SALVEGRA BÊBEXTIYA DÎROKÎ

 

HESEN HUSEYÎN DENÎZ

 

 

 

Roja 9ê Cotmehê di dîroka Rojhilata Navîn de wê wekî rojeke bêbextiyê her dem were bîranîn. Ji ber ku di vê rojê de dewletên desthilat ên Rojhilata Navîn dest dan hev û dek û dolap li ser rêbertiya kurdan gerandin. Kurd di dîroka xwe ya bindestî de cara yekem bi rêber Apo re derfeta vejîn û azadbûnê bidest xistibûn. Lê çavê dagirkeran bar nebû. Hêza xwe kirin yek û ew ji rehên wî ve ji xaka li ser dijî qut kirin, berbayê cîhanê kirin. Bêbextiya yekem ev bû, lê bi vê têr neman. Bêbextiya duwem ji aliyê desthilatên cîhanê ve hat þanîdan. Tev dest dan dagirkeriya tirk û deriyê welatên xwe li ber girtin. Bi vê jî têr neman, bi xapandin, dek û dolap berê wî dan welatê Kenyayê û li wê derê dîl girtin. Li wir gengeþeya ‘em bikujin an bifroþin’ li ser meþandin. Dawî ji kuþtina wî tirsiyan û ew firotin dagirkeriya tirk. Bi beramberê çi firotin hîn jî newêrin eþkere bikin. Lê ti carî roj bi heriyê nayê seyandin; rastî wê her derkevin ber tavê. Ji ber ku di dîroka pêximberan de mînakên wekî vê hene. Mirov divê ji xwe re bike ders û aqil jê bigre.

Di Tewratê de, serpêhatiya Yûsif pêximberê kurê Yaqûb heye. Yaqûb û Benjamîn ji pîreka Yaqûb Rahel di dema pîrbûna Yaqûb de tên dinyê, lê zarokên wî yên ji jinên wî yên din jî hene. Ji sedema ku Yaqûb hez ji Yûsif dike, birayên wî yên ji jinbavê jê dihesûdin. Dema rojekê Yûsif xewna xwe ji birayên xwe re dibêje, birayên wî hêrs dibin û dibêjin, ‘Ma tê li ser serê me bibî qral? Tê me rê ve bibî?’ û zêdetir jê aciz dibin.

Rojekê dema birayên Yûsif li Þekemê ya li Newala Hewron pez diçêrînin Yaqûb jê re diaxive û wî rêdike gel birayên wî ku binêre ka karê wana çawa diçe. Yûsif li Dotanê birayên xwe dibîne. Hîn ji dûr ve dema birayên wî çav lê dikevin, dibêjin ‘Va ye nesaxê xewnan hat’ û planê kuþtina wî dikin. Dibêjin, ‘Ka em wî bikujin, biavêjin çalekê û em bêjin lawirekî ew kuþtiye, xwariye!’ Kurê Yaqûb ê yekemîn Rûben dema vê dibihîse, dixwaze Yusif ji destê wana rizgar bike û dibêje: ‘Dest nedin canê wî, xwînê nerijînin. Wî biavêjin bîrekê ji vana bes wî nekujin.’ Armanca wî xelaskirina Yûsif e ku bi vî awahî wî ji dest wana derxîne û bibe ji bavê xwe re.

Dema Yûsif digihêje gel birayên xwe, li ser serê wî kom dibin, kincê wî jê dikin û wî diavêjin binê bîreke bê av. Dema ji bo xwarinê rûdinên, dibînin ku karwanekî Îsmaîliyan ji aliyê Gilatê ve tê. Karwan wê biçe Misrê. Yahûda ji birayên xwe re dibêje: ‘Ger em birayê xwe bikujin û sûcê xwe veþêrin wê çi bidest me bikeve? Werin em wî bifroþin Îsmaîliyan.’ Birayên wî dipejirînin û bi bîst zîvî difroþin wî karwanî. Îsmaîlî jî Yûsif dibin Misrê. Birayê wî Rûben dema vedigere ser bîrê û Yûsif nabîne ji liberketinê kincîlên xwe diqetîne. Birayên wî gîskekî digrin, serjê dikin û xwîna wî di kincê Yûsif de didin, kinc diperpitînin û dibin ji bavê xwe re, dibêjin, ‘Me ev dît, ka binêre bê kurê te ye yan na?’ Yaqûb kincê kurê xwe dinase û ji êþa kurê xwe re kincên xwe diqetîne, demeke dirêj þîna wî dikiþîne.

