SERKEFTIN, WINDAKIRIN Û XWEWINDAKIRIN

 

 

 HESEN HUSEYÎN DENÎZ

 

 

 

 

Di jiyana mirovan, dewletan, rêxistinan û netewan de demên serkeftinê û yên windakirinê hene. Bidestxistina serkeftinê her dem hesteke xweþ dide mirov û têkçûn ango windakirin jî mirov dixe nava alozî û nerehetiyan.  Serkeftin her dem bi dest nakeve. Ji bo mirov bikaribe serkeftinê bi dest bixe, dive amadekariyên mirov ên teorîkî û pratîkî hebin. Serkeftin xwediyê buhayekî giran e. Lê dema mirov serkeftin di têkoþînekê de bidest nexist jî, dive mirov çavê xwe netirsîne. Ger hêviya mirov a serkeftinê hebe û mirov bi biryar be, dikare careke din xwe komî ser hev bike û serkeftinê bi dest bixe.

Windakirin jî aliyê din ê serkeftinê ye. Windakirin û serkeftin di nava hev de ne. Bi vê sedemê divê mirov ne bi serkeftinê ji ser xwe biçe û ne jî bi windakirinê xwe têk bibe. Ger hêviya mirov a têkoþînê hebe, biryara mirov vebirî be, herdem mirov dikare ji windakirinan ber bi serkeftinan ve biçe.

Di vê mijarê de ya herî xerab û zahmet xwewindakirin e. Xwewindakirin di demên serkeftinê de jî, di demên windakirin ango binketinan de jî dikare derkeve holê. Di demên serkeftinan de xwewindakirin serxoþiyekê bi mirov re çêdike ku çavê mirov derveyî xwe ti kesî nabîne, mirov êdî dil dikeve xwe, ji ser xwe diçe ; hêza li hemberî xwe biçûk dibîne, tine dihesibîne, xwe dixe navenda bûyeran û her tiþtî tenê bi çavê xwe dibîne. Di rewþên wiha de pirahî hêza dijber xwe komî ser hev dike û di demeke ku mirov hêvî nake de dikare darbeyeke encamgir li mirov bide. Bi vê sedemê serkeftina mirov bi dest dixe çiqasî mezin dibe bila bibe, divê mirov ti carî xwe winda neke, ji ser xwe neçe û tedbîrên xwe jidest bernede.

Di rewþa windakirinê de jî xwewindakirin dibe sedema windakirineke domdar ango bêdawî. Xwendikarina di demên binketin an windakirinê de, devjixweberdanê û xafletekê bi xwe re tîne ku ev jî dikare bibe sedema serkeftinên erzan ên dijmin bêzahmetî bidest bixe. Ji bo vê ne di dema serkeftinan de ne jî di dema binketinan de divê mirov ti carî xwe winda neke. Dema ku mirov xwe winda neke û her dem li ser hiþê xwe be, mirov dikare ji binketinan ber bi serkeftinan ve biçe û ji serkeftinan jî ber bi serkeftinên nû ve bimeþe. Lê xwewindakirin sedî sed di her du rewþan de jî dikare mirov bixe nava alozî û zahmetiyên ku mirov qet hêvî nedikir.

Niha di pirsgirêka kurd de ev her du xal grîng in. Aliyê kurd divê ne bi serkeftinên xwe ji ser xwe biçe, ne jî ji di rewþên binketinê de dev ji xwe berde. Her du jî bi kêrî kurdan nayên. Kurd divê zanibin ku heta pirsgirêka her çar parçeyên Kurdistanê bi awayek dadmendî çareser nebe û kurd negihêjin xaka xwe ya azad û mafên xwe yên mirovî, civakî û gerdûnî, xetara tinekirinê her li ser wana heye. Dagirkerên Kurdistanê tinekirina kurdan her gav di rojeva xwe de digrin. Ti carî ji rojeva xwe dernaxînin. Dagirkerên Kurdistanê bi xwe jî dizanin ku kurd û Kurdistan ne bi hêza xwe û ne bi serkeftina xwe bidest xistine. Ji bo vê di mijara pirsgirêka kurd de, heta ji destê wana tê serê ta di dest xwe de digrin û diþidînin. Ew dizanin ku kêmekî jî sist bikin wê ji dest wana biçe ; ji ber ku bê maf di dest xwe de digrin.

