ÞERMA MIROVAHIYÊ

 

Çîrokek ji jiyana Penaberên Kurd ên li Wargeha Mexmûr Dijîn

 

Hesen Huseyin Deniz

 

 

 

Firokeyên Artêþa Tirk li bilindahiya ezamanan wekî refeke teyrên laþxwar ji Rojava ber bi Rojhilat ve diçûn. Li wir demekê diman û piþt re kit kit, cot cot vedigeriyan. Di vegerê de barên wan sivik bûn û bilindtir difiriyan. Gelek caran helîkopterekê ji wana re rêberî dikir û berya firokeyan dihat û berya wan jî vedigeriya.

Þerê di navbera gerîlan û pêþmergeyan de, nû destpê kiribû. Ji her alî dengê top û hawinan, fîþeng û guleyan dihat. Pêþmergeyan hawêrdora Wargeha Etrûþ girtibûn û bandora xwe bi dijwarî danîbûn ser rêkên çûn û hatina wargehê.

Germahiya Tebaxê her roja diçû dijwartir dibû û tirêjên rojê wekî bistikên di nava agir de sorbûyî çavên mirovan disotin û ne dihiþtin ku kes ber bi jor ve binêre.

Ev heft-heþt meh bûn penaberên Kurd li vê wargehê bi cih bibûn. Ji ber tengasiya cih, beþeke wargehê jî li Geliyê Qiyametê bi cih bibû û her du wargeh ji hevdu zêde ne dûr bûn; lê ji aliyê, pêþmergeyan ve rêk û gir hatin girtin û têkiliya di navbera herdu wargehan de hat qutkirin.

Di vê rewþê de nûnerên Netewên Yekbûyî yên xwedîkirin û ewlekariya penaberan hilgirtibûn ser xwe, hatin wargehê. Penaberên Kurd bi hewandin û alikarîdayîna gerîlan tawanbar kirin û di navbera wan de gengeþiyeke kin derbas bû.

- Me wargeh ji bo penaberan ava kiriye, lê em dibihîsin ku gerîlayên PKKê di nava we de bi cih bûne.

- Ev ne rast e, tiþtekî wiha nîne. Kê gotibe bêbextî kiriye û ne rast gotiye.

- Dibêjin, gerîlayên birîndar di nava we de tên hewandin û dermankirin.

- Ev jî ne rast e. Birîndar hene lê yên me ne. Li ser tixûb, li derdorê, yan pêlî mayinan kirine, yan jî bi guleyên hawin û tankên artêþa Tirk birîndar bûne. Derveyî wana ti kes nîne.

- Baþ e, qey we sazî ava nekirine? Ma ev jî ne rast e?

- Me sazî ava kirine, rast e. Lê ev ne tiþtekî sûc e! Em ne pez in ku bê rêxistin li vir bijîn. Ji bo jiyana me sererast bibe sazî pêwîst in.

- Ev rêbazeke PKKê ye. Ew aqilî dide we. Pêwist e hûn ne li gorî wan, li gorî me tevbigerin. Ger hûn li gorî me tevnegerin, em nikarin alîkariya mirovahî bidin we.

- Em ne leyistok in kî bixwaze were bi me bileyize. Em li gorî ti kesan jî tevnagerin, em li gorî zanabûna xwe û kevneþopiyên xwe tevdigerin. Hûn Netewên Yekbûyî çima erkên xwe pêk naynin? Em ne ji bo xwarinê ji welatê xwe koç bûne. Em penaberên ramyarî ne. Ji ber ku me hez ji welatê xwe kiriye, ji bo rizgariya welatê xwe kar û xebat kiriye, ji bo ku me jiyaneke azad xwestiye, em ji hêla dijmin ve hatine koçberkirin. Divê hûn jî li gorî vê rastiyê nêzikî me bibin. Pêþmergeyan derdora me tev girtine. Rêk tev asteng kirine. Her roj pezê me direvînin, guleyan bi ser însanên me de dibarînin. Însanên me digrin û direvînin, piþt re yan dikujin an sêrê wan difroþin dewleta Tirkan. Hûn çima li ser van narawestin? Hûn çima li hember van ewlekariya me nagrin? Ma karê we alikarîdayina wan û Tirkan e, yan parastin û xwedîkirina me ye?

- Em nikarin alikariyê bidin kesên terorîst û PKK jî 1i gorî N.Y rêxistineke terorîst e. Divê hûn bi tevahî têkiliya xwe ji gerîlan qut bikin û li gorî me tevbigerin. Ger hûn wiha nekin, ji îroj û pê de em nema alîkariyê didin we. Baþ bifikirin û wiha biryara xwe bidin.

