SAZBÛN Û BIKARANÎNA PEYVÊN KURDÎ

 

Hesen Huseyin Deniz

Di vegotina bi zimanekî de rol û erka peyvan ewqasî grîng e ku dikare vegotine xweþ û nexweþ bike. Peyv libateke bingehîn a vegotinê ye. Vegotin û bêguman ramana di vegotinê de tê ser ziman, bi peyvan tê sazkirin. Ji bo vê dewlemendî û lawaziya peyvan, dibe dewlemendî û lawaziya raman û vegotinê. Qasî vêna bikaranîna peyvan a di cih de û ne di cih de jî bandûrê li ser raman û vegotinê dike. Ji bo mirov bikaribe peyvekê di cih de, li gorî armanca vegotinê bi kar bîne, divê mirov wateya wê peyvê tam bizanibe û peyvên din ên wateya wan nêzîkê wê yan hemwate binase ku kîjan tam armanca di ramanê de dikare bîne ser ziman, wêna bi kar bîne. Gelek caran di vegotinê de peyva destpêkê were bîra mirov, tê bikaranîn û dema raman temam dibe, mirov dibîne ku lawaziyek tê de heye. Wê demê mirov pêwîst dimîne ku vegotina xwe ji nû ve saz bike. Lê vegotin ger nivîskî be, mirov dikare ji nû ve saz bike, mixabin dema bi peyvkî be mirov nikare ji nû ve saz bike. Wê demê jî mirov ji kesê li hember xwe re dibêje, ‘Min xwe bi te baþ neda têgîhiþtin’ an jî dibêje, ‘Tu baþ tênegîhiþtî vegotina min’.

Ji bo ku mirov bi rewþên wiha re rû bi rû nemîne û nekeve tengasiyan, divê herdem mirov xezîneya peyvan a di hiþê xwe de dewlemend bike. Yekî xezîneya peyvan a di hiþê wî/wê de dewlemend be, di vegotinê de naaliqe û dikare ramana xwe bi awayekî herak vebêje. Lê yekî/ê di tûrikê hiþê wî de zêde peyv tine bin, heta du peyvan tîne ser hev, zikê mirov reþ dike. Ji bo vê divê mirov fêrbûna xwe ya peyvan bi awayekî domdar herdem dewlemend û xurt bike.

Di nivîsandinê de jî gelek þaþitiyên tên kirin, bêhtir ji tam nenasîna peyvan tê. Peyvek çawa tê nivîsandin? Dema wekî lêker were bikaranîn çawa tê nivîsandin, dema wekî navdêr were bikaranîn çawa tê nivîsandin? Peyv dema pêþgir digre guherîneke çawa jiyan dike, dema paþgir digre çawa tê guhertin? Paþgir an pêþgir bi peyvê ve zeliqî tê nivîsandin, an veqetiyayî tê nivîsandin û guhertineke çawa di wateya peyvê de çêdike, an jî di wateya ramanê de çêdike? Her peyvek divê di ku derê hevokê de were bikaranîn? Peyvên kit, peyvên kom, peyvên nêr, peyvên mê çawa ji hev dikarin werin nasîn ku hevok li gorî wan were sazkirin?

Gelek pirsên wekî vana mirov dikare di bikaranîna peyvan de ji xwe pirs bike û wiha peyvan bi kar bîne. Mînak; ku mirov paþgira nêrbûnê diyar dike, bixe pey peyveke mê, wê hevok tev li ser mêbûnê were sazkirin û bikaribe wateyeke cuda derxe holê. Wekî mînak ku em bêjin; di zimanê kurdî de bêhtir tiþtên þînatî wekî mê, tiþtên hiþkatî wekî nêr tên nasîn. Ji bo vê dema mirov dibêje ‘Dar’ mê û nêrbûna wê tenê bi cînavên nîþanî û tîpa zayendiya were paþ dikare were nasîn. Em wiha bihesibînin ku du darên yek hiþk, yek ter (hiþîn) li cem hev in û em ji yekî dixwazin darê hiþk ê þewatê (êzing) biþkîne. Ji bo vê divê em bêjin; ‘Wî darî biþkîne.’ Wê demê wê ew kes ji cînava ‘wî’ û ji tîpa zayendiya nêr ‘î’ ya hatiye dawiya peyva ‘dar’ têbigihêje ku em dixwazin ew dara hiþk a þewatê biþkîne. Lê ku em vê taybetmendiya zimanê kurdî nizanibin û bi awayekî rasthatinî bêjin, ‘Wê darê biþkîne’, wê ew kes têbigihêje ku em dixwazin ew darê ter ê hiþîn biþkîne; ji ber ku cînava nîþanî ya ‘wê’ û tîpa zayendî ya mê ‘ê’  wiha diyar dikin. Tê dîtin ku bikaranîneke þaþ çiqasî biçûk be jî, di zimanê kurdî de dikare di wateyê de dijberiyeke sedî sed çêbike. Ji bo vê peyva mirov cih û wateya wê tam nizanibe, divê mirov fêr bibe ku bi awayekî rasthatinî bi kar neyne.

Peyv kevirên bingehîn ên avakirina ramanê ne û raman jî dikevin ser hev, vegotinê pêk tînin. Dema mirov avahiyekê lê dike çawa ku kevirên hilbijare û þehkirî avahiyeke estetîk; kevirên rasthatinî û qebe, avahiyeke tewþo mewþo derdixe holê, di vegotina ramanê de bikaranîna peyvan jî wiha ye; her peyvek kevireke ji yê vê avahiyê ye. Ji bo ramanên cuda cuda divê mirov bikaribe peyvên cuda cuda bi kar bîne. Mînak ku em li ser mijareke di derbarê zanyariyê de diaxivin, em nikarin ramana xwe bi peyvên rojane yên ji rêzê bînin ser ziman. Divê peyvên em bi kar bînin xwediyê wateyeke zanyarî bin. Tê zanîn ku axaftina rojane pirahî li derdora çend sed peyvên xwe dubare dikin dizîvire. Ji bo mirov zimanê xwe ji vê zîvironeka dubarekar rizgar bike, divê li ser mijarên cuda cuda bi peyvên cuda axaftinê ji xwe re bike kar û xebateke rojane û bi xwendina di derbarê mijarên cûrbicûr de jî mirov vê dewlemend û temam bike.