Di vê navberê de Îsmaîlî li sûka koleyan Yûsif difroþin fermandarêkî Fîrawûn yê bi navê Potîfar. Yûsif ciwanekî zîrek, jêhatî û spehî bû. Bi vê sedemê Potîfar rêvebirina mala xwe dide dest Yûsif, lê jina Potîfar çav berdide wî û dixwaze pê re rakeve. Yûsif vê yekê napejirîne. Dema napejirîne, jinik radihêje kincên Yûsif û bêbextiyê diavêje stuyê wî, dibêje ‘Hat ku bikeve paþla min, mîn nehiþt û va ye kincên xwe di dest min de hiþtin û derket der ve’. Li ser vê bêbextiyê, Potîfar Yûsif diavêje zîndanê.

Di zîndanê de serzîndan ji zîrekiya Yûsif dilxweþ dimîne û rêvebiriya girtiyan dide dest wî. Yûsif li zîndanê xewnên girtiyan þîrove dike. Rojekê sersakî û sernanpêjê fîrawûn jî dikevin zîndanê. Di zîndanê de xewnekê dibînin û Yûsif xewna wana þîrove dike. Qaþo sersakî soz daye ku þîrove rast derkeve, dema were berdan wê li Yûsif jî bifikire. Piþt re þîrove rast derdikeve, sersakî azad tê berdan, dîsa tê ser kar û barê xwe, lê Yûsif jibîr dike. Yûsif di wê rewþê de du salan di zîndanê de dimîne. Piþtî du salan rojekê Fîrawûn xewnê dibîne. Ji bo xewna wî þîrove bikin, bangî tevahiya alim, fêlbaz û sêrbazan dike. Lê kesek nikare xewnê þîrove bike. Wê demê sersakîyê Fîrawûn derdikeve pêþ û qala Yûsif ê di binê zîndanê de dike. Serpêhatiya xwe û ya sernanpêj ku xewna dîtibûn çawa Yûsif þîrove kir û çawa rast derket vedibêje. Li ser vê bang li Yûsif dikin. Wî ji zîndanê derdixin û tînin hizûra Fîrawûn. Ew jî xewna xwe jê re dibêje. Yûsif xewna wî wiha þîrove dike:

‘Libê, her du xewn jî tên wateyekê. Yezdan wê çi bike, ji te re vegotiye. Heft çêlekên xweþik tên wateya heft salan. Heft simbilên baþ jî tên wateya heft salan. Piþt re heft çêlekên lawaz û çîrkîn ên derdikevin û heft simbilên çilmisî yên ji aliyê bayên rojhilat ve hatine qimirandin jî tên wateya ku wê heft salan xela rabe. Li Misrê destpêkê wê heft salan firehî pêk were, piþtî van heft salên firehiyê jî wê heft salan xela rabe. Ev xelaya were wê ewqasî dijwar be ku salên firehiyê bide jibîrkirin. Divê Fîrawûn di van heft salên firehiyê de berhemên hilberînê kom bike û veþêre ku di heft salên xelayê de gelê wî ji ber xelayê nemire.’

Li ser vê þîroveyê Fîrawûn rêvebirina welêt dide dest Yûsif û gel tev dide bin fermana wî. Yûsif li tevahiya welêt kawaran ava dike û berhemên hilberînê heft salan di wan de dicivîne. Piþtî van heft salên firehiyê xela destpê dike. Di demeke kin de li tevahiya welatan birçîbûn rû dide. Wê demê li Misrê Yûsif devê kawaran vedike û nahêle ji ber xelayê helak bibin.

Di vê navberê de li welatê Yûsif jê hatiye jî xela radibe. Dibihîsin ku li Misrê zad heye. Bi vê sedemê Yaqûb zarokên xwe rêdike Misrê. Dema zarokên Yaqûb tên Misrê ku zad bikirin, Yûsif birayên xwe dinase lê ew wî nas nakin. Li ber digerin ku hinek zad bifroþe wana jî…

Serpêhatiya Yûsif di Tewratê de wiha didome. Ji serî heta binî bi jêhatinî, dilsozî û merdiya Yûsif û komplo, bêbextî û bêmafiyên li ser wî tên meþandin hatiye nivîsandin. Dema mirov serêphatiya Yûsif dixwîne, kela girî ji ber xwe ve dadikeve ser qirika mirov.