- Ev helwesteke ne însanî ye. Em ne terorîst in û gerîla jî ne terorîst in; ji ber ku em wana dinasin, di destê me de mezin bûne. Ew kesên derdora me û rêkên me digrin û bi tank, top û firokeyan, bombe û guleyan bi ser me de dibarînin ew terorîst in. Biçin hesap ji wana pirskin. Ma ne hûn dibêjin: "Em Ewropî ne, em demokrat in!" Kesên demokrat penaberan, zarok, jin û kalan bi terorîstî tawanbar nakin. Ev ne helwesteke însanî ye.

- Me gotina xwe got: An hûnê em çi dibêjin wiha tevbigerin, têkiliyên xwe bi tevahî ji gerîlan qut bikin, an jî ji îroj û pê de em alîkarîdayîna xwe ji her du wargehan qut dikin.

Piþtî vê devjengiyê nûnerên Netewên Yekbûyî li tirempêlên xwe swar bûn û ji wargehê veqetiyan. Penaber bi serê xwe man. Kes zêde ne axivî. Herkes ber bi konê xwe ve belav bû û kete nava xem û pirsyaran. Gelo nûnerên Netewên Yekbûyî rast diaxivtin? Bi rastî wê qutê wana qut bikarana? Evqas însan, evqas zarok bê xwarin wê çawa jiyan bikrana?

Di mejiyê her penaberekî de bi sedan pirsên wiha, serê xwe danîn ser balgîfan, çavê wan di nava reþahiyê de li rastiya wan vekirî, bi xem û xeyalan ponijîn. Dawî xeweke giran avêt ser çavên wan û heta bangdayîna dîkê sibehê bi ser xwe ve nehatin.

Rojên zor û zahmet careke din perdeya xwe girtin ser wargehê. Penaberên Kurd ji her alî ve hatibûn dorpêçkirin. Peþmergeyên PDKê hivdeh qereqol li derdora wargehan ava kiribûn û bi vî awahî wargeh kiribûn wekî zindanên servekirî.

Çend rojên despêkê penaberan qutê di male de heye xwarin. Lê roj bi roj, qutê wan yek bi yek xelas dibû. Jinên penaber her êvar dema serê xwe datanîn ser balgîfan, rewþa xwe bi zilamên xwe re þîrove dikirin.

- Piþtî birincê, binê tenekeya rûn jî îroj xuya bû. Evarî min kevçiyeke rûn ji cem cîranên me anî, lê yê wan jî sibe-duzbe wê xelas be. Wê halê me çawa be?

- Nizanim wê çawa be, lê elbet wê Xwedê deriyekî xêrê veke. Wiha biçe pîr, kal û zarok wê tev ji dest biçin.

- Kurê Fatimê yê biçûk îroj birin textor, lê ji ber tinebûna derman tiþtek pê nekirin. Textor gotibû ji kêmxwarinê xwîna wî zeyif ketiye, serûm pêwîst e, lê nîne.

- Ger wiha bidome, dermanên hene jî wê xelas bin.

- Nan nîne, ma emê çi bikin ji dermanan? Derman li zikê birçî nayên. Gelek mal ev du-sê roj in çavên wan ji nan qut bûne.

- Dîsa baþ e, milet alîkarî dide hev. Ê heye, dide yê tine.

- Wê ew jî biqede. Ne avzê ye ku her tije bibe. Ku nekeve þûna wê elbet wê beqede.

- Ma emê ji ku bînin, bixin þûna wê? Tu ji wargehê gava xwe diavêjî, pêþmerge wekî sayên har tên pêþya te. Îþê me zor e.

Kêm zêde di hemû konan de mijarên wiha dibûn mijara axavtinan û bi xemgîniya vê diketin xew. Lê car caran malên heta sibehê xew nediket çavên wan jî hebûn. An li ser serê zarokekî, yan li ser serê kalekî malbat tev kom dibûn û ji Xwedê re berger dikirin ku ji wana re bibexþîne. Lê gelek caran dengê wana nedigîhiþt Xwedê û Xweda jî ew nedibexþandin. Dema dibû sibeh xebera reþ li wargehê belav dibû. Çend zilaman tevr û bêr digirtin destê xwe û diketin ser rêka goristanê. Tirbeke din lê zêde dikirin û difikirîn ku wê dor bê kê. Piþt re penaber tev kom bi kom diçûn taziyê. Li wir bergera xwe dixwendin, sersaxî ji yên mayî re dixwestin û radibûn ser xwe. Malbata taziye lê ye pir dixwest ku kevneþopiya xwe biþopîne; çayekê yan çixareyekê pêþkêþî ziyaretvanan bike. Lê ji destê tinebûnê, êdî nedayîna tiþtekî ji adetê dihat dîtin; ji ber ku herkesî halê yê din baþ dizanîbû û halê tevan kêm zêde wekî hev bûn.