Dîsa hinek kes dema vegotinek ji wan tê xwestin, dibêjin; ‘Di hiþê min de pir tiþt heye, lê ez nikarim bînim ser ziman.’ Hinek jî dibêjin; ‘Tev di hiþê min de bû, lê dema min xwest bêjim, hemû ji bîra min çûn’. û hwd. Bêguman sedema vê neanîna ser ziman û jibîrkirinê bêhtir ji lawazbûna xezîneya peyvan tê. Kesên wiha di tûrikê xwe de peyvên têr nabînin ku bikaribin ramana xwe pê bînin ser ziman û ji bo vê di ramanê de çiqasî xurt bin jî di vegotinê de lawaz dimînin û nikarin xwe bînin ser ziman.

Bi kurtahî di vegotina peyvkî û ya nivîskî de pirahiya lawaziyê ji nenasîn û têrênekirina peyvan derdikeve hole. Ji bo vê herikîn, coþbûn, xurtbûn, dewlemendbûn û li dijî vê; bigincirbûn, aliqîn, xitimîn, lawazî û kêmbûna vegotinê tev girêdayê bikaranîna peyvan e.

Niha em dikarin peyvan hîn ji nêz ve binasin.

 

NASKIRINA ARMANCA PEYVAN

 

Di xwezayê de çi heyîne, bûyer û bûyîneyên hene, di rastiya mirov de beramberiyeke vegotinî dibînin ku em ji vana re ‘Peyv’ dibêjin. Hemû tiþtên li xwezayê hene; hemû hest, raman, xeyal tev çi razber, çi þênber xwediyê beramberiyekê ne.  Mirovan her tiþtek bi peyvekê ji hev cuda kirine ango diyar kirine. Wê demê peyv bi kêrî jihevnasîna hemû heyîne û bûyîneyên razber û þênber tên. Ev jî rastiyekê derdixe holê ku em tiþtên di xwezayê de çiqasî zêde binasin, wê tûrikê peyvan ê hiþê me jî ewqasî dewlemend û tije bibe. Ev jî di vegotinê de wê alîkariyeke mezin bide mirov.

Derdikeve holê ku ji bo vegotineke dewlemend pêdivî bi nasîna xwezayê û bi her tiþtên tê de cih digre heye. Peyv him rê didin vê nasînê, him jî bi rêka nasînê mirov xezîneya peyvan a hiþê xwe dadigre. Bêguman ku peyv tune bin, mirov nikare her heyîne û bûyîneya li xwezayê heye ji hev binase.

Vegotineke rast tenê bi zanîna rêzik û zagonên rêziman pêk nayê. Ji vê zêdetir dewlemendî û li gor armancê bikaranîna peyvan grîng e. Di vegotina ramanekê de divê peyvên mirov bi kar bîne, wek reqasekê li cihê xwe bilivin û hestên mirov binermijînin; ne ku mirov aciz bikin û ji xwe bidin revandin. Di bikaranîna peyvê de armanc eve ku ramana xwe bi awayekî rast, tam, di cih de, bi balkêþî û bi dilbijarî bikaribe bîne ser ziman. Ger peyva me hilbijartiye di hevokê de weyneke (roleke) wiha dileyize û bi peyvên din re di nava hevsaziyekê de ramanê vedibêje, wê demê di bikaranîna wê peyvê de mirov dikare bêje armanc bi cih hatiye.

Hinek kes dikarin bi saetan biaxivin, lê ji reqisandina peyvan zêdetir, xwedubarekirina çend peyvan tê dîtin û ev jî zor dide sînorên sebra kesê guhdar an xwendekar. Ji bo vê armanc ew e ku ne mirov zêde û dirêj bipeyive, divê peyvên em dibêjin xwediyê wateyeke domdar a hev temam dikin û dewlemend dikin bin; dubarekirin nebe. Hema çi peyva were ber devê mirov, divê bê pîvandin û wezinandin em ji nava lêvên xwe dernexin. Mirov nebêje, ‘Peyvek bû, ji devê min derket çû!’ Peyvek dikare wateya tevahiya ramana di vegotinê de biguhere. Ji bo vê peyva ne li gorî armanca ramanê be, divê neyê bikaranîn.

 

NASKIRINA ERKA PEYVAN

 

Di bikaranînê de her peyvek xwediyê erkeke cuda ye, ango erkên peyvan ên cuda cuda hene. Hinek peyv bi kêrî navlêkirinê, hinek peyv bi kêrî pesindayînê, hinek peyv bi kêrî cihgirtina navan tên û hwd. Bi vî awayî mirov dikare peyvan bibeþîne û ji hev binase. Li gorî vê beþkirinê jî bi kar bîne.

Ger wek mînak mirov bêje:

Ji peyvên erka navbûnê hilgirtine ser xwe re, ‘Navdêr’;

Ji peyvên erka cîgiriyê hilgirtine ser xwe re, ‘Cînav’;

Ji peyvên erka navbûna bûyer û çalakiyan hilgirtine ser xwe re, ‘Lêker’;

Ji peyvên erka pesinvedan (wesfandin) ê hilgirtine ser xwe re, ‘Rengdêr’ tên gotin ku mirov van mînakan dikare zêdetir bike.

Nasîna erka peyvan ji bo bikaranîna wan a li gorî armancê pir grîng e. Mirov peyveke erka lêkerê hilgirtibe ser xwe, nikare li gor rêzikên peyva erka navdêrî hilgirtiye ser xwe bikar bîne û tersê vê peyveke navdêrî jî nikare li gor rêzikên lêkerî bi kar bîne. Ji bo vê her peyv erkeke çawa hildigre ser xwe, divê em binasin ku di hevokê de dema em wan li pey hev rêz dikin, bikaribin li gorî hevsaziya rêzimanî bihûnin û wiha rêz bikin.

