta van her
du hesretên xwe hembêz nekin û bi dilê xwe nekiþînin hinava dilê xwe,
ti caran nikarin derbasî hundirê malan bibin û pal bidin ser balgîfan;
ewê her dem li kolanan bin, li navsera çiyan bin, di refên meþ û çalakiyan
de bin, ta ku Roja xwe bi tevahî ji qeyd û derabeyên ewrên reþ û tarî
rizgar bikin û di cejna Newrozê de pêk re dîlana azadiyê bigrin… Hesen
Huseyîn Denîz
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org