- Çixareya te nîne?

Zilamekî çel-pencî salî piþta xwe dabû latekê û li ber siya latê temaþeyî rêka di nava wargehê re derbaz dibû dikir. Ji zilamekî din ê ji konê xwe derdiket derve pirsyar dikir.

Zilam destê xwe avêt bêrîka xwe û ber bi wî ve meþiya. Dema nêzik bû silav lê kir û qutiya xwe ya tûtinê derxist, devê wê vekir û got:

- Du-sê çixare mane lê pel nînin. Ma li cem te pel hene?

- Rast e, kêmek pel hene, lê ev du roj in piça tûtinê bi min re nemaye.

- Ger wiha bidome, emê bi giyayên van çolan bikevin. Tûtin jî, pel jî êdî ava xwe dikêþîne. Ez doh çûm, min qutiyeke tûtin ji cem Mamê Silo anî. Tu dizanî ew bê tûtin debar nake. Lê çend rojên din wê ya wî jî xelas bibe. Wê çaxê wê dîn û har bibe û bi van çolan bikeve.

Zilamê din, bê deng çixareyek pêça, xist nava lêvên xwe, pêxist û dûmaneke girs kiþand kûrahiya nava xwe. Piþt re yê din jî çixareyek pêça û dest bi sohebeta li ser rewþa wargehê kirin.

- Heval dibêjin ku pêþmergeyan doh êrîþ birine ser wargeha din. Pêwist e mirov vê helwestê þermezar bike yan na wê pirr aloziyan derbixin.

- Tê þermezariyê li hemberî kê bikî.?

- Li hêmberî pêþmergeyan û helwesta wan!

- Li mala te be, tu dibêjî qey pêþmerge dewlet in. Ma ew çi ji þermezariyê fêhm dikin?

- Wele nizanim, heval dibêjin divê em bimeþin. Bi rastî hinek dibêjin ku hacet nîne mirov wana, cidî bigre, lê wekî din jî ku mirov acizbûna xwe diyar neke, wê bêhtir har bibin û zirarê bidin me.

- Wê kengî bimeþin?

- Sibê

- Ti daxuyanî nekirin, çima?

-Wê êvarî li ber têlevizyonê bikin.

Wargehên penaberên Kurd yek bi navê ‘Etrûþ-A’, yek jî bi navê ‘Etrûþ-B’ dihat binavkirin. Li ser herdu wargehan jî ambargoya qût (erzak) hebû. Her du wargeh jî ji hêla pêþmergeyan ve dihatin êþandin. Di meha Îlonê de êrîþeke pêþmergeyan li ser wargeha Etruþ-A çêbû. Êdî pêþmergeyan rasterast êrîþî ser wargehan dikirin. Ji bo þermezarkirina vê êrîþê penaberên li Etrûþ-B biryar sitendin ku meþeke protestoyî lidar bixin.

Serê sibehê penaberên Kurd ji konên xwe derketin û li ser rêka ji wargehê derdikeve kom bûn. Ji bo meþê çiqasî bi biryarbûn jî, di dilê wan de waswasek hebû. Baweriya wan qet li pêþmergeyan nedihat. Lê carekê biryar girtibûn û wê bimeþiyana.

Jinên penaber li pêþya girseya meþê cih girtin. Jin, zarok, zilam, keç, ciwan… herkes amade bûn. Digotin ku jin li pêþyê bin, di dilê pêþmergeyan de kirina xerabiyekê hebe jî wê nikaribin bikin; ji ber ku jin nîþana aþtiyê ne û kes nawêre guleyan bi ser jinan de bibarîne.

Keçeke Kurd bi navê Jiyan serkêþiya meþê dikir. Wê jî nexwestibû ku li hemberî pêþmergeyan bimeþin; ji ber ku meþ wê bihata wateya cidîgirtina wana. Digot:

- Ev ne însanên wiha ne ku ji rêbazên demokratîkî û aþtiyane fêm bikin. Vana tenê ji zorê û ji tirsê fêm dikin, ji bo vê yekê heceta meþê nîne.