Di salvegera nehemîn a destpêka komploya Navdewletî ya li hemberî rêberê gelê kurd hat kirin de ev serpêhatiya Yûsif ji ber çavê min naçe û bi vê sedemê min xwest raxînim ber çavê xwendevanan.

Roja komploya nehê cotmehê wekî roja çûna Yûsif a serdana birayên xwe ye. Birayên wî bi bêbextî wî diavêjin binê bîreke bê av. Hewildanên birayê wî Ruben û Yahûda ku dixwazin wî ji mirinê bifilitînin wekî hewiladanên serokwezîrê Îtalya yê wê demê birêz De Lama ye. Mana Yûsif a di binê bîrê de û gera rêbertiyê ya li ezmanên Ewropa ku ti dewletê deriyê xwe jê re venekir û her li ser kuþtin an firotina wî gengeþe kirin wekî hev e. Hatina karwanê Îsmaîliyan diþibe bêbextiya Yewnan ku fikra rêkirina rêbertiyê ya Kenyayê dan pêþ û ew birin wê derê, li wir dan dest hêzên saloxdariya Amerîka û Îsraîlê. Çawa ku kolefiroþên Îsmaîlî Yûsif bi bîst zîvî dikirin û tînin sûka Misrê difroþin fermandarekî Fîrawûn, Saloxdariya Amerîka û Îsraîl jî bi beramberiya berdêlekê rêbertî ji Yewnan girtin û anîn sûka Enqera, bi buhayekî firotin dewleta Tirkiyê.

Lê ji vê serpêhatiya dîrokî diyar dibe ku him fermandarê Fîrawûn, him Fîrawûn bi xwe ji desthilatiya niha ya Tirk, Amerîkan, Îsraîl, Yewnan, Ewropa, Rûsya û Kenyayê sed taq zêdetir xwediyê rûmet, mirovbûn, dilsozî û bextewariyê ye. Xwezî bi dadmendiya Fîrawûnên wê demê, lê ne xwezî bi dadmendiya desthilatiya niha!

Di berdewamiya serpêhatiyê de Yûsif malbata xwe tev tîne Misrê û bi destûra Fîrawûn li wê derê bi cih dike. Gelbûn û netewbûna wan li wir li pêþ dixe. Rêxistiniya wan xurtir dike û ji bo di pêþerojê de vegerin ser xaka dê û bavan wana amade dike. Di vir de jî hewildanên Yûsif û yên rêbertiya gelê kurd pirr diþibin hev. Rêbertiya gelê kurd jî di tevahiya jiyana xwe de ji bo gelbûn, netewbûn û azadbûna gelê xwe, ji bo pêkanîna vegera mezin a ser xaka dê û bavan têkoþîneke ji her alî ve tije jan û zahmetî meþandiye û hê jî bi sebr û jêhatiniya Yûsif pêximber li ber xwe dide.

Çawa ku di her tengezariyê de Yezdan bi Yûsif re bû û destê wî li ser piþta wî bû, wê di roja me de jî yezdan ê heqiyê bi rêbertiya gelê kurd re be û destê yezdan li ser piþta wî be. Çawa ku Yûsif di encama kar, xebat û dilsoziya xwe de bû melikê Misrê, rêbertiya gelê kurd jî di dil û mejiyê gelê xwe de melikê vî welatî yê bê dawî ye. Ne zilma dagirkerî û desthilatiyê, ne bêbextiyên rayedar û fermandarên tirk, ne komployên emperyalîst û nokerên wan wê nikaribin vê rastiyê biguherînin. Dîrok û Tewrat wiha nivîsiye û di roja me de jî wê wiha binivîsîne. Çawa ku dem û dewran geriya û birayên Yûsif ên wî avêtin binê bîrê û firotin karwanê Îsmaîliyan hatin xwe avêtin ber lingên wî, wê roj bê komplosaz û dagirkerî jî were xwe biavêje ber lingê rêbertiya gelê kurd û lêborîna xwe jê bixwazin. Vîna gelê kurd a têkoþer xwediyê hêz û biryara pêkanîna vê ye.

***

HESEN HUSEYÎN DENÎZ

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org