|
TAMA ZIMANÊ KURDÎ
HESEN
HUSEYîN DENîZ
Îroj
(14 Gulan 2008) roja Cejna Zimanê kurdî ya par ji aliyê Kongreya Netewî
ya Kurdistanê ve hat beyankirin e. Em bi vê sedemê him vê cejnê pîroz
dikin û him dixwazin balê bikiþînin ser pirsgirêkên di warê bikaranîna
zimanê kurdî de tên jiyandin. Dilê
me dixwest ku em ti carî pêwîstiyê bi rojeke cejna ziman nebihîsin. Ger
zimanê me jî wekî yê pirahiya netewan di her warî de azad hatiba
bikaranîn, çima me yê pêwîstî bi beyankirina rojeke cejna ziman bibihîsta?
Ger îroj em pêwîstiyê bi rojeke wiha dibihîsin, ev di rastiyê de ji
cejnê zêdetir trajediyeke zimanê me dijî diyar dike. Divê her kurd di vê
trajediyê de para xwe bibîne, lêpirsîna helwesta xwe bike û li rêkên
derbaskirina vê bigere. Rastiyeke me kurdan heye. Dijminên gel û xaka me,
ji bo sazkirin û domandina desthilatiya xwe, nirxên me yên netewî, çandî,
dîrokî, kevneþopî tev dîl girtine, di zindana qedexekirinê de li qeyd
û kelepçeyan dane. Ji vana ya herî grîng jî
dîlgirtina zimanê kurdî ye. Bi taybetî ji aliyê dagirkeriya tirk ve
qedexekirin û astengkirina li ser zimanê kurdî, bi awayekî pir xerab
tahrîbatên mezin di giyana mirovê kurd û zimanê wî de pêk aniye. Tahrîbata
duwem jî bi destê çanda ereb û faris, çi bi navê desthilatdariya îslamî,
bi rêkên pîrozkirina zimanê erebî û biçûkdîtina zimanê kurdî
hatiye kirin. Mirovên fedî û þerm kirine bi zimanê xwe yê zikmakî
biaxivin ji ber van polîtîkayên desthilatdarî, wekî bilbilan bûne
xitimkarên pirtûkên olî yên erebî û bûne wêjegerên binavûdeng ên
tirkî, farisî û hwd. Netewek
dema di bin desthilatdariyê de ji çanda xwe hatibe dûrxistin, dibe ku
derfeta bikaranîna zimanê xwe nebîne û pêwîstê bikaranîna zimanê
dijmin bimîne. Ji ber vê yekê mirov nikare wê netewê tawanbar bike.
Heta netewên þoreþa xwe ya rizgariya netewî bi zimanê dijminê xwe
kirine jî hene. Ji bo Kurdistanê jî mirov dikare bêje heta demekê,
zimanê dijmin navgînek bingehîn a ragihandina di navbera kurdan de bû. Lê
ev heta demekê wiha bû û bi vê sedemê heta demekê mirov dikare rewþa
netewê maqûl bibîne. Li
Kurdistanê piþtî ku bandora desthilatiyê bi têkoþîna sîh salan ji
ser mejiyê netewa kurd hat rakirin û hest û mejiyê mirovê kurd hat
azadkirin, derfeta bikaranîna zimanê zikmakî jî zêdetir derket holê. Tê
zanîn ku li Kurdistanê þoreþa rizgariya netewî wekî ya li welatên
din, bi awayê tinekirina dijmin wê pêk neyê. Rêbertiya Gelê kurd, rêbaza
þoreþa Kurdistanê, di rêxistinkirina yek yek mirovan de dibîne. Tu çiqasî
mirovan birêxistin bikî, dil, hiþ û mejiyê wan çiqasî ji desthilatiyê
dûr bixî, ewqasî di kesayeta wan mirovan de þoreþ pêk tê. Þoreþa
rizgariya netewa kurd bi rizgarbûna mirovên kurd ên ji sazûmana
desthilatiyê wê pêk were. Ev rêbazeke þoreþa Kurdistanê ye. Li
Kurdistanê desthilatdariyê bi xistina yek yek mirovan, yek yek malbatan ev
welat kir bin destê xwe; wê demê emê jî bi bidestxistina yek yek
mirovan, yek yek malbatan welatê xwe û netewa xwe rizgar bikin. Pîvana rizgarbûna ji dijmin jî xwerêxistinkirina
di her warê jiyanê de, li hemberî hemû hebûnên dijmin e.