Lê hevalên wê cuda difikirîn û ew bi sabotekirina biryara meþê û tirsa ji wê tawanbar kirin. Ev yek jî pirr li zora wê çû. Derbasî pêþiya meþvanan bû û bi dengekî bilind dest bi qêrîna dirûþmeyan kir.

Meþvan di nava konan re, ber bi derketina wargehê ve meþiyan. Qêrîneke geþ ji penaberan bilind bibû. Hêrs û qehra xwe bi dirûþmeyan dianîn ser ziman. Li deriyê derketina wargehê pêþmerge rêz bibûn û çekên wan di destê wan de amade bûn.

Meþvanan qet hizra wan ne dikirin ku çekan bikar bînin. Lê di derketina derî re hîn çend gav neavêtibûn, pêþmergeyan berê çekên xwe dan ser penaberan. Penaberên Kurd bi devê çekên pêþmergeyan re rû bi rû man. Divîbû yan teslîm bibana û paþ de bizîvirîna, yan jî rêka xwe bidomandana û biryarîbûna xwe nîþan bidana.

Jiyanê destê xwe bilind kir û bi qîrdayîna dirûþmeyan, berê xwe da benda pêþmergeyan. Meþvan tev bi pey re herikîn. Çend gavên din êdî ew û devê çekan sîng bi sîng gîhiþtibûn hevdu.

Di wê bêhnê de tiliyên pêþmergeyan çûn ser lingên çekan û ji lûleyên sar pêtên agir derketin der. Tiþtê ti kesan bawer nedikir, li devê deriyê wargehê pêk hatibû. Pêþmergeyan gule barandibûn ser keç û jinên bê çek!

Çavên penaberan li nava serê wan fireh vebûn. Her kes di cihê xwe de þaþ mabû. Jiyan li ser rêkê dirêj bibû û cilên wê di nava xwinê de sor bibûn. Bi barîna guleyan çend keç û jinan qîr dan, hinekan dirûþme avêtin, hinekan bang kirin, hinekan jî bi ser mirovên ketine erdê de çûn û li ber serê wan rûniþtin, ew hemêz kirin ku ji guleyên din biparêzin.

...

- Pêwîst e wargeha ‘Etruþ-A’ were ser wargeha ‘Etrûþ-B’. Wê demê emê careke din xwedî li we derkevin û qûtê we bînin, alîkariya mirovahî bidin we.

Nûnerên N.Y. yên piþtî bûyera meþa þermezarkirinê hatibûn wargehê, wiha digotin. Sedema nedayîna alîkariyê niha jî wiha diyar dikirin. Piþtî kuþtin û birîndarkirina keç û jinan êdî nediwêrîbûn qala terorîstiya penaberan bikin. Dixwestin rewþ nerm bibe, lê dîsa ya xwe bi ser a penaberan bixin. Penaberan jî bûyerên bi serê wan de qewimîne yek bi yek vekirin û sûcê wan û sûcê Pêþmergeyan yek bi yek li ruyê wana xistin. Li ser vê vekê dîsa li hevdu nekirin û ambargoya li ser wargehan berdewam kir.

Cardin, pêþmergeyan bi þev, xwe nêzîkî wargehê dikirin û gule di ser konan re dibarandin. Zarok, zilam an jinên ku ji wargehê bi sedema çêrandina pez, an komkirina giya derdiketin, digirtin, lêdan li wana dikirin û ger hebaya pereyên wan ji wana distendin, pezê wan ji xwe re dibirin. Roj ne dima ku bûyerek ji vana nediqewimî.

Rewþ wiha giran bibû ku penaber pêwîst mabûn ji xwe re cihên binerd bikolin û dema gule bi ser wan de dihatin barandin, xwe û zarokên xwe di van cihan de diparastin.

Piþtî veþartina cenazeya keça Kurd Jiyan, bi hefteyekê, li çiyayê derdora wargehê, þerekî giran, di navbera gerîlan û pêþmergeyan de derket. Pêþmergeyan bi hezaran hêza xwe herikandin wê derê. Heta nêzî wargehê hatin. Çend þivanên ku pezê wan girtin, tev li pez bi xwe re birin.

- Yadê, ez birçî me.