Pirsgirêka kurd û Kurdistanê îroj bi hemû germahiya xwe de, di rojeva cîhanê de ye. Bi taybetî dagirkeriya tirk êrîþkariya xwe li ser têkoþîna azadiya kurd bi hemû derfetên xwe dimeþîne. Herî dawî bi piþtgiriya kurdên xwewindakirî û dewleta Amerîka êrîþeke hewayî û êrîþeke ji erdê da destpêkirin.

Ji kurdên serdarê Baþûrê Kurdistanê re dibêjim ‘kurdên xwewindakirî’ ! dixwazî li zora xwe bibin, dixwazî xwe aciz bikin û dixwazî serê xwe li lat û zinaran bidin, ew kurdên xwewindakirî ne ; ger ne wiha ba ya bi devê xwe tirkên dagirker dawetî xaka Baþûr nedikirin. Ew kesên banga biratiya kurdan dikirin ka li ku derê ne ? Ew kesên digotin, ‘KDP,YNK jî hêzeke Kurdistanî ne û azadiya tevahiya Kurdistanê dixwazin’ ka li ku derê ne ? Ew kesên digotin, ‘KCK xwe ji KDP û YNKê dûr digre,’ ka li ku derê ne ? Ew kesên bi avabûna Hukûmeta Herêma Kurdistanê re bê qeyd û þert çûn xwe avêtin dawa rayedarên hukûmeta Baþûr û dest bi berdevkiya wana kirin ka li ku derê ne ?

We li kîjan welatî dîtiye ku mirov bi destê xwe, bi devê xwe dagirkerê welatê xwe dawetî ser xaka xwe bike, bêje ; ‘were hemwelatiyên min bombebarîn bike, bikuje, qira wana bîne !’ Niha ku ez bêjim ev xwewindakirineke herî mezin e ; wê hinek kurdên me yên di þopa wana de li xwe zor bînin. Lê baþ e, ku ev ne xwewindakirin be çi ye ? Ka hûn navekî li vê bikin. Tu ji dewleta Tirkiyê re dibêjî ku dikare were Qendîlê bombebarîn bike. Li Qendîlê kî niþtecih e ? Gelê kurd û têkoþerên kurd. Dev ji wê jî berde. Haydê em bêjin tu ji KCKê aciz î ; ma dilê te bi gelê te jî naþewite ? Gelê Meredû, Suregulê, Qeletûka, Suredê, Aþqolkê, Piþtaþan, Kanîcengê, Enzê, Lewcê... ma tev ne kurd in. ? Ma tev ne gelê Baþûr in ? Ma di hilbijartinan de, di serhildanan de deng û desteka xwe nedan we ? Ma di rizgarkirina Baþûr de wan jî xwîna xwe nerijand, þehîd nedan, birîndar nebûn, koçber nebûn ?

Ka welatperweriya we, ka rêbertiya we ya ji gel re, ka hemwelatîbûna we ?

Niha em çi navî li we bikin ? Ango hûnê çi navî li xwe bikin? Gelo hûn ji ber vê kiryara xwe þerm dikin ango serê xwe berdidin nava þeqê xwe?