Li hember dibistanên dijmin, dibistanên xwe, li hember partiyên dijmin
partiyên xwe, li hember saziyên dijmin saziyên xwe, li hember rojnameyên
dijmin rojnameyên xwe, li hember sendîkayên dijmin sendîkayên xwe, li
hember televizyonên dijmin, televizyonên xwe, li hember nirxên dijmin,
nirxên xwe û li hember zimanê dijmin zimanê xwe bikar bîne û xwe ji
dijmin veqetîne, rizgar û azad bike. Ev
di roja me de ji bo her kurdekî êdî pêwîstiyek nayê lipaþxistin e.
Karaktera þoreþa Kurdistanê vê yekê dide pêþya me ku dijmin ji me çi
sitendibe, divê di kesayeta xwe de em wan tiþtan li gorî nirxên xwe yên
netewî ji nû ve saz bikin, ava bikin. Ji
aliyê dijmin ve qedexekirina li ser zimanê kurdî ne bê sedem e û divê
wekî helwestek ji rêzê neyê dîtin. Îroj dema mirov bi zarokekî kurd
re diaxive û jê dipirse, dibêje; tu çi kes î, di bersivdayîna xwe de
dibêje, `Ez tirk im`, ev trajediya gelê kurd a zimanê kurdî, ya nirxên
netewa kurd tîne ser ziman. Doh
belkî derfeta borandina vê tine bû, lê bi saya têkoþîna azadiyê, bi
saya þehîdên þoreþa azadî û rizgariyê êdî derfet wekî lehiyê li
pêþiya me ne. Nexwasim ji bo malbatên bi awayekî fîzîkî jî bi salan
e li nava sazûmaneke derveyî sazûmana desthilatiyê dijîn, bikarneanîna
van derfetan bi rastî ecêbek e. Gelek mirov ji sedemên siyasî û herî kêm ji
sedemên kurdbûnê koçî welatên biyanî bûne.
Ji bo ku xwestine li nirxên xwe yên netewî xwedî derkevin, li çanda
xwe, li zimanê xwe, li hebûna xwe, li nasnameya xwe, li welatê xwe, li
azadiya xwe, li kesayeta xwe xwedî derkevin bi lêpirsînan re rû bi rû
hatine, di îþkence û zîndanan re derbas bûne, êþ û janeke dijwar kiþandine
û herî dawî li ser xaka welat buhustek xaka bikaribin bi rûmeta xwe li
ser bijîn nemaye û dawî berê xwe dane koçberiyê. Di koçberiyê de jî
bi gelek astengî, zahmetî û helwestên þermandinê re rû bi rû mane.
Li hemberî vana tevan bi sebr û diyaxeke mezin li ber xwe dane û xwe
gihandine rewþeke bikaribin, ji welatê xwe re û ya herî grîng, ji
armancên sedema hebûna xwe re xizmetekê bikin. Gelek
mirovên kurd bi dil, can, mal, zarok û hemû hebûna xwe di nava sazûmana
Kurdistanî de cih digrin, di hemû çalakiyên li hemberî dagirkeriyê de
xwe didin pêþ, bi salan alîkariya xwe, xebata xwe kêm nakin û zêdetir
di rêka têkoþînê de tevlêbûna xwe lipêþ dixin. Ev bêguman rûmetek
mezin ji bo tevahiya mirovên kurd e. Lê bi vê rûmetiyê re qasî
serbilindahiya em dijîn, divê em bikaribin bi wêrekî kêmasî û
lawaztiyên xwe jî bibînin. Bêguman û bênîqaþ her kes dizane ku ziman
libatekî herî grîng û bingehîn ê ragihandinê ye.
Di navbera civakan de, di nabera netewan de, di navbera kom an beþên
civakan de, di navbera yeko yeko mirovan de ji bo bikaranîna ragihandinê hîn
navgînek ji ziman pêþketîtir û xurtir nehatiye dîtin. Mirov
dema wekî ajalan bê ku zanibin zimanê xwe bikar bînin dijiyan jî di
navbera wan de zimanekî hevtêgihiþtinê hebû. Ev zimanê hevtêgihiþtina
bi livûtevgerê bû. Bi livandina serê xwe, destê xwe, laþê xwe, devê
xwe, awirên xwe û hwd. hewl didan ku nêrîn û ramana xwe ji hev re ragihînin.