 

Peyvên Erka Nav Hilgirtine Ser Xwe; Navdêr

 

Li Xwezayê her heyîne û bûyîne xwediyê navekî ye. ‘Nav’ bi zimanê rêzimanî wek ‘Navdêr’ tê nasîn. Peyvên navdêrî bi kêrî naskirin û jihevnasîna van heyîne û buyîneyan tên. Di nava heyîneyan de wek tê zanîn tiþt, þînatî, ajal û mirov hene. Di nava bûyîneyan de bûyer, çalakî, qewimîn, liv, tevger, avabûn an xerabûn hene. Ji vana tevan, tenê navê mirovan bi tîpa girs dest pê dike, yên din tev bi tîpa hûr dest pê dikin. Ji bo vê ji navê mirovan re ‘Navên Serenav’ ango ‘Navên taybet’; ji navên din tevan re jî ‘Navên Hevenav’ ango  ‘Navên zayend/cins’ tê gotin. Dema hinek navên bûyîneyî û yên avahiyan ku bi armanceke taybet tên bikaranîn, wê demê navê wan jî wek serenavan bi tîpa girs dest pê dike.

Mînak, ji bo navdêrên serenav:

Ehmedê Xanê nivîskarekî xurt bû.

Rojnameger û nivîskar Musa Enter ji hêla neyar ve hat kuþtin.

 

Navdêrên serenav ger ji zimaneke biyanî tên, di nivîsandinê de divê xwemaliya wan (orîjînalîte) were parastin. Mînak:

Teoriya Ligoriyê ji aliyê zanyar Eînsteîn ve hatiye derxistin.

Di guhertina bîr û baweriyê de zanyar Darwîn roleke grîng leyistiye.

 

Mînak ji bo navdêrên hevenav:

Bihar hat; dar biþkivîn, kulîlk vekirin, kêzik û kurmik der bûn, lê hîn berf nehiliyaye û ba nerawestiyaye!

Di vê hevokê de peyvên binê wan xêzkirî tev navdêrên hevenav in.

Bi hatina biharê re biþkivîna daran, vekirina kulîlkan, derbûna kêzik û kurmikan pêk hat lê hîn hilandina berfê û rawestina bê, pêk nehatiye.

Di vê hevokê de jî peyvên binê wan xêzkirî navên bûyîneyan diyar dikin.

 

Mînak, ji bo navên bûyîne û avahiyan ên bi armanceke taybet tên bikaranîn:

Saziya bi navê ‘Navenda Çanda Mezopotamya’ li bajarê Stenbolê cih digre.

Divê were zanîn ku ‘Komara Tirkiyê’, rê nade zimanê kurdî li pêþ bikeve.

Serokatî parêznameya xwe ji bo bide ‘Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa’ nivîsand.

 

Peyvên Erka Pesinandinê Hilgirtine Ser Xwe; Rengdêr

 

Navên hene mirov herdem rasterast û bi awayekî ziwa nayne ser ziman û bi pirahî bi wesfên wê re dibêje. Wesfandina navan bêhtir naskirina wan a bi taybetmendiyên li gorî xwe derdixe ber çav û têgihîþtineke berfireh çêdike. Pesinandin di aliyê baþ de û di aliyê xerab de, ango di aliyê xurt an di aliyê qels de dikare were çêkirin. Di zimanê kurdî de peyvên pesinandinê li pey navan tên.

Mînak, ji bo peyvên rengdêrî:

Di vê bihara germîn de, derketim derve û min keçika xweþik li bin darên mezin ên li ber ava sipehî dît.

Di vê hevokê de peyvên binê wan xêzkirî tev rengdêr in û wesfê navê li ber wan didin.

 

Peyvên Erka Cihgirtina Navan Hilgirtine Ser Xwe; Cînav

 

Gelek caran mirov navê dixwaze bêje, rasterast nabêje û peyveke din li þûna navdêr bi kar tîne. Ji peyvên wiha cihê navan digrin re ‘Cînav’ tên gotin. Dema navê tiþtekî, yan heyîneyekê neyê bîra mirov jî cînav alîkariyê didin ku mirov wan bide nasîn. Wekî din cînav bi kêrî nîþankirina tiþt û heyîneyan jî tên.

Cînavên bi kêrî cihgirtina navan tên; Cînavên Kesanî :

Dema mirov dibêje, ‘Baran hat.’ Di vê hevokê de Baran nav e. Li þûna vê ku mirov bêje; ‘Ew hat.’ Di vir de peyva ‘Ew’ cînav e û cihê peyva navdêrî ‘Baran’ girtiye. Wateya her du hevokan yek e. Cînav dema cihê navan digrin, wateya hevokê naguherînin.

Cînavên kesane ev in:

Ez               Min

Tu              Te

Ew              Wî / Wê

Em             Me

Hûn           We

Ew              Wan

Ji vana re ‘Peyvên Kirdeyî’ jî tê gotin.

Cînavên bi kêrî nîþankirina tiþt û heyîneyan tên; Cînavên Nîþanî :

Ji bo tiþta kit cihê nêzîk                     Vî / Vê

Ji bo tiþta kit cihê dûr                        Wî / Wê

Ji bo tiþtên kom, cihê nêzîk            Van

Ji bo tiþtên kom cihe dûr               Wan

Dema di hevokê de du navên li pey hev bi cînaveke nîþanî werin diyarkirin, ew cînav li gor peyva paþîn nêr û mêbûnê digre. Yanê peyva paþîn nêr be, cînava nîþanî jî dibe nêr, mê be ew jî dibe mê.

Mînak:

Kar / Vî karî ; ‘Kar’ peyveke nêr e.

Xebat / Vê xebatê ; ‘Xebat’ peyveke mê ye.

Vê kar û xebatê bimeþîne.

Di rewþên wiha de herdem peyva biçûk destpêkê tê gotin.