Xwewindakirin tiþtekî pirr xerab e. Gelo we ji ber çi xwe windakiriye, divê ew were lêkolînkirin. Ger ji ber serkeftinê be, bawerkin we hîn serkeftineke wiha vebirî û mezin bidest nexistiye. Divê hûn vê yekê zanibin. Rast e gelê Baþûr ji bo rizgarî û azadiyê têkoþîneke bê hempa daye û di hatina vê rojê de para vê têkoþînê heye; lê di warê rêbertiya ji vê têkoþînê re, we kursiyê îroj li ser rûniþtiye heq nekiriye. Hûn çûn Amerîka, we xwe firot wana, we kurd firotin wana, we dîlgirtina birêz Ocalan firot wana û wiha hûn li Baþûr bûn rayedar. Vê yekê ti carî jibîr nekin û ne gel, ne jî dîrok wê jibîr bike.

Êdî ji we re jî bes e. Eyb û þerm e. Di sala 92an de we dîsa wiha kir, we Gelê Bakurê Kurdistanê ji serkeftinê vegerand. We ji bo rehetiya canê xwe þoreþa welatekî têk bir. Di sala 1998an de we dîsa wiha kir, we rêberê welatekî radestî dijmin kir. Niha jî hûn wiha dikin û dixwazin hêviya gelekî bitemirînin. Zanibin ku ev tev li rûpelên reþ tên nivîsandin. Xwe ji vê reþahiyê derxînin. Reþahî ne li yaqî we ye. Hûn divê ber bi ronahiya kurdan ve, ber bi yekîtiya kurdan ve, ber bi azadiya kurdan ve, ber bi hevalbendiya kurdan ve bimeþin; ne ber bi parçekirin, kuþtin û radestkirina ji dijmin re.

Xwewindakirina we pirr kûr e; tê de binkeftin heye, xiyanet heye, têkçûn heye; her tiþta li dijî berjewendiya kurdan heye.

Bila îroj artêþa tirk ketibaya Baþûr û we û gerîlan û tevahiya gelê Baþûr û Bakur, we pêk re li hemberî dagirkeriyê têkoþîn bidaya. Bila me jî di van xetan de qala mêrxasî, lehengî û kurdewariya we bikraya, bila serê me ji ber we bilindbaya, bila ne nizimbaya.

Ka niha emê bi çi ruyî li hemberî dîrokê we biparêzin. Niha dinya alem wê ji we re çi bêje? Wê herkes nebêje, kurd bêbextiyê li kurdan dikin? Ma ev ne þerma herî mezin e? Ma ev ne xwewindakirin e? Ma ev ne xaflet e? Ger ne wiha be, ka bêjin hûn çi navî lê dikin?

We qaþo kîlît li deriyên avahiyên PÇDKê xist û ji gel re digot ku ji bo tirk nekevin xaka me em tedbîran distînin. Tirkan qaþo ji were soz dabûn ku wê nekevin xaka we. Va ye ketin xaka we, niha hûnê çi derewê ji gel re bikin? Hûn çawa bawewriya xwe bi tirkan tînin?

Ji bo we ya baþ çi ye?

Divê bi lez hûn werin ser hiþê xwe. Hûn kurd in û divê di eniya kurd de cih bigrin. Di cih de hemû peymanên hevkarî yên we bi tirkan re kirine betal bikin. Peymanên xwe bi kurdan re çêbikin. Bi KCKê re çêbikin. Banga azadî û rizgariyê bikin, ne banga bombebarîna ser kurdan. Banga yekîtiya kurdan bikin, ne banga qirkirina kurdan. Banga têkoþînê azadî û rizgariyê bikin, ne banga teslîmkarî û xiyanetê. Êdî ji wer e jî bes e! Yan hûnê bibin kurdên rast û durust, yan emê êdî rasterast vî navî li we bikin. Hûn dizanin. Ger hûn naxwazin dîrok we mehkûm bike, hîn dem nêz e, ji ser rêka xwewindakirinê ya we dikiþîne nava çirava xwewindakirinê rojek berya rojekê vegerin û werin ser rêka kurd û Kurdistanê. Ev birûmetir e û wekî din ti rêk we bi rûmet nake.

 

HESEN HUSEYÎN DENÎZ

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org