Ev rêbaza yekem a bikaranîna ziman îroj jî em di nava danûsitendina xwe
ya rojane de bikar tînin. Dema du mirov tên gel hev, di nava axaftina xwe
de gelek caran bi livandina libatên laþê xwe, bê ku deng derxînin
pirsan dibersivînin û kesê li hember jî ji van livandinan têdigihêje
mebesta xwediyê liv û tevgerê. Ev
zimanê ragihandinê yê destpêkê, yê bi liv û tevger di serî de bersiv
dida têgihiþtina hev a mirovan. Lê piþt re mirov ji bo bikaribin nêçîra
ajalên mezin ên kovî bikin, pêwîstî bi hatina cem hev dîtin. Dema du
kes li cem hev bûn bi livandina libatên laþê xwe dikarîbûn mebesta xwe
bi hev bidin têgihiþtin; lê dema hijmara wan bû deh, pazdeh û zêdetir
êdî ev zimanê livandinê têrê nekir ku mebesta yekî bigihêje kesên
din. Bi vê sedemê mirov ji zimanê livandinê derbasî zimanê
dengderxistinê bûn. Dengderxistina
mirovan destpêkê ji ya ajalan ne cudatir bû. Çawa ku kew bang li kewekî
dike, bilbil deng li bilbilekî dike, mirovên destpêkê jî tenê awaza
xwe bilind dikirin û bi vî awahî dixwestin bala kesê li hember, bikiþînin
ser xwe. Di dengderxistina destpêkê de girêkîbûn tinebû û yekser ji
kezebê dihat der. Destpêkê
ev awayê dengderxistinê ji bo mirovan dîtineke nû bû û bersiv dida karê
wan ê palûteyî. Pê
re mirov di nava jiyanê de, di nava kar û bar de û di nava danûsitendina
bi hev re jiyînê de fêr bûn ku ji bo hestên cuda dengên cuda derxînin.
Mirovê xwest tiþtekî tirsê bîne ser ziman, dengê xwe bi awayekî din
derxist, mirovê xwest tiþtekî kêfxweþiyê bîne ser ziman dengê xwe bi
awayekî din derxist û bi vî awahî di dengderxistinê de girêkîbûn li
pêþ ket û bi vê yekê jî dengderxistina mirovan ji ya ajalan veqetiya. Ger
mirov bala xwe dabe ser, ajal dema deng derdixin, pirahî dengê wan bi yek
pêlê ye. Çûkên herî xwediyê jêhatiniya dengderxistinê, derveyî
dubarekirina çend dengan tiþtekî din nikarin bikin. Wekî
tê zanîn deng bi hilma ji kezebê dertê ku li têlên deng ên di her du
aliyên qirikê de cih girtine dikeve û wana dilerizîne derdikeve. Dengê
ajalan ji kezebê çawa dertê, di nava lêvan re jî wiha derdikeve. Dengê
ji kezebê hildibe jorê, tê qirikê, li wê derê têlên deng dihejîne
û bi vekirina dev re derdikeve der ve. Em ji van dengan re bi vê sedemê
wekî borinî, hirînî, reyênî û hwd. dibêjin. Lê
dengderxistina mirovan ne wiha ye. Dengê mirovan dema ji kezebê dertê û
li têlên deng dikeve, dibe deng þûn re, tê þikefta dev û li wê derê
wekî girêkên hevîr her dengek bi awayekî tê girêkîkirin ango teþeyekî,
þiklekî girêkekê digre û piþt re ji nava lêvan derdikeve der ve. Ev
taybetmendiya girêkîkirinê dike ku deng ji dev cûr bi cûr derkeve.