 

Peyvên Erka Çalakî Û Bûyeran Hilgirtine Ser Xwe; Lêker

 

Di zimanê kurdî de her kar, xebat, bûyer, qewimîn, çalakî bi peyvên lêkerî tên ser ziman. Lêker peyvên wiha ne ku bi tenê serê xwe jî dikarin wateyekê bidin. Lêker bi kêrî avakirina hevokan tên. Peyvên lêkerî dema ji çend peyvên cuda pêk werin, her peyv cuda cuda tê nivîsandin. Di sazkirina hevokan de erka lêkerê grîng e; hevok bê lêker nikare were sazkirin.

Mînak ji bo peyvên lêkerî :

Çûn            Ez doh çûm mala we.

Hatin          Tu ji kîjan bajarî tê?

Pêk hatin Ev pirtûk ji çend beþan pêk tê?

Ji ser xwe çûn         Ew zilam ji ser xwe çûye!

Erdheja qewimî, felaketeke mezin bi serê mirovan de anî; jin û zarok tev helak bûn, bi hezaran gor hatin kolandin, dîsa jî têrê ne kirin, ji bo vê girseyên gel meþiyan û bi xwepêþandanan helwesta dewletê þermezar kirin.

Di vê hevokê de peyvên binê wan xêzkirî tev lêker in.

 

Peyvên Erka Çawaniya Çalakiyan Hilgirtine Ser Xwe; Hoker

 

Dema mirov li ser bûyerekê diaxive, di cih de dixwaze bizanibe ew bûyer çawa çêbûye, kengî çêbûye, li ku derê çêbûye, û hwd. Ji peyvên wiha çawabûn û kengîbûna bûyer û bûyîneyan didin diyarkirin re ‘Hoker’ tê gotin. Di hevokekê de lêker çawa, kengî, li ku pêk hatiye, mirov dikare ji Hokerê têbigihêje. Ji bo vê Hoker wek ‘Hokerên Demîn’ , ‘Hokerên Cihîn’ , ‘Hokerên Rewþîn’ ji hev cuda tên binavkirin

Mînak ji bo Hokerên Demîn :

Tê kengî werî?         Ezê zû werim.

                           Ezê sibe êvarî werim.

                           Ezê saleke din werim.

                           Ez par hatibûm.

                           Ezê saet di dehan de werim.

                           Ezê bêhneke din werim.

Tê ji ku werî?         Ezê ji bajêr werim.

                           Ezê ji ber derî werim.

                           Ezê ji xerîbiyê werim.

Tu li ku bû?         Ez li sûkê bûm.

                           Ez li bajarê Wanê bûm.

Tu çawa hatî?         Ez bi lez hatim.

                           Ez bi hêdî hatim

                           Ez bi peyatî hatim.

                           Bi firokeyê hatim.

 

Peyvên Erka Têkildariyê Hilgirtine Ser Xwe; Daçek

 

Gelek caran mirov bi hevokekê tenê nikare mebesta xwe bîne ser ziman û hevokek-du hevokên din tîne alîkariya wê, lê ji bo ku mebest hîn bi dawî nebûye, pêdivî bi girêdayîna van hevokan çêdibe û peyvên wiha vê girêdanê dikarin çêbikin jî wek ‘Daçek’ tên binavkirin. Daçek dikevin navbera hevokan, bûyeran, çalakiyan û hwd. û qasî ku dikarin wateya wan xurt bikin, dikarin qels an dijber jî bikin.

Mînak, ji bo peyvên Daçekî :

Ev xanî baþ xuya dike, ji hundir ve tev herifiye!

Xwezî te dilê min vekiriba û bidîta ku ez çiqasî hez ji te dikim!

Divê em di vê rêkê re biçin, lêbelê kemîna dijmin rê nade.

Heta ez hatim, tu çûbû.

Ne hatina min, çûna te bûye mijara lêpirsînê.

Ezê biçim, mixabin nikarim bimînim.

Ger tu hatiba, pewîstî bi kesekî din nedima.

 

Peyvên Erka Gihandinê Hilgirtine Ser Xwe; Gihanek

 

Di ziman de hinek peyv hene ku dikevin navbera peyvên din an navbera hevokan û bi kêrî bêhnvedanê tên. Ji peyvên wiha re ‘Gihanek’ tê gotin. Di zimanê kurdî de tîpa ‘Û’ erka gihanekê dileyize.

Wekî din cih bi cih daçeka ‘ku’ jî wek gihanekê tê bikaranîn.

Mînak:

Mamoste û xwendevan bi hev re çûn fêrgehê.

Li navsera çiyê lat û zinar, dar û devî tev di nava berfê de winda bibûn.

Destpêkê dibistanek hat avakirin û xwendevan xistin hundirê wê ku bi kêr were, lê piþt re zarok û ciwan ji hev cuda kirin û ji bo vê pêdivî bi avakirina dibistaneke din çêbû.

Ez dibêjim ku; ev kar wiha nameþe!

Wî got ku; bila bi lez werin!

 

Wek hat diyarkirin gihaneka zimanê kurdî dengê ‘û’ ye. Ji sedema bandûriyên hilandina zimanên biyanî hinek kes di vegotina axaftinî de gihaneka ‘we’ ya Erebî, Farisî, Tirkî bi kar tînin ku ev yek sedî sed þaþ e û xerakirina rêzimanê kurdî ye. Bikaranîna gihaneka ‘û’ li gor rêzikên rêzimanê kurdî ye û divê mirov rê nede bikaranînên din.

Peyva ‘ku’ çi bi awayê daçekî, çi bi awayê gihanekî di vegotina kurdî de pir tê bikaranîn. Lê divê berçav were girtin ku di hevokekê de du caran bikaranîna wê ne rast e.

