|
Cangorî
Mûsa Anter di sala 1992an de, di roja 20ê Îlonê de ji aliyê hêzên
çete yên þerê qirêj ê taybetî yê dewleta Tirkiyê ve li Amedê
bi komployekê tê þehîdkirin.
Mûsa
Anter, di sala 1918an de li gundê Zivingê ya Nisêbînê ji dayik bû.
Dibistana seretayî li Mêrdînê, ya navendî û Lîse li Adanayê
xwend. Di demên havînî yên dibistanê de derbasî Baþûrê Rojava
yê Kurdistanê bû û bi kesayetên Kurdewarî re hevnasîn çêkir.
Bi pênc hevalên xwe re (Kamûran Bedirxan, Osman Sabrî, Haco, Emînê
Ehmed) cemiyeta rizgarkirina Kurdistanê didamezirî ne.
Di
pêvajoya serhildana Dêrsimê de ji sedema ku ji dayika Ataturk re
xeberan dide, 45 rojan dikeve bin çav. Ji sedema ku kurê Anter axa
ye ji aliyê Mustefa Kemal ve tê lêborîn û berdan.
Di
sala 1941ê de derbasî Sitenbolê dibe. Fakulte ya Hûqûqa Sitenbolê
diqedîne, lê parêzerî û Dozgerî nake.
Di
sala 1950 de ji doza 49an, di salên 1970yî de ji doza DDKO(Ocaxên
Çandê yên Þoreþger ên Rojhilat), di dema 12ê Îlona 1980yî de
jî ji sedema kirina propagandaya Kurdî gelek caran tê girtin û
mahkeme dibe. Cara yekem di sala 1934an de tê girtin û deh salan di
zindanê de dimîne.
Mûsa
Anter herdem ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêkên aþtiyane
û siyasî hewl daye û têkoþîn meþandiye. Berya derketina PKKê
li tevahiya Kurdistanê bi xwedîderketina li doza Kurdî hatiye nasîn.
Piþtî salên 1992an bi destpêkirina serhildanên gel, di nava têkoþîna
azadî ya gelê kurd de bi awayekî çalak û pêþeng cihê xwe
digre.
Mûsa
Anter qasî nasnameya xwe ya siyasî û kurdî, nivîskarekî xurt û
bijîjk û kesayetek gelêrî ye. Pirtûkên wî Birîna Reþ, Qimil,
Hatiralarim, Vakaaname û bi dehan nivîsandinên di gelek rojnameyên
tirkî û yên kurdî de ye.
Mûsa
Anter di dîroka gelê me de, wekî çinareke jiyana azad herdem bi rûmeteke
bilind hat bîranîn û wê bîranîna wî di têkoþîbna azadiya Gelê
Kurdistanê de herdem bijî, pênûsa wî di rojnamegerî û nivîskariya
kurd de wê bê dawî bilive.
Þehîd
bê mirin in! |