Mirov ji bo bikaribe girêkîbûna deng pêk bîne jî, qirika xwe,
zengelora qirikê, þikefta dev, zimanê biçûk û yê mezin, diran, goþtê
diranan, lêv û pozê xwe bikar tîne. Bi vê sedemê ji rêka di navbera
kezeba spî û lêvan de re, wekî rêka deng tê gotin. Deng di vê rêkê
de tê hûnandin; çawa ku tenbûrvanek bi livandina tiliyên xwe yên li
ser têlên tenbûrê dengên lerizandina têlê girêk girêkî dike û ji
vê yekê deng û meqamên cuda cuda derdixe; rêka deng jî weyneke wiha di
dengderxistina mirovan de dileyize. Mirov
dema fêrî dengderxistina cuda cuda bûn, pê re ji bo her karekî, her
alavekî, her tiþtekî û her bûyerekê dengek cuda derxistin û ev deng
di navbera xwe de hevbeþ bikar anîn. Mînak ji avê re gotin `av`, ji nan
re gotin `nan`, ji karê xwarinê re gotin `xwarin`, ji karê nêçîrê re
gotin `nêçîr`; çav li darekê ketin gotin `dar`, brûsk þerqiya gotin
`brûsk`; ji ezmên av daket gotin `baran`… Mirovên
bi hev re dijiyan ev gotin ji hev fêr bûn, hevbeþ bikar anîn û êdî
dema kesekî ji yê din re bê ku av, nan ango baranê bibîne, tenê bi
gotina van tiþtan jî pê da fêmkirin ku dema dibêje `av` qala avê dike,
dema dibêje `baran` qala ava ji ezmên dadikeve dike. Vê yekê ragihandina di navbera mirovan de hêsantir
kir. Êdî dema mirov diçûn nêçîrê bê
ku hev bibînin jî dikarîbûn bêjin, `Wehþ hat!` `Li dorê bizîvire!`,
`Lê bide!` û hwd. Bi vî awahî karê nêçîrê jî hêsantir bû û êdî
dikarîbûn zêdetir goþt û çerm bînin warê xwe. Anîna goþt û çermê
zêdetir di jiyana mirovan de jî guhertinên grîng dan çêkirin. Ji
mirovan re derfeta ramandin û dîtina tiþtên nû vekir. Di vê demê de
mirov fêr dibin, li ser dîwarên þikeftên tê de dijîn wenêxêziyê
bikin. Wêneyên nêçîrvaniyê, yên bûyerên xwezayî, yên hestên tirs
û þahiyê li ser van dîwaran heta roja me hatine ku ev xezîneya huner û
çanda mirovahiyê diafirînin. Ev
tev diyar dikin ku mirov çiqasî navgînên ragihandinê bikar anîne ewqasî
ji ajalbûnê dûr ketiye û ber bi mirovbûnê ve meþiyaye. Di jiyana mirovahiyê de du tiþtên bingehîn ên
mirov kirine mirov heye; yek bikaranîna kedê û bi vê re lipêþketina
ramanê; du, bikaranîna ziman û gihiþtina axaftinê ye.
Axaftin di jiyana mirovahiyê de þoreþa herî mezin a yekem e. Mirov bi
axaftinê bûye mirov. Mirovê hîn fêrî axaftinê nebûye di pirtûka
zanyariya civakî de ji ajalan zêde nayê cudakirin; lê kengî dest bi
axaftinê û bikaranîna destê xwe û keda xwe kiriye wê demê gav avêtiye
nava beþa mirovbûnê. Bi
vê sedemê axaftin di jiyana mirovan de çalakiyeke þoreþî ya bingehê
hebûna wan e. Her komek mirovan xwediyê axaftineke cuda, ango xwediyê
dengderxistineke cuda ye. Rewþa hewaya welatê lê dijîn, erdnîgariya welêt,
ava welêt, germbûn, sarbûn, çiyayîbûn, deþtîbûn û gelek sedemên
wekî vana li ser dengderxistina mirovan bandora xwe çêdikin. Bi vê sedemê
her komek cuda ya mirovan bi awayekî li gorî rewþa xwe û xwezaya tê de
dijîn deng derxistine û ji vê yekê jî zimanê koman, ê qebîleyan, ê
gelan û yê netewan derketine holê. Dîsa
ji vê sedemê ye ku ziman, ango dengderxistina her kom, qebîle, gel an
netewê him taybetmendiyên wan, him taybetmendiyên xwezaya wan, him
taybetmendiyên þîn û þahiyên wan di hundirê xwe de hildigre. Ji bo vê
her mirov di rastiyê de herî baþ dikare di dengderxistina xwe de hestên