 

NASKIRINA WATEYA PEYVAN

 

Di ziman de her peyvek xwediyê wateyekê ye. Kêm peyv hene ku wateyeke hevpar didin diyarkirin, lê zedetir wateya her peyvê cuda cuda ye. Divê mirov wateya peyvan binase ku bikaribe her peyvekê di cihê wê de û bi awayekî rast bi kar bîne. Bikaranîna peyvên hemwate jî, dewlemendiyekê dide vegotinê; ji ber ku mirov di bendekê de du - sê caran peyvekê bikar bîne aciziyekê li ser vegotinê dike.

Li gor wateya peyvê, mirov dikare peyvan wiha bibeþîne:

 

-Peyvên Wateya Gelemperî Û Ya Taybetî Didin Diyarkirin

 

Di ziman de hinek peyv hene ku wateyeke gelemperî diyar dikin, lê ew bi xwe bi awayê kit tên nivîsandin û dema dikevin ber çerxa rêzikên rêziman jî li gor vê kitbûnê guhertinê jiyan dikin. Peyvên wiha wek peyveke kit tên bikaranîn, lê herkes dizana ku wateya wê pirbûnekê diyar dike. Ji bo peyvên wiha tiþta mirov baldar be, divê pêþgir û paþgirên werin pêþ an paþya wan, li gorî prensîba peyvên kit werin bicihkirin. Mînak :

Peyva ‘Daristan’ peyveke kit e, lê wateyeke kom (ji yekê zêdetir) dide diyarkirin. Dema mirov dibêje ‘Daristan’, warekî têr dar tê bîra mirov. War/cih yek tenê ye, lê dar ji yekê zêdetir in. Ji bo wê di hevokê de mirov dikare wiha bi kar bîne:

Ez çûm daristanê

Ez çûm wê daristanê.

Dema mirov bêje; ‘Ez çûm daristanan’ , ango bêje; ‘Ez çûm wan daristanan’, ev tên wê wateyê ku mirov çûye nava gelek daristanan. Yanê di daristanekê de pirbûna daran cuda ye, lê pirbûna daristanan cuda ye. Divê mirov wateya vana di cih de bi kar bîne.

Çend mînak ji bo peyvên wateya gelemperî diyar dikin:

Zindî          : Navê hemû heyîneyên dijîn.

Mirî            : Navê hemû heyîneyên najîn.

Goristan     : Warekî, gelek gor tê de cih digrin.

Fêkî            : Navê berhemên daran.

Peyvên wateyeke gelemperî didin diyarkirin, di bikaranînê de jî raman an vegotinê bi awayekî gelemper dihêlin û rê nadin ku mirov dakeve kûrahiya zanînê. Mînak, ku mirov bêje, ‘Ez çûm daristanê’, ev têgihîþtineke gelemperî çêdike. Kesê li hember mirov tênagihêje ku mirov çûye nava daristaneke çawa û di wê daristanê de çi hene. Ji bo vê mirov peyvên xwediyê wateya taybetî bi kar tîne.

Peyvên wateya taybetî diyar dikin, di vegotinê de zelaliyeke tam didin ramanê û kesê li hember mirov dikare bi her awayî têbigihêje mebesta mirov. Ji bo vê di vegotinê de ji bikaranîna peyvên xwediyê wateya gelemperî zêdetir, bikaranîna peyvên xwediyê wateya taybetî dikare ramanê li gor armancê vebêje û têgihîþtinê çêbike.

Mînak; dema em bêjin :

‘Ez çûm daristanê’, ev wateyeke gelemperî diyar dike. Lê ku em bêjin : ‘Ez çûm nava darên fêkî’, ev wateyeke taybetîtir dide û têgihîþtineke zelaltir çêdike. Ger mirov bêje; ‘Ez çûm nava darên sêv û xoxan’, wate bêhtir zelal ango taybetî dibe.

Mirov bi mînakeke din dikare têgihîþtinê xurtir bike:

Ez çûm nava daristanê, min gelek ajal û þînatî dîtin.

Ez çûm nava daristana kezwan û guhîjan, min gelek çwîk, kêzik, kurmik û giya, devî û kursên nû þîn hatine dîtin.

Ez çûm nava daristana kezwan û guhîjan, min gelek bilbil, morî, zîro û giyayê wek guhreþk, tirþok, deviyên beruyan, kursên wan ên nû þîn hatine dîtin.

Di van her sê hevokan de tê dîtin ku mebest yek e, lê ji aliyê wateya gelemperî û taybetî ve hevoka duwem ji ya yekem, hevoka sêyem jî, ji ya duwem bêhtir zelalî û têgihîþtinekê çêdike. Di vegotina wêjeyî de bêhtir bikaranîna peyvan bi wateya wan a taybetî divê were çêkirin ku dewlemendî û dilbijariyekê çêbike.

 

-Peyvên Wateya Razber Û Ya Þênber Didin Diyarkirin:

 

Di xwezayê de qasî tiþt û heyîneyên bi her pênc libatên hîskirinê tên bihîstin, ên ku nayên bihîstin jî hene. Bêguman her tiþtek wiha xwediyê navekî ye û peyvên ji vana re dibin nav, li gorî vana wateyeke razber an þênber diyar dikin. Wek tê zanîn libatên hîskirinê; ji bo dîtinê çav, ji bo bihîstinê guh, ji bo tamandinê ziman, ji bo bêhnkirinê bêvil û ji bo pêhisînê dest (ango çerm) e. Mirov dema avê vedixwe bi tama wê dihise ku av e, dema destê xwe dideyê, ji þilahiya wê dizana ku av e, dema bêhn dike dizana ku bi gemar an pak e, dema þiriniya wê li ber guhê mirov dikeve, mirov dîsa dizana ku av e û dema mirov bi çav dibîne dizana ku av e. Ji bo vê tiþtên wiha bi her pênc libatên pêhisînê dikarin werin pêdandin, tiþtên þênber in.

Lê derveyî vana jî hinek tiþt hene ku mirov bi çav nikare bibîne, bi guh nikare bibihîse, bi ziman nikare bitamîne, bi bêvilê nikare bêhn bike, bi dest nikare pê bihise; bes mirov bi rêka hest û ramana xwe dizana ku ew tiþt heye. Tiþtên wiha jî yên razber in. Mînak, dema mirov dibêje; ‘Dilê min bijiya te’, ‘Ez dil ketim te’, ‘Xwîna min li te keliya’, ‘Hêrsa min rabû’, ‘Hestên min fûriyan’, ‘Xewn û xeyalên min hatin bîra min’ û hwd. ev gotin tev razber in.