Zarokekî pênc-þeþ salî êdi nedikarîbû li ber xwe bidaya. Bi wê zarokiya xwe rewþa ku tê de ne, têgîhiþtibû û bi rojan dengê xwe dernexistibû. Lê îroj dema qeteke nan û seriyekî penêr di destê zarokekî cînarê xwe de dîtibû, birçîbûnê dabû nava dilê wî û ji dayika xwe nan dixwest. Ev demeke dirêj bû nan ji mala wana qut bibû. Car caran hinek savar an nîskek dihat kelandin. Car caran, ji cem cînaran du-sê nan peyda dibûn, lê ev sê roj in êdî ew jî peyde nebibûn. Dayikê nezanîbû serî li ku derê bide, ji ber dizanîbû rewþa herkesî wekî ya wana ye.

- Baþ e keça min, niha ezê te têr bikim.

Dayikê ev sê roj in difikirî lê nekarîbû biryar bidaya. Mirîþkeke wê mabû û her roj an du rojan carekê hêkek dikir. Ev hêk dikeland, nêvî dida keça xwe û nêvî jî dida kurê xwe yê jê biçûktir. Dema qûtê wan ji binî ve xelas bû fikirîbû miriþka xwe serjêke û du-sê rojan pê îdare bike. Lê ji ber hêkan nedigîhiþt biryarê. Dema keça wê birçîbûna xwe eþkere diyar kir, êdî waswasa dilê wê derbas bû. Bi baskên mirîþka xwe girt û bir cem zilamê cînarê xwe.

Li malên din jî birçîbûn û bi birçîbûnê re nexweþiyan bandora xwe êdî heþkere kiribû. Zarokên jiyana xwe ji dest didan rehet dibûn, lê yên li ber xwe didan di nava êþan de digiriyan. Goþtê di navbera çerm û hestiyên wan de dihiliya û hestiyên wan zor didan çermê wan ku derbikevin derve.

Pîr û kal êdî hêviya xwe ji vegera welêt qut kiribûn û li ser derbaskirina xeladifikirîn. Zêde ji konan dernediketin. Lê ji birçîbûnê zêdetir tinebûna tûtinê ew diêþandin. Car caran kalên hîn kabên wan erdê digrin, gopalê xwe digirtin destê xwe û derdiketin derdora wargehê. Li nava þînatiyan digeriyan ku giyayekî bêhna tûtinê bide bibînin. Dema didîtin, dihatin konên xwe, ji defterên zarokên zarokên xwe pel diqetandin û ev giyayê wekî pûþ li navê dipêçan û vedixwarin. Kurmê çixarê bi vî awahî didan rawestandin.

- Xwiþka Hacer ger hebe tu dikarî kêmek xwê bidî min?

- Te got xwê!? Bi Xwedê bi zêran be jî xwê peyde nabe. Ev çend roj in xwêya me nemaye. Ji xwe qût jî nîne, heta em pirsyara xwê bikin.

- Kavirekî me hebû, îroj ji mecbûrî me serjê kir. Ma em çawa bikin, zarok tev ji birçiyan re hiliyan. Lê goþt jî bê xwê nabe.

- Dibe ku li mala Fatimê hebe, wê rojê min sê-çar nan ji mala wan anîn, nanê wan bi xwê bû. Tu dixwazî ji wir pirsyar bike.

- Wele kabên min nagrin ez heta wir biçim. Lê mecbûr im, goþt bê xwê nabe. De bi xatirê te.

- Ger te peyde kir hinekî ji bo min jî bîne.

-Baþ e. Evarî jî wer cem me ji zarokan re hinek goþt bibe.

- Bila ezê bêm, wele me tiþtek nîne bixwin. Em jî ji vir û wir hinekî îdare dikin. Ka bê Xwedê çi derî li pêþiya me veke!

- Te bihîst? Digotin N. Y. erzaq anîne, lê zilaman gotine, ‘em nagrin’ û cardin vegerandine!

- Belê kurê min jî wê çaxê li wir bû, hat ji min re got. Erzaq ji me re anîne, ji wargeha din re nebirine. Dixwazin bêtifaqiyê bixin navbera me ku wê wargeha din jî bînin ser vê.

- De bila bînin ma çi heye! Ha li wir, ha li vir; halê me her ev e. Bila ew jî bên vir, belkî wê demê vê ambargoyê ji ser me rakin. Yan na wê zarok tev bimrin.

- Ma zarok tenê? Kal û pîr jî wê bimrin. Piþt re wê dor bê ciwanan jî.

- Kî dimre ji xwe re ji vê dinyê xelas dibe. Ma ev jî hal e em tê de ne.?

- ...

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org