xwe, ramana xwe bîne ser ziman. Di zimanê her civakê de mirov dikare dîroka
wê civakê, erdnîgariya civak lê dijî, zor û zahmetiyên dikiþîne, þahî
û kêfxweþiyên jiyane bibîne. Bi vê sedemê mirov, civak, netew her kes
bi zimanê xwe diaxivin ku bikaribin bigihêjin têrbûna nirxên xwe yên
netewî û dîrokî. Di peyvek zimanekî de mirov dikare ferîsîna dîrokekê
ango bûyerek ji dîrokê bike. Ji ber vê yekê
her zimanek xwediyê taybetmendiyên ligorî xwe ye. Taybetmendiyên zimanekî
ji yê din nagre. Heta taybetmendiyên devikekî ziman jî ji devikekî din
ê wî zimanî bi tevahî nagre. Her zimanek, her devikekî wî zimanî, her
þêweyek ziman di hundirê xwe de çanda wan mirovên wî devik ango þêweyê
bikar tînin û dîroka wan di hundirê xwe de hildigre. Dema
rastî wiha be, mirov tenê bi bikaranîna zimanê xwe dikare bigihêje tama
mirovbûna xwe. Mirov dema bi zimanê xwe biaxive dikare tama çanda xwe, dîroka
xwe, erdnîgariya xwe, hest û nirxên xwe yên netewî bibihîse. Ji
ber ku ev di nava zimanekî biyanî de nîn in. Di nava zimanekî biyanî de
nirxên wî zimanî, þahî û þînên wî zimanî hene, lê yên te tenê
dikare di hundirê zimanê te de hebin. Dema mirov bi zimanê xwe neaxive,
nagihêje tama nirxên netewî û dema vê tamê neke jî roj bo roj ji nirxên
xwe yên netewî, yên dîrokî dûr dikeve.
Ji vê yekê re hilandin ango asîmîlasyon tê gotin. Asîmîlasyon ne tenê
jibîrkirina zimanekî û bikaranîna zimanekî din e. Bi rêka jibîrkirina
zimanê zikmakî û bikaranîna zimanê çandek biyanî, mirov ji çanda
xwe, ji nirxên netewî yên dîrokî tên dûrxistin, bi wana jibîrkirin
didin û bi vî awahî wana diþibînin civaka xwediyê zimanê biyanî û
herwiha jî hilandin pêk tê. Hilandin
ango asîmîlasyon destpêkê bi destê hêzên biyanî, pirahî bi darê
zorê tê meþandin, lê ji pêvajoyekê þûn re êdî mirovên civaka ji vê
polîtîkayê bandor bûne, bi destê xwe dimeþînin ku ji vê re jî
xwehilandin ango otoasîmîlasyon tê gotin. Hêzên
desthilat ji bo bidestxistina civak, gel an netewekê çima pêwîstiyê bi
êrîþkirina ser zimanê wanî zikmakî dibihîsin? Ev xaleke grîng e. Ziman navgînek herî grîng ê
ragihandinê û nasnameya herî bingehîn a mirovbûnê ye.
Kîjan mirov ji kîjan civakê ye, li ser kîjan xakê jiyaye, bi kîjan
mirovan re daye û sitendiye, xwediyê çandek, aboriyek, dîrokek çawa ye;
asta perwerda dîtiye çiqas e, nirxên pê mezin bûne çi ne, tevan dikare
di nava bikaranîna zimanê zikmakî de bibîne. Ji bo vê dema zimanê
zikmakî ji destê mirovek, civakek an netewekê hat sitendin, bi hêsanî
ew dikare ji holê were rakirin jî. Ji bo desthilatdarî mirovekî yan
civakekê ji holê rake êdî pêwîstî bi rijandina xwîna wana nabîne; rêkên
qaþo hîn þarezatir pêk tîne ku ev jî rêkên hilandinê ne û di serkê
van rêkan de jî qedexekirina zimanê zikmakî, jibîrkirindayîna ziman û
li þûna wê fêrkirin û pejirandindayîna zimanê desthilatdar tê. Mirovek dema bi zimanê xwe yê
zikmakî nizanibe û ji zaroktî ve bi zimanê desthilatdariyê mezin bûbe,
bêguman ew zarok wê ji çanda xwe, dîroka xwe, nirxên xwe, þahî û þînên
xwe jî bêsalox be. Wê þahî
û þînên desthilatdariyê wekî yên xwe, wê çanda dijmin wekî çanda
xwe, dîroka dijmin wekî ya xwe bizanibe û bipejirîne; pê re wê vê
zanebûn û pejirandina xwe derbasî zarokên xwe û neviyên xwe jî bike.