Razberî û þênberî di vegotinê de her yek xwediyê cihekî ye. Ger mirov peyvên xwediyê wateya razber û þênber ji hev nas neke û bi awayekî rasthatinî bi kar bîne, bêguman wê ew vegotin zêde nikaribe li gorî armancê pêk were. Wek vêna, vegotineke xurû razber jî wê pir xeyalî be û zêde têgihîþtina wateyê çêneke. Tersê vê ku xurû þênber be, wê pir ziwa û hiþk be ku ev jî têrbûna giyanî çênake. Wê demê ya rast ew e ku mirov peyvên xwediyê wateya razber û yên þênber di nava hev de bi awayekî sitirandin û hûnandin bi kar bîne.

Mînak; ger mirov bêje:

‘Min tîrêjên rojê dîtin’, ev dibe vegotineke þênber. Pir rasterast hatiye gotin û zêde têrbûneke wêjeyî ango giyanî nade. Ger mirov bi awayekî din bêje:

‘Min germahiyeke zêrîn bihîst’, ev jî dibe vegotineke razber û zêde têgihîþtineke tam nade. Gelo germahî ya çi ye? Dibe ku ya rojê be, dibe ku ya zêran be, dibe ku ya tiþtekî din be. Lê ku mirov bi awayekî her du vegotinan di nava hev de bihûne û bêje ;

‘Min germahiya zêrîn a rojê bihîst’, ev him dibe vegotineke wêjeyî, li ser giyana mirov bandûrê çêdike, him jî bi aliyê xwe yê þênber, têgihiþtineke tam a wateya xwe dide çêkirin.

Hinek kes di bin navê ‘deranîna hunerê’ de gelek rêzepeyvên razber li pey hev rêz dikin, dibêjin qey hest û hêviyên xwe tînin ser ziman. Lê ev ne rêyeke rast a vegotinê ye. Vegotin divê qasî bangê giyanê dike, têgihîþtineke hevpar jî çêbike.

Mirov bi çend mînakên din dikare bêhtir têgihîþtinê xurt bike:

Dema xeyala wê li ber çavê min diyar dibe, xwîna laþê min dikele û hestên min hil dibin!

Dema ew tê bîra min, bîranînên me li ber çavên min rêz dibin û bi dîtina xeyala wê, xwîn di laþê min de dibeze, hestên min radibin ser xwe.

Gelo leylan bû ew dîtina te yara rengîn?

Gelo leylan bû ew dîtina te ala rengîn?

 

-Peyvên Wateya Rastî Û Ya Mecazî Didin Diyarkirin:

 

Di vegotinê de carcaran mirov tiþta dixwaze bêje, ne bi awayekî rasterast, bi awayekî derdorî dibêje ku li ser kesê duwem bandûreke rasterast çêneke. Bêguman ev yek li gor armanca vegotinê tê guhertin. Hin raman, bûyer hene ku mirov dixwaze rasterast bêje. Lê hin raman û bûyer jî hene ku mirov naxwaze rasterast bêje. Di rewþên wiha de mirov peyvên ku wateyeke mecazî diyar dikin bi kar tîne. Dema mirov peyvên xwediyê wateya mecazî bi kar tîne, divê cihê xwe tam bigrin ku têgihîþtineke þaþ çênekin.

Kêm zêde her peyv xwediyê wateyeke rasterast û xwediyê wateyeke derdorî (mecazî) ye.

Mînak :

Ger mirov bêje;

‘Mem, dil ketiye Zînê’, ev dibe vegotineke rasterast. Lê ku mirov bêje:

‘Mem li ser Zînê dîn dibe’, ‘Mem li derdora zînê digere’, ‘Mem çav berdaye Zînê’, ‘Mem bi agirê Zînê diþewite’ û hwd. tev wateyên mecazî didin û mebesta ramanê bi awayekî derdorî tînin ser ziman. Êdî ger mirov peyvan wiha bi wateya mecazî û ya rasterast binase, divê dema di hevokê de bi kar bîne, kîjan wate bêhtir dikare bibe bersiva mebestê, wê wateyê bi kar bîne baþtir e. Em bi çend mînakên din têgihîþtinê xurtir bikin:

Min gelekî rû daye te û tu ji ser xwe çûye.

Dîsa mêþa girî li derdora te digere, tê lêdanê bixwî!

Tu feqîr î, dilê min bi te diþewite!

Wî pêþî li xwendevanan vekir û tev li pêþ ketin, zana bûn.

Wî mesele baþ danî holê, raxist ber çavan û xist kûrahiya mejiyan.

Te dîsa kevirek li min da, bi vê gotina xwe ya hiþk.

Tu dîsa diavêjî; qe ne hêdî biavêje, hûr biavêje ku bawerî bi te were.

Di vê mînaka dawî de, bi balkêþî diyar e ku mirov ji yekî re bêje ‘Tu derewan dikî’ , ew kes dikare vê gotinê bi xwe xweþ neyne. Lê ku mirov dibêje ‘Tu diavêjî’ ewqas pê zor nayê û bêhtir dikare vê gotinê rake.

Wê demê ger mirov peyvên dizana tenê di wateya wan a rasterast de bi kar bîne, bêguman ev peyv têra vegotineke dewlemend nakin. Hin peyv hene ku xwediyê gelek wateyên mecazîne û li gor armanca vegotinê divê mirov vana jî bi kar bîne.

Mînak, peyva ‘Rêz’ di wateya ‘rêzgirtin’ û di wateya ‘rêzkirin’ de bi du wateyan tê nasîn, lê di hevokê de mirov dikare bi gelek wateyên ji vana dertên bi kar bîne û xezîneya peyvan a hiþê vegotina xwe dewlemend bike.

