SERKEFTINA ZIMANÊ KURDÎ

 

 

Hesen Huseyîn Denîz 

 

Nûçe:

Li bajarê Swîsre îþev þeva Zimanê Kurdî bû. Swîsreyî û kurd li Theatre Rigiblick ku Þanogeheke sereke ya li Zurichê ye gihiþtin hev û li helbestên kurdî guhdarî kirin. Di dawiya xwendina helbestan de jî hunermendên delal Ülkü Bozkurt  û Yüksel Bahçecî bi stranên kurdî beþdar û mêvan tev coþandin.

Þev bi helbesta Cegerxîn a Gulfiroþ destpê kir. Piþt re ji Þivan Perwer, Kemal Bûrkay, Hesen Huseyîn Denîz, Fatma Savci, Cemîl Denlî û hozanên din helbest bi kurdî û wergera wan a Almanî ji aliyê Elîf Küþne ya keçek kurd a 20 sal in li Swîsreyê dijî hatin pêþkêþkirin.

Gelê Swîsreyî û kurd ên beþdarî Þeva Helbestan bûn piþtî xwendina helbestan li resepsiyonê li ser huner, çand, wêjeya kurdî axivîn û di þevê de romana kurdî ya Hesen Huseyîn Denîz a bi navê Hêvî Her Dem Heye hat danasîn.

Her wiha erkdara Theatre Rigiblick birêz Monîka jî bi navgîniya lidarxistina þeva helbestên kurdî kêfxweþî û spasiyên xwe anî ser ziman û diyar kir ku bi mazûbaniya þeveke wiha gelekî dil þad bûye.

Li salonê hunermend Yüksel Bahçecî bi deng û tembûra xwe mêvan tev rakirin reqsa kurdî û heta derengiya þevê bi coþ domiya.

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org