Di hindirê du sed salan de êdî wê nivþek wiha derkeve holê ku ji zarokên
civaka desthilat mû bernedane! Bi vî awahî civakek ji holê tê rakirin
û diþibe civakeke din, dibe ew civak. Qirkirinek civakê wiha bê ku
dilopek xwîn birijînin pêk tê. Civaka
Tirk û Ereb di vî warî de gelek xwediyê jêhatiniyan in. Lê herî zêde
em di sazûmana Tirkitiyê de ji dema Osmaniyan heta roja me li ser gelan pêkanîna
polîtîkayên hilandin û guhertinê dibînin. Di dema Osmaniyan de zarokên
gelên xaka wana dagir kirine tînin Ocaxên Yenîçeriyan, di wir de bi
perwerdeyeke nijadperestî wana diguherînin û li hemberî gelên wan didin
þerkirin. Ev di dîroka Osmaniyan de bi gelek mînak û tecrubeyan heye. Di
dîroka Komara Tirkiyê de jî li ser kurdan polîtîkaya hilandinê bi
qedexekirina zimanê kurdî, him jî bi awayekî dijwar hatiye meþandin û
heta roja me jî didome. Di sazûmana Komara Tirkiyê de
qedexekirina zimanê kurdî armanca herî bingehîn a qirkirina netewa kurd
e. Dijmin li Dêrsim, li Koçgirî,
li Agirî, li Zîlan û li gelek derdorên Kurdistanê bi xwînrijandina
kurdan derfet nedît ku fermaneke wekî Ermenî û Aþûriyan bi ser serê
kurdan de bibarîne û wana ji dîrokê derxîne. Him ji sedema erdnîgariya
Kurdistanê, him zêdebûna hijmara gelê kurd, him ranewestina berxwedanan
nikarîbûn bi qirkirineke sor dawî li hebûna netewa kurd bînin. Bi vê
sedemê xwestin berdewama qirkirina sor bi qirkirina spî bînin. Dest
deynin ser mejî û dilê mirovê kurd. Ger te mejî û dilê mirovekî
bidest xist, da guhertin êdî ew mirov ji cewherê xwe derdikeve û tu çi
raman û çi hestan di dil û mejiyê wî de bicih bikî êdî dibe ew. Bi
vê zanistê ji aliyê dagirkeriyê ve piþtî temirandina îsyana Dêrsimê,
li her aliyê Kurdistanê dibistanên tirkkirinê tên vekirin. Ji bo
serkeftina van dibistanan, bikaranîna zimanê kurdî di her warê fermiyetê
û jiyanê de tê qedexekirin. Zimanê kurdî biçûk tê dîtin, zimanê
tirkî tê bilindkirin û bi vî awahî qirkirina mirovê kurd ê di warê
dil û mejî de destpê dike. Dijmin di vê polîtîkaya xwe de
gelek rê sitend. Rojek wiha
li mirovê kurd hilat ku ji bo bikaribe di hundirê civakê de xwe bi cih
bike, ango pejirandin bide, ji ber kurdbûna xwe þerm bike û bi tirkbûnê
xwe serbilind bibihîse. Dema bi kurdî axift li ber xwe ket, da þermê û
dema bi tirkî axift meznatiya xwe li ser mirovên xwe kir? Di rastiyê de
ev mirina wî mirovî û bê guman serkeftina polîtîkayên hilandinê yên
dagirkeriyê bû. Gelek
mirov bê ku di ferqiya vê de bin, ji bo zarokên wan fêrî tirkî bibin
ew ji kurdî dûr xistin. Ji bo zarokên wan bikaribin bibin memûrek û di
qadek dewletê de bibin xwedî meaþekî, kurdbûn jibîr kirin û ber bi
tirkbûnê ve baz dan. Dijmin bi saziyên xwe yên siyasî, civakî, aborî
û leþkerî tenê ev rêk li pêþiya wana vekirî hiþtibû; yan wê
bibana tirk, yan di civakê de ji wana re nan tine bû! Mirovên
kurd ên di ferqiya vê polîtîkaya asîmîlasyonê de bûn û nedixwestin
bihilin jî, di nava vê cencereya sazûmana desthilat de wekî dilopek ava
di nava behrekê de nikarîbûn xwe ji ber pêlên wê bidana alî û li ber
bayê wê diketin. Her çiqasî yeko yeko mirovan hewldanên di derbarê
jiyandin û bikaranîna zimanê kurdî de dikirin jî têrê nedikir ku pêþî
li ber encamgirtina polîtîkaya dijmin bigre. Dijmin her roja diçû zêdetir
dil û mejiyê kurdan dîl digirt, vala dikir û li cihê wê hest û ramana
xwe dadigirt. Herî dawî bi destpêkirina têkoþîna
azadiyê ya di bin rêbertiya PKKê de, mirovê kurd bi ser hiþê xwe hat
û gihiþt ferqiya qirkirina li ser tê meþandin.