Rêz

Rêzdar

Rêzik

Rêzan

Rêziman

Rêzediran

Rêz bi rêz û hwd.

Wek vê peyva çav jî di zimanê kurdî de xwediyê gelek wateyên mecazî ye. Mînak

Çav

Çavdêr

Çavdêrî

Çavtêr

Çavbirçî

Çavnebar

Çavî

Çavik

Çavkor

Çavsor

Çavteng

Çavtirsandin

Çavþikandin

Çavberdan

Çavînîkirin

Çavkanî

Çavreþ

Diyar e ku her peyvekê mirov wateyên wê yên mecazî çiqasî binase, di vegotinê de mirov ewqasî tengasiyê nakiþîne û dewlemend vedibêje.

 

-Peyvên Hemwate Û Yên Wateyeke Nêzî Hev Didin Diyarkirin

 

Di ziman de hinek peyvên bi awayekî cuda tên nivîsandin lê xwediyê yek wateyê ne hene. Peyvên wiha hemwate, mirov dikare di cihê hev de bi kar bîne, lê ji bo vegotineke rast û dewlemend kîjan bêhtir dikare bibe bersiva armancê, divê mirov wêna bi kar bîne.

Mînak :

Peyvên wek ‘raborîn’ , ‘derbas bûn’ , ‘tê re çûn’ tev jî wateya di cihekî re çûnê diyar dikin. Bêguman mirov dema di warekî re derbas dibe, yekê ji vana dikare bi kar bîne, lê ku mirov vana her sêyan bizanibe, di hûnandina ramanê de, dikare li gor sazbûna armanca hevokan kîjan bêhtir wateyeke xurt dide, wê bi kar bîne, bi awayekî rasthatî bi kar neyne.

Mînak :

Ez di Amedê re raborîm.

Ez di Amedê re derbas bûm.

Ez di Amedê re çûm.

Tê dîtin ku her sê hevok jî kêm-zêde wateyeke hevpar didin. Niha em dîsa bi van mînakan vegotina xwe dewlemend bikin û li guhertina wateyan binêrin:

Em di Amedê re borîn. / Em di kêleka Amedê re borîn.

Em di Amedê re derbas bûn. / Em di nava Amedê re derbas bûn

Em di Amedê re çûn. / Em di ser Amedê re çûn.

Wek vana peyvên wateya wan nêzî hev jî hene ku peyvên wiha jî divê li gor armanca ramana di vegotinê de werin bikaranîn. Ger mirov bi awayekî teng an bi awayekî rasthatinî bi kar bîne dîsa wê vegotinê qels bike. Ji bo dewlemendkirina vegotinê, divê peyvên wateya wan nêzî hev werin nasîn û her yek li gor avahiya hevokê û sazbûna ramanê di cih de werin bikaranîn.

Mînak; peyvên wek ‘Lêdan’, ‘Lêxistin’, ‘Kuþtin’, ‘Mirandin’, ‘Gêr kirin’ tev di wateya bidawîkirina jiyana heyîneyekê de ne. Mirov dikare vana tevan jî di hevokê de li þûna hev bi kar bîne. Lê ji bo vegotineke rast û dewlemend divê li gor avabûna hevokê û armanca ramana di hevokê de kîjan bêhtir dibe bersiv, ew were bikaranîn.

Ger mirov bêje:

‘Min ew kuþt!’ Li þûna vê mirov dikare bêje:

Min ew gêr kir.

Min jiyana wî bi dawî kir.

Min ew qedand.

Min lê da.

Min lê xist.

Ev tev tên wateya kuþtina yekî, lê ku mirov hevoka xwe dewlemend bike, wate tê guhertin û cudahî dikeve navbera van peyvan:

Min bi gotinekê jiyana wî bi dawî kir, êdî nikare li ti deran jiyan bike.

Min bi gotinekê ew qedand, êdî rêka jiyanê jê re nemaye.

Min bi kêrê lê da û jiyana xwe ji dest da.

Min guleyek lê xist û mir.

Min darek lê xist û ji ser hiþê xwe çû, jiyan lê tarî bû. û hwd.

Wek vana, dema mirov ji yekî aciz be û miribe, mirov dibêje: ‘Ew jî bin ax bû’, ‘Qeþitî çû’, ‘Cehimî’ û hwd.

Dema mirov ji yekî hez bike û miribe, dibêje: ‘Çû rehmetê’, ‘Çû ser dilovaniya xwe’, ‘Jiyana xwe ji dest da’, û hwd.

Ger yek bi komployekê hetibe kuþtin, mirov dibêje: ‘Lingê wî þemitandin, gêr bû çû!’

Bi vî awayî tê dîtin ku mirov tenê bûyerekê jî dikare bi gelek awayan bîne ser ziman û wateyên cihereng bide ramana xwe. Ji bo vê jî naskirina peyvan bi wateya rasterast û bi wateya mecazî tê xwestin.

 

-Peyvên Dijwate; Yên Wateyeke Li Dij Hev Didin Diyarkirin

 

Di ziman de qasî peyvên hemwate, peyvên dijwate jî hene. Dema mirov peyvekê ji bîr bike, ji peyva dijwateya wê dikare bîne bîra xwe û bi kar bîne. Dibe ku em ramana xwe bi peyvekê tînin ser ziman ku em jê bi guman in, ka tam wateya armanca ramanê dide, yan nade. Wê demê mirov li peyva dijwateya wê dinêre û ger tam li gor armanca ramana mirov be, yan ne li gorê be ji wir dikare binase û bi vî awayî xwe bigihîne rastvegotinekê.

Mînak; em dixwazin ji bo mirovekî peyva ‘baþ’ bi kar bînin, an peyva ‘qenc’ bi kar bînin, divê em bizanibin peyva ‘Xerab’ dijwateya van her duyan jî dide. Lê ku mirov bikole, peyva ‘xerab’ zêdetir peyva dijwateya ‘qenc’ e, wê demê ji bo dijwateya peyva ‘baþ’ mirov nikare peyva ‘xerab’ bi kar bîne, li þûna wê mirov dikare peyva ‘ne baþ’ bi kar bîne.