Hinek bi lez, hinek bi hêdî hewl dan xwe ji ber bayê vê qirkirinê
bifilitînin. Bi vê armancê li Kurdistanê vegerek mezin a ser bikaranîna
zimanê xwe, xwedîderketina li nirxên xwe, çanda xwe, dîroka xwe hat
jiyandin. Zimanê kurdî careke din di nava mirovên kurd de gihiþt rûmeta
xwe. Kurd careke din ji kurdbûna xwe serbilind bûn û vegera ji hest û
ramana tirkitiyê jiyan. Lê
beþek ji kurdan ku polîtîkayên hilandinê yên dijmin di kesayeta wan de
bi ser ketibû û dil û mejiyê wana dîl girtibû, wekî bi nesaxiyeke
lareþê ketibin zû bi zû bi ser xwe ve nehatin. Ji
xwe beþek ji vana nexwestin nesaxiya xwe bibînin û ji xwe re hincetên
domandina rewþa xwe dîtin û ev dan pêþ.
Beþek ji van jî gihiþtin ferqiya mirin û nesaxiya xwe, xwestin
xwe jê bifilitînin, lê dermanê liberxwedanê di xwe de nedîtin û wiha
xwe bi ber pêlên herikîna demê ve berdan. Dem bi dem rehê wanî kurdinî
serî hilda, dem bi dem kurmê tirkinî yê di dil û mejiyê wan de xwe
livand û wiha ew dudilî û neçar hiþtin. Ji vana ya xetar beþê ku polîtîkaya
asîmîlasyonê di kesayeta wan de encam girtiye û di navbera tirkbûn û
kurdbûnê de, ango di navbera bikaranîna zimanê zikmakî û zimanê
dijmin de zêde ferqekê nabînin û bi ser de ji bo xwe mafdar derxînin
teoriya rewþa xwe dikin in.
Dibêjin ku `Ma çi ferqa kurd û tirkan heye? Em ji xwe tevgereke navnetewî
ne! Em ne milliyetçî ne! Em dikarin bi zimanê dijmin jî xwe îfade
bikin! Em kurdî nizanibin jî þoreþ dimeþe!` Ev
gotin di teþe ango þikil de xwediyê rastiyekê bin jî di cewher de
rastiyê naynin ser ziman, tenê dikarin rastiya encamgiriya polîtîkaya asîmîlasyonê
ya dijmin bînin ser ziman. Ji ber ku þoreþa were çêkirin þoreþek
mirovî, netewî û civakî ye! Ger di vê þoreþê de mirov, netew û
civaka kurd vegera mezin a ser nirxên xwe, çanda xwe, dîroka xwe,
nasnameya xwe, zimanê xwe nejî, çima evqase xwîn tê rijandin? Þoreþ
ger tenê ji bo xweþkirina dilê netewan be, ka kîjan þoreþê dilê gelê
me xweþ kiriye? Þoreþ ger tenê ji bo rakirina ferqiya di nava civak,
netew an zimanan de be ka kîjan þoreþê civaka kurd an zimanê kurdî
gihandiye asta civak an zimanên din? Ger þoreþ tenê ji bo enternasyonalîzmê
be, ewqase tevger û þoreþên enternasyonalîst çi ji bo gelê kurd
afirandin? Diyar
e divê mirov þoreþa gelan ti carî ji nirxên wan ên netewî, yên dîrokî
yên çandî veneqetîne û bi yek alî, tenê bi hinek dirûþmeyên
hesteyarî hilnegre dest. Þoreþa me ji ya her netewê zêdetir dive vegera
ser nirxên netewî, yên dîrokî, yên çandî bide jiyandin ku civaka
kurd bikaribe xwe bibîne, bikeve eyarê cewherê xwe. Dijmin
xwest di kuþtina van nirxan de biserkeve, wê demê kuþtina dijmin û
serkeftina civaka kurd bi gihiþtina van nirxan wê pêk were. Dijmin xwest
tinekirina civaka kurd bi qedexekirina zimanê kurdî bimeþîne, wê demê
hebûna civaka kurd wê bi bikaranîna zimanê kurdî pêk were. Kurd çiqasî zimanê xwe bikar bînin,
ewqasî wê dil û mejiyê xwe ji hest û ramanên dijmin rizgar bikin.