Dîsa peyva ‘kirêt’ di wateya ‘xerab’ de tê bi kar anîn, lê peyva xerab û peyva ‘ne xweþik’ , nayên yek wateyê, ji ber ku wateya peyva ‘kirêt’ , ‘ne xweþik-çîrkîn’ e, ji bo vê peyva dijwateya wê divê ‘xweþik’ be.

Wê demê dema mirov peyvekê dinase divê peyvên dijwateyên wê jî binase ku bikaribe rast bi kar bîne.

Mirov dikare çend peyvan wek mînak rêz bike:

Þêrîn / Tal /

Hiþk / Nerm /

Kelê / Þor

Niþûv / Evraz

Jêr / Jor

Deþt / Çiya

Gelî / Sirt – Piþt

Zozan / Germyan –Berî

 

-Peyvên Kevin Û Yên Nû Ku Wateyeke Hevbeþ Didin Diyarkirin

 

Di her zimanî de bi demê re li gor pêdiviya rojane hinek peyv ji bikaranînê radibin û li þûna wan hinek peyvên nû tên bikaranîn. Wek vana di pêvajoyên bandûriya zimanên biyanî li ser ziman çêdibin de, hinek peyvên biyanî dikevin nava ziman û dema rewþ tê guhertin ku ziman derfeteke bikaranîn û xwelipêþxistina azad dibîne, dixwaze van peyvên biyanî biavêje, li þûna wana peyvên nû bi kar bîne. Her bi çi awayî dibe bila bibe, divê mirov herdem peyvên nû yên ji rojê re dibin bersiv bi kar bîne. Bi vî awayî ziman jî xwe nû dike û divejîne. Lê divê di bin navê bikaranîna peyvên nû de mirov zimanekî ku gel tênegihêje bikar neyne. Hin peyvên nû hene ku di encama lêkolîn û lêgerîneke akademîk de hatine pêkanîn. Peyvên wiha heta ku ji aliyê gel ve di vegotinê de neyên pejirandin û nekeve jiyana wan a rojane, mirov bi tenê serê xwe bi kar neyne, di nava kevanokê de herdem peyva hevalê wê ya kevin jî diyar bike wê baþtir be.

Mînak :

Peyvên Kevin                Peyvên Nû

Lazimî                           Pêdivî

Gerek                                     Pêwîst

Þirîk                              Hevpar

Hal                                Rewþ

Îmkan                          Derfet

Hediye                          Diyarî

Fêm kirin                    Têgihîþtin

Elimîn                          Fêrbûn

Tespît kirin                    Pêdandin

Îspat kirin                    Peyitandin

Mirov dikare van mînakan zêdetir bike.

Di mînakên jorîn de jî diyar dibe ku mirov tenê peyvên kevin bi kar bîne, rewþeke wek mirov bi zimanekî biyanî diaxive derdikeve holê. Lê li aliyê din mirov bi tevahî peyvên nû bi kar bîne, wê demê jî têgihîþtineke gelemperî çênabe; ji ber ku ev peyv bi tevahî di nava bikaranîna rojane de bi cih nebûne. Wê demê mirov ji bo demekê wan di nava hev de û bêhtir bi diyarkirina di nava kevanekê de dikare raxîne ber çavan û fêrbûnê li pêþ bixe.

Ji bo pêþveçûna zimanekî, divê peyvên biyanî ji nava wî zimanî werin derxistin û peyvên li gor rêzimanê wî zimanî werin bikaranîn. Bi taybetî jî di bikaranîna lêkeran de divê mirov li gorî vê rêzikê tevbigere. Bi rehê peyveke biyanî mirov nikare peyvên din pêk bîne, lê li ser rehê peyveke kurdî mirov dikare gelek peyvên din pêk bîne. Ev jî diyar dike ku zêdebûna peyvên biyanî di ziman de, dewlemendiyekê nade ziman, tersê wê ziman qels dihêle û ji xwezaya wê dûr dixe.

Mînak ; Lêkera ‘þitexilîn’ ji zimanê biyanî hatiye. Ji bo vê mirov ne dikare rehê wê (koka wê) binase, ne jî dikare li ser vê kokê peyveke din ava bike. Li þûna vê, peyva ‘Gotin’ peyveke kurdî ye û koka wê diyar e; ‘Got’ e. Ji vê mirov dikare peyvên wek ‘Gotar’ , ‘Gotûbêj’ , ‘Vegotin’ , ‘Vegotinêr’ , ‘Sergotar’ û hwd. pêk bîne.

Di vegotinê de mirov bi peyvên li gor rêziman û xwemaliya (orîjînalî) zimanê kurdî xwe bîne ser ziman, wê bêhtir dewlemendiyê û xurtbûnê bide vegotina mirov. Peyvên xwemaliya wan kurdî bin, mirov dizana ku çawa binivîsîne û bixwîne. Lê ji bo peyvên biyanî mirov nikare vê yekê bizanibe. Mînak; peyva ‘Þitexilîn’ dikare wek ‘Þtexilîn’ , ‘Þitaxilîn’ , ‘Þtexelîn’ jî were bikaranîn û di rastiyê de mirov nizana kîjan rast e; ji ber ku peyveke biyanî ye û di zimanê jê hatiye de jî bi awayekî din deng derdixe. Lê peyveke xwemaliya xwe kurdî be, çiqas kevin an nû be, mirov dizana ku divê dengekî çawa derxe û ji bo vê jî çawa were nivîsandin. Mînak; peyva ‘Serxwebûn’ ku wek ‘Serxebûn’ were nivîsandin her kurdek dizana ku ev gotin þaþ hatiye bikaranîn û nivîsandin.

Wê demê ji bo mirov nekeve þaþitiyan û têgihîþtinên þaþ çêneke, divê herdem hewl bide ku peyvên xwemaliya wan kurdî û yên nû bi kar bîne.

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org