Ji ber ku di hundirê zimanê kurdî de hest û ramanên Kurdistanî hene.
Kurdek dema bi kurdî biaxive wê bi dîroka xwe bihise, bi çanda xwe
bizane, bi nirxên xwe þa bibe. Ev di hundirê ziman de veþartî ne; heta
mirov negihêje tama bikaranîna zimanê xwe, mirov nikare tama vana jî
zanibe! Em gelê kurd li ser xaka
Mezopotamya dijîn. Kurdistan
welatek ji navenda þaristaniyê ye. Mirovahiyê li ser vê xakê çavê xwe
li cîhanê vekiriye. Xaka navbera avên Dîcle û Firatê bûye dergûþa
mirovahiyê. Lorîkên dayikan, destanên lehengan, serpêhatiyên xwedayan
destpêkê li ser vê xakê hatine ser ziman. Bicihbûna cara yekem, kedîkirina
yekem, çandiniya yekem li kêlek van avan pêk hatine. Li ber van avan þerên
mirovan, þahiyên mirovan, þîn û cejnên mirovan hatine lidarxistin. Li
ser her buhist xaka vî welatî bûyerek, jiyînek, serpêhatiyek ji rûpelên
dîroka mirovahiyê heye. Herî dawî di roja me de dîroka mirovahiyê di
kesayeta gelê me de careke din bi têkoþîna gerîlayên kurd, bi
serhildanên gel dîsa li ser vê xakê tê nivîsandin. Dîroka berya bîst
hezar salan ji ser xaka Botanê heta Zagrosan,
ji çiyayê Agirî heta daristanên Dêrsimê, Ji deþta Mêrdînê heta
geliyê Hêzil û Zapê, ji Ormiyê heta Efrîn û Hewlêr û ji dilê
kurdekî li navsera çiyayê Cûdî, gabar û Engîzek dijî heta kurdê li
kolanên Ewropa û tevahiya cîhanê dijî hil dibe, dest dide dîroka nûjen
û ji bo gelê kurd dibe çand, dibe dîrok, dibe nirx, dibe rûmet, dibe
jiyanek nûjen! Kurd ger dixwaze vê jiyanê bitamîne, tenê tama wê
dikare di bin zimanê xwe de bibihîse.
Hevîrê vê dîroka qasî bîst hezar salan e li ser vê xakê
hatiye sitiran tenê di nava hevok û peyvên kurdî de heye. Li derveyî vê
di nava ti zimanekî din de mirov nikare tama çanda kurd, nirxên kurd, dîroka
kurd, þîn û þahiyên kurd bitamîne. Bi
vê sedemê û bi sedema salvegera yekem a Cejna zimanê kurdî werin em tev
bi hev re bigihêjin tama pîroz a çanda xwe ya di hundirê zimanê kurdî
de veþirtî maye. Di her qada jiyanê de em zimanê xwe bikar bînin. Bi
jiyandina zimanê xwe em polîtîkayên hilandinê yên dijmin vala derxînin,
pûç bikin, dawî lê bînin. Windahiya ku dijmin bi me da jiyandin, em bi
destê xwe bi zarokên xwe nedin jiyandin. Werin em bi hev re vegereke mezin
a ser nirxên xwe yên netewî yên Kurdistanî bijîn. Em kurdî fêr bibin, kurdî bikar bînin, bi kurdî
biaxivin, bi kurdî binivîsînin, bi kurdî bixwînin! Bi tamandina zimanê
kurdî xwe bigihînin tama jiyana nûjen a diyariya þehîdên me û têkoþerên
azadiyê ! Cejna
Zimanê Kurdî li Gelê me û li Mirovahiyê Pîroz be! HESEN
HUSEYîN DENîZ
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org